Di serî de em di şexsê rêhevalên xwe Halît Oral, Rotînda, Kurde ku li dijî komploya navneteweyî bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bedena xwe sîper kirin û xeta têkoşînê diyar kirin de hemû şehîdên şoreşê bi hûrmet û mînet bibîrtînin û soza têkoşîna wan gihandina serkeftinê dubare dikin.
Em bi pêvajoyekî gelek girîng û krîtîk re dikevin 27.’emîn sala Pergala Êşkence ya Imraliyê. Rêber Apo ku bi komploya navneteweyî ya xayînane 15’ê Sibata sala 1999’an di pergala Imraliyê de hate esîr girtin 15’ê Sibatê weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir. Xwestin bi pergala qirkirina Kurdan a ku 200 sal e tê pêkanîn re piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn bi reya komkujiyan tepisandina berxwedana Şêx Saîd ya 15’î Sibat a 1925’an û di pêvajoya şerê cîhanê yê seyemîn de jî bi esîr girtina Rêbertî li Imraliyê biencam bikin. Komploya navnetewî ji bo DYE û mûtefîkên xwe dagirkeriya xwe bikarin bi hêsanî li Rojhilata Navîn pêkbîne hatiye pêşxistin. Ev komplo weke merhaleyekî herî bi encamgir û tije ya Şerê Cîhanê yê Seyemîn hate dest girtin. Berxwedaniya di pêşengtiya Rêbertî de hatiye nîşandan pêkanînên qirkirinê binxistiye, pirsgirêka Kurd bûye mijara ku ji aliyê herkesî ve bê dîtin, li ser nîqaş bê kirin û herkes hesabê wê bike.
Pêngava “Ji Rêber Apo Re Azadiya Fizîkî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî” ku di pêşengtiya Gelê Kurd û dostên xwe ve 10’î Cotmeha sala 2023’an hemwext li 74 welatan hatibû destpêkirin di vala derxistina komployê de encamên girîng bi xwere aniye. Di vê bingehê de di tevahî salê de li çar aliyên cîhanê bi milyonan azadiya Rêber Apo azadiya xwe û azadiya gelan dîtin, vê pêngavê bi çalakiyên cûr be cûr bihêz kirin. Li her aliyê cîhanê jinan jî gotin “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û ji çalakiyan re pêşengtî kirin. Di encama vê têkoşîna gerdûnî de di şexsê Rêbertî a 26 salin di bin esareta mutleq de ye pirsgirêka Kurd di asta herêmî û navnetewî de gihêşt merhaleyekî ku çareseriyê ferz dike. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk di vê pêvajoya ku nîzama cîhanê ji nûve tê dîzayn kirin de pêvajoya hevdîtinan bi Rêber Apo re da destpêkirin.
Rêbertî di hevdîtinên 23’î Cotmehê yên bi biraziyê xwe Omer Ocalan re, 28’î Qanûn û 22’yî Çilê bi heyeta Imrali ya Dem Partî re pêkanî de perspektîfa xwe ya çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd ji raya giştî re ragihandiye. Rêbertî di hevdîtina destpêkê de di wateya çareseriya Demokratîk ya Pirsgirêka Kurd de anîbû ser ziman ku “xwedî wê hêza fikrî û pratîkî ye ku bikare pirsgirêkê ji zemîna şidetê derxe û bikşîne nava zemînê huquqî-siyasî.” Di hevdîtina dûyemîn de nêzîkatiyên bi pîvan yên ji 7 xalên ji bo çareseriyê pêwiste bêne pêk anîn daniye holê. Cardin heman heyeta Dem Partî di bingeha plansaziyekê de bi hin şexsiyetên girîng yên navendên giştî yên partiyên di nava meclîsê de cîh digrin re hevdîtin pêkanîn û di derheqê hevdîtina bi Rêber Apo re pêkhatî agahdar kirin. Rojeva ku li derdorê Rêber Apo avabûyî carek din nîşan da ku hêza bingehîn ya çareseriyê Rêber Apo ye. Her çiqas pêvajoya ku Rêber Apo bi girtina însiyatifê daye destpêkirin di merheleya nîqaşan de jî be ji niha de carekî din li şûna şer çareseriya demokratîk xistiye navendê û ji bo hemû jinan, gelên bindest û mirovahiya cîhanê re bûye ronahiya hêviyê. Li hemberî nîzama cîhanê ya hêzên hegemon ên kapîtalîst ku bi şer, hilweşîn, xwîn, êş û azaran re dixwaze avabike di wateyek rasteqîn de bûye dengê hêzên moderniteya demokratîk û nîşan daye ku nîzama demokratîk ku pala xwe dide azadiya jinê pêkane ku bê avakirin. Em di pêvajoyek wiha dîrokî de derbas dibin ku çawa hêzên dagirker rastiya civakî-çandî-erdnîgarî û pêwistiya demokratîkbuyînê ji nedîtî ve tê û di şer de israr dike, li beramberî vê yekê di serî de Kurd hemû gelên xwediyê van axa ne û jinên avakerên jiyanê ne divê di projeyên xwe yên azadiyê de bi israr bin.
Bêgûman ev hemû pêşketin di encama berxwedaniya muazam ya Rêber Apo, têkoşîna civakî ya di pêşengtiya jinê û têkneçûna gerîlayên Kurdistanê de derketiye holê. Di encamê de carek din derketiye holê ku yê di pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de diyarkerê bingehîn e Rêber Apo ye. Di salvegera komployê de Rêbertî gavên vala derxistina komployê diavêje. Rêber Apo ragihandibû ku yê 21’emîn salvegera komployê wek bingeha amadekariya pêngava ji bo nêvenga siyaseta demokratîk biafirîne pêşwazî bike. Di vê pêvajoyê de carekî din anî ser ziman ku çiqas girîngiyek taybet dide jinan. Me jî bi saya keda bêhempa ya Rêber Apo di partîbûna jin de, artêşbûn, rêxistinbûna jin de gavên mezin avêtine. Rêbertî di pergala êşkenceya Imraliyê de jî hertim ji bo azadiya jinê bûye xwediyê kedê. Ya xwe bi xwe bûyîna jinê weke Xwebûn pênase kir, li hemberî aqlê zilamê desthilatdar yê ilmcîtî-olcitî-zayendperestî-netewperestî ilmê jinê jineolojiyê pêşxist ku bingeha xwe dide azadiya jinê, ji bo rêxistinkirina pergala konfederal a demokratîk ya jinê perspektîfan afirand. Bi saya hemû kedên Rêber Apo di eksena jinê de daye bandora formûla a bi sihîr ya Jin-Jiyan-Azadî re ku li çar aliyê cîhanê jinan xistiye nava çalakiyan û deng vedaye îro jî eşkere tê dîtin. Rastiya ku komploya navnetewî ne tinê Rêber Apo, Kurdan hedef girtiye, tevahî gelên Rojhilata Navîn û jinan xistiye bin esaretê, pêşeroja wan tarî kiriye îro pir aşîkar tê jiyîn. Ji bo serxistina gava dîrokî ku ji aliyê Rêber Apo ve bi armanca binxistina komploya ku di rastiya Şerê Cîhanê yê 3.’mîn de derbasî qonaxekî pir xeternak bûye emê bi hemû hêza xwe ve têkoşînê bidomînin. Azadiya fizîkî, tendûristî û ewlehiya Rêber Apo pêkanîn ji parçekirina pergala dîl girtinê ya Imraliyê derbas dibe. Di vê wateyê de bi boneya salvegera 27.’emîn ya komploya navnetewî ya 15’î Sibatê ku weke ROJA REŞ derbasî pelên dîrokê bûye de em di serî de bang li jin û ciwanên Kurdistanê û bang li tevahî mirovahiyê dikin ku bi boneya azadiya fizîkî ya Rêbertî azadiya xwe bi xwe jî pêkbînin. Ji bo em bikarin Rêber Apo ku ji me re bi paradîgma ya demokratîk-ekolojîk-azadiya jinê jiyanekî nû bexşandiye bigihînin azadiya fizîkî şert e ku em xwe bigihînin xetekî çalakiyên bê rawestan. Ji bo hemû çalakî û fealiyetên di vê bingehê de bêne kirin re pêşengtî kirina jinan erkekî bingehîn e. Rêberê azad heman demî jina azad e. Em bang li Jinên ku tîbûnê azadiyê ne dikin ku pêşengtî ji pêvajoya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin bikin û bi zanebûna roja qirkirina Kurd vegerînin roja azadiya Kurd biherikin qadên çalakiyê û daîmî bikin.
Bimre Komploya 15’ê Sibata Bi Nalet!
Bijî Serok Apo!
Koordînasyona PAJK’ê