Rojên Bi Berf, Dilên Germ…

0Shares

Di gerîla de rewşek wisa heye ku terîfa wî zehmet e bê kirin. Ne sînoran nas dike, ne jî cîh û deman nas dike. Ruh û hestên ku wî dem û cihê derbas dike, bi xwe re ava dike û mirovan jî bi xwe re diherikîne, dibe… Carna dibe nava kêliyên dîrokê, carna tîne kêliya ku tê jiyîn, carna jî dibe pêşerojên bi hêvî… carna dibe gel Sûhrewerdî û eşqa ronahiyê dide pêhesîn; carna dibe gel Hallac-i Mensûr û lêgera heqîqetê digihêjîne lûtke; carna jî dibe gel Hypatîa û sînorên zanîne dişkîne… Lê her tim di nava rastiyekî de dijî; rêhevaltiya bêsînor ku wan kêliyên dîrokê hemûyan di nava xwe de dihewîne û bi wate dike.

Ew eşqa zanîn û dilê germ ku ji bo heqîqetê ketiye rê, di jinê de bi jiyanê re hevdîtina xwe ya herî xurt çêdike. Dibe hêvî, dibe bawerî, dibe kêliya herî bi eşq ê jiyanê… carna bi kenekî, carna bi gotinekî, carna bi seknekî şopên xwe li pêy xwe dihêle… Xwe dike navenda jiyanê û weke stranekî diherike nav dilan. Şert û merc çi dibin bila bibin, ji zindîbûna xwe tiştekî wenda nake. Ked dide, mezin dibe, hebûna xwe di her qadê jiyanê de digihêjîne formekî. Di nava PKK de ew heqîqeta jinê bi bedelên gelek giranbûha û şehadetên mezin ve di her demekî de hîn bi hêz bûye, hemû sînorên aqilê zilam ku diyar kiriye yek bi yek şikandiye. Ew jina ku ji hêz hatibû xistin, bênirx hatibû dîtin, bê bawer hatibû hiştin; îro ji van hemûyan re meydan dixwîne! Waye, hêz û cewhera me! Bi Zîlanan di dilê dijmin de dibe bombeyekî ji bedena mirovahiyê, xof dike dilê dijmin; bi Berîtanan dibe fermandarê serkeftinê, bi Semayan dibe agirê dilê rojê… Ew mirasên pêşengên heqîqetê bûn bingeha avakirin û mezinkirina rêxistinbûna jinê. Partîbûn, artêşbûn hemû jî li ser vî mirasî mezin bûn.

Di sala 2013’an de li Zagrosê cara yek tabura xweser hat rêxistinkirin. Beriya wî cara yek taximên tevgerî ya jinê hatibûn avakirin. Şehît Adar Batman li ser taximê disekinî û di demekî pir kin de xwe di qadê de kirin îradeyekî pir xurt. Ew jî bû bingeh ku dikare tabur jî bê avakirin û herêm jî bigrin. Di gelek herêmên din de jî bê gûman ew rêxistinbûnên artêşa jinê hebûn û berê jî jinê di her milê de îradeya xwe derxistibû holê. Şer kiribû, bedel dabû, pêşengtiyek pir xurt kiribû. Êdî vê carê tabura xweser a Zagrosê dihat avakirin û ew heyecanek pir mezin çêkiribû. Me jî di avakirina wî de cih girt. Destpêke me perwerdeya Şehît Mehmet Goyî dît û dema zivistanê weke dû yekîneyan me xwe bi rexistin kir. Yekîneyekî me li Merwanos disekinî, yekîneyekî me jî li Şehît Diyar disekinî. Di zivistana 2013-2014’an de me perwerdeyek pir bi hêz dît. Rêveberiya me ya jin a qadê jî bi taybet girîngî didan vî perwerdeya me. Ji ber amadekariya pratîkekî pir xurt a biharê dihat kirin. Cara yek em ê weke tabura xweser a Zagrosê tevlî pratîka Biharê bibin. Ji ber wî pêwist dikir ku him di aliyê lêhûrbûn, him di aliyê ruhê, him di aliyê birdozî û him jî di aliyê leşkerî de em xwe baş perwerde bikin. Me ders dîtin û dahûrandinên pir bi hêz ên kesayetî çêkirin. Heman demê konferansên kadro yên qadan hatin çêkirin, me li hemberî Rêbertî û pêvajoyê helwestên xwe diyar kir. Heman demê de ew zivistan di aliyê şert û mercên hewayî de pir zehmet derbas bû. Berf gelek hatibû. Em li Girê Şehît Diyar bûn. Rojekî dema bû êvar, hevalan hatin û ji min re gotin “em sibê diçin ser karekî, pêwist e em amadekarî bikin”. Amadekariya me çibû; em ê 3 kes biçin û weke erzaq jî em ê 30 hek bikelînin, penîr, zeytûn, rîçal û nan bibin. Dema ku ji min re gotin, negotin em ê biçin kû dere û prensîbekî me ya gerîla de jî dema neyê gotin divê mirov nepirse ka em ê biçin kû dere. Lê, tû bikî û nekî di dilê xwe de hewl didî hinekî texmîn bikî. Ez wê şevê heta sibe fikirîm “gelo di demekî ku ewqas berf hatiye, digihîje qirike em ê biçin çi erkê? Temam em diçin lê ewqas erzaq ji bo çi ye? Gelo em ê biçin çalekî yan keşfa cihekî? An rewşekî din heye?…” Pirs xilas nebûn lê bersiv tine ye. Êvarî dema ji şikeftê derketim derve min serê xwe li derê şikaftê da û li ser serê min stêrk zivirîn. Lê min ji kesê re negot. Ji ber eger bibêjim dibe ku yekî din li şûna min bişînin. Ew dem divê ez nebêjim û min negot.

Hevalan erzaq amade kirin û sibe zû ez, Heval Sema Koçer, Şehît Xwînda Marînos rabûn, me xwe amade kir, çantê xwe ya erzaq jî me girt û em bi rê ketin. Rêkekî hebû, berf heta qirikê û heta li hinek cîhan de bejna mirov jî derbas dikir. Rêya din ji dolê diçû, zêde berf nedigirt. Dema em gihîştin veqetandina van herdû rêyan, hevalan gotin “em ê ji vê rêka bi berf biçin.” Çavên min vekirî man. Hîn jî ne me pirs kiriye ka em ê biçin kû dere, ne jî hevalan gotine. Dema ku gotin em ê di wî rêkî re biçin, min got “nabe, wir zivistanê qedexe ye û bi xeter e”. Hevalan gotin “pêwist e em ji vir biçin, ji ber ku wê hevalên rêveberiyê werin, em diçin wana bînin.” Çawa wisa got ez keniyam. Gotin çi bû? Min got “êvarî de min ewqas planlama çêkir, senaryo çêkir lê derket ku em ê biçin hevalan bînin.” Herdû heval jî keniyan. Êdî em ketin rê. Rê gelekî zehmet e. Heya qirike em dikevin berfê û derdikevin. Mij dikeve, berf dibare, gûr li derdorê me dizivirin. Lê morala me bilind e. Di rê de ez behsa her senaryoyekî ku min ji êvarî de di serê xwe de çêkirine dikim û her behs dikim em ji kena êdî nikarin bimeşin. Em şil bûne, berf li hinek cihan de nerm bûye, hinek cihan de cemidiye. Di kêliyên wisa de hêzekî çiqasî mezin tê ser mirov! Mirov tenê difikire ku tiştek bi hevalên li kêleka mirov neyê, ew neêşin, zehmetî jiyan nekin. Carna em diketin berfê û me destê hevdû digirt, derdixist. Carna em dişemitîn, diketin, radibûn. Her carî yek ji me rê vedikir. Lê di vî mijarê de Heval Sema pir xurt bû. Piranî wê rê vedikir. Dema em dimeşiyan Şehît Xwînda li pêşiya min bû. Ji nişka ve min ferq kir ku bêhnekî giran tê. Ez jî ji xwe xwe re dibêjim gelo çima ewqas bêhn tê. Min ji hevalan re negot. Eger bibêjim dibe ku Heval Xwînda ber xwe bikeve. Em gihîştin cihekî, êdî em birçîne û pir westiyane. Ji ber darek tewiyabû, bin koka wî de me cihekî vekir da ku em agirekî pêbixin, xwe germ bikin û xwarinekî bixwin. Dar nîne, em çûn daran. Hinek mangeyên kevn hebûn lê darên di hûndirê wî de gelekî stûr bûn. Vegeriyan em çûn ser darê, me hinek çiqilên darê jê kirin û agirek pêxist. Her yek ji me çantê xwe vekir. Tû nabêjî ew hek di çanta Şehît Xwînda de ne û ji ber hinekî pelçiqîne, dema bi germahî û  xwêdana laş ve jî bûye yek, bêhn daye. Tabî, min dîsa îtîrafên xwe kir û em bi hevre keniyan. Kêliyen gelekî bi wate bûn. Di derfetên herî zor û zehmet de her tiştek bi qiymet dibe. Her gotinek, her meyzandinek, her destekî ku dirêjî tê dibe weke ku te dikşîne nava dilê xwe… Xwezî carna mirov bikaribe wan deman vegerîne. An jî gelo ji ber wisa ye, hîn bi wate dibe û di dil û mêjiyê mirov de tû car wenda nabe, rihê mirov de her zindî dimîne… Nizanim, lê tiştekî dizanim ew jî rêhevaltiya ku Rêbertî avakiriye, heqîqeta jiyanê bi xwe ye. Azadiya herî bi wate ye…

Piştre me xwarina xwe  xwar. Milekî jî dinya bi mij û dûman e. Çav çavan nabîne. Gûr li derdorê me de diçin û tên. Em rabûn û ketin rê. Em çûn ser kaniya ku me randewû eyar kiriye. Lê ew hevalan hîn nehatine. Divê em zû bikin da ku nemînin şevê. Lê kes tine! Me li ser destike gazî kir. Lê ji ber mij heye, ba heye deng xweş naçe û naye. Ew kanî jî li hemberî dijmin e. Deng hat, bersiva me dan. Gotin em winda bûne! Li Zagrosê dema ku tû winda bibî, pêwist e vegerî cihê xwe yê berê. Nexwe, îhtîmalê ku tû li gel dijmin derkevî heye. Ji ber wî em tirsiyan. Min destik girt û bang kir. Ew dewrûbera wêdere min baş nas dikir. Min bang kir û got “ka hûn li kûdere ne, hinekî terîf bikin.” Gotin “li derdorê me daristan heye!” Niha ez çi bibêjim? Mane li her derekî li wir daristan heye. Min got “erazî terîf bike”. Got “çiyayek li pişt min e!” Çiyayê ku behs dike cihê yekîneya me ya li Merwanosê ye. Min got vegere wir, em ê werin we li wir bigrin. Gotin em çawa vegerin. Şopên me jî winda bûne. Hinek dem derbas bû. Mij hinekî rabû. Ji nişka ve 2 reşatî li jora me, li ser gir xûya kirin. Me bang kir, gotin ‘em in’. Destên xwe ji me re hejandin. Em hemû pir kêfxweş bûn. Me got xwe berdin xwarê. Adetê me ye, dema berf were em li ser qatek naylon xwe dişemitînin. Ew jî herhal hinekî heyecan û kêfxwaşiya zarokatî ye. Tama wî kêliyê jî gelekî cuda ye! Êdî wana jî  li ser naylon xwe şemitandin û hatin gel me. Me bi dilekî pir germ hevdû hembêz kir û me ji wan re agirekî dada, germ bûn. Me xwarin jî da. Piştî wî jî em bi rê ketin. Ewqas meşekî bi huzur bû, mirov hemû westanbûna xwe jibîr dikir.

Di demên wisa de ti zehmetî ji mirov re nabin kelem. Tenê kêfxwaşiya ku tiştek bi hevalan nehat û erka mirov bi serkeftî dibe mirov jiyan dike. Ez bawerim ku sirrekî din a PKK’ê jî ew e! Em gihîştin geliya li hemberî qampê, hevalan em dîtin û hatin pêşiya me. Tiştên me ji me girtin û em çûn qampê. Hemen goreyên me ji lingê me kirin, me danîn ber germahiyê, çayekî germ dan me. Ew hatina pêşiya me, kenê wan ê ji dil, keda wan, çayekî germ… gerîla ew e! Kêliya ku tu ji xwe derdikevî û di nava azadiyê de difirî! Ji bo wî ye, azadî firandin e! Ji bo vî ye, beden dibin mertal, dibin bombe, dibin agir… Ji bo vî ye, dilê te her bi kelecan lêdixîne. Bê gûman gelek demên wisa em jiyan dikin. Lê ger mirov wate lê bar bike, her yek ji demên wisa şopên xwe di dil û mêjî de dihêlin. Ew jî şopekî dilên germ ên rêhevaltiya jinê ye ku şopa xwe di dilê min de hiştiye û min jî xwest van hestên xwe parve bikim.

Sarya Stêrk

 

Attachment