Roboskî Nayê Ji Bîrkirin

0Shares

Nûjiyan Erhan

me salekî dîn di pêy xwe de hişt. Me bi şîn û bi xemgînî dest bi sala 2012 kir. ji ber 2011 29’ê Kanunê ango du roj ji sersalê re mabû qetlîama Roboskî hat kirin. 34 ciwanên Kurd bi hovane hate kuştin. Ev qetlîam polîtîkaya hukumeta AKP ya li ser Kurdan a sala nû da diyar kirin. Ji ber ev qetlîam ji bo Kurdan mesajek bû. Ango em dikarin bêjin ku ji bo me çav tirsandinek bû. Ev nêzîkbûn an jî polîtîka di hemu salê de berdewam kir. Stratejiya AKP ya sala 2012 ji bo Kurdan an teslîm girtin an jî îmha kirin bû ku di Roboskî û nirxandina qatlîamê de jî pir zelal derket holê. Dema Erdoxan got ne Roboskî ye Uludere’ye ev jî da nîşandan ku ‘Roboskî’ ango navê Kurdî, Kurdînî tê wateya kuştinê ye. ‘Uludere’  ango wê buyerê ji bîr bikin.

 ji xwe nêzîkbûna hukumetê di hemu salê de qetlîamê normal kirin û rêzê kirin bû. Destpêkê bi pere xwestin li ser buyerê bigrin, lê belê Li hember bertekên gel komîsyonekî derewîn hate amade kirin û ji bo lêkolînê şandin Roboskî. Piştî qetlîamê fermandarê hêzên hewayê hate xelat kirin û ji bo serkeftina wî ya Roboskî Erdoxan bi xwe wî tebrîk kir. 34 ciwan ku hinekî wan hin zarok bû hate parçe kirin û fermandarê qetlîamê ji bo performansa wî ya kuştinê hate xelat kirin. Kesên ku qetlîam şermezar kir hatin girtin. Ji malbat, mirov û nasên ciwanên ku hatin qetil kirin re ji ber ku qeymekamê heremê protesto kirin ceza hate birîn. Komîsyona ku ji bo qetlîamê lêkolîn bike hatiye hilbijartin piştî salekî negihîşte encamekî. Bi gotina “ne diyare talîmat Genel Kurmay daye an na, buyer encamê kêm agahiyê hatiye jiyîn, xeteyek çêbûye” dixwazin rayagiştî bixapînin. Ango salek ser derbas bûye hin jî kuşer nehatiye diyar kirin, kî agahî daye, kî talîmat daye ne diyar e. pir zelalî derdikeve holê ku ew komîsyon qetlîam net kirinê zêdetir ji bo serîşteyên(îpucu) buyerê tine kirinê û li ser buyerê girtinê hatiye kom kirin.

Cesadê 34 ciwanê me parçe parçe kirin, xistin têran û ji malbatên wan re şandin. Milekî de gotîn xetayek çêbûye pir mezin nekin milekî din de gotin ji xwe kasipkarbûn ango kuştinê heq kirine, nehatibana kuştin jî ewê batana girtin. Carekî din eşkere kirin ku ji bo hukumetê ti nirx û wateyekî canekî Kurdan nîne. Dikarin ji bo têkoşîna gelê Kurd, lêgera wana azadiyê bipelçiqînin gelek can jî bigrin û mesaja vê di berê sersala 2012 an de jî dan.  Ji ber hukumet jî dizanibû ku gelê Kurd ji bo têkoşînekî pir xurt amadekariya xwe ya sala nû dike. Ev qêtlîam çavê Kurdan tirsand an na?

Bêguman gav paş de avêtin çênebû. Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek caran bi qetlîam, êrîş, polîtîqayên înkar, îmha kirin û teslîm girtinê re re ru bi ru maye. Ev rastî di pêvajoya hukumeta AKP de bi sedan caran dubare kir. Lî hember polîtîqayên qetil kirinê sala 2012 an di milê têkoşînê de gelek dijwar û têkoşer derbas bû.  Tecrîda ku li ser Rêbertî dihate meşandin saleke nîv e berdewam dike. Bi ketina salê re milê gerîla de Tevgera Şoreşgerî ya Gel hate destpêkirin. Tevgera ku bi çalekiya Şitazin û Oramar destpêkir heya Dêrsîm û Amanosan berfereh bû û bi dorpêç kirina Şemzînan tacîdar bû. Artêşa Tirk di Colemergê de tengasiyekî pir mezin jiyan kir. Wisa li wan hat ku nikaribûn di nav qerekolan de serê xwe derbixin. Artêş li hember berxwedana gerîla îflas kir û meşruîyeta xwe vinda kir. Cara yekem di dîroka Komara Tirkiyê de artêş ewqas ket nîqaşê. Arteşekî ku li ser ewqas nîqaş were kirin di nezera civakê de jî ti giraniya wî namîne. Ji ber pergal bi stratejiyekî nû destbi salê kiribû. Dixwastin bi artêşa taybet ya bi pere, gerîla tine bikin û têkoşîna azadiyê lewaz bikin. Lê belê artêşa taybet di çiyayên Kurdistanê de tasfiye jiyan kir. Tengasiya ku hukumetê jiyan dike peyvên Wezîrê Tirkiye gelek xweş îfade kir ku di encamê çalekiyekî gerîla de gelek wendahiyên artêşê çêbû û di daxuyaniya xwe de got ku “ hijmara wan zehf bû, him jî çekdarbûn”. Sankî wezîr cara yekem ferq kir ku gerîla çekdar e. Li hember binkeftina xwe nizanîbûn çi bêjin, şaşo paşo bûn.

Di sala derbas bûyê de hukumet binkeftina xwe ya leşkerî xwest di milê siyasî de telafî bike û berê xwe da siyasetmedarên Kurdan. Gelek xebatker, siyasetmedar û welatparêzên Kurd hatin girtin. Ji ber di zindanan de cih nema serva zindanên nû hatin çêkirin. Li ser çapemeniya azad êrîş û operasyonên girtin û binçavkirinê hatin kirin. Bi vê avayî xwestin li ser gel de çav tirsandinek bidin avabikin. Lê belê ev plan û polîtîka jî bi grevên birçîbûnê ku 12 îlonê bi tevlêbûna 10 hezar girtiyan ji bo azadiya Rêbertî hate despêkirin vala derket. 10 hezar kes bi yek dengî û bi yek rihê dev ji xwe û hemu ajoyên xwe berdan, tênê ji bo Rêberê xwe canê xwe ji mirinê re razandin. Rixmî hemu hevildan û tevgerê hukumetê tikes dev jî çalekiya xwe berneda. Ev çalekî di qada navnetewî de jî gelek bû rojev û bala raya giştî kişan li ser zexta ku gelê Kurd di tirkiyê de jiyan dike. Di gelek derdoran de bangawazî ji girtiyan re hatin kirin ji bo berdana çalekiyê. Di derve de jî gel di her çar parçê Kurdistanê de ji bo piştgirê dayina çalekiyê bi dorveger ketin grevên birçîbûnê. Ev çalekî girêdana gel a Rêbertiyê re carekî din îspat kir. Hukumet mecbur ma ku malbata Rêbertî bişîne Îmraliya ku salek zêdetir e kosterê wî ‘xirabeye’. Bi yek gotinekî Rêbertî 10 hezar kes çalekiya xwe dawî kir. Hemu cihan bandora Rêbertî carekî din dît û nas kir. Di hemu çapemenî, rewşenbîr û siyasetmedar mecbur ma ku hêz û rola Rêbertiyê di çareseriyê de qebul bike. Berovajî planên AKP ku dixwast gel, gerîla û Rêbertî ji hev du cuda bike, girêdana gel, gerîla û Rêbertî ji hemu cihanê re eşkere bû.

Lîstok û komployên ku li ser Kurdan hatin plan kirin jî bi berxwedan û şiyarbûna gel derketin holê. Li hember destkeftiyên Kurdên Rojava ku hukumeta AKP wek gefek ji bo Tirkiye dinirxinê bi partiyên Kurd ya hevkar re hevdîtîn û planên tasfiye kirinê hatin amade kirin. Bi taybet li hember Tevgera Azadiyê wek alternatîf dixwazin Kurdên xwe ango Kurdên ku hixmeta berjewendiya wan bike dixwazin derxin pêş. Ji bo vê jî hukumeta Herema Kurdistana Başur wek model hilbijartin. Rixmî ku gel di Rojavayê Kurdistanê de xweseriya xwe ya demokratîk îlan kiriye û rêveberiya xwe bi rêbazên demokratîk hilbijartiye jî, ji bo tevgerekî li gorî xwe desthilat bikin li herema Behra Spî wargehekî ku bin navê ji bo penaberan e hat çêkirin û di wê wargehî de çeteyên ku li hember gelê Rojava şer bike hate perwerde kirin. Tenê armancekî wan hemu ew jî şerê ku di milê bajarê areban de bû bixin nav bajarê Kurdan û îstîkrara li nav Kurdan xira bikin û bi vî avayî di Rojava de hêzekî di bin bandora xwe de avabikin. Lê belê Yekîniya Parastina Gel (YPG) ku hêza parastina cewherî ya gel e li hember êrîşên çeteyan parastina gel kir. Dewleta Tirkiye berxwedanekî bi vê rengî xurt hêvî nedikir. Milekî de hêzên çekdar a çete perwerde kir û li ser gel de êrîş pêk anî di milekî din de bi partiyên hevkar re li Başurê Kurdistanê bi hevdudîtînên veşartî re plana tasfiye kirina Partiya Yekîtiya Demokratîk kir. Ev armancên dewletê ya berxwedan gel di Rojava de  fetisandinê ku bandora xwe ya erenî li ser berxwedan Bakurê Kurdistanê neke, bi rêxistinbûna gel û bi tedbîrên ewlekariyê di hawê de ma.

Hesabên AKP ya ji bo sala 2012 bi berxwedan û vîna gelê Kurd vala derket. Hukumeta ku bi qetlîamên wek Roboskî dixwast gel bêdeng bike û bitirsîne, li hember têkoşîna azadiyê demên xwe yên dawî jiyan dike. Roboskî naye ji bîrkirin û kiryarên Roboskiyan jî ji eşkere ye. hesabên Roboskî bi çalekiyên Şîtazin, Oramar, Harunan û bi Operasyonên Şoreşgerî ya Gel tên pirsîn. Kurd ne Kurdên berê ya ku li hember qetlîaman bêdeng bimîne û serê xwe bitewîne. Beramberê 34 ciwanên Kurd îro hezarên ciwan derketin serê çiyan û ji bo azadiya Rêbertî, mafên Kurdan û xweseriya demokratîk têkoşîn dike.