Rêwiyên Heqîqetê

0Shares

Melsa Çiya

Di meha adarê de zêdetirîn geş û zindî dibin hestên me. Em dikevin meheke adarê din. Meha adarê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn nûneriya lûtkeya hestên netewî dike.  Di her roj, her meh, her demê de, şehadetên  lêgerwanên azadiyê di meha Adarê de zêdetirîn zindî dibin di hemû hestên me de. Em dikevin Hefta Qehremaniyê. Ji bo em hîn zêdetir bikaribin wate bidin vê dîroka 21-28 Adarê  Hefteya Qehremaniya Netewî hestên me geştir dibin. 

Zindan di dîroka partiya me de û têkoşîna me yê azadiyê de qada pêşketina partîbûn, têkoşervaniyê ye. Li hember hemû êşkenceyên  bi her şêweyî  yên dijmin qadên berxwedaniya me ye.  Ew der bingehê bi her awahî polîtîqayên dijmin ya qirêj li ser vîna mirovan meşandinê ye. Di têkoşîna partiya me de berxwedaniya Rêheval Mezlûm ku dijmin qehir kir, di partîbûnê de pêvajoyekî dide îfadekirin.  Di pêvajoyeke îxanet, radestî, bêbawerî di zindana Amedê de di lûtkeyan de bû, rêheval Mazlum bi dirûşma “ radestî dibe îxanetê, berxwedanî dibe serfiraziyê” parazvaniya partîbûnê û rêxistinbûnê daxistiye holê. Bi çalakiya 21 ADARA 1982 de çanda berxwedaniya Newrozê nûjen kir. Di pey de Zekiye, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanan di bedena xwe de bi geşkirina agirê Newrozê re, agirê berxwedaniya gelê Kurd û Jina Kurd ji xweliyê wê dane geşkirin. 

Rêheval Mezlûm Doxanê ku got “ Berxwedan Jiyane” bi vê gotinê berxwedaniya netewî ya Newrozê bibîr anî.  Ên di nava gefleta jibîrkirinê de an jî îxanetê de qehir bûn. Ta kî çalakiya 15 Tebaxê.  Qehremaniya Egîd bû îfada pratîkirina felsefe û birdoziya PKK ê. Kevneşopiya berxwedaniya gelê me ku li hember gulebaran, qetliyam û komkujiya hebû bi hêza fermandariya Rêheval Egîd cardin can girt, pêkhat. Rêheval Egîd di pêkanîna gava 15 Tebaxa 1984 de berteka hemu gelê Kurd li hemberî dagirkeran daye nîşandan. Li hember sîstema şaristaniyê, fermandariya çalakiya vegera cewherê mirov kiriye. Rêheval Egît di 28 ê adara 1986 de li Gebar ê bi qehremanî şehît ket. Xwesteka wî ya damezrandin û pêşxistina artêşê, berpirsiyarî, biryariya wî ji bo ê pêwendîdar mijareke zêdetir li ser were seknandinê ye. 

Cewherê qehremaniya têkoşîna me ya azadiyê ji dîroka jina dayik tê dawerandin û didome. Di nav xwede bi qehir kişandinê û bi qehir dayînê. Hem jiber azadiyê wê jidest hatiye dizîn qehir dibe, hem jiber  îxaneta ewladê wê welidandiye qehir dibe, hem jî jiber baweriya xwe ya berxwedaniyê her li berxwe dide dijminê xwe qehir dike. Êdî qehirkirin îsyan e… Weke Rêber Apo bi têkoşîna azadiyê re vegera rastiya jinê da destpêkirin… Ji wê rewşa qehirbûnê derketin û bi vê baweriyê qehremaniyê dide qehirkirin da avakirinê. Bi kişandina rêwiyên heqîqetê rêya azadiyê re…

Ketina ferqa wendakirinê, bêheskirinê wendabûnê, tinebûnê, nehevdîtinê, perçebûnê, dibe destpêk û deriyê  qehremaniyê. 

Mirovbûn bixwe, dibe nûneriya raya heşmendiya pijiyayî, a xwezayê, ahenga bi xwezayê re, jiyana xwe domandinê. Di vê watêde heqîqeta şehîdan an jî rastiya şehîdan rêya lêgera jiyanê û serguzeştiya fêhmkirina heqîqetê ye. Qehremanî di vê rêyê de dibe hevdîtina jiyanê, yekbûna heqîqet ê.  

Qehreman ê bûnê malê dîrokê ne. Ew berpirsiyarên mîrasa dîrok, jiyanê, bixwe ne. Rêheval Sezaî Karakûş bi çalakiya xwe ya ku dijmin qehir kir û polîtîqayên dijmin ê bi qirêj vala derxist dibêje; “Ger em bi zanistiya dîrokê bawerin, divê ji berpirsiyariyên xwe ê dîrokê jî bawer bikin, bi vê zanebûnê tevbigerin. Kesê berpirsiyariya xwe dîrokî ji nedîtî ve tê, kesê jiyanê, pêşerojê, baweriyê ji nedîtî ve tê ye. Zîra divê em jibîr nekin, me hemû tiştên xwe, hemû baweriyên xwe ji vê mîrasa dîrokî girtiye”.

Cardin Rêber Apo dibêje; “ Bedelekî azadiyê jî heye. Dema we ev hêza dil, mejî, fikir girt tê wata we berbi azadiyê ve gav avêtiye. Ya girîng xwestin û seranserî derbaskirine. Seranserî derbas bibe, di fikir de mezinbûn, di kesayet de bilindî di peyhevdû de pêşdikeve. Ji mirovekî hêsan re jî were pirsîn ma jiyanek çawa, ê bibêje jiyaneke bi şeref. Şeref jî encax bi azadiyê dibe”. 

Qehremanî girêdana jina azad bi welatê jiyana azad re ye. Sema’ya ku Zekiye navika wê biriye…

Rastiya qehremana dike qehreman kîjan rastiye, çawa pêşdikeve? Rastiya qehremaniyê, rastiya Rêber’tî, heskirina Rêber’tî, biryarbûna pêşengiyê, azweriya azadiyê ye. 

Di kesayet de qehremanî; gîhandina cewherê xwe ye. hevdîtina bixwere, civakbûne. Yekbûn, hevdîtin, cewher di rastiya şehadetan de bi moral, biryarbûna birdozî a mezin  îfade dibe. 

Ev di van gotinan de jî eşkere dibe. “ Jiyana azad a yek roj an jî ne rojekê, seatekê, ji jiyana kole ya hezar salî hêjatir e. Bi vê hêvî û baweriyê ez derim hevdîtina azadiyê. Ez derim hevdîtina rojê, yekbûna bi rihê Rêber Apo re”.

Qehremanî bi derketina seyra jiyana asayî xwe di rûpelê dîrokê de bi tîpên mezin didin nivîsandin. Dikare were gotin di her asta pêşketina jiyanê de ev mînak wek hevdûne. Rastiya ku qehremana ava dike, şert û merc û qerektera zeman û mekan jî bixwe tîne. Hin taybetmendiyên kesayet qehreman dike, di nav jiyanê de eşkere ne. Fedakarî, wêrekî, baweriya bêdawî, xwe nezirkirin, hestkirina herî tîr, bi serfirazî û tolhildanê ve yekbûn hin ji van rastiya ne. 

Fêhmkirina şehîdbûnê, şehadetê, fêhmkirina jiyanê û cewherê jiyanê ye. Bi qasî vê têkoşervaniya van hemûya ye. Di vê watê de Ş. Şehristan ew fêhmkiriye û dibêje; “ Ti cara bi jiyana dijmin avakiriye re nexapiyam, min ne pejirand jî. Derveyî jiyana azad bi her awahî şêweyê jiyaneke din min layiqê xwe nedît, heram dît. Di vê watê de hedef û hêviya minî herî mezin yekbûna bi jiyana azad re ye”.  Li hember afirandinên zayendparêzî, şovenîzm, dizî, dagirî, bêexlaqî, nijadkujiya  sîstema şaristaniyê bi vê şehadeta xwe wate qezenc kirin. 

Qehremanî bi kirinê xwe ê tên bibîranîn, qehreman jî bi dilê azad ê ku tê bibîranîn e. 

Piştî avakirina qehremaniyê navê qehremanî tê dayîn ji wê çalakiyê re. Gotin piştî çalakiyê tê û xwe bi çalakiyê aheng dike. 

Di vê watê de berxwedaniya Mezlûm Doxan di berxwedaniya PKK bûyînê de û di cewherê têkoşîna demokratîk a rewa di çirûskê agirê netewî Newrozê de bi jiyan dibe. Li hember sîstema faşîst dagirker xwedî polîtîqayê tinêkirinê dibe berxwedanî. Qehremanî berxwedaniye, qehreman bixwe jî kesê dîroka mirovahiyê ji nû ve zindî dike bixwe ye. Mirovê berxwedanî, Newroz, têkoşervanî jibîr kiribûn, bi berxwedanvaniya Mezlûm Doxan cardin hatin bibîranîn. 

Rêwiyên Heqîqatê

Meha Adarê di heman demê de meha qehramantiyên jinane jî. Adar,  îfadeya hesreta sîstema azadîxwaz ya xwedavendên jin e, lê tevî vê yekê di malzaroka dayîkê de zayîneke nû jî îfade dike. Jina dayîk, ji xwe jiyanekê tîne dinê. Ev çalakî û afîrînêrî xweşikbûna jinê û dayîkê ye. Bê guman dema navenda jiyanê ya bingehîn xwe ji nû ve tîne dine ev nikare bi awayekî ne berbiçav bibe û nabe jî. Em di nav rastiyeke jinê ya hatiye xirakirin, paşvexistin, kolekirin û bê utopya û bê bawerî hatiye hiştin de ne. Di şexsê jinê de ev rastî êdî kirine weke rastiyeke civakî. Her çiqas zayendiya gerdûnê, qabîliyeta afirîneriya gerdûnê xwe bi xwe qanûneke ku nikare were înkarkirin be, aliyê vê qanûnê ya karibe xwe ji xweliya xwe ji nû ve bîne dine û biafirîne jî aliyê rastiya jina Kurd ya êdî gerdûnî bûye derdixe hole. 

Di jina Kurd de asta herî bilind ya xwedî derketina li Serokatiyê û îdeolojiya “Bê Serok jiyan nabe” di çalakiya Heval Sema de dikare were dîtin. Li hemberî têgihiştina ku dixwaze hemû kevneşopiyên jinê di asta herî jor de bidomîne, sekn û helwesta jinê ye Sema. Tevî ku ji eşkenceyên herî giran yê dijmin derbas bû, dijmin ji van eşkenceyan ti encam dernexist. Lê desthilatdariya mêr di şexsê Can Yuce de bi ti awayî tahammulî jiyana azad nekir, xwest ji dijmin hîn dijmintir îradeya jinê bişkîne û vê li ser Heval Sema ferz bike. Lê Heval Sema ti carî dilsoziya xwe ya bi Serokatiyê re wenda nekir û got, “Serok APO û îdeolojiya azadiyê ku di rêbertiya wî de pêş ket, her tim bû çavkaniya hêza ku min li ser piyan hişt. Çawa ku di ezmanan de du roj nebe û nikare bibe, ji bo mirovekê, ji bo jinekê ku dixwaze azad bibe du rêyên jiyanê û du navendên moralê nabe. Du roj nabe.” Bi vê biryardariyê serbilindî û rûmeta mezin ya jinê  parastiye.  

Heval Sema digot, “Serokê min, ez li ser vê bingehê dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe bikim pireke ji agir ya ji 8ê Adarê xwe digihîne 21ê Adarê. Meha Adarê di heman demê meha qehremantiyên jinê ye. Qehremantî nirxê herî mirovî û ehlaqî a bûye para insan e. Xwe gihandina vî nirxî bi mêşandina têkoşîneke herî mezin dikare pêk were. Ji bo vê yekê bê guman divê bawerî, girêdan û dilsoziya herî mezin ya têkoşînê were jiyîn. Dibe ku bidestxistina demê mina tiştekî ne mimkûn were dîtin. Lê kesekî ku xwe fêdayî gelê xwe kiribe û bi vê zanêbûne ketibe ser rê û xwedî biryardariya jiyana fêdaîtiyê be, ev di kêliyê de bidestxistina demê ye…

Heqîqat zindiya ku dijî ye. Di heman demê de di her kêliyê de pêkhatina jiyankirinê ye. Şehîdbûn û şehadet haqîqat bi xwe ye. Di rastiya haqîqatê de eger tiştekî, şopekî girêdayî civakbûnê hebe, dibe em di vê xalê de li qehramantiyê bigerin. Ev çi ye? Bê guman lêgerîna rastiyê, lêgerên rastiyê bi mirovbûnê û miroviyetê dest pê dike. Di her mirovekî de lêgerîneke bi vî rengî heye. Di hinekande kêm, di hinekan de di asta azwer û êvînê de. Azwer eger xwe bigihîne zanêbûna bidestxistina demê, an pêkhatina di demê de, em dikarin bêjin ku xwe digihîne asta xwedavendiyê. Dem, wateya xwe ya herî mezin di wext û cîh de bi dest dixe. Qehremantî, li hemberî dagirkerî, tinekirin, êsaret, bê azadî û bê biryarhiştinê helwestek û seknek e. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi tespîta Serok Apo ya “Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye” dest pê kiriye, bi xwe cesareteke mezin e. Cesaret e, ji ber rastiya gel û mirovatiyeke bi înkare hatiye kolekirin, zîncîrkirin û heta ji fikrandinê ditirse di hole de bû. Cesareta redkirina rastiya heyî eşkere dike ku di hemû şehadetan de zanistiyeke gelekî mezin heye. Şehîd Sema cesareta xwe ya li hemberî rastiya heyî bi van gotinan tine ziman; “Dema ez li paş xwe dinêrim, weke keçeke Kurd, her kesek û jineke Kurd, heta her mirovekî ketiye rêya azadiyê, dibînim ku gelek lewazî, pirsgirêkên kesayetê, kêmasiyên siyasî û rêxistinî dijîm. Lê ti carî di cihê xwe de nesekinîm. Îdeolojiya azadiyê ku bi Serok Apo û rêbertiya wî pêş ket, bû çavkaniyeke hêzê ku min tim xwe li ser piyan girt. Di qonaxa niha de dibînim ku ez hatima xala herî dawî ku nakokiyên çîna serdest û civaka Kurd di kesayeteke jinekê de karibin xwe bigihînin. Lê ez dibînim ku ev di heman demê de xala derbaskirina wan e jî.” Heval Sema, bi vê zanistiyê rêbertiya jinê ya bi cesaret nêzîkî xwe bûye jî kiriye. Şehîd Sema bi van gotinan vê zanistiyê bi me dide fêmkirin; “Dema ku ez van xetan dinivîsim, ew deme ku di warê fikir û raman, moral û jiyanî de min Serok Apo kiriye yek navend û hemû astengiyên hundirîn yê di kesayeta xwe min derbas kiriye.” 

Qehramantî eger netewî be, dema dibe malê mirovahiyê watedar dibe. Qehremantî ji 8ê Adarê ber bi 21ê Adarê, ji jinê ber bi netewiyetê, ji pîvanên gerdûnî ber bi pîvanên partîbûnê, ji zindana Amedê ber bi zindana Çanakkaleyê herikînek e. 

Çavê Jiyanê yê ji Dil

Êdî em wan demên ku sînorên wan nine dijîn. Her çiqas ev hebûnên ku ji bo me fêmkirina wan zehmet e û weke pirsekê xuya bikin jî, ji bo em xwe bigîhînin van hebûnan riya haqîqatê vebûye. Rêwiyên rêya haqîqatê şehîdên me ne. Şehîdên jiyanê nave bawerî, fedakarî, hezkirina jiyanê, lê belê hezkirineke azad in… Şehîd Sema bi têkoşîna xwe ya qasî 80 rojan a bi agir re, eşkere kir ku bidestxistina demê bi derbaskirina xwe û kesayeta xwe pêk tê. “Bê mubalaxa, ez di asta şerê ku di kesayeta xwe de dijîm, şerê hezaran salan hîs dikim û dijîm. Ev bi awayekî din, dema ku min xwe derbas kiriye tine ziman. Ez dizanim ku ev ne tesaduf e. Ev rewş, girêdayî têkoşîna azadî, civakbûn û miroviyetê ya bi rêbertiya Rêber APO rastiya gelê Kurd jiyaye û gihiştiye asta “Di şer de serketin, di jiyanê de azadî” ye. 

Şehîd, çavên ku bi çavên dil nêzî jiyanê dibin. Weke xwedavendiya di gotina “Xwedê ji bo xwe bibîne gerdûn afirand” de hatiye ziman, li pey xwe çavên mezin yê jiyanê dihêlin. Çavên ku her tim li ser mirovahiyê ne… Ji bo ji kesên li pey xwe hiştine bibin çav… Ew heqîqat dîtine. Mîna ku lêgerîna haqîqata kesên li pey xwe hiştine têmaşe dikin. 

Fêmkirina şehîdan, ji bo me di heman demê de dibe fêmkirina jiyanê. Li cihê ku mêjî bi dil re dibe yek ronahî çêdibe û ronî dibe jiyan. Zanistiya zanebûna dilsoziya bi bîranînê re, pîvana fêmkirina şehîdan e. Şehîd di vê wateyê de şervan û qasidê “werin rastiyê” ne. Her çalakiya şehîdekî ji bo yên li pey wan dimînin dinyayek diafirîne. Dilsoziya bi bîranînê re, bi temamî di vê xalê de dest pê dike. Di vê dinyaya ku hatiye afirandin de, armanc û afirandina şehîd dema derbasî jiyanê bû, wê demê pîvana dilsoziya bi bîranînê re tê pêkanîn. Bi vê rastiyê em li pêşiya çavên dil yên şehîdên me yên qehreman bi rêz û hurmet bejna xwe ditewînin…