Ez van rêzan di salvegera 32’an a navlixwedanîna PKK’ê de dinivîsim. Ji bo mirov nasnameya partiyeke modern, rol û serketina wê binirxîne, bawer dikim ku evqasî sal têrê dikin. Eger mirov li van salan dema komê jî zêde bike ji çil salî zêdetir jiyaneke dijwar e. Çi qonaxa komê, çi jî salên navlêdanînê û heta bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an demek e ku bi şêwazê partîzaniyê pêk hatiye.
Ji aliyê îdeolojiya gerdûnî ve, em ji cîhana sosyalîzma pêkhatî û fikra pêve girêdayî ya me yeqîn dikir sozyalîzma zanistî ye, bi tesîr bibûn. Ji bo mirov li nasnameya PKK’ê serwext bibe, nirxên bi wan ve girêdayî ma, yan jî bawer dikir ku bi wan ve girêdayî ye, û paradîgma sosyalîzma zanistî ya cîhanê nuqteyeke girîng a nîrengî ye. Eger em hewl bidin bi şibandinekê şîrove bikin, em ê bibêjin, me dixwest em şaxekî nû yê civakeke ji xwe re qebîleya sosyalîst digot ava bikin. Eger em qebûl bikin ku bi vî şêwazî gelek şax hatine avakirin, me jî weke komeke piçûk mafê xwe didît em şaxekî bi vî awayî ava bikin. Bi awayekî berbiçav, bîr û baweriya me ya derbarê rastiya welat (Me Kurdistan weke welatekî dihesiband) û gelekî (Me hebûna Kurdan weke gelekî ji sedî sed qebûl dikir) de sedema me ya bingehîn bû ji bo ku em vî mafê xwe bi kar bînin. Li gorî fikra me ya cîhanî, bi awayekî xwezayî me yê xwe weke hêza pêşeng a beşên gel ên kedkar û bindest bi nav bikirana. Lewma me gotina ‘Karker’ bi kar anî. Ji aliyê konjonkturel ve hem bi maneya bindest hem jî bi menaya xebatkar dihat, û ev navlêkirin li gorî rastiya me bû.
Eger mirov bala xwe bidiyê, mirov wê bibîne, di PKK’ya salên derketina holê û partîzaniyê de cîhaneke bîr û baweriyê ya bêpirs hatiye qebûlkirin heye. Dema ez dibêjim endamê nû yê qebîleya sosyalîst mebesta min ev rastî ye. Çawa ku zarokeke dema ji diya xwe dibe, divê bêpirs qebîleya xwe qebûl bike, me jî qebîleya cîhana sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bêpirs qebûl kiribû. Cudahiyeke me ji qebîleyên klasîk hebû, ew jî ew bû, qebîleya me ya nû ya dinyayê xwe disipart bingehekî zanistî yê guman jê nedihat kirin. Herçiqasî me yeqîn bikira ku bingehê me zanistiye jî şêwazê me yê girêdanê li ser bingehê pir kêm bi bîrewerî û bêhtir bi baweriyê bû. Ango aliyên dogmatîk bêhtir giraniya xwe hebûn. Ez vê ji bo bi temamî dogmatîzmê reş bikim nabêjim. Di xwezaya mirov de fikrek tineye ku têde dogmatîzm nebe. Di îdeayê de, di fikrê bi xwe de nirxeke dogma û baweriyê heye. Mirov ji vê re dikare nirxa pîvanê jî bibêje. Mirov ji dogmaya baweriyekê, pîvanekê û bîrbirinekê bawer neke, pir zor e ku jiyana xwe dewam bike. Belkî ji bo ku karibe bêyî hewceyî ti pîvan û dogmayekê bibe û bijî divê îlahî bibe. Gelek mirovên îdea kirine ku bi vî rengî ne derketine holê, lê kesên bi vî rengî yan hîç tinene yan jî kêm kesayetî hene ku heta dawiya temenê xwe di kêliyên pir bi sînor de bi ber pêleke bi vî rengî ketibin.
Di vê mijarê de têgihîştina şaş ew e, mirov dogmayan weke heqîqetên hişk û naguherin qebûl bike. Lewma dogmayên dînî bi piranî bi vî awayî hatine fêmkirin û dîroka mirovatiyê bi trajediyan fetisandine. Felsefe û fikra zanistî, li dijî şêwazê dogmatîzekirina dogmayan şêweyekî pozitîf ê fikrê ne, ku duristir in. Serdestiya felsefe û zanistê li hemberî dogmayê ew e, dihêle ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahî cihêrengî û zindîtiya wê de bê fêmkirin. Ji lewra her civaka di felsefe û zanistê de bi pêş ketiye, li hemberî civaka ji baweriya dogmatîzmê nebihuriye û di bin destê wê de maye, timî serdest bûye. Di têkoşîna civakan de ya diyarker nirxên felsefî û zanistî ne, ku timî di fikra wan a cîhanî de hene; ya rastî, ew asta wan e ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahiya cihêrengî û zindîtiya wê de fêm dikin.
Kengî mirov bi awayekî dogmatîk bi dogmayan, bi gavavêtinên bi pîvan ve bê girêdan, hingê rîsk heye û mirov dikare fikaran bike. Di dema derketina holê û salên partîzaniyê yên PKK’ê de dogmayên sosyalîzma zanistî yên PKK bi wan ve girêdayî bû, ya rastî, bi roleke erênî rabûn. Sosyalîzma zanistî herçiqasî bi temamî ji metafizîkê nehatibû şuştin jî derbarê rastiya civakî de îdeolojiya herî zêde nêzî zanist û felsefeya dîrokê bû. Di serwextbûna felsefî û zanistî ya civakê de li gorî dema xwe paradîgmaya herî pêşketî pêşkêş dikir. Di sosyalîzma pêkhatî de xetimîna çêbû bi awayekî encama aliyên dogmatîk ên sosyalîzma zanistî bûn. Ji destpêkê ve rexne li wê hatin girtin û di van rexneyan de para rastî û mafdariyê hebû. Ji ber ku di dema xwe de nehatin sererastkirin, dogmayên binyewî encamên xwe bi hilweşandina sosyalîzma pêkhatî nîşan dan. Di PKK’ê de jî herçiqasî di asta dewleta netewe de nebe jî weke proto dewleta netewe encamek di nava wê de derket holê. Di salên şerê gel ê şoreşgerî de hêmanên di nava PKK’ê de yên nikarîbûn ji dogmayan gavê biavêjin zanist û felsefeyê, dogmatîk bûn. Di vê de herî zêde hêmanên desthilatgir û peyrewên dewleta netewe derketin pêş. Her ku derketin pêş dogmatîzmê jî rehên xwe berdan. Nêzîkatiyên desthilatgir nêzîkatiyên demokratîk tepisandin. Erka partiyê rê li ber erka fermandariyê, erka fermandariyê jî rê li ber desthilatdariya şexsî vekir. Bi awayekî dewletokên netewe yên mîkro pêk hatin. Di têgihîştina partiya Lenînîst de şîroveya têgihîştina otorîteyê ne demokratîk e, lê desthilatgir û alîgirê dewleta netewe ye, ev çawa di cîhana sosyalîzma pêkhatî de bi tesîr bû, bi heman awayî di nava PKK’ê de jî bi bandor bû.
Kengî ev têgihîştin bi temamî serwer bû, bivênevê rizîna ji ber desthilatdariyê pêk hat. Tevî ku PKK negihîşte dewleta netewe ya Kurdistana Yekbûyî ya Demokratîk a kiribû armanca xwe, dîsa jî ew di gelek astên mîkro de pêk anî û dît. Dema 1984-1998’an ew deme ku têde bi giranî dewletokên netewe yên Kurd çêbûn. Jihevdeketina dewletên sosyalîzma pêkhatî bi derengî û bi awayekî dijwar di sala 1998’an de dest pê kir bi serê PKK’ê de hat. Herçiqasî di vê de bêtesîrkirina Serokatiyê ji aliyê dewletên netewe yên faşîst lîberal global bi bandor bibe jî, bi awayekî bingehîn ev berê, nexasim ji salên 1995’an ve, pêvajoyek bû ku di hundir de dest pê kiribû. Li gelemperiya dinyayê pêvajoyên bi heman awayî li cem partiyên din ên bi heman rengî jî pêk hatin. Piştî jihevdeketinê du ekolên sereke hewl dan hebin. Ya yekê, partiyên kominîst bûn ku di têgihîştina sosyalîzma pêkhatî ya berê ya ortodoks de israr dikirin; ya duyan, partiyên veguherîn lîberal demokratan bûn, ku bûne şaxên partiyên lîberal ên li welatên berê kapîtalîst bi rola partiyên kok radibûn.
Rêber Apo
Dê berdewam bike