Qutbûneke Bêwext a Demsala Payîzê

0Shares

Ayten Amed

Reşebayê payîzê bi tevahî hêza xwe li nava qermîçokên enîya min dida. Tîrêjên rojê berovajî havînê fedyok in. Ewrên xapînok mîna tîmsahan firmêsk dibarîn. Çend dilopên baranê li ser rûyê min yê zêrîn dişemitîn nava çavên min. Biskên xelek ber bi ba û barana xapînok diketin. Demsal payîz bû, pelên daran ber bi bayê ve diketin, rawestgeha wan ne dîyar bû. Kî dizanî gelo ew îro berve kîjan hezkiriyan ve diçin. Ango peyameke nû ji nava dilê şikestî digihînin dost û rêhevalên ku gelek ji hev dûr in. Hin caran dûriyê nêzîk dikin, hin caran jî nêzîkiyê dûr dikin.

 

Eve karê pelên ku ber bayê payîzê dikevin e. Na! na ev ne tenê karê wan e. Gelek caran jî dilên sikestî dicebirînin û dilên şad ji hev dûr dixin. Wan ber bi hevnedîtineke heta hetayî dibin. Gelek caran jî rê li ber hesretên bê dawî vedikin. Tovên hêviya serketinê diçînin li welatên ji hêviyan dûr.

Îro dîsa di nava gerdûna welatê min de, têkoşînek bêhempa heye. Roj bi ewrên derewîn û xapînok re di nava pêşbirka birinê de ye. Geh roj li bin ewrên reş û tarî de wenda dibe, geh ewrên reş û tarî bejna xwe li beranber tîrêjên rojê ditawîne. Reşeba bi tevahî hêza xwe alîgirê tîrêjên rojê dike. Ewren xapînok ji hev dûr dixe. Lê ewrên berxwedêr di her derfetê de çend dilopan dibarîne ser axa miçiqî. Ax bi van dilopan şad dibe. Şadî û dilxweşîya axa welatê min dibe sedema xemgîniya dilên bi hêviyê avdayî.

Lê gerdûn weke her carê hukmê xwe berdide bi ser têkoşîna di nava xwezayê de. Bêku vê têkoşîne bi dawî bike, tarîhiya şevê xwe berdide nava daristana dilê min. Di nava daristana çik tarî de li ronahiyê digerim. Daku bigihînim hukmê dilê xwe û ji bîr bikim tirsa tarîhiya şêvên bi tenêmayî.

Belê heval, Evdilkofî bejna xwe bi mijê xemilandiye. Lêlîkan di nava şîn û giriyê de ye. Li benda legenga çiya, karxezala Zagrosan e. Ş Derwêş firmêskan dibarîne. Gerdûn şerm dike ji mirovên nemirov. Axa pîroz hembêza xwe vekiriye li benda 11 lehengên xwe ye.

Îro dîsa 11 leheng, 11 giyan, 11 têkoşer berve xaka pîroz rêwî ne, rêwîye azadî û heviya bêdawî ne. Laşê perçebûyî, bi hêviya serketinê, bi baweriya şadiya welat ber bi goristana Ş Bêrîtan ve bi rê ketin.

Hevalno! Ma hûn nabînin? Vaye karxezala Zagrosê evîndara Amedê û keça Geverî Dîcle jî di nava karwana nemiran de çihê xwe girtiye. Bi serbilindî û serfirazî ber bi rêhevala xwe sembola berwxedanê Bêrîtanê ve diçe. Dê ka zû bikin heval. Keça leheng li benda we ye. Bêrîtan malovaniyê li 11 lehengan dike. Îro ew şadin hevdîtinê, lê ez xemgîn im, ji ber dûrketin û qutbûn e. Wê jî bi cotê keziyan, bejna bilind, çavên kildayî di nava refa mêvanên Bêrîtanê de cihê xwe girt.

Demsal payîze, heval. Ne serma payîzê lê careke din nedîtina we min dixe nava lez û tayê. Dilerizim, ne jî sermê, heval. Nedîtina teye lerza giyana min. Demsal payîz e û reşebayê demsalê bi tevahî hêza xwe li nava qermîçokên eniya min dixe. Perçe dike tirsa li beramberî tarîtiya şevê. Perçedike dilên qeşagirtî û bêrehm, mêjîyên bêpar ji mirovahiyê. İşev peyvek di navbera min û gerdûnê de diçe û tê. Ji min dipirse û dibêje “tu di xema wan de yî ango ez. Tu dinava xemgîniyê de difetise, ango ez şerm dikim ji afirandina mirovên hov û bêpar ji wîjdan?.” Erê heval! Dilê min ji aliyê gerdûnê ve dorpêçkirî ye. Xema 11 lehengan ez dorpêç kirime. Gerdûn fedî dike ji awirên tûj ên Dîcleyê.

Lê wahşeta mirovan şerma gerdûnê ji bîr dibe. Demsal payîz, ber bi êvarê bû. Vê carê bi şûna gorme gorma ewran, dengê firokeyên cengê dagirkiriye asîmanê welatê min. Bi şûna ewran firokeyên cengê, cihê dilopên baranê, bombe dibarînin bi ser axa welatê min. Dengê dile xwe dibihîzim. Mîna dahola ku çar gopal lê didin. Ditirsim; le ne ji mirinê. Ji dûrketin û nedîtina rêhevalên xwe. Di van kêliyan de heger “xweziya” cihê xwe bigre tu amadeyî. Tu amadeyî ji ber rêhevalên xwe ve giyana xwe bibexşînî. Ji ber gelek caran dil ranake dûrketinê, mêjî qebûl nake carekedin nedîtinê. Ew kêliya ku xatir xwest, min qet nedipa ku ev cara dawî be û xatirxwestineke bêdeng be. Min nizanîbû ew awirên ji çavên kildayî li min dinêrin cara dawî ye. Bi cot çavên avînî berê xwe da rawestgeha jiyana xwe. Destê wê di nava destên rêhevalên wê de bû. Mina ku hertim digot;  mirina tevî êlê dawet e. Dawet bû heval!

Hevala Dîcle di sala 1994’an de li çiyayê Zagrosê li gel çend rêhevalên xwe tevlî nava refên gêrîla dibe. Perwerdeya seretayî li vê qadê bi rengekî serketî bi dawî dike û li heman herêmê dest bi jiyana zarokatiya gêrîlatiya xwe dike. Ji Çarçêla fêrî berxwedanî, ji Cîlo fêrî serbilindiyê dibe. Mîna Avaşîn zelal diherikin hestên evîndariya xwezaya welat. Di her bihosteke vê axê de jîneke nû ajdide di nava dilê xwe de. Hevala Dîcle di demeke gelek kurt de bi hezkirina xwe ya jî jiyana gêrîla, dikare di nava kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigre û bibe xwedî sekneke milîtan a jina azad. Hesretên bêdawî û heviyên serketî di nava dilên xwe de digirt.

Hevala Dîcle li derveyî herêma Zagrosê li qadên weke Qendîl, Xinêre, Zap û hwd. gelek qadan tekoşîn birêve dibe. Hertim mîna serfermandareke YJA STAR ê ye. Di nava kar û xebatên leşkerî de xwedî erk bû. Bi sekna xwe ya leşkerî, mînak bû ji bo derdora xwe. Dema ku bi awirên geş li derdora xwe dinêrî, hevî û şadiya juyana gêrîla dibexşî ji bo rêhevalên xwe.

Hevala Dîcle bi ruhê berxwedanvaniya Geverê, bi çanda kevneşopên gelê Kurd mezin bibû. Di cih û warên İştarê Zagrosan de, di hembêza dayîka pîroz mezin bibû.  Ew jî mîna xwedawendên serdema nû, xwedî sekn û têkoşînê bû.

Hevala Dîcle li gel tevlîbûna perwerdeyên leşkerî, di heman demê de tevlî perwerdeya akademîya Ş. Zîlan jî bibû.  Bi qasî ku giringî dida fêrbûna tektîkên leşkerî, di heman demê de girîngî dida afirandina kesayetiyek bi bîrdoziya Rêber APO ku xwe xemilandiye. Mîna gelek rêhevalên xwe ew jî hertim li benda kêliya ku bi ROJ’ê re şad bibe bû. Di her derfetê de, di nava tevahî qal û gotinên xwe de hertim hesreta dîtina Rêbertîyê li Amedê dikir û digot: “Heke bê û rojek ji rojan beriya ku ev daxwaza min pêk bê ez şehîd bikevim, min li Amedê veşêrin. Min mîna keça hezkiriya amede binasînin.” Wê gelek ji Amedê hez dikir. Dîcle Gever Amed. Ez jî îro bi dileke germ dibêjîm keça Geverê, evîndara Amedê. Evîndara welatê şadî û dilxweşî, xemgînî û berxwedaniyê. Navê xwe ji evîndara xwe girtibû. Mîna rûbara Dîcle hin caran bi çoş, hin caran bêdeng diherîkî nava ramanên neajotî,  hestên bêdawî. Kena li ser rûyê wê bedewiya dilê wê bû. Zerdexeneyek (gülümseme) rûniştibû li ser rûyê zêrîn. Nêrînên bi qasî asîman dûr, hestên bi qasî zerya kûr dixemilandin dev û çavên bedew. Bejna bilind dorpêç kiribû bi şal û şapik.  Cotek keziya xelek xwe berdida ser bejna pêçayî. Awirên wê kena li ser lêven zarokên Amedê yên fetisî dihebandin.

Evîndara Amedê, keça nişteciha welatê penaber û karxezala Zagrosan, di hembêza Bêrîtanê de paldaye. Destên wê di nava destên Çîçek, Rozerîn, Elîşêr, Rustem, Nazlican û Amarayan de ye. Ji Dersîmê ber bi Serêkaniyê govendê li dar dixînin. Botan li gel keça koçer wan bi tilîliyan pêşwazî dike. Govendê li dar dixîne Êlih. Dêrika Çiyayêmazî bi keskesoran dixemilîne bajna keça çeleng.