Çavên xwe li pesarên çiyayên serhildêr û bilind ku biçar demsalan ve hatiye qepaçekirin digeriya. Cihê ku ji dayîkbûye bidaristan û çiyayên xwe yên bilind ve tam jî herîkayeke ji xwezayebû. Xaskelê binazeninî dengên sipspî hembezdikir û hema li maqibilî wê Kelê bi hemû îhtîşama xwe ve ewir silav dikirin, çiyayê qiyasê jî di cihekê de serê xwe rakiribû lûtkeyan. Dengê berxikan têkelî dengê zarokan dibûn û zeviyên birincê birengê xwezaya dewlemend ve weke halîçeya kesk qûntarê çiyayan xemilandibû. Kelê û Xaskelê, ava Zê wan ji hev ve diqetîn e. Eliyê Herîrî, Ehmedê Xane û Feqîye Teyran avên cemîdî weke sîqalê yê Kelê û Xaskelê da diqurtandin. Gûh didan çiyayên xwe, raperînên xwe ji avên xwe digirtin, bi vi awayî qerînên ku nehatine neqşandin bipênûsê re hev didîtin. Gelê biçandinî û lawirvaniyê ve mîjûldibûn xwe ji her perçeyên wê didîtin. Genîmê zivistanê wextê bi ava birincê dihat mezin kirin, biberfê jî dihat parastin. Mirovan çiya, çiyayan jî mirovên xwe diparastin. Yên ku ji ava wê dihatin xwedîkirin bê ku tixûban nasbikin hej mirov û çiyayan dikirin. Ji ber ku qesî tu heyî, gûmana dayînê jî ji laşe xwe digirî. Bihatina biharê re, çiya cilên xwe yên bedew li xwe dike, gazî mirovên xwe dikir. Kelecana diket dilê mirovan hilma xwe li Zozanên xwe digirtin. Te, biavên xwe yên sar û keskahiyan ve pêşwazî dike. Dengê berxikan bidengê zarok û çivîkan re vedigûherînin awazekê binewaya ku pesaran vedipêçe. Dengê dengbêjan li ber agir bilind dibûn û di şevan de jî ronaqa stêrkan diket dilê wan. Daristanên bedew, yek jî di nav ewqes Zozanên bedew de jiyîn weke çîrokekebû. Lê belê dengê guleyan, şevên dengê dengbêjan perçe kiribûn.
Çiyayên ku mirov di paxila xwezayê de dijiyan, dihatin qedexe kirin. Dema ku ev qedexe vedigerîn leşkerên biçek, êdî zarok ji çîrokan şiyardikirin. Heval Berwar ji eşîra Pinyanişiyan bû, çar bira, du jî wîşkên wê hebûn. Cihê ku lê dijiya, heskirina mirovan li çiyayan di şaneyên xwe de çandibû. Di heman demê de serhilderiya çiyan jî girtibû, li rûhê xwe yî weke avên difûrya. Çawa ku avên jê derbasbibî venexû wê bixeyide, li keleka mirovan jî heya te silav nedida derbaznedibûyî. Divyaba jiyanê fêrbibî û bidî fêrkirin. Fêrkirin fêrbûyînek mezin pêwîstdikir. Vayê pir baş dizanî. Carekedin, carekedin li çiyayên Kelê û Xaskelê meyîzand. Li qiyasê meyîzand, çawa serên xwe nêzî ewran rakirin e. Dema stranên bêrîvanan gûhdar dikir didît ku çawa dengê wan çiya dipêçe. Di hûndirê xwe de digot divê dengê zanista min jî van çiyan bipeçe, piştre bidengek bilind got erê di vê dengê zanista min van mirovan, çiyan jî bipêç e. Di despêkê de li hember malbatê bicoş û kelecanek mezin ve rep sekini. Ji bo xwendinê heya wê demê keç neçûbûn derve bixwînin, eşîra wê ji ber vê sedemê ev daxwaza wê nepejirand. Dema heval Berwar ev biryar bihîst, xemgîniyek mezin lêpeça. Bedewbûna jiyanê fêrbûn û fêrkirinbû, hinkirina jiyana çiyanbû, bêsekin di nava xwe de dikeliya. Bayê serhildêr yê ji çiyan dihat li çavên wê yê têjî têjî diket. Çêrokên zarokên ku naxwezin dabeşbibin û bayê serhildêr yê çiyan ve xwe rapeça. Dîsa got ez dixwezim bixwînim û vîna hînbûna girtê dilê xwe. Birê wê yê mezin pêşiya wê tekoşîna jiyanê ya mezin naskiribû. Birê wê jê re got ger tu biçî dibistanê bixwinî tuye piştre bibî PKK’yî. Heval Berwar xwe demsala çar biharan rapeça û pejirand. Ji ber ku wê jî sedema şevên dihat dabeşkirin meraq dikir. Bixedarî xwewnên ku dihatin dabeşkirin, wê bixwîne xwe bizanistê rapeçe û çareseriya wê bibine.
Ji bo dibistanê bixwîne rêwîngiya Amedê destpêkiribû. Rast li ber armanca xwe ve pêş de diçû, ji bo bigihije armanca xwe tixûbên eşîra xwe wê derbasbike. Yanê, reyên zaninê di rex kendalan de bibaskbûnê ve difiriya. Bikesayeteke ku dikira bifiriya.
Di bedena wê de pirsên ku pergalan dihejîne dengvedida, serhildêriya dîroka herêma xwe herku fêrdibû, wateyeke hîn betir didaye. Di zanîngeha Dîclê ya Amedê de beşa endezyarî dixwend. Pergalên ku erîşê gelê wê dikir rûyê wê yê tazî hêj baştir didît. Li wê dere derveyî dengbêjan bistranên serhildanê jî naskir. Di şibiya stranên çiyayên serhildêr ku li rex wê mezinbûne. Serê xwe rakiribû di herême de yek ji keçên ku yeke min bû dixwend lê belê veya ji bo tekoşîna jiyana rasteqîne nebesbû her roja ku derbasdibû veya hîn baştir didît. Hatibû dibistanê bixwîne lê li hember wê hînkerê jiyanê rawestiyabû, li benda girtina wê bû. Di sala despêke ya dibistanê de tevlî çalakiyan bû bayê serhildêr yê dilê xwe nekarî bide sekinandin. Gelê wê li hember pergalê bêmafiya jiyayê û êşen ku kişandiyê hîn baştir jihevderdixist. Hîn başitir fêmdikir, heya kûraniya dilê xwe de hîsdikir, çima çîrokên zarokan bi dengê guleyeke vedigeriya kabusê. heskirina jiyanê û evînê nedikarî wisa nivçe bihêle û evinê zanista jiyanêbû. Ji ber vê boneye bibiryarek hîn redikal ve bidest tevlî çalakiyan kiribû. Bê dudilî bihevalên xwe ve girêdayîbû û nirx didaye. ji nivî hiştina rûniştekên li dibistanê re serdest hatibû. Lê belê bivîna hînbûnê ve azweriya azadiya xwe re bibûyek. Ev azweriya wê hîn betir ew nêzîkî rîşên dirokî dikir. Xwenên mirovên ku bêlêpirsîn dihatin lêdan, diket ala raperîna wê. Di xwewnên wê de bayê çiyayên serhildêr û zanista jiyana Rêbertiyê vedigeriya bangawaziyeke.
Ji bo evîna jiyanê hembêz bike, weke xûlek bidin pey çirkeyanbû. Roj çawa bêxem her kesî hembez dike zanista jiyanê jî ya hemûyane û hemû kes jî xwedî mafê hembezkirina wîbû. Xwenên lobandina sîtemkar ya dayikan dabeş kiribûn. Êdî çalakiyên dibistanê têra bêsinoriya xwenên wê nedikir. Di salên dibistanê de çalakiyên tevlîdibû têrenedikir, ji evina jiyanê û fêrbûne re. Divê xwenên xwe mezin û bida mezinkirin, wextê têde dijiya ji bo xwe, ji bo gelê xwe ketibû lêgerîna watey ê. Heskirina welat di wê de wisa mezindibû ku nedixwest bêwext û bêwate yek perikê pirpirokeke jî biweş e. Girtinên ku jiyaye ew binexistibû hîn betir bihêzkiribû. Çalakiyên ku tevlîdibû qerînên ku diavetin ji xwe re têr nedidît fêmirina vaye jî dirêj neajotûbû. Di despêkê de malbata wê dema ku bîhist tevlî çalakiyan bûye nerehetiyeke diyar raberkiribe jî, lê belê li hemberî bîryara ku wê daye birêz hatibû pêşwazîkirin. Bigotinên xwe ve gef jî lê xweribin, wê jî xwe li azweriya lêgerinên mezin ve berdabû. Li çiyayên Xaskelê Qiyasê û Kalê carekedin, carekedin meyzand. Bêrîkirin û lêgerînên wê ew dibir çiyayan. Naskirina wê ji tekoşîna gel re, di demeke ewqes dirêj de çênebibû. Lê belê bêrîkirinên gel hesreta ji azadiyê re ji heyaman heya roja me diherikî û heval Berwar, veya tenê bigotinan na, di dilê xwe de jî pêdehesî. Herikîna dengê pênûsên ku avên Zanyaran daqûrtandine hate bîra wê. Li berbi lûtkeyên çiyan ve ji mijên sipîspî yê zeviyên birincên kipîkesk ve bilindibû. Piştî re jî noqi dilopên xavî li ser çîmenên ku keskbibû bitîrêjen rojê re ketine li ser pesaran.wexta ku her dilopek birojê re dibûyek vedigûherî pirlantayeke. Xakên wê hembezdikir, birastî jî her dilopek ji bo axê elmaseke giranbûhabû. Xwenên zarokan, bêriyê gelan û gelê xwe dihizirî. Di vê Ji bo Gel wêbiba çi, divê çi kiriba, wê azweriyên xwe re wê çawa baweriyên xwe anîba……..? Dawiya van pirsan nedianî.
Berîtan Çele û Şehîd Nuda Batman