Rihê Di Nava Evîna Welat De

0Shares

Îro pênûsa min kelema bi lêvkirina xwezaya te dijî. Gelo wê bikaribe te di nava xwezaya gerdûnê de bi hestên temîz ve bilêv bike. Jiber ku tu bi xwe deryaya hestan bûyî li ser rûpelên dîrokê herikand çanda dayika xwedawendbûyî ku cewherê mirovahiyê ya hezrên salan di deryaya çavên xwe de dihewand. Tu ew stêrk bûyî ku ne tenê şewqa wê dilê Kurdistaniya, dilê tevahî bindestên biyanî bi şewqa xwe ve sermestê lêgerînê dikir.

Tu rengê xweşikbûnê bûyî ku di hemû hêmana jiyana xwe de weke firîna pelan bi bablîstokê re. Rihê te di geriya di nava evîna welat de. Weke zarokekî ku li zaroktiya xwe û azadiya xwe digeriya. Hemû xweşikbûna jiyanê bi rûkeniya xwe di nava rêzxetên ruyê xwe de diyarê jiyanê dikir. Tu hêviya dilê gelek kesan bûyî ku kes jê têr nebû. Ma wê were jibîr kirin hesreta te ya jiyanê li ser lotkeyên biharê çiyayê kurdistanê. Qortek ava kaniyên wê û nefesekî kur kişandina ji hewayê azad. Lê te ew kelecan û cewher her tim li her derî dijiya. Ji ber wê bû ku gelê biyanî bibûne evîndarê te. Tu fedayiyek bû di riya azadiya bindest û zarokan de. Têkoşîna te hêrsa te ya li hemberî êşên seda jin û zarokan bû ku laşên wan ê bê guneh di kolanê metrepolan de bê xwedî mabûn. Te ev her demek ji kurahiya dilve hîs dikir û pêngavên serkeftinê davêt li ser rûyê welatên Ewrûpiyan.

Hevala Rojbîn hevaleke gelek rûken a fedekar bû ku evîndara azadiyê bû. Evîna wê ewqes mezin bû ku tu dem nediwestiya. Mirov digo qey bi demê re ketiye nava pişbirgê de. Di têkoşîna xwe de gelek bi îsrar bû. Rexmê ku li welatê Ewrûpiyan mezin bibû, lê hemû çanda Rojhilata Navîn di ruh, mejî û jiyana xwe de dihewand. Di nava xebatan de ne tenê gelê kurd, ji gelên din jî gelek jê hezdikirin. Ewqas bi felsefeya Rêber APO ve xwe kilît kiribû ku her tim di nava gelan de tewazuna optîmal li ser pîvanê jiyana polîtîk û exlaqî dida ava kirin. Heyecana azadî û serkeftinê ji rûyê wê diforiya. Pir caran gelek tişt bi hevre dida meşandin. Di asteke pir jor de mutevazî û xwedî ferasetên dilnizmiyê bû. Tenê ne di axaftinê de, di cewherê xwe de jî rihê salan yê PKK’ê dijiya. Bi axa welat ve pir girêdayî bû. Çûyîna Amed’ê di dilê wê de bû hesret. Her tim di xeyalê li çiyayê Amedê gerîlabûyînê de bû. Lê mixabin bi çavên girtî û lingên bê rih bû mêvana Amedê. Bi lêvkirina jiyana hevala Rojbîn ewqas hêsan nîne, ew hevaleke mîna gulan bû ku tucar ne diçilmisî û roj bi roj geş dibû.

Belê gula çiya, piştî çûyîna me ya derveyê welat ez dîsa hatime welat. Berî em biçin me li ser axa pîroz soz dabû ku emê dîsa bi hevre vegerin ser van çiyayên azad. Piştî sê salan ez dîsa hatime welat. Berê em biçin me li ser axa pîroz soz da bû ku emê dîsa bi hevre vegerin ser van çiyayên azad. Piştî sê salan ez dîsa hatim û min lingên xwe danî li ser axa nerim û gerim. Di kûraniya dilê xwe de dilopên azadiyê kişande hinavên xwe de. Bawer bike tunebûna te di hemû dol û newalên çiyayên qendîl û xinêrê de diyare, lê min ew kenê te yê xweşik ku wek guleke li ser rûyê te dipişkivî nivîsî li ser gul û pelên darên Qendîl û Xinêre.

Gula çiya, tu niha razayî ye di dergûşa rûmet de, lê şopa ku te li du xwe hiştiye hemû di koncikên jiyanê de diyare. Heta em axa pîroz û van çiyayan azad  nekin, em soz didin ku dev ji dozê bernedin.

SEMA AMED