Rojîna Welatê Rojê

0Shares

Aysel Avesta

Roj, di dîroka her gel û netewê de xwedî wateyeke girîng e.Roj, bi tîrêj û germahiya xwe nebatên erdê şîn dike, giyan dike jiyanê xweş û rengîn dike.Jiyan bi rojê xweş e.

Roja herî tîndar li welatê agir, hilala zêrîn, dergûşa mirovahiyê hiltê, lêbelê dijminên mirovahiyê ji bo ku roj tînê nede xaka bibereket, her cure dek û dolab bikaranîn.

Dehak û dagirkeran bi pencên xweyên qirej û gemar siya mirînê berdan ser roja pîroz. Di serî de xweza, dîrok, erdnîgarî, çand, ziman û hunera gelan talan kirin. Li servê erdnîgariyê xwestin gelek çand û netewan ji ser rûyê dîrokê rakin. Lê belê ji bo  ev êş bidawî bibin, her tim berxwedaniyên mezin hatin pêşxistin.Weke her gel û netewekê, di baweriya Kurdan de jî roj watedar û pîroz e.

Li gor felsefeya Zerdeştê kal roj, ba, ax, agir û av ciheke girîng digrin di jiyanê de. Jixwe jiyan li  ser vê bingehê tê avakirin. Roj bi tîna xwe, ba bi dijwariya xwe, ax bibereketa xwe, av bijiyana xwe, agir bi tîna xwe jiyanê avadikin.

Lewre li dora rojê, lêgerên heqîqetê ref girêdan. Ji yekê bûn hezar, ji hezaran bûn mîlyonan. Her yek ji wan bûn pakrewan û lehengên welatê rojê û dîroka bindestan bixwîna xwe ya sor nivîsandin.

Tişta herî zahmet ewe ku mirov lehengan binivîse. Lê belê wek deynê hevaltiyê, li ser xwe ferz dibînim ku binivîsim. Ezê hewl bidim         hest û ramanên xwe biqasî ku hêza min têrê bike, bînim ziman.

Nizanim ez ê çiqasî bikaribim wesfa keçika zozanên Feraşînê, ango Rojîna Botanê bikim. Rojîna delal, ez bawer im, ne pênûs dikare wesfa xweşikbûna te bike û ne jî lênûs têr dike.

Rojîn, ji xwe navê wê tê wateya rojê. Lewma jî wek evîndarekê da pey evîna rojê. Rêhevala Rojîn wek gulaberfînê, ji qelîştekên berfa çiyayê Botanê bişkovîbû.

Xemla wê çiyayê Cûdî, eniya wê deşta feraşînê, gerdena wê herekol, keziyê wê Hêzil û Xabûr bû.

Li her gelî û  newalên Botanê bi moral, hêz û bawerî jiya. Di dilê her hevalake xwe de şopekî bêdawî hişt. Li hemberî hemû zor û zehmetiyên jiyanê bi îdea û biryardariyeke mezin salên dirêj bêwestan û rawestan li Botanê têkoşiya.

Piştî Botanê vê carê bere xwe da  çiyayên Zagrosê.Li wir jî da pey şopa heqîqetê.

Rêhevala Rojîn ji bo ku xeyalên zarokên ji dayîknebûyî, evîna nejiyayî, hêviyên nîvcomayî û hesreta hezaran salan pêkwerin derket serê çiya û têkoşiya.

Em di destpêka pêkanînên van xeyalên xwe de bûn. Sozdabû min,em ê bihevre li deşta Feraşînê li hespê azadiyê swar bibûna.

Gelo çi leza te hebû. Ka sozame hebû, emê bihevre biçûna warê te û me dê xeyalên xwe pêkbianiya.

Belê Rojîna welatê me, keça zozanan, evîndara rojê, dem hîn zûbû. Ka meyê bihevre xeyalên xweyên zarokatî bijîya. Lê tu bûyî kenê li ser lêvên zarokên bêguneh, evîna dilê evîndarên ku evîna xwe ne jiyanê. Tu bûyî hêviya bindestan, warên koçeran, hesret û rondikên çavên dayîkan. Nanê destê sêwiyan, hevala gêrîla û evîndara rojê.

Belê Hevala min mizgîniya min li te, li welatê me tovê hêviyê ji nûve şîn dibe û çirûskên azadiyê pêdikevin.

Ev şewq, nûr û tîrêjê di kuraniya rondikên çavên we de bû azadiya gelan. Kenê li ser levên te yên narîn bûn kaniya hêvî û baweriyê.

Te di dilê xweyê mezin de heskirinên mezin avakir.Te li gel her kesekê hêlîna xwe çekir. Û tu îro di dilê mîliyonan de dijî. Ew tîrêjên çavên te û evîna di dilê te de, bû hêviyên azadiyê û rehê xweberdan nava dil û mêjiyê hezkiriyên azadiyê û belav bû…

Tovên çanda dayîka xwedawend îro li çaraliyên cîhanê belav dibin, li ser bingeha civakeke exlaqî û polîtîk, jiyan jinûve tê afirandin.

Bila dilê te şad be Rojina welatê rojê, rehet razê, tovê azadiyê ku we reşandiye hedî hedî şîn dibe û rehêxwe belav dike. Bihara welatê me îsal naşibe salên bere, hêvî dizivirin rastiyê û azadî ji her demê zedetir nêzik bûye. Bila dilê te şabe.