Roja Reş

0Shares

 

Jiyan Kardelen

Dilop dilop keserek

Dibare li ser dilê min

Çavên min li benda dîtina rojê

Hêviya min govenda azadiyê

 

Girtiye di nav cenga jînê de

Wek dilpakê evîna te me

Ka binêre dildarê te

Bi yek dengî bang dike

Kes nikare Roja me tarî bike

Keç û xortên çeleng

Govendek ji agir girtine

Li dora Rojê

Lê dîsa kesera dilê min

Dev ji min bernade

Dizanim ev keser

Ji ber kêm hevaltiya min e…