Roja zayîna gelekî
Îro roja sersala partiyê ye. Ev roj di dîroka gelê Kurd de wek roja vejînê tên nas kirin. Zîncîra koletiyê ya bi hezaran salan di vê rojê de hat şkandin. Ji bo tevahî cîhanê, bi taybet jî ji bo gelê Kurd roja tarîtî veguherandina ronahiyê ye. Ronahî di vê rojê de cardin zindî bûye û ji her kesî re diyar kiriye ku, êdî wê kes nikaribe vê ronahiyê bitemirîne. Di tevahî dîroka mirovahiyê de yek ji rojên herî pîroze.
Hemû heval ji bo pîroz kirina vê rojê, bi coşek mezin amadekariyên moralê dikin. Lê mixabin agahiyeke bê tam, ji me re hat. Me dît hevalan di cîhazê de agahî şandin û gotin, du kesayetên ku ne layîqê jiyana şoreşgerî ne reviyan. Berê xwe ji rêya mirovatiyê vegerandine û berê xwe dane rêya xiyanet ê…
Ez gelek fikirîm, pişt re gihiştim vê encamê, dema hestên mirovan li ser ramana wan serwer be, ev mirov dikare heya xiyanetê jî biçe. Pir bi hêsanî dikare xiyanetê li keda xwe û ya rêhevalên xwe jî bike. Dema ku mirovek rastiya PKK ê mereq neke, nas neke, pêre jiyan neke û nebe yek, wê her demî li hemberî dîrokê gunehbar bimîne.
Gelek mirov salên xwe yên dirêj di nava partiyê de derbas dikin. Hinek hene nirxek mezin qezenç dikin, lê hinek jî ji ber sedemê ku di mejî de tevlî partiyê nebûne, heya xiyanetê jî diçin. Ji ber wê heya ku ew mirov saxbin, wê li hemberî dîroka gel û welatê xwe ketîbin.
Cardin bi wesîleya roja zayîna PKK’ê, vê rojê li Rêber APO, gelê xwe û tevahî mirovên tekoşînvan pîroza dikim.
27 Mijdar 1996
Şkefta Birîndara
Em grûbek heval çûn cem hevalên ragihandinê (muhabere) û hevalên li serê girên doçkayê. Em çar hevalbûn. Ez, hevala Azîme, hevala Nesrîn û hevala Rojîn bûn. Girê Şkefta Birîndrana gelek bilind e. Dema ku em heya nîvê tepe çûn, min li dora xwe nêrî, min wer hesap kir ku li ser hemû çiyayên welatê xwe geriyame. Ji ber ku girê Şkefta Birîndara gelek mirovên azad, di singa xwe de xwedî kiriye. Mirovên ku xwîna xwe ji bo şînbûna xwezaya Kurdistanê rijandine.
Em hinekî din bi serketin, berf pir zêde bû. Hema bêje em heya şûtikê diketin nava berfê. Ji ber wê em neçar man bangî hevalên tepe bikin, da ku werin pêşiya me. Em heya nêzî cihê hevalan çûn, min dît hevalekî cilê berfê li xwe kiriye û berve me ve tê. Pişt re me dî ku hemû heval hatine pêşiya me. Me ji hatina hevalan moralek mezin girt. Ji ber hatina me, moralê wan jî gelek bilind bû.
Pişt re em li serê gir geriyan û me li cihê hevalan meyze kir. Bi rastî hevalan li van deran kedek mezin dane. Bi ruxmê hemû zoriyan, tevahî pêdiviyên xwe bi rengek herî baş pêk anîne. Ev hişyarbûna hevalan em jî kêfxweş kirin…
24 Kanun 1996
Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike