Sema Delîl Amed
Heval, hevaltî, hevalbendî, hevalbûn, hev¬rê¬tî, hevaldoz, hevalhez, rêhevalî û hogirî. Çi pey¬vên xweş in ku çawa di guhê mirov de o¬lan didin dilê mirov pê germ dibe. Hestên ba¬¬werî, hevgirtin, piştgirî, hêz, xurtbûn û ew¬¬lehiyê bi mirov didin hîskirin. Di vê peyvê de tenêtî dişkê, pirbûn, dilsozî û girêdan der¬tê holê. Yan jî mirov bi vê hevaltiyê, bi rê-hevaltiyê dibe mirov. Belkî bê gotin ku ev he¬vok pir bi îdîayeke hişk radibe, rewşeke mi-soger jê tê fêmkirin, mirov çawa ji dayîk di¬be jixwe mirov e. Lê dema em li şertên mirov¬bûnê yan jî li ew taybetiyên mirov dikin mi¬rov binêrin wê ev rewş hîn zelaltir ji hev sa¬fî bibe.
Ji ewil heta niha pirsa ‘gelo mirov bi serê xwe, bi tenê, bêyî ku bi mirovên din re bide û bistîne, parve bike, rabe rûnê dibe mirov an na?’ her tim di nîqaşê de ye. Ji dîroka şaris-taniya dewletparêz heta roja me gelek zan¬yar, oldar, fîlozof, derwêş heta pêxember li dora bersiva vê pirsê çûne û hatine. Ne beri¬ya wê, lê bi taybet ji dîroka şaristaniya dewlet¬parêz ve ji ber ku bi destpêka vê dî¬ro¬kê re êdî mirovbûna mirov dikeve nîqaşê. Ji ew şertên ku mirov dikin mirov a sereke civa¬kîbûn tê xwestin bê belavkirin. Îradeya mi-rov ji dest tê girtin, mirov ji bo mirov dikin kole. Her wiha kesên ku di serxwextbûna vê rewşê de ne, lêgervan û têkoşerên azadiyê di¬kevin dû bersiva vê pirsê. Li gor fikra ku bi giranî tê pejirandin jî; ‘mirov encax bi mirov dikare bibe mirov’. Yanê ji bo mirovbû¬nê ci-vakbûn pêwîst e.
Kesê ji civakê qut dibe êdî taybetiyên mirov¬bû¬nê jî wenda dike, dibe mîna zindiyeke nedi¬yar di xwezayê de û dimîne. Heta di xwe¬za¬yê de jî hema bêje hemû heywan bi komî, bi hev re dijîn, kêm cure heywan bi tenê di¬jîn. Di civakên beriya şaristaniyê, di civaka xwe¬zayî de dema ku mirov ji kom, klan, qe¬bî¬le yan jî eşîra xwe qut dibin wisa dizanin ku wê bimirin. Girîngiya civakbûna mirov di vê mînakê de pir eşkere dixuyê.
Piştî serdema koledar bi fizîkî koletiya mirov ji mirov re ji holê tê rakirin. Em bala xwe di-dinê di vê de rola olên yekxwedayî, fik¬rên zanyar û fîlozofên ku mirov dikare ji wan re bibêje pêxember ên mîna Zerdeşt, Kon¬fîçyûs, Bûda û Manî pir girîng e. Hele be¬riya zayînê di sedsala 6. de felsefeya li Yû¬nana Antîk pêvajoya rakirina koletiyê hîn bi¬lez dike. Dîsa di her qonaxeke mirovahiyê de bawerî, felsefe, kom, mezheb, qebîle û e¬şî-rên li hember kolekirina mirov derdikevin he¬bûne û şerê azadiya mirov dane.
Em dinêrin bi xurtbûn û belavbûna şaristani¬yê re civakîbûn jî her diçe lewaz û qels dibe. Bi demê re îradeya mirov bi qralên xweda-qral, împarator, pêxember û rêveberan ve gi¬rê didin. Hem jî wisa bi mirovan didin ba¬wer¬kirin mîna ku ev erk ji aliyên xwedayan ve ji bo wan hatine dayîn û hemû kes jî mec¬bûr in îradeya xwe teslîmî wan bikin, ji bo ber-jewendiyên wan bijîn. Bi taybetî bi pêş¬ke¬tin û belavbûna bazirganiyê têkîliyên miro¬van ên parvekirin, bihevrebûn, hevaltî û dos¬taniyê êdî li ser tiştên madî tên avakirin. Di dema sazbûna Kapîtalîzmê de (sed sala 18.) endustriya ku bi pêş dikeve tam jî xizme¬ta vê hewldanê dike. Heta kesên li derve¬yî vê sîstemê dimînin, zêdetir kom û civakên dû¬rî navendên endustriyê bajaran –mîna nav¬çe û gundan, ji ber ku hê jî bi nirx û exlaqê xwe yên komînî, parvekirin û hevaltiyê jiyana xwe didomînin ji aliyê aqilmend û îdeolo¬gên van navendan ve paşvemayî, nezan, bê¬fam, kirêt, nexweşokî, hov û ji şaristaniyê dûr tên nasandin.
Di vê serdemê de em li civaka Kurd an jî erd¬nîgariya Kurdistanê dinêrin civakîbûneke li ber xwe dide heye. Lê zêdetir jî ji bikara¬nî¬na berjewendiyên modernîteya kapîtalîst re ve¬kirî ne. Ji ber bêrêxistinî û nebûna pê¬şen¬gên xurt ên Kurdan û hirsa karê ya welatên em¬peryal bi demê re ev jî pêk tê. Yanê bi qir¬kirinên fizîkî û paşê jî bi yên çandî civak tê belavkirin. Piştî salên 1950’an êdî Kurdistan hêdî hêdî tê valakirin. Yên ji ber qirkirinan mane bêhêvî û bêkar mehkûmê bir¬çî¬bû¬nê dikin. Lewra di van salan de bi hezaran Kurd welatên xwe dihêlin û li pey nanê rojê di¬revin diçin xizmeta welatên rojava yên Ew-rûpayê dikin.
Rêbertiya me ku di van salan de hê zarokek e zû li vê xeteriyê hayil dibe. Di nav Kurdan de ew civakbûna hatiye belavkirin wî aciz di¬ke. Li dû civakîbûnê diçe, hevaltiyê xurt di-ke, di vê rêyê de bi malbata xwe ya ku weke kakilê civakê tê zanîn re jî şer dike. Kevne-şopiyên heyî yên mîna dijminahiya xwînî jî di danîna têkîliyên hevaltiyê de nikarin wî bi-din sekinandin. Beriya her tiştî ji bo hevaltiyê ked dide. Ji bo dilsoziya hevaltiyê bi¬pa¬rê¬ze û vê bihevrebûnê zindî bihêle hemû derfe¬tan birêxistin dike. Bi van taybetiyên xwe ba-weriyê dide derdora xwe. Li wateya jiyanê di¬gere. Bi demê re ji wan pirsên xwe yên ku têr bersivan jê re nabîne lêgerên xwe bi olê ber¬dewam dike. Çawa dibîne ku ev ji bo lê-ge¬rên wî nabin bersiv vêca li ser fikra sosya¬lîz¬mê disekine. Bi vê re jî êdî dest bi avakiri-na koma pêşeng a tevgera azadiyê dike.
Di rêhevaltiya Rêbertiyê de ger em taybeti¬yên wî yên ji destpêkê ve rengê xwe dane me¬şa wî nizanibin em nikarin maneya hevalti¬yê jî rast têbigihîjin. Ji ber ku ev taybetî kiri¬ne ku ji civakeke hatiye belavkirin, perçi¬qan¬din û bi giranî di xizmeta dagirkerên xwe de bûye, civakeke ber bi azadiyê ve dimeşe der¬keve holê. Pêşî rast pênasekirina van taybe¬tiyan û paşê jî pratîzekirina wan wê bikari¬be hevaltiyeke rast bihone, ava bike. Çawa ku ev neyên kirin an jî di pêkanîna divêtiyên he¬valtiyê de kêmasî û şaşî derkevin em ê her meh¬kûmî jiyaneke bênasname, bêîrade, bê¬ma¬ne mîna beriya derketina tevgera azadiyê ya di xizmeta dagirkeran de bimînin.
Cewher bi Manedayînê ve Girêdayî ye
Ma¬nedayîn di fêmkirina cewherê her tiştî de bi rola sereke radibe. Ev sîstema cinsiyetpa¬rêz a ku em tê de gihane, hatine perwerdekirin, ji dîrokê heta kêliya niha neyê fêmkirin, ji hev neyê derxistin wê manedayîn jî pêk ne¬yê. Wisa be gava pêşî manedayîna rewşa he¬yî ye. Rêbertî ji çavê hespekî bigire heta st¬randina çûkekê û coşa di çavên keçeke ci¬wan de her li maneyê digere. Manedayîn fêm¬kirinê bixwe re tîne. Bi wê fêmdariyê ya ku Rêbertî ji mirovên ji rêzê cuda dike li gor pê¬wîstiya fêmdariyê tevgerkirin, rêxistinkirin û jiyankirin e. Eger bi Rêbertî re di rêheval¬tiyeke xurt de îdeayek hebe, divê weke wî ji her tiştê li derdora xwe re mane bê dayîn. Bi vî rengî li gor fêmdariya ku çêdibe xwe bi¬rêxistinkirin ji bo rêhevaltiya bi Rêbertî re bin¬geheke saxlem wê deyne. Jiyaneke nehatibe jihevderxistin, ji her qonaxa wê ya paşero¬jê re mane nehatibe dayîn çiqas ked bê da¬yîn jî wê ev her mîna keda Sîphos vala biçe. Ji bo ew kesayeta ku ji aliyê sîstemê ve mîna ax¬tapotekî hatiye dorpêçkirin sekneke dijber a ayîdê xwe pêwîstiyeke jiyanî ye. Kengî me ka¬rî vê seknê nîşan bidin em dikarin bibin hev¬rêyên Rêbertiyê. Dîsa meşeke ne di vê rê¬yê de wê Rêbertî bi tenê bihêle.
Hevaltiya bi Rêbertî re Lêgerîna Xwe¬bû¬nê ye
Rêbertî ji zaroktî ve li hember qalib û bando¬rên paşverû yên modernîteya kapîtalîst û ci-va¬kê têkoşiyaye û xwedî helwest bûye ku di¬ka¬re her tim heqîqetê bijî. Ya di Rêbertî de pêk hatiye gihîştina cewhera jiyana rast e. Her wiha em bi hêsanî dikarin bêjin ku heval-tiya bi Rêbertî re lêgerîna ‘xwebûn’ê bi¬xwe ye. Kengî me jî karî qalibên di kesayeta xwe de bişkênin em ê wê çaxê bigihîjin ‘xwe¬bûnê’ jî. Ji bo vê jî wêrekî, cesaret pêwîst e. Qalibên ku em bişkênin di jiyana me de ji giraniyê wêdetir tişteke din îfade na¬kin. Hewldaneke cidî û kedeke giran divê. Di vê lêgerînê de kêmasî û şaşî, sistbûn, bê¬ci-diyetî, bêberpirsyarî wê rêya gihandina jiya¬neke rast her tim dirêj bike. Wiha her roja ku derbas bibe em ê ji heval û hezkiriyên xwe dûr bikevin. Mehkûmî tenêtiyeke di xiz-me¬ta kedxwariyê de bin.
Rêhevaltiya Rêbertî Çandek e
Bi tevahî berhem û afirîneriyên madî û mene¬wî yên civakekê çanda wê civakê ne. Bi hev re hatine avakirin, bi civakîbûnê çand mum¬kun dibe. Ev jiyana bi bîrdozî û felsefe¬ya Rêbertî hatiye avakirin jî bi serê xwe çan¬dek e. Çandeke dorfireh û afirîner e. Her nir-xên wê bi ked û hewldanên pir zehmet hatine avakirin. Her kesê bixwaze dikare di nav vê çandê de cihê xwe bigire. Lê bi şertê tev¬lî¬bûnê. Ji ber ku dema mirov tevlî vê jiyanê bi¬be di heman demê de tevlî vê civakê û çan¬da wê jî dibe. Bi fikrên xwe yên derbarê jiyan, civak, zanyarî, derdora civakî û mirova¬hi¬yê de tevlîbûn destpê dike. Ya ku Rêbertî her tim di me de kêm dibîne, rexne dike jî ne¬tevlîbûna me ya fikrî ye. Çima ku em li gor bîrdoziya Rêbertî xwe ava nakin tev¬lî¬bû¬na me jî şeklî dimîne. Li şûna bîrdoziya Rê¬ber¬tî jiyana xwe ya me ji civakê aniye em ber¬dewam dikin. Li cihê ku çanda Rêbertî ne¬yê jiyîn civakîbûn jî xera dibe. Bi vî rengî tev¬lîbûna çanda Rêbertî tevlîbûna rêhevaltiya wî ye.
Rêhevaltiya bi Rêbertî re bi Komunbûnê Pêkan e
Civakîbûn bi komunbûyînê dest pê dike. Civa¬kek çiqas xwedî komuneke xurt be ew qas di¬kare li hember êrîşên şaristaniya dewletpa¬rêz li ber xwe bide, cewhera xwe yê mirovahi¬yê biparêze. Yek ji cudahiya herî mezin a tev¬gera azadiyê ji tevgerên demokrasî û çepge¬riyê jî girîngîdayîna komunbûnê ye. Taybe¬tiyeke sereke ya sazkarê tevgera azadiyê Rê¬bertî jî şêwazê jiyana wî ya komunî ye. Rê¬bertî her tiştên madî û menewî ku diafi¬rî¬ne bi hevalên xwe û gelê xwe re parve dike, her wiha dike xizmeta mirovahiyê. Bi vî ren¬gî jî nirxên pîroz ava dike. Jixwe heke jiyanek bi komunî were avakirin her tim nirxan di¬afirîne. Hevaltî jî yek ji van nirxan a sereke ye. Berovajî vê jiyaneke tenê ji bo xwe, ji bo pêşketin û rehetiya xwe tê berdewamkirin ji¬yaneke ji rêzê ye û ti nirxek jî ava nake. Te¬vî ku nirx ava nake nirxên bi kedeke giran ha¬tine afirandin jî xerc dike anog jiyanê, civa¬kê xera dike. Ji ber ku ev jiyana pîroz jiya¬ne¬ke mirovahî ye, xerakirina jiyana bi keda Rêbertî û şehîdan hatiye avakirin jî helweste¬ke dij-mirovahî ye. Dema bi vê hesasiyet û ber¬pirsyariyê tevger çêbibin hêmana herî xurt a hevaltiya bi Rêbertî re jî dertê holê.
Dubarekirina Rêbertiyê Rêhevaltiya bi Wî re Xurt Nake
Di tevahî jiyana xwe de Rêbertî bi taybetî gi¬rîn¬gî daye rêhevaltiyê. Em bala xwe didinê her tim hewl dide milîtan, kadro, heval û ge¬lê xwe pêş ve bibe. Wan zane û biaqil bike. Di¬bîne ku gelê kurd tevî ewqas wêrekî, ber¬xwe¬danî û lehengiya xwe jî di warê zanyari-yê de qels û lawaz maye. Bi taybetî di mijara xwe perwerdekirinê de hema bêje ti sazî û dez¬gehên me nebûne. Dibistanên dagirkeran ji bo me mîna aşê bişaftinê xebitîne. Ji kesaye¬teke wiha ji xwe dûr ketî û hatiye bişaftin a¬firandina hevaltiyê birastî jî encama kedeke pir doralî ye, di asteke mucîzewî de ye. Rê¬ber¬tî di vê rêyê de bi hezaran dahûrandin û teh¬lîl li ser kadro û gel pêş xistiye. Di bin şert û mercên tecrîda girankirî de jî ji bo me per¬werde bike bi cîldan parêzname amade ki¬riye. Erka me ya bingehîn xwendin, fêmkirin û pêkanîna van parêznameyan e û li gor fel¬sefeya tê de xwe jinûve bidestgirtin û ava¬ki¬rin e. Ango xwe perwerdekirin e. Di per¬wer¬deyan de, ne tenê dubarekirin nirxandin û tespîtên Rêbertî kirî, pêwîst e her kesek ji me xwe tê de bibîne û pêş ve bibe. Lêkolîn û nî¬qaşan bike, li ser fikra Rêbertî xwe kûr bike. Tenê peyv bi peyv dubarekirina fikrên Rê¬bertî hevaltiya bi wî re xurt nake, bi pêş ve nabe, weke meşa di cihê xwe de, ne pêş ve ne jî paş ve dibe.
“Her Heval Nirxek Hêjayî Hurmetê ye”
Ev hevok felsefeya Rêbertî ya hevaltiyê pir xweş rave dike. Her tim nêzikatiya wî ji bo he¬valtiyê li ser van esasan e, ji ber ku her he¬val¬tî bi kedê hatiye avakirin. Ji destpêka ko-mê ve her xebata hatiye kirin, her keda hatiye dayîn, her şehadeta qewimiye nirxek ava ki¬riye.
Îro nirxên em pê dijîn, xwe ji nû ve ava dikin, dikarin li hember tevahî êrîşên mo-dernîteya kapîtalîst li ber xwe bidin û xwe biparêzin encameke kolektîf a li ser van ke-dan hatine avakirin e. Lewra hurmeta ji bo va¬na hurmeta xwe bi xwe ye jî. Ji xwe dest pê bike û bi taybetiyên hêjayî hurmetê ne, xe¬milandina xwe wê me bike rêhevalên He-qî, Kemal, Mezlûm, Mizgîn, Bêrîtan, Zîlan û Se¬mayan.
Komploya Navnetewî bi Îxaneta ji Rêhevaltiyê re Rêya Xwe Dît
Rêbertî bi dilsozî û baweriya ku da gel di di¬lê wan de ciheke pir hêja û giranbiha girtiye. Bi girîngiya dide hevaltiyê û bi cidiyeta ku di¬de avakirin, parastin û pêşvebirina vê civa¬kê hezkirineke bêhempa di nav gelê kurd û he¬ta gelên din de jî ava kiriye. Bi hevaltiya wî ya saxlem û pêşvebir bi deh hezaran zaro¬kên vî gelî bi dildarî tevlî nav refên tevgera a-zadiyê bûne. Ji destpêka tevgerê ve hemû têkîliyên xwe pêşî li ser nirxên hevaltiyê dani¬ye. Heta roja dîlgirtina xwe jî dîsa hevaltiya xwe esas girt. Lê îxaneta ji vê rêhevaltiyê re destê hêzên navneteweyî yên komploger xurt kir.
Di encam de kêmasiya me ya di rê¬he¬valtiya bi Rêbertî re bû sedem ku ev 14 sal in Rêbertî di bin şertên tecrîda girankirî de bi¬mîne. Ew, ticarî di rêhevaltiya xwe de qû¬sû-rek jî nake. Her tim bi taybetî bi jinan ba¬wer e. Jinên bi hezar salan in êş dikşînin hevaltiya wî ji xwe re mîna rizgarî û azadiyê dîtine û hatine tevlî hevaltiya wî bûne. Lê bi rêhevaltiyeke kêm û şaş ev rastiya tal û bi êş derket holê.
Îro ger em bixwazin Rêbertiya xwe ji bin şertên girtîgehê derxin, layiqî hevaltiya wî bin, divê em têkîliyên xwe yên hevaltiyê xurt bikin.