Rojên Nû

0Shares

Li pişt Kêlareş dola wê de tenê kaniyek hebû. Bû nîvro hevala berpirsa wir bi me re axivî got wê hevalek jî bi were were hun herdû wê biçin ser kaniyê banyo bikin. Cilên leşkerî qumaşê zer û şotika reş ku ji Îranê dihat dabûn me. Ji xwe Kêlareş zozane û ser kaniyê jî tiştek nîne hemû rûte. Hevalê ku bi mere hat ser kaniyê got ezê ji were agir pêxim av deynim ser, çek li gel we ye ezê biçim.

Heval got dema we karê xwe xilas kir hûn dizanin paşde vegerin kampê me got erê. Berî heval ji gel me biçe ji mere got; eger we dît kesek ber bi we ve hat çekê dirêj bikin, eger êrişî we neke mermî ne teqînin. Tenê çek bibîne ewê nekare nêzî we bibe. ji xwe heval dizanin hun li vêderê ne, zêde nayên lê ger kesek were wê gundî werin ew jî pir kêm. Dema ku we kesek wisan dît hişyar bikin, çek dirêj bikin bila biçin. Me jî got temam emê wisa bikin.

Heval, qutiyek salçê ya vale anî tejî mezot kir çend kevir anîn kuçik çêkir, beroş anî danî ser kuçik ew qotiya selçê bi agir ve xist bin beroşê û wisa agir pêxist. Domana reş bi ser me û beroşê de diçu esîmanan. Di eraziyekî wisa vale de li ser agirê bi mazotê dişewite cara yekeme ez bi tenê banyo dikim. Li malê hertim dayîka min banyoya min dikir. Hevalan naylonekî sipî dabun me, wî hevalî ji mere danî erdê derdora wî bi keviran pêça mîna teştê û got hunê wisa cilên xwe bişûn. Dema we karê xwe qedand careke din jorde werin qampê gel me. Heval piştî careke din em hişyar bikin em li ser kaniyê hiştin û çû.

Bi dorê karê xwe pêkanî, destpêkê ez ketim banyo min karê xwe xilas kir cilên min zuwa bun min li xwe kirin û hevala din dest bi karê xwe kir. me nedizanî em çewa bi awayek lez û bez banyo bikin, çewa banyo bikin ji ber wê em bi seatan man. Hevala din dest bi karê xwe kiriye, ez li ber tehtekî biçûk runiştîme hişedarim. Çek jî di destê min deye, lê ez zêde tiştekî jê fam nakim, wisa lê mêze dikim û dixim destê xwe tû dibê qey çend sale min çek girtiye destê xwe. Çek qilêşekî biqol bû.

Min carekê jêrde mêzekir zilamekê derdora temenê 40-45 bu ku li ser patîkayê berbi me ve tê. Patîka jî rast tê ser kaniyê û diçe jorê kampa hevalan. Çewa min dît ez rabûm ser xwe min qîrkir serde min got cihê xwe de bisekine, min hevala xwe jî şiyar kir min got xwe veşêre zilamek jêr de tê. Ez ser hevdu zilam hişyar dikim, dibêm bisekine neyê tu werî ezê te bikûjim.

Hingî zilam qîr dike dibêje ez milîsê hevalanim, ez hatime ezê biçim gel hevalan, ez tiştek nakim ezê derbaz bibim biçim gel hevalan. Ez jî guhdar nakim dibêjim li cihê xwe bisekine tu derbaz nabî hevalan ji me re gotiye nehêlin kes derbaz bibe. Hingî heval dibêje heval ez nikarim vegerim cûda rê nîne, ez tiştekî nakim ezê derbaz bibim biçim gel hevalan, çi kir çi nekir me qet guhdar nekir. Heval hindî hêvî dike hindî dibêje ezê pişta xwe bidim we derbaz bibim min qebûl nekir.

Min çek dirêjî zilam kiriye tam nîşan girtiye zilam jî ketiye tirsê ji cihê xwe naqelibe. Ji ber ku heval zû bi zû çekê wisa dirêjî kesê nakin. Zilam jî hingî dibêje ez milîsim ji ber ku me tû carê nedîtiye em bawer nakin. Cilê leşkerî jî li ser minin, lê ez nizanim şutik girêdim hema min gumlekê xwe aniye ser şal de û wisa maye. Çek di destê min deye, cilê leşkerî li ser minin ez pir ji xwe bawer û kelecanim. Hevala li gel min jî hem xwe veşartiye hem jî dibêje divê kesin tû nehêlî ew derbaz bibe, zilam jî di cihê xwe de li ber tava germ sekiniye û hêviyan ji me dike û rengê wî sor bûye. Min ji zilam re got tû werî ezê te bikûjim, zilam tirsiya û mecbûr ma got başe ezê vegerim û di cihekî din re biçim. Zilam paşde vegeriya û çû, heval bi lez û bez karê xwe qedand û em hatin kampê gel hevalan. Pora me herduyan jî dirêj bû me pora xwe li ser cilên xwe yên leşkerî de berdabû. Em gihiştin kampê kêfa me pir xweşe, me hem karê xwe kiriye û hem jî pêşiya zilam girtiye me nehiştiye bikeve noqta hevalan.

Em hatin ketin kampê hevalê fermandarê gomrikê runiştiye li ber cîhaz û hevalên din jî hemû li derdora wî runiştine, milîsê ku hatibû me pêşiya wî girtibû jî li gel wan rûniştiye. Hevalan çewa em dîtin dest bi ken kirin û gazî me kirin gotin ka werin vir. Em çûn hevalê fermandar got heval we çi kiriye, we ziravê milîsê me qedandiye, hun dizanin we çiqasê riya wî dirêj kiriye û di erazî de perîşan bûye. Me jî got we ji mere çi gotibe me ew kiriye. ma we çima çek daye me, ma eger ku em ji kesî tu pirsan nekin emê çi bikin, me parastina xwe kiriye û me baş kiriye. kêfa hevalan ji me re hat gotin divê hûn hertim wisa bi îdia bin û bi biryar bin.

Yekî bixwaze bikeve qada me divê hûn wisa li ber bisekinin, lê ev milîsê me bu we wî gelek tirsandiye. Me herdû hevalan jî ji hevalê milîs lêborîna xwe xwest me got em mecbûr bûn em parastina xwe bikin. Hevalê milîs jî pir kêfa wî ji me re hat got heval erka we çiye divê hûn wê pêk bînin. Lê di milekî de jî li ser rûyê zilam diyar bû ku ew pir aciz bibû. Ji ber ku zilam li ber tavê sor û mor bibû têhnî mabû. Kêlareş hemû teht bun, me nezanîbû em şutika xwe girêdin, em çûn me ji hevalekî re got heval tu dikarî ji me re şutika me girêdî. Em çûn ser tehtekî bilind me xweşik şutika xwe girêda. Çend rojan em li wê kampê man hevalan her roj tiştekî nû nîşanî me didan bi rastî jî ji bo me rojên nû û pir xweş bûn .

Sorxwîn Nîştiman

Attachment