Li Bakurê Welêt û Tirkiyê çi dibe? Bêgûman lez û bez pêvajoyek hatiye destpêkirin û bi hemû leza xwe berdewam dike.
Piştî Rêber Apo bi şandeya DEM Partî re hevdîtinek pêk anî û peyamên girîng gihand ji raya giştî, gelê me û gelên herêmê re tevgerek zêde ya li ser bangawaziyên hatibûn kirin pêk tê. Rêber Apo gotibû “Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst û mecburiyeteke ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê beyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî însiyatîf bigrin, çêker tevbigerin û tevkariyek pozîtîf bikin.”
Li ser wê esasê endamên şandeya DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder encamê hevdîtinê parvekirîbûn. Û serdanên şandeyê bo partî û derdorên siyasî yên Tirkiyê destpêkir. Ji ber ku ji bo pirsgirêk bêne çareser kirin û bi rastî jî biratiya Kurd û Tirk pêk were şerte ku encamên berbiçav yên saxlem werin girtin.
Hevdîtina heyeta Îmrali destpêkê bi Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş re pêkhat. Her çiqas hevdîtin nêzî saetekê domiya be jî agahiyên berfireh nehatin parve kirin. Piştre heyet bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtinek kir. Encamên vê hevdîtinê jî ku nêzî 40 deqeyan berdewam kiriye nehate parve kirin. Hemû hevdîtin ji ragihandinê re girtî têne meşandin. Piştre hate ragihandin ku yê demê pêş agahiyên berfirehtir were dayîn.
Heyeta Îmraliyê ya bernameya hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re yên li meclisê têne temsîlkirin eşkere kir û ragihand ku 6’ê Çileyê wê bi Partiya Gelecek, AKP û Partiya Saadetê, 7’ê Çileyê bi Partiya Yenîden Refah û Partiya DEVA re jî hevdîtinê bike. Hevdîtinên heyeta Îmraliyê ku ji parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk pêk tê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozer re berdewam kir. Ev hevdîtin jî sietek û 35 deqe berdewam kiriye. Heyet bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan re jî cûda hevdîtin pêkanîn.
Hewildana hemû aliyên siyasî û civakî bi armanca çareseriya pirsgirêkê de enerjiya xwe rast biherikîne berdewam dike lê belê heya îro jî baweriya ku niyeta wan cidî ye nehatiye dîtin. Ji ber ku ev trafîka heyetê li gel ku berdewam dike êrîşên dewleta Tirk jî bê navber berdewam dike li ser Rojava, Başûr û gelek herêmên din. Zextên di encama polîtîkaya înkar û îmhayê li ser gelê me ferz dike de israra wê û ruxmê wê jî hevdîtinan qebûl kirin şik û gûmanan zêde dike ku ew ne dirûst nêzdibin û di dawiyê de yê vê pêvajoyê ew bi destê xwe xira bikin. Xirakirina vê pêvajoya lêgerînên çareseriyê yê Tirkiyê û Bakurê Welêt ber bi qeyranekî pir giran ve bikşîne. Çiqas di ferqa vê de ne mirov ji xwe neçare bipirse. Gelo ev cardin şanoyek e ku di bin de dek û dolabên siyaseta înkar û îmhayê re dagirtî ye û qet ti samiyiyeta xwe nîne, yan gavên ji dil yên hewildanê çareseriyê ne? Ya rastî ger nêrîna xwe li vir dinivîsim divê ez bi xwe bêjim ku, dişibe şanoyek ku tijî rol û lîstik. Qet qane nake ji ber ku siyaseta înkar û îmhayê asta herî jor de tê meşandin û domandin.
Bi rastî jî niyetek wan ya dirûst heba wê beriya her tiştî şert û zûrûfên Rêber Apo têde ye sererast kiribana, yê siyaseta dagirkerî, êrîşkariya li ser gelê Kûrd û gelên herêmê sekinandibana. Lê belê di kêliya van hevokan dinivîsim jî lêdanên bi balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer li qadên Rojava û li herêmên çete xistine dewrê qirkirinên giran didomînin. Û zimanê wan ne yê lêgerîna çareseriyê ne. Ragihandina xwe de, daxwuyanî û nirxandinên xwe de eşkere nîşan didin ku ew naxwazin pirsgirêka li Kurdan didin jiyîn bê çareser kirin û zûrûfê pêkrejiyana gelan ava bikin.
Lê belê ruxmê evqas nakokî û dirûtiya rejîmê jî şansek herî biçûk hebe jî Rêber Apo dixwaze binirxîne. Ji ber ku siyaseta wan ya heyî dawiya gelan tîne, qirkirin, talan, înkar, hilweşîna derfet û zurufên jiyanê tîne. Ev pergala netew-dewletê ya yêk ziman, yêk al, yêk ol, yêk netew ferz dike xetimiye û rizîbûnên gelek giran dihewîne. Neçare gavan bavêje, neçare di gavên demokratîk avêtinê de pratîkî bersivan bide. Ev yek jî çawa dikare pêk bê jî ji aliyê Rêber Apo ve bi rê û rêbazên çareseriyê re hatiye vekirin û eşkere kirin.
Ev hewildana dawî ya Rêber Apo dide yê encamek erênî bide yan na bêgûman girêdayî dirû yan samîmî nêzbûna rayedarên hikûmetê ye, heman demî girêdayî avêtina wan ya gavên bingehîn e. Yek ji wan gavan ku nebe qet pêşketinek yê pêk neyê sererastkirina nêzîkatiya wan ji Rêber Apo re ye û naskirina gelê Kurd, derbas kirina belgeyên fermî yên weke makezagonê welêt e. Vê firsend û derfeta dîrokî nirxandin maye ji wan re. Ji xwe Rêber Apo gotiyê; “Ji nûve bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan berpirsyariyek dîrokî û qasî wê ji bo tevahiya gelan jî girîngî û aciliyet diyarker qezenç kiriye. Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst û mecburiyeteke ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê beyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî, înîsiyatîf bigirin, çêker tevbigerin û tevkariyek pozîtîv bikin û yek ji zemînên herî girîng ên vê tevkariyê bêguman Parlamentoya Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ye.”
Ji xwe çavê herkesî li gavên diavêjin e, ne li gotinên dikin e. Gotinên sexte û nedirûst gelek kirin e, gotin bê hed û hesap zêde kirin e. Hemû vala û pûç derketin e. Bi salane siyaseta xapandin û dirûtiyê ewqasî dûbare kirin ku ti kes îro ji wana bawer nake. Bêgûman rojên pêş niyeta wan baş yan xirab be vêcarê yê ew jî eşkeretir derbikeve holê.
Di vê navberê de malbata Rêber Apo û yên girtiyên din li Îmralî jî gelek caran serlêdan kirin e, lê belê hêjan ti bersivek nedane wana jî. Her car yan bêbersiv dihêlin, yan dema bersiv didin cezayê hûcre yan hincetek din derdixin pêş û nahêlin hevdîtin pêk were. Ji xwe Rêber Apo di hevdîtinên dawî de destnîşan kiribû ku tecrîd hêj didome. Bi gotinek din di rewşa Rêber Apo de ti gûhertinek berbiçav ya erênî pêşneketiye. Ev jî hêrs, şik û gûmanên me zêdetir dike. Lê ya teqez pêkbê û bê jiyîn ev e; Heger ji bo çareserî gavên pêwîst werin avêtin yê gelên vî welatî qezenc bikin, bihêz û hevgirtî bibe, welêt, aborî xûrt û geş bibe. Lê belê heger ji bo çareserî gavên pêwîst neyên avêtin û siyaseta înkar û îmhayê berdewam bike yê li gelên herêmê giran bide wûnda kirin, yê li dewleta Tirk giran bide wûnda kirin û ber bi ruxandinên ku ne li bendê bû re rû bi rû bîne. Yan yê ava bikin yan yê xwe wêran bikin, ev herdû derfet di destê wan de ye.
Destîna Botan