Sozdar AVESTA
Li Şengalê piştî 3’yê Tebaxê fermanek çêbû. Ev ferman weke fermana 73’yan tê binavkirin. Li gorî dîroka gelên li wê herêmê jiyan kiriye, li gorî weke bawerî gelê Êzidî wisa tê binavkirin. Berê ji wê re heftê du ferman dihat gotin. Heftê du caran di qirkirinê re derbas bûye. Yên mayî jî li derdora Şengalê, dîsa li cihê herî pîroz li derdora Laleşê kom bûne. Lê bi giranî civaka Yêzîdî weke civaka Şengalê tên naskirin. Fermana 73’yan jî weke berdewama vê heftê du ferman tên dîtin. Heftê du fermana derbasbûyî bi taybetî him li dîrokê, him li civakê, him li kurteçîroka ku derbas bûne meyze dikin di van fermanan tevahî de him qirkirin çêbûne û him jî yên mayî şikandineke mezin jiyan kirine û him jî weke çiyayeke bûzê weke çiyayeke cemedê tim heliyaye. Yanî zêdeyî lê çênebûye, kêmbûyîn tê de çêbûye. Bes dema em li qirkirina 3’ê Tebaxê meyze dikin vê carê jî ew tirsa berê ku hebû weke wan dîsa gotin ser me de çêbû û bi taybetî fermaneke koçberiyê destpêkir. Koçberiyeke pir mezin çêbûye. Heta hinek hêzên leşkerî weke Hêzên Yekîneya Gel YPG-YPJ, weke Hêza Parastina Gel (HPG), YJA-STAR xwe gihandinê koçberiyeke mezin tê de çêbû. Hejmareke pir mezin niha di qampa Başûr de ye. Hejmarên din jî li qadên Bakûr de bi qasî 5 hezar gel li wê derê jiyan dike. Yên mayî jî li Şengal û li Rojavayê Kurdistanê mane.
Şengal hê jî nehatiye rizgarkirin. Hîna jî li benda rizgarkirinekî ne. Ji 3’ê Tebaxê û vir ve berxwedaneke mezin heye. Bi taybet jî hêza HPG berxwedaneke mezin li wir daye. Ji destpêkê ve weke Hêza Parastina Şengal, weke YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) hate rêxistinkirin. Niha Yekîneyên Berxwedana Şengalê û piştî wê jî Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê hatiye çêkirin. Herdû hêz weke hêzên parastina Şengalê ne û di wê derê de jî bi cih bûne. Di hemû cihên ku berê gelên Êzidî tê de jiyan dikirin de mewziyên xwe girtine. Yekîneyên Berxwedana Şengal hêzeke rewa ye, hêzeke parastinê ye û di encama qirkirineke sedsala 2. de hatiye avakirin. Ji bo wê jî em niha dikarin bêjin weke bersiva mezin ya fermanê dayîn a rastî YPJ û YBŞ a Şengalê ye. Ev berovajî van fermanên dinê gelê Şengalê, gelê Êzidî vê fikirîn. Berê xelas dibû, belav dibû lê vê carê li ber xwe dide. Yanê rihê berxwedanê pê re çêbû, rihê lixwe xwedîderketinê pê re çêbû û yêkîneyên xwe sazdike, parastina xwe çêdike. Ev jî baweriyeke mezin da gelên herêma civaka Êzidî ku di Şengalê de bimînin. Niha li ser gelên ku di çiyayên Şengalê de jî man de gelekî zor û zehmetî çêbûn. Ambargo hat dayîn, ew korîdora ku hatibû vekirin ew korîdor hate girtin, bi gelek zehmetiyên jiyanê re rû bi rû man. Lê di encam de ev milet cihên xwe bernedan. Eger vê carê bi temamî çiyayên Şengalê berdin û Şengalê vala bikin êdî careke din venagerin Şengalê. Hedefê hêzên dagirker weke ku bi navê DAÎŞ’ê ketine Şengalê, armanc û daxwaziya wan ew bû ku bi tevahî gel ji wir bidin revandin û wê dîroka herêma Şengalê berovajî bikin. Ji bo wê jî ew miletê ku li wê derê mabû bi hemû zehmetiyan re têkoşînekê kir û di encam de xwe rêxistin kir. Niha rêxistinên wan heye; di nav qampan de komîteyên xwe çêkirine. Rêxistina ciwanan heye. Ciwan weke baskekî xwe rêxistin dikin. Bi taybetî jî xebatê herî baldar û balkêş xebatê jinê ye. Ji ber ku hemû kes dizanin di wê qirkirinê de yên ku herî zêde hate revandin, di bazaran de hate firotin û heta niha jî aqîbeta wana nediyare bi hezaran jin hene. Niha hinek hejmar têne gotin vana qet nerastin. Hejmareke pir zêde jin, zarok, ciwan hatine revandin-hatine birin. Ji bo wê jî herî zêde jin êşiyaye. Bi hemû awayî jin bi dilê xwe, bi mejiyê xwe, bi rihê xwe, bi hestê xwe, bi hebûna xwe êşiyaye. Ji bona vê jî jin niha di hêla civakî û siyasî de komîteyên xwe ava kirine. Xebateke jin berbiçav heye.
Tê zanî di nîvê meha Çile de li Şengalê meclîsek hate sazkirin û îlankirin. Ev meclîs li gorî şert û mercên ku Şengal tê de jiyan dike pêngaveke pîroz bû, pêngaveke di cihê xwe de bû û diviyabû ev pêngav wextê wî bû ku bê avêtin. Ji ber ku ew vîna xwe ya siyasî nedeyne ortê, xwe rêxistin neke tu wateya ku niha di Şengalê de tê kirin jî namîne. Ji bona vê dema li gorî şert û mercên li wir dema mirov meyze dike dibîne meclîsekî ku ji gelek pêkhateyan hatiye pêkanîn heye. Raste di navê de weke bawerî tevahî jî Êzidî ne lê nêrandinê xwe yê siyasî û fikrî de cuda nin. Mînak em bêjin partiya komunîst heye, dîsa partiya pêşverû heye, Tevgera Êzidiya TEVDA heye, hinek şexsiyetên xweser hene weke cemaat şexsiyetên ku eşîran temsîl dikin hene. Ji bona vê jî yên ku di nava vê meclîsê de cih digirin meşrûtiyeteke vê meclîsê pêş de dibe. Yanî ev meşrûtiyet heye. Ji bona vê jî meclîs di nav wan şert û mercan de bi hejmareke zêde jî hate çêkirin. Ji 27 kesan weke meclîs xweser rêveberiyên xwe çêkirin. Ji nava meclîsa giştî jî 27 kesan derxistin. 7 kes weke kordîna vê meclîsê hatin hilbijartin. Li gorî wê derê ya herî balkêş tevlîbûna jin bû. Em dizanin bi salan têkoşîna mezin di Kurdistanê de hate dayîn, a niha jî dema em li hejmara parlementerên Başûrê Kurdistanê meyze dikin hejmareke kêm e û di siyasetê de jî hîn amatortiyên xwe yên mezin hene. Bes em bêjin ev cara yekemîne li Şengalê di şert û mercên şer û qirkirinê de meclîsek hate çêkirin. Tevlîbûna jin bi dilê xwe, beyî ku kota were diyarkirin, beyî ku hinek kesan werin îqnakirin, bi teşvîka xwe ya şexsî di nava meclîsê de tevlîbûna jin çêbû. Ji bona wê jî em niha dikarin bibêjin eger ew şert û mercên tê de him vîna xwe ya siyasî heye, him rêxistinkirineke xwe ya civakî heye, him jî xebatên ku li wê derê tên kirin xebatên weke aborî, xebatên ku weke alîkarî ji derva ve tên ji destên vê meclîsê ve têne belavkirin. Komîteyên xwe hene. Dîsa li ser 6 komîteyan xwe rêxistin kir; baskê jin, baskê ciwan, yên aborî, yên dîplomasî, yên rêxistinkirinê û yên dadî hene. Mînak pirsgirêkên navxweyî ji aliyê lijneya sûlhê ve tê çareserkirin. Di vê şertî de ev têra wan dike. Xwe wisa îdare dikin. Di demê pêş de di rizgarkirina Şengalê de dikare Şengalê bide meşandin li gorî derfetên xwe. Bes ev meclîs meclîseke pêkhate ye, meclîseke demkurt e, meclîseke demî ye. Ji bo ku di şert û mercên koçberiyekê de hatiye çêkirin. Bi hejmareke zêde milet ne li wê qadê nin. Ji bo wê jî miletê ku vegere, xwe rêxistin bike dîsa jî dikare bi nûnerên xwe di vê meclîsê de xwe rêxistin bike. Meclîs bi vî rengî ye.
Niha di Şengalê de dibistan hatine vekirin. Zarok di dibistanan de bi zimanê Kurdî perwerde dibînin. Di çadiran de di nav gelek zehmetiyan de ne lê perwerdeya xwe dibînin. Ji xeynî hêzên YPJ, YBŞ û Şengal jî hemû qampên heyî bi alîkariya hêza parastinê de xwe fêrî parastina cewherî kirin. Xwe fêrî çek kirin, xwe fêrî erkên xwe parastinê kirin. Ev hate pêşxistin. Ev pêngaveke gelekî xurt bû. Di wir de zanebûn pêş dikeve. Di aliyê fikrî de zanebûn pêş dikeve. Heta niha xwe nenaskirinek hebû, keseke ku ji destên me bigirta tunebûn, keseke ku rê nîşanî me bide tunebû. Niha fikir û ramanên Rêber APO naskirine. Deyndariyên xwe ji bo vê didine diyarkirin. Hemû kesên li wê derê weke Hêzên Parastina Gel, YJA STAR hemû weke minetekê na, weke berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî dibînin. Heta li hemberî gel xwe deyndar dibînin, heta rexnedana xwe didin. Divê berî ku ev fermanan çêbûbana me tedbîran girtibana. Bêguman em dizanin ku ew tedbîr girtin ne di destên me de bûn, ne di destên vê hêzê de bû. Ji ber ku em dizanin hukumeteke merkezî, hukumeteke herêmî hebû ew xwe weke xwediyê alanê didîtin. Bes herdû hukumetan jî nikarîbûn vê gelî biparêzin. Nikarîbûn ewlekariya gel bigirin. Ne ku qet nikaribûn, derfetê wan tunebû. Di esasê de herdû cihan jî ji çav derxistibûn. Yanî weke di hêla bawerî, weke di hêla çandî, weke di hêla dîrokî de miletê bêçare hiştin ku nezanbûna gel ji xwe re bikar bînin, tim nezanbûna gel ji xwe re bikin amûrek û bikar bînin. Ji bo vê jî paş de, di quncikan de hiştin, bi tiştên nebaş ve dan mijûlkirin. Hukumeta merkezê vê ji hukumeta herêmê re berda, hukumeta herêmê vê ji hukumeta merkezê re berda ji bo vê jî cihê ku lê komkujî çêbûye wê demê peşmerge tê de cih digirtin. Rewşa Peşmerge jî tê zanîn. Berî ku guleyek biteqe cihê xwe berda. Ev jî di encama baran de bû, di encama lihevkirinan de çêbû. Yanî ji miletên Şengalê tu bi kê re biaxivî dibêjin “Em hatine firotin. Ji bona vê ruxmî ku çekên me jî hebûn nehiştin em şer bikin û bi zorê em ji vir derxistin.” Ev hemû tên zanîn. Niha bi hezaran jin, keç, zarok, ixtiyar, yên ku di destên DAÎŞ de ne, yên ku têne firotin hene. Ji bo rizgarkirina van mînak meclîs çi difikire? Ji bo rizgarkirina gel hêzên parastinê li ser çi esasî hene? Di encamê de li ser encama bazarekî de hene. Ne ku wan di nava bajaran de ne tu biçi li ser wan çalakiyan pêk bînî. Encax tu biçî wana bînî dibêjin ku divê tu biçî bikirî! Yanî dayîk divê biçe kurê xwe bikire. Dîsa divê zilam biçe pîreka xwe, keça xwe bikire. Yanî yên ku mane wisa ne. Yên ku çûne jî ji xwe divê biçin pere bidin û wana bikirin. Û cihên wan jî ji xwe nediyare. Yên ku difiroşin cihên wan dizanin. Di televîzyonan de dîmenên hinekan didine nîşandan, yên ku hatine berdan yan jî yên ku hatine rizgarkirin… ev tev nerastin. Tu rizgarkirineke wisa nîne. Li ser qirkirina ku li Şengalê hatiye kirin de ji hukumetên derva ve pere tê dayîn ji hukumeta merkezî re. Hinek tucaran dixine dewrê pere didine DAÎŞ’ê diçine wana dikirin û tînin. Em çîroka vana jî bi vê awayî baş dizanin. Meclîs ji bo rizgarkirina gel demdirêjî nêz dibe. Şengal rizgarkirin, hêza xwe mezinkirin, xwe rêxistinkirin, zanebûn pêşxistin û hwd. dema bizanebûn bi xebatên rêxistinî were pêşxistin dê rizgarkirina wan jî li ser vê esasî encax çêbibe. Ev jî bi rizgarkirina Şengalê ve girêdayîye, bi çareserkirina pirsgirêkên di heremê de ve girêdayîye. Hewldanên cuda ku bikaribin jê encam bigirin hene. Bi taybet ciwanên ku rizgar dibin berê xwe didine Şengalê. Di nav yekîneyên Şengalê de cihên xwe digirin. Bes li hemberî vana jî astengî pir zêde ne. Hukumetê herêmê ji bo ku YPŞ û YPJ mezin nebe li ser wana zexteke mezin dide meşandin. Rêyan digire, wan digire, li ser wana pir zêde zor û zehmetî dide meşandin. Ev tev ji bo ku ciwan tevlî Yekîneyên Parastina Şengalê, Yekîneyên Parastina Jin nebin e.
Niha di Şengalê de pozîsyona hukumeta heremê yan jî pozîsyona peşmergeyan bi hejmareke pir kêm di Şengalê de hene. Lê belê danûstandinên wan bi gêrîla re nexerabe. Weke fermî nebûne fermandariyeke heremî yên Şengalê, lê danûstandinên rojane de nakokiyeke mezin an jî neqebûlkirinek nîne. Di eniyeke şer de ne, bi hev re ne, lê ev pozîsyon têrê nake. Divê ev pozîsyon were guhertin. Li gorî şert û zirûfên ku têne destxistin ji bo ku Şengal were azadkirin şert û mercên xwe çêbûne. Hêzeke mezin ya Gêrîla tê de heye, hêzê Yekîneyên Berxwedana Şengalê tê de heye, bi hejmareke kêm jî be hêzeke peşmerge, yê KDP, yê YNK heye. Vana hemû bi xurtkirinekî dikarin Şengalê azad bikin. Azadkirina Şengalê jî divê bi derengî nemîne. Eger li ser vê şert û mercî Şengal were azadkirin dê kesên ku koçber bûne vegerin. Niha jî vegerandinek heye. Mînak li derdora Şengalê alanên ku hatine azadkirin, navçeyên ku hatine azadkirin niha ewlekariya wan hatiye girtin gel vedigere cihên xwe û di nava berxwedana Şengalê de cihên xwe digire. Şert û mercên Şengalê bi vî rengî ye.
Di gelên Şengalê de hêviyeke mezin ya berxwedanê çêbûye. Rihê tolgirtinê çêbûye, rihê zanebûna dost û dijminê xwe ji hev derxistin çêbûye. Êşên ku jiyan kiriye êşeke girane. Bes di bin wê êşê de xwe tune nake, di bin wê êşê de xwe naperçiqîne. Ev weke pêşketineke. Ev derketineke mezin, zanisteke mezin û li xwe xwedî derketineke. Ev gelekî girînge.
Li gorî ola Êzidî, li gorî Êzîdîtiya ku îro pêk tê di fermanên ol de jin, keç, kesên ku têne revandin xort û zilam kî be ji nav xwe diavêtin, weke ku ji ol derketiye dihate diyarkirin. Li ser vana jî meclîsa Rûhanî ya gelê Êzidî di destpêka fermanê de li hev civiya û biryarekî girt. Got ku; “ev fermaneke! kî vegere ew li ser baweriya xwe ye”, ew qebûl kir. Di vê fermana 73’yan ku qirkirineke mezin bû ji bo ku ew bi fizîkî jî be bi encam nebe niha ew jî baş e. Ev jî manewiyatek daye jinan, manewiyatek daye malbatan. Ew kesana bi vê bawer in. Yanî dibêjin ez vêna kengî jî bibînim ev ya min e. Mirov dikare vêna jî weke pêşketinekî bibîne. Li Şengalê niha şoreşek dimeşe. Ev şoreş şoreşa mirovatiyê ye, ev şoreş şoreşa jinê ye, şoreşa ciwana ye, şoreşa zanebûnê ye. Bi hemû awayî êdî roj li Şengalê bi şêwazeke cuda derdikeve. Ev roj jî bi tîrêjên roja ku daye bi dilê wana ya bi êş, êdî bi wî re ronahiya ku dibînin û bi wî re derdikevine rê. Şengal him di pêvajoyeke berxwedanê de ye, him jî di pêvajoyeke avakirinê de ye.