Rêber APO Komplogeriya Pergala Dewletparêz Binxistiye

0Shares

Di salvegera 14’an a komploya 9’ê Cotmehê de, hêzên komploger hîna jî li serkar in. Îro tişta ku li Îmraliyê diqewime şerekî pergalî ye. Pergala desthilatdar a dewletparêz di kesayeta Rêber APO de dixwaze pergala azadîxwaz a demokratîk a gelan teslîm wergire.

 

Êrîşên pergalê ku dixwaze têkoşîna azadiya me di milê bîrdozî, siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî de tine bike, bi tecrîda şidandî ya li ser Rêbertiya me ku salek derbas kiriye, awayeke nû girtiye xwe. Li hemberî têkoşînê me ya bi biryar ku em di eksena avakirina xweseriya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî de dimeşînin, êrîşên ku kûrtir bûne, di bingeh de polîtîkaya qirkirinê ne. Li hemberî van êrîşên topyekûn, em jî bi rojane bilindkirina rik, kîn û têkoşîna xwe pêdiviya bûyîna zarokên birûmet yê vî gelî û dîrokê dibînin. Di serî de Rêbertiya me, hêzên me yên gêrîla çawa li Şemzînan, Çelê, Çewlikê û herêmên din ên Kurdistanê bi fedayîtî têkoşîn dimeşînin û gelê me li hember komkujiyan bi taybet li beramerî komkujiya Roboskiyê berxwedaniyeke bêhevta pêşdixin, nîşan dane ku em ê ticar radestbûnê qebûl nekin û heya misogerkirina azadî û hebûna xwe berxwedana xwe berdewam bikin.

Pergala netew -dewletparêz ku serkeşiya wê Îsraîl û DYE dike, tecrîd û komployê li ser Rêbertî û gelê me wek şêwazeke tinekirin û kuştinê ferz dike.

Rêber APO, partiya me PKK û PAJK’ê bi têkoşîna azadî û sosyalîzma  demokratîk re, gelê me yê ku mekhûmê bêstatûbûn û bênasnamebûnê hatibû kirin, kire xwedî nasname. Bi vê re jî komploya modernîteyê ya 200 salî, dewletparêziya komploger ya 5 hezar salî, vala derxistiye. Li hember komployên ku heya roja îro jî berdewam dikin, persgirêka hebûn û azadiyê di nava statûya gelên demokratîk de, bi pêşîdayîna Yekîtiya Rojhilata Navîn ya Demokratîk wê çareser bike.

Komploya 9’ê Cotmehê di encama polîtîkayên navnetewî ya ji bo girêka kor a li Rojhilata Navîn neyê çareserkirin û ji bo vê jî gelê Kurd her di nava şerekê de rabigire, hate pêşxistin. Lê belê Rêber APO ev lîstok vala derxist. Têkoşîna azadiyê ku di Kurdistanê de pêşketiye jî, li gelên Rojhilata Navîn bandor kiriye, ji serhildana gelên Erep re rênîşanderî kiriye. Ev bandordarî jî pergala desthilatdar ditirsîne. Armanca sereke ya şidandina tecrîdê li ser Rêbertiya me ew e ku di kesayeta gelê Kurdistanê de, rêya azadiyê ya gelan bixetimînin. Bi qasî ku Rêber APO, polîtîka û bîrdoziyên  modernîteyê yên olperest, netewperest, zayendparêz, zanistperwer ku gelan bi hev didin şerkirin, teşhîr dike, ewqas jî li beramberî wî êrîş zêdetir dibin. Ji hêla Rêbertiya me ve Modernîteya demokratîk, wek pergala azadiyê ya gel û jinan di serî de ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû mirovatiyê, wek modeleke çareseriyê hatiye pêşkêşkirin.

Rêber APO bi vê modela çareseriyê re, nîşan daye ku ew polîtîkayên pergalê yên ku nakokiyan kûr dike û wiha jî ji xwe re zemînê mudaxeleyê amade dike, kevneşopiya komployê ne. Bi teşhîrkirina polîtîkayên qirkirinê ku li ser civak û çanda civakî pêş dikevin, çareseriya natewa demokratîk pêş xistiye. Ji bo hemû mirovahiyê ku ji azadiyê bêpar û û bêyî henase hatiye hiştin, di nav pergalekî demokratîk de hilbijêrka jiyana azad wergerandiye alternatifekê û ew jiyanî kiriye. Li hemberî bênasnamebûyîna Rojhilata Navîn ku nifrîn bûye û ji haqîqeta xwe hatiye dûrxistin; ronesansa Rojhilata Navîn, exlaqa baş, polîtîkaya rast, jiyana azad, kesayeta çalekger û rêxistinbûyî û heqîqeta civakê di sosyalîzma Rêbertî de tê temsîlkirin. Tişta ku dixwazin di Rêbertî de radest bigrin: ramana azad, ruh û nasnameya civakê ya berxwedêr e. Ev heqîqeta ku bi têkoşînekî xurt teşe wergirtiye;  jin û civaka Kurdistanê ronî kiriye û Rojhilata Navîn’ê jî ronak dike.

Ji bo ku di sala 2012’an de damarê berxwedanê jê bikin, li hemberî Rêbertiya me, gel û tevgera me bi her awayî tecrîd, îşkence, kuştin, operasyon û girtin hate pêşxistin. Lê belê ew bixwe jî niha mukir hatin ku nekarîn me wek gel û bizava azadiyê binbixin û têkoşîn û berxwedaniya me bi mezinbûyînê re dewam dike. Em rexnedayina rêhevaltiya kêm, bi xurtkirina têkoşîna azadiya Rêbertî û jiyana azad didin û em ê bidin. Valaderxistina hemû komployên ku xwe dispêrin zor û derewa pergala desthilatdar ya zilam, hinceta me ya jiyan û têkoşînê ye.

Em di serî de li pêşberî şehîdên ku li hember komploya 9’ê Cotmehê helqeya azadiyê ji agir vêxistin şehîdên “Kes Nikare ROJ’a Me Tarî Bike!” bi tevahî hemû şehîdên me yên fedayî ku êrîşên pergala komploger vala derxistin, bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Em ê di rêya têkoşîn û jiyana ku wan ronî kirine de bimeşin û biser bikevin.

Bijî Rêber APO!

Bimire her cure hîşmendiya Komploger !

Jiyan an wê bi Rêbertî re azad be, an jî wê qet nebe!

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Kordînasyona PAJK’ê