Di dîroka her gelan de çivanekên gîrîng tên û derbas dibin. Tevgera Azadiyê, bi pêngava 15’ê Tebaxê, di çivaneka dîrokeke wiha de, xwe birêxistin kir û artêşek ji fedaiyan ava kir. Piştî avabûna partîyê û bi berxwedana zindana Amedê re şerê azadiyê li seranserê Bakûrê Kurdistan û di pey re jî li çar çeyên din belav bû. Bi vê pêngavê re hemî tirs û xofa li ser gel hate şikandin. Her kolan, her şar û her naverast êdî bûn qadên meşa azadîyê. Ev pêgava azadiyê ya bi rihê Apogerî û di bin fermandariya Egîtê mezin de, rewşa heyî derbasî qonaxek nû kir. Ji bo zarokekî pêçekê bigire heya bav û dayîkan bû hêvîyek mezin. Beriya wê çi serhildan û şerên ku dihatin kirin, ne birêxistinî û ne jî ewqas xurt bûn. Ji ber vê yekê bû ku dema neyar êrîş dibir ser, zû vedimirîn û dihatin serkutkirin. Lê rihe 15’ê Tebaxê ew gîhand asta ku karibe xwe biparêze, şer bike û derbe li dijmin bixe. Vê pêngavê pêşketinek mezin di gelê kurd de derxist holê. Di heman demê de taqeta têkoşînê azadiyê tê de da ava kirin. Rêber Apo: “şerê 15’ê Tebaxê, bi îrade, bi bawerî, bi plansazî, bi rêxistinkarî û bi ostatiyekê mezin hetiye birêvebirin û bi serxistin. Pêngava 15’ê Tebaxê tirseke mezin xist nav dilê dijmin û gelê Kurd anî asta gelekî şerker ku bikaribe şer bike. Di dîroka gelê Kurd de ji vê mezintir ti serkeftineke din hê nîn e.”
Pêngava 15’ê Tebaxê wêrekîya xwe, morala xwe û rêxistinkirina xwe bi rihê 14’ê Tîrmehê ve pir girêdayî ye. Destkeftîyên ku îro hatibin bidestxistin tev bi saya wan berxwedêrên şoreşger û keda mezin ya Rêber Apo ye. Pêngavek wiha ji bo gelê Kurd û mirovahîyê berdêlek pir giranbûha bû. Bi bawerî û hostatîyek mezin hat hûnandin û di mercên herî dijwar de ev pêngav hate avêtin. Berîya pêngavê çi kesî bawer nedikir ku dê hemleyek wiha were destpêkirin. Hemî hêzên mêtînger, li hemberî vê pêngavê matmayî mabûn. Heta gelê Kurd ji ber ewqas caran hatibû şikandin bixwe jî bawer nedikir. Dewleta qirker, çawa ku ew raperînên di dîrokê de çewisandibûn, bawer dikir ku dê di demek kurt de Tevgera Azadîyê têk bibe. Lê têkoşîna azadiyê, di rêgeha serkeftinê de her roj gav bi gav xwe hûnand û heman demê her ku diçe mezintir jî dibe.
Pêngava 15’ê Tebaxê, tenê ne di warê leşkerî de, alîyê wê yê sîyasî, birdozî, rêxistinî, çandî, dîrokî û zanistî derxist holê. Tenê ne îlankirina şerê çekdarî yan jî fîşeka ku berda kevnperastîyê ye, di heman demê de bû pêngavek li pêşîvekirina şoreşa Kurdistanê. Pêşketin û nîrxên ku hatine bidestxistin wisa bi çend rêzehevokan ne hêsane ku mirov bîne ziman. Lê xala herî girîng jî ew e ku, rastîya rihê 14’ê Tîrmehê pêngava 15’ê Tebaxê derxiste hole.
Rihê Apogerî, ji Heqî, Mazlum û Ferhadan, ji Kemal û Xeyriyan, ji Sara û Besê Anûşan bigire heya Egîdan derbeyên mezin li mêjîyê neyar dan. Dijmin birîndar kir û birîneke kûr lê vekirin. Pêngava 15’ê Tebaxê jî ev birîn firehtir kir. Rihê pêngava 15’ê Tebaxê, îro li çar eniyên Kurdistan hêjî çiqas zindî tê dîtin. Rih û dilê ku îro li her çeperekî, ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistan lê dide û şer dike. Bêguman rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê û rihê pêngava 15’ê Tebaxê, Rihê ku îro di her eniyêkê de li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide û têdikoşe rihê Apocî ye.
Diljin Kobane