Rêbertiya Me, Xeta Me Ya Sor E

0Shares

Pêvajoya ku em tê de derbas dibin, bê guman ger aliyên wê yên heremî, kûrevî û Kurdistanî weke sê faktoran di nav hev de em bigrin dest, em dibînin ku di ancama gelek konseptên ku ji bo vê sedsalê, ji bo vê pêvajoyê hatiye diyarkirin, di warê pêkanîna vê konseptê de gelek hesab û tîfaqên heyî pevçûnekî di hêla siyasî, leşkerî, çandî de bi xwe re aniye. Bi taybetî di rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku weke şerê hegemon ên kûrevî hatiye destpêkirin û em di nav de dijîn, ev şer jî bi armanca dagirkirina cîhanî tê birêvebirin. Li ser esasê dagirkeriyekê cîhanî ev şer hatiye destpêkirin. Ev zêdetirî deh salan e ev şer bi awayekî fîîlî jî li ser herêma Rojhilata Navîn dimeşe. Di encama vê şerê de mirovahî bi gelek xisarên ku di dîroka xwe de pê re rû birû nemaye, jiya. Bi taybetî derxistina hêzên wekê DAIŞ’ê, derxistina hêzên tûndiraw û bi vê re çêkirina pevçûnên civakî ev hate rêvebirin. Dîsa bi avakirina zemîna pevçûnên civakî û leşkerî, di navbera hêzan de şerekî pir dijwar ê civakî hat meşandin.

Ji xwe ev bi hezaran salan e ku civak hatiye bi çekkirin. Di encam de bi hêzekî leşkerî ya ku ew bi xwe avakirin û bi awayekî rasterast ango ne rasterast piştewaniya wê kirin, şerekî li ser civakên Rojhilata Navîn hat meşandin. Gefekî pir cidî li ser civakan çêbu. Bi vê re ferasetekî pir mezin a ku dagirkeriyê weke hêzekî mezin bibîne, hat belavkirin. Armanc ew bû ku weke têgihiştinekî, ev di nav civakê de were bi cih kirin. Bê guman her çiqas li ser civakên heremê aliyên ku rasterast bikaribe li hemberî vê têbikoşin nebe jî, lê îradeyekî pir bi zanist, pir berxwedêr û têkoşîner çêbû. Di encama vê de şerekî bi dehan salan e li heremê bi awayekî raste rast dimeşe. Di encama vê şerê de li ser erdnigariyê parçebûnek pir cidî çêbû. Gelek xisarên dîroka gelan çêbû. Di warê çandî de destdirêjiyekî pir cidî çêbû û di encama vê de koçberiyên zêde çêbûn. Lê di nav vê şerê de jî herî zêde ev şer xwe spart bi îradebûna civakê û di şexsê jin de civak xwe parastibû, di şexsê jin de nasnameya xwe ya berxwedêr birêxistin kiribû. Di pratîkê de armanca şerê cîhanê yê sêyemîn jî herî zêde ev bû. Ev di heman demê de wekê xalên herî bihêz ên civakan bû ku tevî hemu şerên ku di dîrokê de hatine meşandin jî nikaribûn van destkeftiyan ji holê rabikin. Ji ber ku ev nasnameyên ku di dil de, di rih de hatibûn avakirin û dihatin parastin bû.

Nirxê me yê herî pîroz tê hedefgirtin

Ji ber vê jî di nav vê şerê ku qala wê tê kirin de herî zêde jin hatin hedefgirtin. Ji rawakirina tecawizê heyanî revandinê, jinan ji qetlîamên fîzîkî derbaskirinê bigre heya derxistina qanûnên ku kujeran rawa dike, em dibînin ku pergala baviksalarî êdî xwe seferber kiriye da ku îradeya jinê bişkîne. Kiryarên hêzên dagirker hemû wekê hev in. Ev siyasetek hevpar a cîhanî li hemberî xeta modernîteya demokratîk diyar dike. Bi taybet hedefgirtina vê jî çawa ku bi komployek navnetewî Rêbertiya me hat hedefgirtin û ji bo cîhanî nebe pêşiya vê şerê hat xwestin ku were girtin, di her demê de jî ev konsepta cîhanî mezin dibe, tê nûkirin û carekê din tê rêvebirin. Ji bo vê jî bi taybet di vê pêvajoyê de bi sala nû konsepta gerdûnî di şexsê Rêbertiya me de li hemberî tevgera me, li hemberî xeta modernîteya demokratîk hat nûkirin û kete meriyetê. Ev konsepta ku hatiye nûkirin bi awayekê şênber hat xwestin ku li Garê pêk were. Lê armanca hêzên dagirkeran bi berxwedaniya lehengên azadiyê, bi rihê şoreşger ê gerîlayên azadiyê ku hêza xwe ji birdozî û îradeya Rêbertî digrin, têk çû. Lewra serî li rê û rêbazên cûda dan.

Îro nirxê me yê herî pîroz, herî bilind tê hedefgirtin, ger bi vê zanistiyê em mêyze nekin, ewê di helwest, kiryar û çalakiyê me heta di isyana me ya hindirîn û derve de sistbûyînek ava bibe, nebzê me dakeve û wê tekoşîna me lewaz bibe. Wê di encam de dijmin bi rihetî konsepta xwe bi ser me de bisepîne. Eger hedefê dijmin ew be ku bi rêya Rêbertî helwestê me sist bike, di aliyê me de weke tevger, weke gel pêwîste, bê ku bi qasî serê derziyê dudiliyek çêbibe, divê tekoşînek pir radîkal were meşandin. Ti analîzek din, ti rewşek din wê ji bo me çêker nebe.

Divê herî zêde jî jin xwedî li Rêbertî derkeve

Em di şerek hebûn û tunebûnê re derbas dibin. Îro siyaset tê kirin, tehdît tê kirin, divê siyaset û tekoşîna me jî di asta herî jor de were meşandin. Ji derveyî wê ti riyek din, ti edebiyat û hewildanekî din, ji bo me nabe riyekî xilasî û rizgariyê. Li hember vê rewşê, divê civaka Kurd wek hişyariyek, li nasnameya xwe, li nirxên xwe di asta herî jor de xwedî derkeve û tekoşîna xwe dijwarttir bimeşîne. Bi taybetî wek jin, wekî netewa Kurd, wekî gelê Kurd me bi pêşengtiya Rêber Apo têkoşîn naskir û me hebûna xwe avakir. Îro di vê astê de ger em tekoşîn dimeşînîn ev bi saya Rêber Apo ye. Em deyndarê Rêber Apo ne. Wekî jin yê ku me avakir û hişt ku em bikevin ferqa hebûna xwe, Rêber Apo ye. Ji bo em têkoşînek bimeşînîn, rê û rêbaz û hêzek mezin da me. Bi qasî vê jî divê em xwe ji çembera zilam ya hişmendiya desthilatdariyê derxînîn û xwe avabikin, têkoşînek xurt bimeşînin. Herî zêde divê jin xwedî li Rêbertî derkeve, bi vê zanebûn û têgihiştinê divê jin tekoşîna hebûn û tûnebûnê bimeşîne. Herî zêde jin dikare pêşengtiya vê tekoşînê bike û tevahî gelan çalak bike. Ev xwedî derketin pêwîste di wê astê de be ku heya em netîce negrin, heya em ji rewşa Rêbertî agahî negrin divê em asta çalakiyên xwe sist nekin.

Jixwe beriya vê pêngava Azadiya Rêbertiya me hatibû destpêkirin. Wekî tevger me dizanibû ku jiyana Rêbertiya me di xeteriyê de ye. Ev pêngav li ser vî esasî hatin destpêkirin. Ji vir şunde jî pêwîste bi vî rihî, bi vî biryardariyê were meşandin. Bê ku em tu astengî nasbikin, divê em tekoşîna xwe mezin bikin. Tiştekî em winda bikin nîne. Tenê tiştekî em windabikin heye, ew jî koletîya me ye. Me di vê tekoşînê de her tişt dît, me zindan dît, me qetlîam dît, me destdirêjî dît. Di nav vê dîrokê de tu tiştekî me paş de bide nîne. Aniha zindan tijî ne. Her kiryarek li hember me hat sepandin. Em di oxira çi de derketin rê, me dizanibû. Dema wê ye ku em êdî nasnemya xwe, hebûna xwe, nirxê xwe û rihê xwe biparêzin. Tekoşînek pir tûj di Kurdistanê de pêwîste were meşandin.

Êdî em nikarin di bin siya koletî, tehdît û tacîzan de jiyan bikin. Em çil sal e tekoşîn dikin, emê hîn jî tekoşîn bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Elbet ev çend roje ku li çar perçê Kurdistanê tekoşînek muazam tê meşadin ev pir bi wateye. Lê tekoşîna ku bihata meşandin diviya ne di vê astê de bûye. Pêwistbû hemû kuçe û kolanên Kurdistanê, bi dengê azadiyê bihêje. Ji vê şunda ti tiştekî em winda bikin nîne. Jin û ciwan pêwîste di vê astê de tekoşîn bimeşînîn.

Newroz pênaseya serkeftinê ye

Bi vê germahiyê me cejna Newrozê pîroz kir. Di dîrokê de gelê Kurd, pêşengtiya jiyanek azad, pergalek azad a Konfederasyona Medan kir. Li hember zilma Dehaqan, li hember hişmendiya koledariyê, gelê Kurd pêşengtiya tekoşîna azadiyê kir. Gelên herêmê li derdora xwe kom kir. Bi pêşengtiya Kawayê hesinkar tekoşîna azadiyê hat meşandin. Di Newrozê de serkeftina wê çêbû.

Îro jî bi pêşengtiya Rêber Apo, bi fikr û felsefeya Rêber Apo di bingeh de tekoşînek dîrokî tê meşandin. Bi vê rewşê ve em bi Newrozekî nû û rihê têkoşîna Newrozê ketin salekî nû ya têkoşînê. Bê gûman bi rihekî serhildan û tekoşer me Newrozê pîroz kir. Li hember êrîşên dijmin bi rihê Newrozê û seferberiyê divê li vir şûnde jî em tekoşîna xwe xurt bikin. Çawa ku di dîrokê de ji Kawayê Hesinkar ev mîras hatiye dewr girtin, di tekoşîna PKK’ê de jî kefenê koletîyê hat qetandin û bi wî rihî tekoşînek bê hempa hat meşandin. Di pêvojoya Garê de jî û beriya wê jî lehengên ku vê seknê raber kirin, carek din ev tekoşîn xwe bi hebûn kir, ava kir û niha bi vî şêwazî dimeşe. Ji bo vê em cejna Newrozê di serî de derhênera jiyana azad, têgihiştina jiyana azad, mirovê azad Rêber Apo û hevalê herî rast ya jin û heman demê hemû Rêhevalên me yên şehîd ku di çeperên tekoşînê de ji bo wekhevî liberxwe dan, li hember dagirkerî wateya herî rast ya Newrozê lê bar kirin, îro jî hevalên me yên ku vê tekoşînê di vê astê de dimeşînîn, dîsa gelê me yê ku ruxmê hemû tehdît û zehmetiyan niha di hemu qadên jiyanê de têkoşîn dimeşînîn, rêheval û sempatîzan û gelê me yê niha di zindanan de bi vî rihê tekoşînê tevdigerin, em vê cejnê carek din pîroz dikin.

Heya ku ji Rêbertiya me agahî neyê girtin, emê têkoşînê di hemu qadên jiyanê de bilind bikin.

Cejna Newrozê sembola tekoşîna azadiyê ye. Em niha bi vî rihî ber bi serkfeftinê ve diçin. Çiqas pergalek dagirker hebe jî, lê li kêlaka wê di hemû qadan de, zindan, çiyayê Kurdistanê, her wisa hemû kuçe û kolanên Kurdistanê, asta cîhanî de em gelê Kurd mêze bikin û li tekoşîna xwe ya hevpar di asta azadiyê em mêzebikin, îradeyek mezin ya tekoşîn û berxwedanê avabuye. Tiştê dijmin ditirsîne ev îrade ye. Em bi vê îradê ber bi Newroza sala nu diçin. Di rihê tekoşîna netewî de newroz cejnekî netewî ye. Destkeftiyek netewî ye ji bo gelê Kurd. Heman demê de jî cejnek hevbeş ya gelê herêmê ye. Di newroza nu de carek din bi hevpeymanîya nu ya li hember dagirkeriyê, em bikaribin xwedî li doz û tekoşîna xwe ya nu derkevin. Soza ku em bidin hevdû, nukirina hevpeymana tekoşînê ya li hember dagirkeriyê ye. Em bikaribin xwedî li rih û doza xwe ya tekoşînê derkevin. Li ser vê esasê ez bawer dikim, di vê roja Newrozê de bi rihê Mazlum Dogan û hevalên di zindanan de canê xwe feda kirin û tekoşîn herikandin, ji me re peyama berdewam kirina tekoşînê dan. Mîrasê ku heya vê rojê hatiye gelek mezin e, lê mayînde nebûye. Hîna jî tehdît li ser vê jiyanê, li ser jiyana azad heye. Ji bo vê divê bi rihê Newrozê, heya ku ji Rêbertiya me agahî neyê girtin em li qadan bin, têkoşîna xwe di hemu qadan de hîn xurttir û geştir bikin.

Ji bona vê bi rihê Mazlum Dogan, Zekiya Alkan û Rehşanan de, tevahî şehîdên ku wateya Newrozê carek din mezin kirin, avakirin, pêşxistin em di hevbeşbûna tekoşînê de carek din hevbeş bibin û tekoşîna xwe bi vî rihî bimeşînîn.

Ronya Roj

Attachment