• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Rewitiya Çiya-7

January 18, 2022
in Bîranînên Gerîla
A A
Rewitiya Çiya-7
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Bi rastiya Serokatî re cîhana min a kevin hilweşiya

Ez nêzî 8 mehan li akademiya Mahsum Korkmaz mam. Di nava van mehan de cîhana min a kevin hilweşiya. Min xwendin û nivîsandina xwe li wir pêş xist. Jiyana akademiyê pir bi disiplîn bû û asta lêhûrbûn û dahûrandina kesayet pir li pêş bû. Min di wir de rastiya rêxistinê û rastiya xwe dît.

Ji Botanê, bi taybet jî Gabarê pir hez dikim

Piştî ku min perwerda xwe di akademiya Mahsûm Korkmaz de bi dawî kir, min careke din riya çiyayên Kurdistanê girt. Ez destpêkê çûm eyaleta Zapê. Piştî ku demekê li wir mam, dîsa derbasî Botanê bûm. Ji xwe ez ji Botanê, bi taybet jî Gabarê pir hez dikim. Min di Gabarê de vîn, bawerî û hêza xwe nas kir. Min di Gabarê de gelek rêhevalên hêja nas kirin. Niha piraniya wan şehid ketine. Di jiyana xwe ya gerîlatî de kuve biçim bila biçim, wê cihê Gabarê her di dilê min de cûda be. Ez tu carî bîranînên xwe yên li wir ji bîr nekim…

Ez jî wekî tevahî rêhevalên xwe piştî biryara paşde kişînê ya sala 99’an derbasî qadên Parastina Medyayê bûm. Ez heya demekê li qada Qendîlê mam. Li vê derê tevlî gelek kongre û konferansan bûm.

Piştî ku min perwerdeyek din a akademiya Mahsum Korkmaz dît, min careke din berê xwe da meskenê xwe Botan. Min li Botanê hem kêliyên pir xweş, hem jî kêliyên pir bi êş jiyan kirin. ev kêlî di dil û mejiyên min de hat çandin. Van kêliyan hem hêzeke watedayînê ya mezin da min, hem jî birînên ku qet nayên derman kirin di dilê min de vekirin. Min li vir gelek rêhevalên xwe winda kirin.

Barê min giran e

Ez ji sala 89’an de gav bi gav di riyên çiyayên Kurdistanê yên ku diçin azadiyê de dimeşim. Di van salên dirêj de gelek berdêl hatin dayîn. Ez xwe li beramberî van berdêlên giranbiha deyndar dibînim. Ji ber wê divê erkên xwe pêk bînim. Divê em di riya rêhevalên xwe yên şehîd de bighin serkeftinê û azadiyê pêk bînin. Min di nava van salên dirêj de, di gelek waran de xwe perwerde kir. Vaye niha jî barek giran li ser milê mine. Ez fermandara YJA Star im… Divê xwedî li vê erka xwe derbikevim. Divê ez xewn û xeyalên rêhevalên xwe yên şehîd temam bikim…

Ez ji tevahî rêhevalên xwe re serkeftin dixwazim… Hêviya min pir mezin, emê bi azadiya Rêber APO re serkeftina xwe tacîdar bikin.

Ji Pênûsa Fermandar Ş. Çîcek Kiçi

Dê Berdewam Bike

 

 

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN

May 16, 2025

Read moreDetails
SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE
Nirxandin

SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE

May 15, 2025

Read moreDetails
PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE
Nirxandin

PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE

May 14, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk