Bermal Erdem
Çiya bi azadî re, azadî bi çiyan re tê nasîn, tê heskirin û tê ser ziman. Ev axana ji hemu tiştên yekemîn re bûye şahid, ticaran vala nemaye, bi êş û keyfxweşiyê re dagirtî bûye. Hemu demên derbasbûyî û pêşeroj tê de veşartî ye, wek sirekî tê parastin. Tenê ji kesên ku bizanibe pê re bijî, lutkeyên wê wek mekan bipejrîne, patîkayên wê yên teng hezdiki re vedike nepeniyên xwe. Tenê bi wan re parve dike. ji ber ku wan kesana êdî ji xwe hesab dike, ji xwe dibîne.
Beharên nû yê ku li benda çiyayane, nêzîkbune. Hemu dengên gerdunê ji çiyan re piste pist dike, agahiyên mizgîniyê dide. Çiya bi dil û can li benda mêvanên xwe ye. yên ku tên vê carê cuda ne. Kulmek cane, yên ku çiya wek mekan dibîne. Ji vir û şunda ji bo gerîlla beza azadiyê bê sekin destpêdike. kî dikare wane bigre, kî dikare wana bide rawestandin. Çiya himbêza xwe ji bo gerîlla vekiriye û xistiye dilê xwe. Çiya û gerîlla, weke dualiyekî can û laş e. Gerîlla –Egît- rih dide çiya, çiya dibe laşê gerîlla. Egît rihê çiya ye. Di ti derê cîhanê de yekîtiyekî bi vê rengî nehatiye dîtîn. Bi ax û kevir, bi gur û kew, bi beybun û kêzik, bi av û hewa, bi germa û sermaya xwe ve navê jiyanê ye, gerîlla û çiya. Yekbûnekî ku nayê cudakirin. Ji vir û şûn de ne gerîlla dikare bê çiyan bimîne, ne jî çiya bê gerîlla.
Belê, Egît yê ku yekemîn van hevdîtinan pêk anî ye. Egît Rixmî ciwantiya xwe, bi zanebûna erk û berpirsiyartiya xwe de navê jiyan kirinê ye. Bi hevalên xwe re jiyanekî nû diafrîne. Xawêniya ked, fedakartî, rêhevaltî, sadebûn û fermandarbûnê wek pîrozbûnekî digre dest û li gorî vê jiyankirinê ji xwe re dike rêgez. Ew ji Egîtbûn, gerîllabûn wêdetir, sembola azadiyê, rizgarvanê gelekî, welatekî ye. Egît, di ax û çiyayên welatên xwe de şervanekî azadiyê, rêhevalekî gerîlla, fermandarekî ku dikare şer bike û bide şer kirin e.
Ji bo vegotin û nivisandinê kesayeta Egit weki heyi divê mirov bi Egît re bijî. Dibe ku peyv têrê neke. Egît şibî axa welatê xwe dibe, tevayî destpêkan di xwe de dihewîne. Her gava ku davêje bi xwe re yên nû jî tîne. Çiya, tiyê avakirinan e. Wekî berî hezar salan avakirin di çiyan de destpêdike. Egît fermandar û şervanê yekemîn e yê ku di kurdîstanê de şerê gerîlla daye destpêkirin, pêşxistin û mezin kirin. Dema pêwîst kir dibû şervanek dema pêwîst jî dikir dibû fermandarekî xurt. Şer bi hemu cureyên stratejîk dida meşandin û pêş xistin. fermandarekî pêşeng û her tim di pêş debû. Ji bo wî şer tenê talîmat dayîn nebû. Şer her tim di nav agir de bûyîn, di pêşiya çalakiyê de bûyîn û di nav pevçunê de bûyîn bû ji bo wî. Di artêşên bipergal de fermandar di paş de dimîne û tenê bi talîmatan şer dide meşandin. Di şexsê Egît de fermandarên gerîlla cudabûna xwe didin diyar kirin, her tim di pêşdene û bi fedakarbûna xwe tên nasîn.
Roj bi roj Egît bi çiyan re, çiya bi Egît re dibe yek. Çiya hemû nepeniyên xwe bi wî re parve dike. Egît reng û rihê çiya ye. Egît bi gurura çiyayîbûnê dijî û şer dike. Qasî çiya bilind, serbilind, asê û mexrure. Hemu çiyayên Kurdîstanê Egît kiriye mêvanê dilên xwe. Berxwedan qasî çiyan karekterekî Egît e jî.
Di Egît de wetaya şer kirinê cuda ye. Di van çiyan de şer kirin ji bo jiyan kirinê ye. Ji bo parastinê ye şer kirin. Ji bo jiyan kirinê parastin divê. Egît parastina gelekî bi rêbazên herî paqij û rêgezî pêk anî. Dizanibû bê zanebûn şer kirin di mirovan de texrîbat avadike. Ji ber vê bi şer re jî şer kirinê dizanîbû. Di her qadê jiyanê de bi hemû rêhevalên xwe re rihekî kollektîf û yekgirtî dida avakirin. Di wan de zanebûna şer kirina bi rêgez dida avakirin. Terzê jiyana wî, tevlêbûna wî û têkîliyên wî yên hevaltiyê piratîka axaftinên wî bûn. Yekîtiya axaftin û piratîk, jiyan û şer di asta herî bilind de di şexsê xwe de pêkanîbû. Bi wêrektiya xwe ya ku sinor nasnake re li ser hemu tirsên ku hatine afirandin de diçû. Ji ber ku pişta xwe dabû çiya…
Egît xwediyê şexsiyetekî watedare, bi qasî ku nikare zererê bide ti zîndiyan tijî hezkirin bû. Qasî ku hez dikir dihat hezkirin. Egît efsaneya gundên çiyayî ye. Di nav çiya û deşt, bajar û gundan de li ser zimanê herkesî ye destana Egît. Di her cihê de, di her malekî de Egîdek heye. Gelek dayik ji bo kurê wan bibe Egîdê welatê xwe navê wî radikin. Her dereke ku ew lê derbas bûye tê zanîn û tê naskirin. Tu ji kê/kî pirs bikî Egît nas dikin di vî welatî de. Her kesên ku ew dîtine bejin, pêjin, sekin û kenê wî jibîr nakin. Di her vegotinê de cardin zîndî dibe li ber çavan. Egît, kilamê çiyayan yê ku ti car kevin nabe ye. Hemu keç û xortên ku vê çîrokê bihîstine dixwazin xwe bavêjin himêza çiyayên bilind. Hîn bi çukanî xeyala Egîtbûnê xewnên zarokan radipêçe. Xawêna gihiştina wî di hemu dilan de cih digre. Çiyayên ku bihna azadiyê jê tê, himêza xwe wekî ji Egît re vekiriye ji hemu hevalên wî re jî vedike. Îro di çiyan de bi milyonan Egît digerin, difirin û baz didin.
Egît bi qasî jiyan, şer kirin, azadî, sembola nemirinê ye jî di van axan de. Nemirî ma ne ev e? Tiştên ku pey xwe de hêlaye ne tenê ji bo vê sedsalê ji bo hemu dem û mekanan bûye xelat. Ji bo mirovatiya bi esîl, xelata qehremantî û azadiyê ye.
Ked, fedakarî û werektiya wî, nav, rih û dilê hemu zarok, ciwan û dayikên kurdan e. Ji bo xwedî derketina nirxên xwe, di çiyan de keç û xortên ku destê wan de çek, zarokên ku destê wan de kevir hene di şopa Egît de ne. Efsaneyekî ku bê dawî, ticar xilas nabe, cihê ku maye berdewam bike.
Ji bo nivîsandina şahadeta wî ne pênus heye ne jî peyv. Ji ber ku ew rastiya ku di xwe de mirin kuştî ye. Ew rastiyekî bê mekan û bê dem e. Ev roj demên wek Egît jiyan kirin, şer kirin, rêhevalbûn û fermandarbûnê ye. Dem dema bi ked, fedakarî û wêrektî li ser her bostek axa vê welatê navê xwe nivîsandinê ye.
Ew rastiya qehremanî û nemirî, bi şêwazekî herî xweru em jiyan dikin, didin jiyan kirin û emê bidin jiyan kirin.