Di 14’ê Tirmeha sala 1982’an de rojiya mirinê ya mezin di pêşengtiya Xeyrî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Alî Çîçek de li hemberî zilm û zexta dewleta Tirk hat destpêkirin. Di serî de li hemberî qehremaniya 14’ê Tirmehê em şehîdên mezin ên berxwedanê bibîr tînin û soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan û bidestxistina serkeftinê dûbare dikin.
Rihê berxwedaniya 14’ê Tirmehê her çiqas mirov bîne ser ziman jî zehmet e. Berxwedaniya ku sala 1982’an de li zindana Amedê hatiye destpêkirin çawa ku di dîroka mirovahiyê e berxwedaniyên ku hatine kirin wek çemê avê herikbariya xwe nesekiniye. Ew rih ji wê rihî qût nîne her herikbariya xwe di roja me ya îro de jî jiyanî ye, zindî ye û bûye şopa heqîqeta mirovahiyê. Di wan pêvajoyan de di bin şert û mercên zehmet de faşîzma ku li ser gelan dihat meşandin taybet li Kurdistan’ê hêza ku li hemberî faşîzmê têkoşînek bê hempa û bê rawestan da meşandin kardoyên pêşeng ên PKK bû. Piştî darbeya 12’ê Îlonê dengê berxwedana destpêkê li zindana Amedê bilind bû. Ev rih û ez çalakî rejîma 12’ê Îlonê binxist, xeta azadiya gelan a PKK’ê gihand serkeftinê. Rêber APO dibêje rihê 14 Tirmehê PKK’ê ye û vê rastiyê vedibêje ‘ger gelê Kurd bixwaze hebûna xwe ya netewî biparêze û azadiya xwe dest bixe divê di serî de berxwedaniya 14’ê Tirmehê, rihê wê bibîne. Piştre wê bibîne ku baweriya wan a jiyana demokratîk û azadiyê jî zelal bibe’. Ev rihê ku li zindana Amedê hat bilindkirin bi yek dengî, yek helwestî û yek rihî gel û gerîla bûn yek û bi hev re diruşmeyên ‘Bijî Serok APO, Bijî PKK’ê, Şehîd Namirin’ gotin. Mirov dikare bêje ev dirûşme bi destanên qehremantî hatin nivîsandin û avêtin. Bi vî rihî îro jî gel û gerîla bi yek rihî, li hemberî heman faşîzmê dirûşmeyê ‘berxwedan jiyan e’ vedibêjin.
Dewleta Tirk a dagirker bi îsyana Agirî re got ‘me Kurdistanê bin erd kir’. Rihê 14’ê Tirmehê vê gotinê vala derxist, ya ku roj bi roj bin ket dewleta faşîst a Tirk bû. Niha jî ew dewleta Tirk a faşîst dibêje ‘emê Kurdan tune bikin’. Li ser vê esasê êrişên dijwar û hovane yên di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin li ser gelê Kurd dimeşîne. Lê divê baş bizanibe ku em weke gel û tevger xwedî dîrokek berxwedanê ya weke 14’ê Tirmehê ne. Îro têkoşîna me ya li dijî faşîzmê û dagirkeriyê ne tenê li Kurdistanê û ji hêla gelê Kurd ve tê hembêzkirin. Tevahî cîhanê de hembêzkirina xeta Rêber APO ya ku xwe dispêrê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê heye. Vayê ev rihê ku li tevahî cîhanê hatiye avakirin û nayê têkbirin, rihê 14’ê Tirmehê yê li hemberî faşîzmê serî natewîne û berxwedaniyê bilind dike ye.
Niha Gerîlayên ku li çiyayên azad rûxmê hemu şert û mercan têkoşîna xwe bilind dikin, rê nadin dagirkeriyê û xiyanetê, hêza xwe ji vê dîroka kûr a berxwedaniyê ku xwe dispêre çalakiya Mazlûman, Çaran û 14’ê Tirmehê digre. Lewra ev dîroka berxwedaniyê ya PKK’ê vînekê ji pola, vînekê ku tu car naşike û bin nakeve daye avakirin. Ev îro li Zap, Metîna û Avaşînê şênber e. Gerîlayên azadiyê di wan çeperan de bi berxwedaniyekê bê hempa, bi berxwedaniyekî ku dîroka tu gelan nebûye şahidê berxwedanek bi vê rengê, tû pirtûk nenivsandiye, tu helbest li ser nehatiye nivîsandin dimeşînin. Dema mirov difikre û dibe şahîdê vê berxwedanê, ne gengaze ku mirov li hemberî vê rihê, li hemberî vê vînê secde neke. Pîrozbahiya herî mezin a ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, heman demê ji bo tevahî mirovahiya pêşverû ev rihê berxwedanê bi xwe ye. Ji ber ku îro di şexsê gerîla de mirovahî li ber xwe dide. Ev jî çavkanî û hêza ku ji 14 Tirmehan gatiye girtin e. Ji lewra em vê rastiyê pir baş dizanin ku ev hêza ku bi berxwedana nîv esrê hatiye avakirin tû caran li hemberî tu êrişan têk naçe.
Berxwedan, sekin û rihê Mazluman, Çaran û 14’ê Tirmehê, bi giştî berxwedana zindana Amed’ê bi vegotina herî rast kûştina mirinê bû. Îro jî şervanên ku li ser şopa wan dimeşin, bi heman rih û vînê li çiyayên Kurdistanê mirinê dikûjin, digihin bê miriniyê.
Jînda Serhed