Rewitiya Çiya-3
Ez bûm jina yekem a ku ji eşîreta Kiçiyan tevlê dibe
Piştî wê, ez neçar mam li benda hatina hevalan bim. Ji ber ku gotibûn emê werin bi zagona leşkerî ciwanan tevlê bikin. Ez her li bendê bûm. Ango dema bihatana, ezê bi wan re biçûma. Ji ber van lêgerînên min her kes dizanibû ku ezê tevlê bibim, lê kengî tevlê bibim kes nizanibû…
Roja din berbi destê sibê min dît ku hevalan her der girtiye. Ciwan hê di xew de bûn. Du zarok jî ji bo ku tevlê nava gerîla nebim nobeta min digirtin. Lê dema ku her kes ket derdê zarokê xwe, karê min hêsantir bû. Di herêma me da ji derveyî du xwûşk û keç apên hev ên ku ji Silopî tevlê bûbûn, hê keç tevlê nebûbûn. Dema ku her kes bi zarokên xwe re meşxûl dibû, ez hema derketim. Ez ji cihek dûr ve zivirîm û çûm noqtê. Min dît ku her kes di noqtê de ye. Dema ku ez dîtim şaş man. Ji xwe bi hatina min re her tişt bin guhê hev ket. Ji ber ku em eşîret bûn û ji eşîra me ez a yekem bûm. Kesî tevlêbûna min qebûl nedikir. Digotin bila zilam biçin lê tu neçe.
Herî dawî ez bi wê grûbê re çûm qada ku gerîla lêbûn û wiha tevlê bûm. Lê, gundiyên me û gerîlayên ku derdora me nas dikirin nedixwestin ku ez tevlê bibim. Ji ber her kes dihizirî ku ger ez tevlê bibim wê bandorek neyînî li ser eşîretê çê bike. Hogirê revî, ji bo ku bizivirim malê hewl da ku min qanî bike. Ji min re got; “Tu çima tevlê dibî. Em nikarin ji rûyê te de eşîretekê li beramberî xwe rakin. Emê te cardin bişînin malê.” Min jî jê re got, “Tu dikarî biçî malê, lê ez naçim. Partî mala me hemiyane…” Vê carê jinên eşîra me hewl dan ku min qanî bikin. Min ji wan re got, ger hun min niha bibin, ezê careke din tevlê bibim.
Jı Pênûsa Fermandar Ş. Çîçek Kiçi
Dê Berdewam Bike