Rojbûna Rêber APO Vejîna Jiyan Û Jina Azad e

0Shares

Em roja rojbûna Rêber APO, roja vejîna hemdem di serî de li Rêberê afrînerê jiyana Azad Rêber APO pîroz dikin. Roja jinûve mîlada gelê Kurd, roja vejîn û zayîna jina kurd, li tevahî jinên tekoşîner, li gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em rojbûna Rêber APO, li jinên enternasyonal, dost û mirovên di roja îro de li cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, têdikoşin pîroz dikin. Em zayîna Rêber APO di şexsê dayîka Uveyîş de, li dayîkên ku kevneşopiya xwedawendiyê parastin û dan jiyankirin pîroz dikin. Di şexsê hevrê û dilsoza xeta Rêber APO, Şehîd Nûda Karker de, tevahî şehîdên me yê bi rûmet ku Rêberê Azad jiyan kirin û dane jiyan kirin, bibîrtînin û soza em ê, azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkbînin nû dikin.

Di bihara sala 1949’an de, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû. Navê vejîna nû rojbûna Rêber APO bû. Rojbûna Rêber APO, di rastiya gelekî li ber pença qirkirinê bû, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Rêber APO, di temenê zarokatî de jiyan xiste ber lêpirsînê. Ji bo bigihêje bersiva vê lêpirsînê, nakokiyên mezin jiya û dev ji xwe gîhandina xeyala jiyana azad berneda. Rêber APO, ji bo jina Kurd, gelê Kurdistanê û tevahî gelên qedîm yên li ser erdnigariya mezopotamiyayê, bû dîrok, hêvî û baweriya bi jiyana wekhev û azad. Bi rojbûna Rêber APO re, li Kurdistanê, bedena ruh ji dest dayî ruh pê hat, hîşa ku ji hebûn, cewher û evîna xwe ya jiyanê biyanî bûbû jinûve jîndar bû.

Di dîrokê de jinên berxwedêr, gelê Kurd û civakên dervayî dewletbûnê jiyane, ji bo hebûn, nasname, çand û xwebûna xwe biparêzin, li hember dagirkerî û hişmendiya mêr û pergala dewletî tekoşînek bê hempa meşandine. Rêber APO, tekoşîna bi kevneşop a mirovahiyê bi rojbûna xwe re kire yek ruh û yek beden. Bi jiyan û heqîqeta kesayetiya xwe ya azad temsîla nasname, çand û nirxên dîrokî yên mirovahiyê kir û da jiyîn. Rêber APO, rojbûna xwe, di kesayeta xwe de bi pêkanîna mirovê azad û xwe gîhandina sira zanînê re, weke pêkanîna sê zayînan bi nav kir. Zayîna fîzîkî û yekem ji nûve zayîna gelê Kurd pênase kir. Bi vejîn û zayîna gelê Kurd re, zayîna mirovahiya hemdem kire armanca tekoşîna xwe. Rêber APO, bi zayîna duyem û sêyemîn re, dahûrînên kûr yê dîrok û kêliyê kir. Zihniyet û bîrdoziya mêr a pênç hezar salî weke xeteriya herî mezin ya li ser jiyana civakî û jinê bi nav kir. Li hemberî vê tespîta dîrokî rêya tekoşîna herî zor û radîkal hilbijart. Rêber APO, di şexsê xwe de şoreşa zihnî û wîjdan ava kir. Bi vê avakirina mezin re fikir, felsefe û paradigmaya modernîteya demokratîk pêşxist, jina azad û mirovê azad afirand. Rêber APO, bi fedekarî û erka xwe ya dîrokî, berpirsyarî û temsîla vê çandê girt ser milê xwe, ji ber wê pergala modernîteya kapîtalîst ew hedef girt û komplo pêk anîn. Komploya li ser Rêber APO di bingehê xwe de ji vê heqîqeta mezin ya Rêbertiya me temsîl dike çavkaniya xwe digre. Tecrîda girankirî ya di roja îro de li ser Rêber APO pêk tê, ji ber kesayeta berxwedêr ya Rêber APO ye. Em weke jinên Kurd, rojbûna Rêber APO bi barkirina vê wateyê di kesayeta xwe de vejîn dikin û didin jiyan kirin.

Me weke jinên Kurd, hebûna xwe, nasname û cewherê xwe bi zayîna Rêber APO re jinûve bi dest xist. Ji ber wê em li hemberî keda Rêber APO ya ji bo azadiya me daye xwe ji her kesî zêdetir dêndar dibînin. Em weke jinên Kurd, ji her kesî zêdetir xwe di ber azadiya fîzîkî ya Rêber APO de berpirsyar dibînin û bi biyarin tekoşîna wê bidin. Berxwedana Rêber APO ya di oxira avakirina jina azad û civaka azad de daye, di roja îro de jî bi kedekî bê terîf berdewam dike. Em di serdema zayîna sêyemîn ya Rêber APO pêkaniye de dijîn. Ev zayîna sêyemîn û herî mezin erkên dîrokî dide ser milê me. Em weke militan û pêşengên jiyankirina zayîna sêyemîn ya Rêber APO, pêwîste ji her demê pêhtir bixebitin tekoşîna xwe bilind bikin.

Di vê dema dîrokî em jiyan dikin de, jiyan û ewlehiya Rêber APO di xeteriyê daye. Hevdîtin pêk werin jî ev xeterî bi dawî nabe. Ji ber ku heta Rêber APO li îmralî bê ragitin wê ev xeterî bidome. Hêzên hegemoparêz yên şaristaniya kapîtalîst, şerekî mezin li hemberî Rêbertiya me didin meşandin û bi destê AKP-MHP bi rêbazên herî kirêd tê pratîzekirin. Em weke jin û gelê Kurd, pêwîste rastiya vê şerî û xeteriya vê şerî baş bibînin û li gorî wê tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, bilindtir û rêdîkaltir bikin. Acîliyeta vê erka me a dîrokî, ji her demê zêdetir di vê salê de xwe li ser me ferz dike.

Biryardariya fadaîyên Rêber APO, di berxwedana Garê de, nîşan da, sekna tekoşîner ya jinan di 8’ê Adarê de, li hemberî pergala desthildar ya mêr raber kir û girêdana gelê me ya bi xeta Rêber APO re di qadên Newrozê de careke din îsara an jiyaneke bi Rêber APO re em ê bijîn an jiyan ji mere nîne derketiye holê. Bi vê zanebûnê ji me tê xwestin em rojbûna Rêber APO bi wate bikin. Pêwîste di serî de em jin û tevahî gelê Kurd, fikir, felsefe û paradîgma modernîteya demokratîk ya Rêber APO di kesayeta xwe de pêk bînin û bikin şêwazê nû yê jiyanê.
Bi vê bîr û baweriya girêdana bi jiyana azad re, divê li her cihê ku gelê me lê jiyan dike di roja 4’ê Nîsanê de, ji bo Rêber APO, ji bo şehîdên me û ji bo gelê me yê bi egîdî canê xwe di ber parastina xweşikbûna Kurdisana Azad de kiriye mertal darên jiyana azad biçînin. Ji rika dagirkeran û dijminê mirovahiyê, qadên jiyana azad şîn bikin û diyarî Rêber APO bikin.

Li ser vê esasê em carekî din rojbûna Rêber APO, li Rêbertiya azad, jinên berxwedêr û gelê Kurd pîroz dikin. Bang li tevahî jin û mirovên azadîxwaz li Kurdistan, Rojhilata navîn û Cîhanê dikin ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev, di van demên zehmet, xeter û diyarkirina çarenûsê de, bi awayekî hevgirtî û hevbeş têkoşîna azadiyê bilind bikin. Bi taybet bang li tevahî jinan dikin bi hemû hêza xwe tevlî tekoşîna Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bibin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê, bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.

Koordînasyona PAJK