Dema pergal di aliyê berdewamiya xwe de dikevin nav neçariyê li gor taybetmendiyê xwe yê dagirker bi hemû hêza xwe bi ser gel û rêxistinê dijberî xwe de derin. Ev yek di hemû merhela û hemû pergalaz de hatiye jiyîn.
Li hember vîna Gelê Kurd pergala Tirkiyê her tim di nav neçariyê de maye û her tim ev şêweyê dagirkeriyê bikar aniye. Tevgera azadiyê ji dema afirandina xwe û heta niha ji bo dewleta Tirkiyê bûye sedema ji berê zêdetir şerê dijber yê Gelê Kurd. Ev yek ji bo TC. bûye sedema êrîşê dijmirovahî yê bi her alî.
Bi taybet di navbera salê 1975-1980 de li Tirkiyê ji ber van êrîşê dijmirovahî, bêmafiya gela tevgerên şoreşger di asta herî jorde xwe bi rêxistin kirin û li hember van êrîşa ketin nav berxwedaniya herî mezin. Bi awayekî balkêş gelek encam girtin. Ev bû mijara êrîşê hîn mezintir, dextên hîn bê rehmtir û qetlên gel yê bi giştî. Pergal li hember van pêşketina şûna ku rastiya gela û xwestekê wan li gor xweseriya wan bi nirxîne, her dewlemendiyekî gel di aliyê ziman, çand, kevneşopîyê wan de hem nas bike û hem jî fersanda îfadekirina vê yekê nas bike, ev yek bû sedema êrîşên herî mezin. Heta îro êrîşên wê demê ku li ser gel, rêxistin û binesaziyên gel hatin pêşxistin di dîroka mirovahîyê de, di dîroka gelê Kurd de, bi taybet di dîroka Tirkiyê xwedî êrîşê dijmirovahî de bû rûpelekî reş yê dîrokî. Heta niha ev rûpelê reş nivîsandina xwe di domîn e. Ji ber nivîskarê wê demê ev zihniyeta xwînxwar ya dijmirovahî dewrî yê peyxwede jî kir. Ev kevneşopiya dewletê ku di hemû hucreyên dewletê de û di zihniyeta kiryarê wê de hatiye rûnişkandin heta neha hîn bi hêztir bû û tê meşandin. Ev rastiyeke ku li hember gela dijmirovahiya tê bi karanîn dibe sedema têk çûna pergala dewletî bi xwe. Lê belê pergala Tirkiyê ev yek ji bo ti carî bi awayekî xweser ne nirxand, li gor rastiya gela wegûhartinek mafdarî pêş nexist. Di wan rûpelê dîrokê yê kevnare de ev rojên reş ku hatiye nivîsandin di aliyê pergala Tirkiyê de her roja ku derbas bû yek din li ser hat zêde kirin. Her roj ji berê reş tir. Bi taybet di sala 1980 de bûyera 12 êlûn’ê, bûyera dîroka xwedî rûpelê reş wek kevneşopiya Tirkiyê ya xweser heta roja îro xwe hîn bi hêztir kiriye û di domîn e.
Li gor diyalektika pêşketinê her diyarde bi xwe re dijberê xwe jî hem di afirîne hem jî bi pêşketina xwe wê jî dide pêşxistin. Lê di encam de ne diyare di kîjan alî de pêşbikeve. Bi taybet di aliyê erênî de an neyênî de ev pêşketin ê çawa bi dome ev yek ne diyar e. Encam meyla tekoşîna ku tê berdewan kirin, hêz û kûrbûna wê ya birdozî dide diyar kirin.
Di navbera bûyerên 12 êlûnê û heta niha sal û dem derbas bûn. Li ser rûyê cîhanê bi milyonan guhartin hatin jiyîn. Bi milyonan veguhartin pêşketin. Her tişt di nav tevgera xwe de veguhartinek jiyan kir. Lê dewleta Tirkiyê di zihniyeta xwe ya kevneperst de ti tişt ne da guhartin. Di bûyerê 12 êlûnê de bi hezaran mirov ji ber di nav tevgera lêgera vîna azad de bûn di girtîgehan de hatin rizandin. Di êşkenca de hatin qetil kirin. Di binçavan de bi awayekî failê wan ne diyar hatin wenda kirin. Di kolanan de hatin lê dan. Bi ser malan de bi awayekî ne fermî hatin girtin. Hemû civak bi vê zihniyeta dewletparêz ya dijmirovahî hat dorpêç kirin. Ev bi yek sedemê hat pêş xistin. Li hember pergala dewletî vîna civakî ya ku bilind dib e. Ev sedem ji bo pergala Tirkiyê ya dewletparêz bes bû ji bo ewqas êrîşê bê rehm li ser gel bide meşandin. Bi taybet di wan salan de tevgera Azadiya Gelê Kurd ketibû nav pêvajoya berxwedaniyê ya herî girîng. Ji ber vê girîngiya xwe ji bo zihniyeta dewletparêz tehlûka herî mezin di hat diyar kirin. Ji ber vê yekê êrîşê bi ser tevgera azadiyê ya gelê kurd, bi taybet bi ser gel de hatin pêşxistin rûpelê dîrokî hîn reştir kirin. Ew dem ji bo tevgera azadiyê bİ van êrîşa wek mîlad hat bi dest girtin. Heta niha ew mîlada ku bi hemû wendahiyên xwe tê bi bîranîn wek roja cardin veguhartina nirxên mirovahî tê bi dest girtin. Ji ber di wê demê de wendahîyên ku hatin jiyan kirin bû sedema biryar û baweriyaa herî mezin ya têkoşîna li hember bûyerên 12 êlûnê û wek 12 êlûn ê. Ev di wê demê de hat jiyan kirin. Lê belê heta niha bi qasî bê hejmar gelek 12 êlûnê ji aliyê vê zihniyetê de pêşketin. Ji ber ku sedema van bûyera ji aliyê dewletê ve rast ne hat nirxandin û xwestekên gel ti carî ne hatin berbiçav kirin,di roja îro de dewletê bi vê zihniyeta xwe dawiye xwe aniy e.
Ji ber têkoşîna azadiyê bi Rêber’tiya Rêber Apo hemû bingehê dewletê ji kokê ve da hejandin.pirsgirêkê ku hebûn bi van nefamkirina bûn pirsgirêkên kûr yên bingehîn ji bo dewleta Tirkiyê ku her kes li ser bi leyiz e. Bûn sedema ji hindir de hilweşandinê û karên ne li rê. Her bi navê tekoşîn kirinê gavên ku di hatin avêtin ji bo dewleta tirkiyê bû bingehê wendakirinê mezintir.
Rêber Apo wan dema bi vî awayî dinirxîn e;
‘Her demek li gor xwe zehmetiya dertine. Gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ji bo di nav van dema de bi bin nekevin kedek gelek mezin tê dayin. Ger hûn van kedên hatine dayin fêm nekin hûn nikarin bibin têkoşervanên baş. Rêxistinbûna we gelek kêm dimîne.Rêxistin çawa li ser pîya ma, çawa pêş ket hûnê bizanibin. Merhela girûbê di salê 78-80, 83,84, 85, 86,87,88 de ye. Di van sala de şerê dewleta TC bê eman li ser me hat pêş xistin. Ev salê li hember vî şerî vala derxistinê ne. Ev ne salên hêsan bi dest girtinê ne. Me ev sal paş nirxandin. Sibe dîrok bi xwe van sala cardin binirxîne. Pêwîste hesabê wê baştir were dayin. Ger me ev helwest nedana nîşandan ne gengaz bû em li ser pîya bimînin. Di pêvajoyên xeter de rêxistin çawa li ser pîya ma hûnê bizanibin. Ew li ser linga mayin asta têkoşînê li hember şerê taybet yê dijmin encam derxist holê. Ew zehmetî veguherîn berxwedanî û vala derxistina şerê qirêj yê dijmin.’
Nîlgûn ŞAHÎN