Romana Kurdistan’ê Divê Xweser Be

0Shares

Bêguman gava ku li Kurdistan’ê gelala romana şoreşger tê pêşxistin, ji ezmûneyên netewên din jî sûdwergirtin girîngî hildigire. Bi taybetî rasteqîna romana Fransa ku şoreşên hîmî çêkiriye, dîsa rasteqîna romana Rus û heta li ba hindek taybetmendiyên qonaxa zayîna şoreşa Islamê, Vîktor Hugo, Balzaq û hwd. romanivîsên mezin hene. Pêwendiyên van bi şoreşa Fransa ve tê avakirin. Dîsa şoreşa Rus têkiliyên xwe bi Tolstoy, Dostoyevskî, Çernîşevskî, Gorkî û hwd. çi ne; vana di kîjan qonaxa şoreşê de û bi çi cure berheman di tevkariya şoreşê de peyda bûne? Hindek taybetmendiyên bingehîn yên şoreşa Îslamiyetê çi ne; bi taybetî çima piştre bûye paşverû, vegeriyaye kevnepêrestiyê û hindek taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiyê çawa derxistiye rastê? Malbateke çawa, tîpekê jin-zilamê çawa derxistiye rastê.

Di rasteqîna civaka Rojhilata Navîn de ev dikarin bên pêşçavkirin. Tebî romana Kurdistan rasteqîna şênber a xwe ku hindek bêşiban e divê bîne pêş çavên xwe. Taybetmendiyên civakiya Kurd, ji ber dîroka jiyaye pir hindik dişibe civakên din. Lewma pêwîst e reseniya xwe pir baş bîne pêş çavên xwe. Yanî romana Kurdistan, pêwîst e bêtir bibe romaneke xweser, nikare zêde lasayî pêş bixe. Lasayîkirina romanivîsiya Tirk jî zêde pêşxistinkar nabe.

Vê yekê têkoşîna şoraşa me bi rengekê balkêş daxistiye rastê. Xebateke hunerê ya bi baldar dikare bibîne ku şoreşa me ya pêşketî henaseyeke mezin bi huner daye wergirtin û bi hunerê jî şoreş pir tê pêşxistin. Dikare hêz raberî xebatek wisa bike û berhemên xurt derxîne rastê. Ji vê qonaxa ku têkoşîna me bi ponijîn tê de peyda dibe re, ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bi romaneke wisa ve bersîv gihandin jî, tevkariyeke piçûk nayê dîtin e. Ger derfetên me dest dabana li ba peywirên bîrdozî, siyasî, leşkerî wê me kariba tevkariyeke wisa ji peywirên wêjeyî re berpêş bikira. Jixwe her ku em fersend dibînin, em hewl didin ku vê çêbikin. Bi rastî jî ev hewldanên me tevkariyê diderbirînin.

Milîtanên ku di vê mijarê de bixwebawer in, ka huner bi taybetî jî wêje û roman di nava me de bi pêşwazîkirina çi berpirsiyar e dikarin bînin pêş çavên xwe û divê ji bîr nekin ku, di vê navberê de ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bi dayîna bersîva herî rast wê tevkariyekê karibin berpêş bikin.

Çawa ku ez pir caran diyar dikim, mirov dikare gelek mînakan bîne pêş çavên xwe. Di Diroka her gelê de mîna vê pêngav hene. Di qonaxa began a wurşedar de, hindek pêşketin di wêjeya kurd de çêbûye. Dîroka kurd jêderka çiyê ya tê zanin, di wan qonaxên nayê zanîn ê hatina me ya vê çavkaniyê ka çawa hatiye derbirandin, di hin destanan de dîtin gengaz e.

Hin tîpên weke Kawayê Şoreşger ku serî rakirine û vegotinên wêjeyî weke Memê Alan hene. Vana ji sertara girîng a pêşketina civakî hêz girtine û hatine pêş xistin. Bi vegotineke lehçeya Rojhilat yan jî bi azînan heta roja me ya îro bandordar bûne. Mem û Zîn a Ehmedê Xanê jî di vê wateyê de, bi taybetî di qonaxa ku otorîteya keyayan ji bo gelan çarçova netew û civakan xet dikir de, derbirîna wê pêdiviyê ye. Ji şêwaza mîran a par û perçe dikir û tim bi hev re di pevçûnê de bûn û yekîtiya netew pêk nedianîn heya xwiyanga nav sûlaleya feodal hewl dide ku vebibêje. Vegotina di virê de pêk tê, di bingeh de rasteqîna feodal mîr a req ku nayê yekîtiya gel û wê yekîtiyê venaguhêze asta netew e. Pir û pir fitne fesad heye, xulamtî heye; hewl dide ku vê bîne ziman. Lê, ji ber ku pêvajoyeke şoreşî ya bingehîn nejiyaye, nikare bi vegotineke xurtir xwe temam bike û pêş bixîne.

Ji ber ku Kurdistan şoreşeke rişt nejiyaye, em di dîrokê de ne di sedsala 18’an, ne di sedsala 19’an, ne jî di sedsala 20’an de rastê mînakên romanên xurt nabin. Yên hatine nivîsandin, di bingehê tunekirina kemalîzmê de romanên Tirk in. Di vê mijarê de Yaşar Kemal bi xwe jî, navê wê rasteqînê ye ku ji rasteqîna Kurd a ku bûye Tirkane best girtiye û derketiye rê. Xwedî romanivîsiyeke wisa ye. Mîna vê gelek romanivîs hene. Ev ew romanivîs in ku di dirêjahiya tevahî dîroka komarê de ew rastiya ku serîhildanan perçiqandiye û bi piştre jî, bi Tirkiyê re kiriye yek di teşeyekê pêşverû de pênase kirine. Di ciyekî de kemalîst sinc, wêrankarî û tunekirin hatiye xwestin ku bi riya wêjeyê re rewa bê nîşandan. Di vê bingehê de pergala ku hatiye avakirin; mîna xweşiktiya ku pêşverû ye û pêwîst e bê jiyîn daye çespandin. Tebî bi wêjeyê hatine aşîkirin û divê bên redkirin. Perspektîfa van romanan, dil bi rasteqîna Kurdistan’ê neşewitandin û ka ev çi ye pê tênegihîştin e. Her tiştî înkarkirin e, hem jî bi lezgînî! Cardin wan neyêniyên kevin nevekirin e. Kurdan wek paşverû û wehş nîşandayîn e.

Va, dixwaze bila Kurd be, dixwaze bila Tirk be, heya niha di derbarê Kurdistan’ê de romanivîsi, hunermendî û wêjevanî ya baş di vê bingehê de xwediyê erkekê ye. Tebî ev romanivîsî di radeyeke dawî de wêrankariyê afirandiye. Bi taybetî şekilgirtina kesayetê çelexwarî pêş xistiye. Ramandina azad û rasteqînî asteng kiriye. Tirkbûyîn, koçkirina metropolan, welat û gelê xwe piçûk dîtin û bi rengekê hêsanî dest jê berdanê bi xwe re aniye. Ev ji pêvajoya ber bi metropol û Ewrûpayê ve herikandineke mezintirîn û pêvajoya ji xwe revê ye. Di heman demê de pêvajoya revê ya ji giyan û mejiyê xwe ye. Heta ev pêvajo, qasî qedalbûyînê pêş ketiye. Pir hindik kes karîbûye li rasteqîna xwe xwedî derkeve. Her tişt bi erzanî ji dest hatiye derxistin. Yên ku nav girtine ser zimanê xwe jî, ya hatine sîxurkirin yan jî, hevkarmendên bi misyona ku di bingehê hin berjewendiyan de bi dest girtine de derketine rastê. Welatparêzî, hatiye vegûherandin têgîneke ku di ber re jî nayê borandin.

Tebî em vê yekê heya derketina tevgera şoreşgerî, bi rengekê bêtir trajedî û kûrbûyî dibînin. Bi taybetî binketina her serîhildnanê, di çûyîna encamek wiha de rol leyistiye. Piştî serîhildanan, yanî qonaxa terora spî, di bingeh de rasteqîna gelê Kurd, ji qonaxa serîhildanan bêtir xistiye xeternakiyê û em dikarin bibêjin ku aniye heya wê xala ber qedanê.

Va, ev tîpên heyî, di çarçoveya vê vegotina giştî de derketin rastê. Em, hinek wisa derketin rastê. Hun weke derbirîna vê gelemperiyê, dikarin pênaseyekê deynin ka hun çi ne û dixwazin çi bikin. Di wateyekê de ev, êdî dibe gihîştina kesan bi pêvajoya nirxandina rasteqînî.

Yên ku bi rasteqîna xwe rast tênagihîjin, qet nikarin bibin xwedî çalakiyeke rişt. Bi aliyên xwe yên zêde hestiyar derdikevine rastê û ev derketina rastê jî, ji her cure bandorê re vekiriye. Çima ? Ji ber ku ne derketinek bi gor pênaseya rasteqînê ye. Ji xwe bêhay e. Em jî di vê wateyê de jê re dibêjin şûngeha “Xafîl’’. Mirov dikare ji vê re bibêje teşeyekê cehaletê jî. Ger hun bala xwe bidinê, ev, rasteqîna we tevan a ku bi ponijîn dijîn. Hun tev xwedî jêderkeke wiha ne. Zanebûn û hesta vê jêderkê di we de çiqas pêş ketiye, diyar nîn e. Kemalîzm qasî karibe ketiye nav, malbatî û eşîrî, qasî karibin ketine nav. Ji têgîna welat û ji têgîna gel heta dawiyê pêmenî hatiye jiyandin. Taybetmendiyên rewşenbîrên Tirk di radeyeke dawî de bi teşeyê demagojîk teyisiye. Dîsa demagojiya feodal teyisiye. Bîrdoziya dê, bav û kal teyisiye. Vana tev kesayetê ji rasteqîna bingehîn, ji rasteqîna dîrokî, ji rasteqîna hemdemê dûr xistiye û jê qut kiriye. Lewma hun lewaz dimînin. Hûn, di bîrdoziyê de, di polîtîkayê de, di çalakiyê de û di jiyanê de lewaz dimînin. Di her sehayê de koma tîpên ku dinalin, diqarin, ditengisin, net nabin, tûj nabin, nayên dahûrandin û xwe nagihînin çareseriyê mijara gotinê ye. Taybetmendiyên vê kesayetê, hatiye veguhestin nava pêşengiya şoreşî. Me, hewl da ku, em vê yekê bi şurê şoreşê yê herî tuj derbas bikin. Piraniya we di vê bingehê de herikîn nav şoreşê. We got, “Ev rêka herî kurt a pêşketinê ye.’’ Li hember pergalê bertek bi we re çêbû, hun hatin nav şoreşê. Helbet tiştên we di nava partiyê de jiyaye, ew hezar teşeyên kevin bi şêwazeke cuda berdewamkirin e. Li hember vê bertek, di ciyekî de şerê nav rêxistinê yê şoreş û dijî-şoreşê ye. Her wiha di vê pêvajoyê de derketina yên binkeftî û serkeftî, ev hewqas pêşketin in, ku di kesayeta we de tên jiyandin.

Ger dîqat bê kirin, em dixwazin gelala romanê bi tevlîbûna takekesan ya nav pêvajoya şoreşê, nav pêvajoya partîbûyînê, nav şiyarbûna netew û pêvajoya azadbûyîna civakê bidin destpêkirin. Romana şoreşger bi wateyekê, peywirdar e ku derketinê wisa çêbike. Lê belê, ew lewazî, qelsî û xumamiyên nayê bawerkirin ên di destpêkê de ku me pê dest bi kar kir, nayê paşçavkirin. Ji ber ku rasteqîn dadixe rastê ku wisa ye. Mirov bi demagojî û bi gotineke, “Ez pir xurt im, pir bi biryar im’’ nikare derbas bike. Bi rastî jî niha em baştir têdigihîjin ku, hestên sexte û pêşandanên wêrekiyê zêde wate naderbirînin. Em dibînin ku ketina nav asta her cure têkilî û nakokî ne rişt in û encam nagirin. Em destnîşan dikin ku qasî kesayetiyên pir nepixandî, kesayetiyên pir mirî jî, ne denkên dema derketina şoreşê ne. Lê, li rexmî hemû hewldanan, ji ber ku derketina şoreşgerî pêwendiya xwe bi ponijîn û tempo ya şênberiya PKK’ê ve neda avakirin, çelexwariya pêşketinan bi rêbazên zehmet hate zelalkirin.

Tîpê me, ji hemû taybetmendiyên nêvengek wiha re hindek vekerî ye. Her wiha vê, ne bi eybkirinê ji bin derketin, ne jî bi sergirtin ji nav derketin nêzîkatiyek rast nîn e. Ya pêwîst e bê kirin, qasî selimandineke rast a rasteqînê, ne çarenûsbûna vê daxistina rastê ye. Lewma dema ku ê kevin tê rûxandin û tê derbaskirin, divê bê dîtin ku di wergirtina yê nû û înşakirinê de pir tişt pêwîst dikin, ev yek ji bo me jiyanî ye û biryarkirin, hêza azîm û viyanê re vegerandin û dîsa di her sehayê de karkerî û hewldanê bi rengekê encam wergirtî kirin e.

Gava ku me hewl da tîpek wisa em bêxin nav gelala romanê, qasî daxistina aliyê zanîstiyê, aliyê wî yê hunerî jî pêşxistin me pêşçav kir û bi vî awayî me xwest nêzîkatiyek wiha pêş bixin. Niha em vê gotûbêj dikin. Bi wateyekê roman tê pêş xistin. Bi gotineke rastir, êdî pêşketinên di nava jiyanê de ber bi nivîsandinê ve diçin. Ew pirsên timî me dipirsiya, pirsên romanî ne. Çawa çêbikin? Çawa bijîn? Ev pirs, pirsên herî zêde tê pirsîn in; tesadûf nîn e. Hema her roj têkilayî bi libatan kirin heye. Ev, vesazîkirina ji nû ve diderbirîne û ziraviya kar dadixîne rastê. Bi taybetî di aliyên hin têkilî û libatan de bertek raberkirin, arezû û xwestekên şêwaza kevin redkirin, şunê de xwestek û viyana şêwaza nû derxistin û bi kevneşopiya civakê re, di asta damezraka malbatê de ketina nav têkoşînê peyda ye. Tevahî aliyan ve çonayetiya rasteqîna malbat, eşîr û babistînê derêxistin, bandora wan li ser jiyanê dîtin û bi wan re şerkirin; dîsa 27 gihîştina pergalên nû, şêwaza derbirîna têkilîyên nû, hîtap û uslûba wân, her roj kevin şewitandin-rûxandin û ber bi avakirina nû ve rê wergirtin, jiyaneke romanî ye û ev bi ponijîn e. Em dibînin ku di kevneşopiya romanê de babetên herî zêde tên karanîn, asta hestan e. Asta zanebûnê bêtir bi derbirînên zanistiyê tê nirxandin. Bêguman roman asta zanebûnê tevlî naveroka xwe dike. Lê bi giranî asta hestan û şêwaza derbirîna giyanê dixwaze bigire dest.

Rêber Apo

Ji Perspektifên Rêber Apo “Çawa Bijîn”

Attachment