Min birîna xwe bi destê xwe dirût…
Em di sala 93’an de bi heyecaneke mezin li bendê bûn ku ji bo salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, çend çalakiyan li dar bixin. Me di 8’ê mehê de tevahî amadekariyên xwe temam kirin. Me yê li qada Gabarê çend çalakiyên mezin li dar bixista. Di nava plansaziya me da êrîşa li ser çend qereqolên herêmê û qut kirina rêyên ku hêzên artêşê bi kar tîne, ji bo ku em bikaribin alîkariya ku wê were qereqolê asteng bikin hebû… Her wiha me çend kemîn û mayîn li pêşiya dijmin danîbû…
Yekîneya me li herêma Çiravê ya bi ser Gabarê de bû. Di cihekî di navbera Besta, Garisa û Gabarê de bû. Cihê me cihek pir dewlemend û bedew bû. Çiyayên wê bilindin, zivistana wê sare û havîna wê pir hênik e. Berfa wê heya dawiya salê xilas nabe, her wiha qada me ji bo gerîla wek hembêza dayîkê bû. Di berwarên wê de avên kaniyên cemidî diherikîn. Wêneya xwezayê bi axa wê ya ku tije darên fêkiyêne temam dibe. Her wiha li derdora gundên wê şînkahiyên ku xweşikbûna wê nayê pênase kirin hebûn.
Ew xwezaya bedew û gundên wê yên bi ewle û sakîn, destên gemar dirêjê bûye. Hewl didin çembera dagirkeriyê li derdora wê firehtir bikin. Xwediyên van xakan bi darê zorê dixin cerdevan û ev cerdevan çeka dewletê di rûyê zarokên gelê xwe de radikin. Yên ku cerdevaniyê qebûl nakin jî, wana di di şevên tarî de koçberî warên biyaniyan dikin.
Hejmareke mezin ji gerîlayên herêmê ji bo pêkanîna van çalakiyan kom bûn. Hevalê Hozan ê ku ji wêranşarê bû fermandarê tabûra me bû, hevalê Rûbar Karakoçan jî fermandarê yekîneyê bû. Ez jî fermandara texima hevalên jin bûm. Di derbarê van çalakiyan de çend civîn hatin li darxistin. Biryar hat girtin ku yekîneya me êrîşê qereqola gundê Reşîna bike. ew jî gundekî ku piraniya şêniyên wê bûbûn cerdevan. Yekîneya me ya dûyemîn jî wê êrîşê qereqola Memîra bikira. Her wiha hat plansazî kirin ku çend kemîn li ser rêka Serxeta ya ku diçe qereqola gundê Şêx bê avêtin.
Çar hevalên me şeva berê çûn da ku derdor keşf bikin û rewşa wir bişopînin. Em jî şeva din li pey wan ketin rê. Her yek ji me hêjmareke zêde mermî û narîncok rakiribû. Her wiha me sê hêstir bi barên mayîn, rokêt û cebirxaneyên cûda cûda bi xwe re bir. Me hemiyan beriya êrîşê cihê xwe girt. Erk li ser hevalan hat belav kirin. Her grûbek di ber erkekê de berpirsyarbû. Hinek grûp erka wan xurt kirina eniyê bi cebxanê bû, hinek ji wan jî êrîş, hinek parastin, teqwiye û hinek jî kemîn avêtin bû… Ez berpirsyara grûba çekên giran ên ku wê li qereqolê bide… Me di tevahiya meşê de, qet dengê hevalên pêş nebihîst… Ji ber wê me hewl da di derengiya şevê de bi riya cîhaza biçûk bi wan re biaxivin û rewşa wan zelal bikin. Ji me re gotin, di cihê xwe de bisekinin û tevger nekin. Me bi mereqekê ji wan pirsî; çi heye, em nêzî wenin û kêmek maye em cihê xwe yê êrîşê bigrin. Bersiva me dan û gotin; Hêjmareke mezin ji leşkeran ji bo teqwiyê hatine qereqolê. Me ew dîtin hemû di nava amadekariyê de ne. Em hinekî ji vê agahiyê matmayî man. Ji ber ku em li jor bûn, me tevgera dijmin ji nêz de dişopand. Me bi vî rengî hevalên xwe di cihê ku dijmin lê nînbûn, ji qereqolê dûrxist. Me dît ku ji derveyî paşve kişînê tu riyek me ya din nîne. Ji ber wê me tiştên xwe kom kirin û em vegeriyan cihê xwe.
Dema em çûn çalakiyê em di navbera 40 deqan de gihiştin cihê xwe, lê vegera me şevek sax girt û em wiha bi destê sibê re gihiştin cihê xwe. Seat dihat 5’an dema ku em nêzî kaniya Nîtê ya ku li girê Tîrova ye bû. Ew jî kaniyeke ku di nava Çiravê de ye. Havîna xwe di vê axa dewlemend de derbas dikirin. Gelên herêmê navê vî cihî xistibûn (Bajarên Xirbê)… Dema mirov li ser latên wê dimeşe, wisa hîs dike ku di nava bajarekî kevnar û dîrokî de dimeşe.
Ji ber ku dijmin di nava amadekariyê de bû, me texmîn dikir ku wê derkeve operasyonê. Me jî li gorî wê tevdîrên xwe yên pêwîst girtin. Dema em gihiştin cihê xwe, me ji fermandarê yekîneyê re agahî da û go; “Bila her kes tedbîrên xwe bigre, dibe ku dijmin di vê herêmê de derkeve operasyonê…”
Sala bihurî wek vê rojê, ango di 9’ê Tebaxê de hevalan êrîşê wê qereqolê kiribû. Agir bi her derê wê xistibûn, tiştek di qereqolê de nehiştibûn. Piranî leşkerên qereqolê hatibûn kuştin, yên ku sax man jî cihê xwe berdabûn û ji qereqolê dûr ketibûn. Wê demê hevalek me şehîd ketibû û du hevalên me jî sivik birîndar bûbûn. Ji ber wê dibe ku wê çalakiyê hiştibe dijmin ji niha de bikeve nava amadekariyan.
Taxima ku min lê meyze dikir, hemû hevalên jinê yên ku nû tevlê bûbûn û di şer de jî bê ezmûn bûn. Tenê hevala Sakîne ya ku beriya du salan tevlê bûbû kevin bû. Ew di heman demê de alîkara min bû. Lê hevalên din hemû di bihara vê salê de tevlî nava refên me bûbûn.
Me hewl da hêzên xwe amade bikin. Ez û sê hevalên dinê, me çû cebilxaneya yedek di nava du latan de veşart. Piştî wê min ji hevala Sakîne re got ku bila hevalan di cihên guncaw de bicih bike. Her du heval bi hev re, ji bo ku em bikaribin xwe ji êrîşên hewayî biparêzin. Erkeke min a din hebû, ew jî berpirsyartiya xwarin û erzaqê yekîneyê bû. Ji ber wê min hewl da çend hevalan ji bo amadekariya xwarinê erk bikim, dizanim ku hemû heval pir westiyane, bi taybet jî piştî ku plana çalakiya me vala derket û piştî wê meşa şev a dirêj. Çavê min li hevalê Xeyrî ket, min jêre got; “Hevalê Xeyrî, amadekariyên xwe bike, ger tu bikarî hinek xwarin ji hevalan re amade bikî wê baş bibe. Ew jî bi henekî ji min re got; “Ez westiyayî me…” Min got; “Ezmûnên te hene, tu hesasiyeta rewşê dizanî, divê tu ji bo dûmanê pir hişyar bî.” Piştî wê çûm cem hevala Sakîne û min careke din jê pirsî ka heval bi cih kirine an na. Wê jî ji min re got, “Raste heval Çîçek min heval di nava latan de belav kiriye.”
Min ew hişt da ku biçim rewşê bişopînim. Hinek wext derbas bû, lê ez qet ne rihet bûm. Ji ber wê min xwest bi xwe zelal bikim ka cihê hevalan saxleme an jî na. Ez di nava latan de pêşde çûm, min dengekî ji cihê ku me cebilxane lê veşartibû bihîst. Dema çûm wir, min dît ku çend hevalên me li wirin. Di van kêliyan de jî dengê balafiran hêdî hêdî bilind dibû. Bi bilindbûna dengê balafiran re, herêm hat bombebaran kirin. Seat di 7’ê sibê de nêzî 8 balafirên şer ji pişt gundê Reşîna dest bi bombe barandinê kirin. Her du balafiran bi hev re êrîş dikir û pir nizim digeriyan. Yek barê xwe vala dikir, piştî wê bê navber hema balafira din diket dewrê. Rûyê asîman bi ewrekî reş ê tije dûman ve hat girtin. Di nava çend saniyan de ez vegeriyam cem hevala Sakîne, min jêre got bila cihê hevalan biguherîne. Ez jî ji xwe re li cihekî geriyam û min xwe bicih kir, lê mejiyê min her li ser hevalan bû. Min careke din berê xwe da cihê hevalan da ku rewşa wan meyze bikim. Di kêliya ku berbi cihê hevalan ve dibeziyam, rokêtek li kêleka latê ket, lê min riya xwe berdewam kir. Min dît ku heval hê jî di heman cihî de ne. Em ew ji wir derxistin û ji wan re cihê cûda cûda diyar kir. Du heval jî bi min re hatin cihê ku ez lê bûm. Min jî ji xwe re cihek nû dît. Roketeke din li jora cihê me ket. Parçe ser me de bariyan. Dengê teqînê di nava latan de belav bû… Cihê ku ez lêbûm hinek teng bû. Dema min li seatê meyzand, min dît ku seat tê 11.30’an… Çawa ku li pişt xwe zivirîm, hema min çirûska agirekî li pêş çavê xwe dît. Piştî wê min hîs kir ku ez gêj dibim.
Min pişta xwe da latê. Dema ku min hewl da li derdora xwe meyaze bikim, min dît ku ez tenê bi çavekî dibînim. Min li cilê xwe meyzand, min dît ku gelek cihê wê şewitîne û xwîn bi ser singa min de diherike. Min fêm kir ku birîndar bûme. Min şewatek di qirika xwe de hîs kir û mîda min li hev dikeve, wê demê min fêm kir ku min xwîn daqurtandiye. Çend saniye derbas nebûn, ez hê jî di şoqa rewşa xwe da bûm, ji nişkêve min dît ku rûyê min nepixî. Min dengê xwe nekir, da ku heval ji tirsa li derdora min kom nebin. Ji ber ku lêdana balafiran hê jî berdewam dikir. Du heval li pêşiya min hebûn, min hewl da xwe bighînim wan beriya ku ser hişê xwe ve biçim. Min hîs kir ku êşa di rû, çav û devê min de zêde dibe, dest û milê min giran dibe, hêdî hêdî min cihê birîndariya xwe diyar dikir. Di van kêliyan de herdu hevalan ez dîtim. Qîr kirin û berbi min ve hatin… dema min dît ku herdu qîr dikin û digrîn, min ji wan re got; heval tiştekî min nîne. Ez bi zorê axivîm û xwîna devê min zêdetir bû. wê demê min fêm kir ku birîna min girane. Herdu hevalan alîkariya min kirin û ez birim cihê xwe. Min ji hevala Sozdar re got, “Ji hevala Sakîne re rewşa min bêjin, bila niha were vir…”
Dema ku hevala sakîn hat cem min, pirsî got çibû?… min jî hewl da bi rûyek li ken bersiva wê bidim, lê lêvên min pir giran bûbûn. Min nizanibû çi jê hatibû. Tenê min jêre got, ji dixtor re bêjin ku ez birîndarim. Bila zû were. Bila heval jî kes ji cihê xwe dernekevin. Hevalê Amed ê ku dixtorê yekîneyê bû, hevalek nû bû û qet ezmûnên wî nînbûn.
Di van kêliyan de balafiran hê jî lê didan. Her ku balafir lê didin, leşker jî pêşde tên. Dema ku heval Amed gihişte cem me, çawa ku çavê wî li min ket, bê hemdê wî çentê wî ji destê wî ket û paşde zivirî. Hevala Sakîne banê kir, min jêre got bihêle bila biçe… Ew jî ji vê rewşa min şoq mabû û ti carî birîndarî nedîtibû.
Ez di warê birîndariyan de bi ezmûn bûm. Ji ber ku beriya niha du caran birîndar bûbûm. Her wiha min birînên hevalan pir derman kiriye… Min ji hevala Sakîne re got, ka eynê bide min, lê nexwest bide min, ditirsiya ku ez şoq bimînim. Lê piştî israra min, neçar ma ku bide. Min di eynê de li lêvê xw meyze kir. min dît ku lêva min a jor di nîvî de çiriyaye. Her beşek ji lêva min çûbû cihekî. Her wiha min dît ku hersê diranên min ên pêşî jê ketine. Jora biriyê çavê min ê rastê jî birînek hebû, çavê min jî ji ber wê kor bûbû û xwîn jê diherikî… Her wiha min dît ku rûyê min tije parçe bûye, hemû wek xalên sipî xûya dikin… Piştî wê min li milê xwe meyzand, sê parçe li wir jî ketibûn. Parçê çara jî li pişta destê min ê çepê ketibû. Parçe pir baş xûya dikir. Her wiha parçeyek mezin di guştê lingê min de hebû… Min makêtek ji hevala Sakîne xwest. Ji min re got, tu yê destê xwe seqet bikî, ji xwe benc jî nîne. Min got, tişt nabe ji xwe birîna min hê germe, nabe pirsgirêk. Hevala Sakîne jî ji bo ku parça ji milê xwe derxim alîkariya min kir. piştî wê min tendiryot jê xwest. Min şûşa tendiryotê hemû ser birîna xwe de kir, da ku xwîn bisekine. Di hinek cihan de xwîn sekinî, lê belê xwîna lêv û çavê min nesekinî bû. Min derziya dûritina birînan ji hevala Sakîne xwest. Di çentê de meyze kir, lê ne derzî ne jî tayê tibî tê de hebû. Pişt re min jê pirsî ka ta û derziya dûritin ya normal heye yan na. Bi çavek matmayî li min meyze kir û got, tu yê çi bikî jê?… Min jê re got, emê lêva min bidrûn. Ji min re got, ma qey tu dîn bûye. Min bersiva wê da û got; “Ger ku birîn sar bibe, pişt re rihet nabe. Piştî ku dît ez bi gotina wê qanî nabim, çû cem hevalan li ta û derzî bigere…
Di van kêliyan de lêdan qet nesekinî û leşker pêşde dihatin, li nêzî kaniya Nîtê pevçûn qewimî. Lê em li kêlekekê bûn, li gorî hevalên ku ketibûn nava pevçûnê, em hinek dûrtir bûn.
Hevala Sakîne hê li ta û derziyê digere. Her kesê ku hevala Sakîne derzî jê dixwest, matmayî dima. Di nava vê qiyametê de xwestina derziyekê hinek ecêb bû. Herî dawî heval Xeyrî ji hevala Sakîne pirs dike; “Tu yê çi bikî ji derziyê.” Ew jî jêre dibêje wê hevala Çîçek lêva xwe bidrû. Min dît ku ew jî bi hevala Sakîne re hate cem min, xwest moralê min bilind bike û bi henekî got; “Ma min ji te re negot ez westiya me, erka xwarin çêkirinê nede min!… vaye tu ji ber wê birîndar bûyî.” Min jî got, tişt nabe. Ew jî ji min re got; ma qey tu dîn bûye heval Çîçek, tu yê çawa lêva xwe wisa bidrûyî?!…
Min ji wî re jî got; “Ger em niha nedrûn, pişt re rihet nabe.” Ew jî qanî nebû, lê dizanibû ku deam ez tiştekî dixim serê xwe, teqez pêk tînim. Min parçeyek ji tayê zer ji çentê hevalê Amed derxsit. Ew ta jî pê milê çentê xwe yê qut bûbû girêdabû. Hevalan ew ta vekirin û me tayek jê kiştand. Min ji hevala Sakîne re got; herdû cihên birînê bigre, ezê derziyê têre derbas bikim. Min derzî xiste nava goşt… Dengê qutbûna hucreyan wek dengê çirandina paçekî hat. Beriya ku ez derziyê ji milê din de derbixim, hevala Sakîne nekarî tehmûl bike û herdû lêvên min berdan. Derzî di nava goşt de ma. Min nekarî bi tena xwe hem lêva xwe bigrim, hem jî bidrûm. Ji ber ku destê min ê çepê birîndar bûbû.
Hevala Sakîne bi vê birîna min pir diêşiya. Lê ez neçarbûm ku lêvên xwe niha bidrûm, ji ber wê pişt re birize û wê lêvên min wek devê kîvroşkê vekirî bimînin. Min cardin bi moralek bilind jêre got; “Hevala Sakîne, tenê tu herdû milê birînê bigre…” ew jî dizanibû ku ezê ji vê biryara xwe paşde nekşêm, herdu mil dîsa girtin. Hêdî hêdî min derzî di herdû milan re dibir û dianî… Nizanim ku min çend caran derzî di herdû milan re derbas kir, lê min dizanibû ku çiqa dirûtin hûr be, wê zûtir rihet bibe. Piştî ku min dûritin xilas kir, min dît ku lêva min berve jor ve şidiyaye, her wiha min goştî zêde di milê diran de mabû…
Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike