Rêberê Min Re Name

0Shares

Lilav Gever

Rêberê min ; A rastî ez nizanim çawa hestên xwe bînim ser ziman. Ji ber ne cara yekemîne ku ez ji we re dinivîsînim lê ev cara yekemîne ku ezê hestên xwe bi kurdî bînim ser ziman. Ji ber vê dibe ku peyvên min têrê nekin ku ez li hember we hestên xwe bînim ser ziman. Rêberê min; min pir caran di rojana xwe de ji bo we nivîsiye. Her ku ez bi we re hestên xwe parve dikim ez hisdikim ku hûn li min meyze dikin. Ji ber vê jî her peyvên ku bikar tînim ez dubare dixwînim ka min li ku derê şaşitî kiriye. Her xwendin jî dihêle ku ez hêzeke mezin jê bigrim. Ez bawerim yê ku dihêle ez rojane we bifikirim û we jiyan bikim yek jî ev nivisandin in.

 

Rêberê min; jiyana PKK jiyana naskirin û hezkirinê ye, her ku min jiyan û we naskir min ew jiyan jî hezkir. Ji ber ku jiyana PKK jiyana tekoşîna xelaskirina jinê ye û ji ber vê ev rastî pirbaş zanî jî ji bo azadiya jinê we tekoşîneke pir mezin da meşandin û îro bi tekoşîna we tekoşîna azadiya jinê gihîştiye asteke pir mezin. A rastî dema ku em li dîrokê meyze dikin ji bo xelaskirina civakan pir insanên zanist derketine holê û hemû jî xwestine civakek azad ava bikin. Lê jiber ku ew zanistan di pirsgirêkê civakê de pirsgirêka jinê nedîtin têkoşînên ku bi salan hatin meşandin di dawiyê de ber bi weşandinê ve çûn. Lê tekoşîna we pir cûda bû û ew tekoşîn hemû tezên zanistan vala derxist. Ji ber vê yekê we got “heta jin azad nebe civak azad nabe û tekoşîna PKK tekoşîna azadkirina jinê ye”. Ji ber vêye ku hê jî jinên kurd îro di serî de pêşengîtiya jinên kurd, jinên Rojhilata Navîn, hemû jinên cîhanê dikin, teloşîna jinê tê meşandin û encamên pir mezin jî hatine girtin.

Rêberê min; ez bawerim xeyalên her jinekê xwestina dîtina we ye û ez jî yek ji wan jinan im. Ji bo wê pirî caran ez nivîsên hevalên ku bi we re mane re dixwînim. A rastî di aliyekî de ez hesûdî dikim û di aliyekî de jî ez pir moral û hêz digirim. Bi her xwendinekê re ez careke din bi  we re jiyan dikim. Ya ku herî zêde bala min dikişîne jî karektera we ya li hember jinê ye. Ev naskirin dihêle ku ez rojane bi xwe re têkoşîn bikim ku ez jî bikaribim bibim jineke rêhevalê we. Ji ber ku ez dizanim ku hûn ji jina klasîk û geleneksel nefret dikin û dema ku ez li xwe meyze dikim ew nêzîkatî pir caran di min de pêş dikevin. Ji bo wê jî ez rojane xwe li hember rastiya jinê perwerde dikim û ew jî hê bêhtir min nêzî we dike.

Rêberê min; em pir bi şens in ku em xwedî Rêbereke wek we nin û ez bawerim daxwaziya her gelekê xwedî Rêberek wek we ye, ji ber ku jiyan bi vê ava bû, mirin wisa wate bû. Têkoşin di pêşengiya we û hemû şehîdan de gihîşt vê astê. Li cihek wek îmraliyê de we jiyan da avakirin. Ev yek jî hemû armancên dewletê yên desthilatdar vala derxist. Îro bi fikir û ramanên we re bi sedan gelên ku bindestin têne nîqaşkirin û ew jî armanca têkoşîna PKKê pir eşkere dide nîşandan.

Rêberê min; her ku hevdîtinên we dema em dixwînin baweriya ku we daye jinê bi peyvekê be jî hûn tînin ser ziman û bawer dikin. Ji ber ku jinên ku we afirandiye hûn baş nasdikin û bawer dikin. Ew bawerî jî dihêle ku em êdî zêdetir hêz bigrin û tekoşîna xwe xurt bikin.

Rêberê min; wek her jinekê ez pir dixwazim rojek be jî we bibînim û we hemêz bikim. Ez wan rojan jî pir dûr nabînim. Lê pêwîste em hîn behtir serbixin ku em wan rojan jiyan bikin. Her çiqasî ez xeyal û fikrên xwe de jiyan bikim jî ew têrê nake û xeyala min ya herî mezin jî rojek were ez we ber dariyê “STAR KEWT”ê pêşwazî bikim û bêjim “hûn bi xêr hatin Rêberê min”, ev yek ji bo min armanca herî mezin e.

Rêberê min; herçiqasî min hestên xwe li hember we nikaribim bînim ser ziman jî, lê bi vê nivîsandina xwe re min dîsa we jiyan kir û ez pir pir kêfxweş bûm. Hêviyên me mezinin Rêberê min. Ji ber ku hêvî serkeftinên mezin tîne û careke din jî dibêjim ku hêviyên rojên azad û rojên we dîtinê re…