PKK Ji Bo Civakbûna Azad Tevgera Rêvekirinê Ye
Min vê rewşa malbatê di têkîliyên xwe de gelekî zû dît. Min derxistine zanebûnê ku jiyaneke mezin di nava saziyeke teng, weke malbatê de tê zîndankirin. Ev yek tê çi wateyê, van mirovan tu saziyên din pêş nexistine. Heta bûne xwedî nêrîneke herî kirêt, herî xweşik, herî rast, herî bêkêr, herî baş û herî xirab ên malbatê. Ez bi rengekî biheq ji ber vê rewşê gelekî zû ketime nava gumanan. Rastiyeke wiha xwe “her tiştekî ji malbata min tekûz e û jêneger e” rave dike. Di vir de malbatgerî heye.
Di civakên din de jî malbat bê nirxe. Heta ku hindekî pêşiya pêşketinan bigre, wê demê weke dijmin tê hesibandin. Li gel me malbatgerî û di vê wateyê de bi qebîlegeriya hov û eşîretgeriyê ve ber bi pevçûneke kor ve diçe û xilasbûnê tîne. Tişta herî xirab jî, di mijara malbatgeriyê de girtîbûnek heye, çavê kesayet ji xêncî malbatê eşîretê û qebîleyê tiştekî din nabîne. Yê ku hîna baştirin jî, ber bi çûyîna sazîbûneke netewî û civakî qebûl nakin. Ev hîn jî li gel me serdest e. Pêwîste mirov vî tiştî hindekî vebike. Dema ku em plansaziyên çalakiyên xwe jî pêş dixin, pêwîste teqez rastiya malbatgeriyê pêş çavan re derbas bikin. Ji ber ku hemû pergala zilam, pergala malbatê ye. Ji bo vê pergalê rizgar bike dikare bibe sîxur, cerdewan, noker û zilamekî herî sosret û bêkêr. Sedema vê yekê jî rizgarkirina pergala malbatê ye. Ew mirovên ku di nava refên me de ne jî, hetanî bi qirika xwe bi pirsgirêkên malbatê ve dagirtîne. Di nava malbatê de bûne kole, dîl û malbatperestek û derketine. Her çiqasî li ser rastiya netewî û civakî gotinan bikin jî ev zêde rast nîne. Ji dilê min bawerkirina vî tiştî nayê. Hûn dikarin behsa kîjan rastiya netewî û civakî bikin? Hebe nebe rastiyeke malbatê ya mirovê Kurd heye. Lê belê ew jî dijberê netewbûnê û civakbûnê ye. Bûyê dijberê her du tiştan jî. Pêwîst dikir ku biba hêzeke ji bo tiştan, bi sedan sal in, bi destên dijmin ristekî paşverûtiyê lêyîstine û gihiştiye astekê ku bibe dijberê civakbûn û netewbûnê. Pêwîste mirov vê yekê baş bibîne.
Herî aliyê xirab ê kesayetan jî, bi rengekî gelekî balkêş li ser bingehê malbatgeriyê teşe (şekil) girtine. Bandoreke girîng ku muhra xwe li kesayetê daye jî ev rastî ye. Weke ku gelek caran tê gotin, li derveyî “kurê bavê xwe, keça malbata xwe” tu pênaseyên din nînin. Asoyê wê yê netewbûnê, taybetmendiyên wê yên pêşketina netewî û heta civakî gelekî tevlîhev e. Encama ku di wir de derdikeve holê hevalên me hîn jî ji mercên malbatê gavekî jî ne di pêşdetir in. Rêxistinê jî bi wî rengî dizanin. Tiştê ku hevalên me yên di asta herî jor de jî didin axaftin, malbatgeriyeke ji rêzê ye. Partiyê jî weke malbata xwe dizanin. Him jî ne di zanebûna wê de ne ku vî tiştî dikin. Me partî li ser bingehê dijberiya malbatgeriyeke bi vî rengî ava kir, lê belê hevalên me di du rojan de partiyê vediguherîne malbatên xwe. Sedema ku hun bi vî rengî ne feraseta we ya malbatgeriyê ye.
Min ji heft saliya xwe hetanî niha, ji saziya malbatê guman kirin, li hemberî wê şer kir û min xwe pêş xist. Berovajî hun zarokên wê yê taybet in. Ew kesên ku hemû nirxên malbatê pejirandine nikarin taybetmendiyên netewî yên bihêz bidin axaftinê. Di kesayeta wan de taybetmendiyên netewî yên bihêz şax nadin. Hun hîna jî negihiştine van taybetmendiyên netewî, civakî yên bihêz. Sedema vê jî hun di kesayeta malbatê ya gelekî girtî de mane. Mirov dikare herêmî û çandên hov ên din jî li ser zêde bike û hun bi van ve gelekî tijî ne.
Tê wê wateyê, di me de malbatgerî ji malbatê zêdetir rewşeke nexweşiyê rave dike. Ev tişt him di malbatên noker, feodal de him malbatên bûrjuva yên xeşîm de him jî di malbatên gundî û bingehê xwe bûrjuvaziya biçûk in bibandor in. Ew polîtîkaya ku wateya xwe di gotina “hebûn û nebûna min ji bo malbatê ye” dibîne, ji aliyê berjewendiyên malbatê ve hatiye diyarkirin. Heta pirsgirêka jiyanê jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Li gel me berovajiya vê, ger hîn di serî de rastiya malbatê ber bi rexneyeke tund ve neyê birin û gelek bandorên wê neyên hilweşandin, baş tê zanîn ku şoreşgerî nabe û partîgerî nayê kirin. Di vê wateyê de PKK’îbûn navê şerê li hemberî bandorên malbatgeriyê ye. Ew bi qasî ku li hemberî bandorên dagirkeriyê şer dike, ew qasî jî li hemberî bandorên malbatgeriyê şer dike. Di nava me de derketina holê ya malbatê bi vî rengî ne. Hema ji bo hemû kesayetên civakê re tiştê ku weke berjewendî tê nîşandan, berjewendiyên malbatê ne. Dema ku tê gotin “bibe mirov” tê gotin bibe mirovê malbatê. “Bûyîna mirovekî baş” tê wateya bûyîna layiqê malbatê. Ango hemû gotinên armanca lêgerînên têkîliyan li gor xwe avakirin, heta tiştên weke xwendinê her dem di nava sînorên malbatgeriyê de xwedî wate ye.
We malbat bi dest xist jî, çi kete destên we? We malbat rizgar kir jî çi bû? Ew malbata ku we rizgarkiriye çî ye? Dema ku we malbat rizgar kir, netew xelas bû, gel xilas bû. Em li netewên din ên hemdem binêrin, hun nikarin ji kêleka sazî û dezgehên ku ew anîne asta wan a îro jî nikarin derbas bibin. Hun ji ber sazî û dezgehên ku ji bo netew pêwîstbûn jî derbas nebûn û bi qasî pênc qirûşan we rûmet neda wan. Li hemberî malbata ku we rizgar kiriye tiştên ku we wenda kirine ev in. Ev tê wateya we malbat xirab rizgarkiriye. Dîsa rewşeke wiha heye, ji aliyê xirab ve gelekî nirx hatine wendakirin. Em ji bo çi li hemberî sazî û felsefeya malbatgeriyê şer dikin? Ew kesayeta Kurd a bêrûmet ku ji bo netewbûn û civakbûnê girtiye, ji bo ku têkîliyên malbatê yên ji rêzê ne rizgar bike tiştekî ku nefiroşe nîne. Bi tenê bikaribe malbata xwe xilas bike.
Me li hemberî vê kesayetê şer destpêkir, kesayeta alternatîf a ku PKK dixwaze biafrîne kesayeteke gelekî radîkal û rizgarîxwazê netewî ye. Ji ber ku PKK baş dizane ev pirsgirêk bi derbaskirina malbatgeriyê ve girêdayî ye. PKK dixwaze ji bo civakbûneke azad rê vebike. Ji bo vê jî pêwîste saziya malbatê ku dijberê azadiyê ye û hetanî dawiyê girtiye were rûxandin. Di heman demê de di vê saziyê de hetanî çokê xiyanet heye. Ji ber ku dijberê rizgariya netewî ye. Pêwîste girêdana bi malbatê re were perçekirin. Di mercên malbatê de xerîbî, înkarkirina rastiya civakî û netewî heye. Ji ber vê yekê jî êrîşî netewbûn û civakbûnê dike. Bila têkîliya malbatê ku ji bo rastiyan girtiye têk biçe ku netewbûn û civakbûn pêş bikeve.
Ev hemû tişt zilamê ku em dixwazin di demên dawiyê de hîna zêdetir zelal bikin tîne bîra mirovan. Di demên dawiyê de me girîngî da lêpirsînkirina jin û zilam. Ew rewşa zilam a sexte û mêrbûna wî ya zilam û jinbûna zêde ya jinê me dike nava fikaran. Zilambûn di giştî de bi egîdî û zayendî ve wekhev tê dîtin. Weke “mirovê weke zilam, jina weke zilam” tê ravekirin. Ev jî weke awantajekî tê hizirandin. Tiştê ku hema di destpêkê de em bibêjin, ev e. Ger ew mirov zilam be, ji bo çi erkên xwe yên rizgarîxwaziyê nayne cih? Ger egîd be, ger zilam be wê demê bila pêwîstiyên vê yekê bike. Ji ber wê jî pêwîstî bi dahurandina zilam nîne. Hîn zêdetir em dixebitin ku zilamtiya di kesayeta Kurd de tê çi wateyê fêm bikin. Zilamtiya di kesayeta Kurd de taybetmendiyeke zilamtiyê ku ji rê derketiye. Zilamê Kurd bi gihiştina hestên zilamtiyê ve weke ku hemû nakokiyên xwe çareserkirine. Bi taybetî jî di mijara têkîliyên zayendî de di zilamtiyê de hesteke ku weke dagirkeriyê bi bin xistiye û dewlet avakiriye diafrîne. Ev xerîbûn û xwe xapandineke mezin e.
Dema mirov hindek taybetmendiyên civak û dewleta Tirk jî pêş çavan re derbas bike, ev rastî hindekî din baştir tê fêmkirin. Asta zilam a zayendî li hemberî jinê weke ku radeyeke qehremaniyê dide wî, ev tiştekî seyr e, lê belê rastiyek e. Ev rewş di civakên din de ne di vê astê de ne. Di vê mijarê de dema ku em zilamê Kurd ji kûr ve lêkolîn bikin emê bibîn ku di vê wateyê de tenê bi tatmînekê ve li ser piyan dimîne. Wî jina xwe kiriye pîrek, jin jî hîna zêdetir bi pîrekbûnê ve li ser vî bingehî weke zilamekî ye. Wisa tê bawerkirin ku bi vî rengî hemû nakokî hatine çareserkirin. Bêguman girêdaniya vê bi nirxandinên malbatgeriyê ve hene. Çawa ku rizgarkirina malbatê ji rizgarkirina welat girîngtir be ji bo zilam têkîliyên zayendî jî ew qasî girîng e. Di rastî de zilamê Kurd di mijarên din de xelas bûye. Li hemberî dewletê xilas bûye, li hemberî civakbûnê û netewbûnê xilas bûye, li hemberî nirxan û tekîliyên civakî xilas bûye. Ger bi wî rengî be, gelo têkîliyên ku dihêle di nava malê de ew aktîf be û zordest be çi ye? Ev têkîlî ya li hemberî jinê ye, ew jî bi têkîliya zayendî dest pê dike û hetanî her cureyê çewisandinê ve diçe.
Dema mirov balê lê bikişîne, zilam bûyera têkîliya zayendî weke bûyereke serdestiyê bi dest digre. Her têkîliyekê zayendî ku dikeve tê de weke ku bûye yekemîn dinirxîne. Ev rewş ji rê derketina exlaqî ya cidî ye. Pêwîste mirov bi vî rengî binirxîne. Ev têkîliya ku di civakên din de û di demên dîrokî yên din de gelekî xwezayî ye, ji bo çi di rastiya me ya civakî de çawaniyeke cihê bi dest dixe? Ev ji bo civaka Tirkiyê û heta gelek civakên din jî derbas dibe. Em hîn zêdetir dixwazin rastiya civaka xwe dahûrînin. Bi taybet vê gavê pêdiviyên me bi vê yekê hene. Ango gelekî ku di nava pergaleke civakî û netewî de her tiştê xwe wenda kiribe, di her tiştekî wê de xilasbûyînek hebe, pêwîste mirovên me nebêjin “ez gelekî mezin im.” Ev rewş hîn jî dibe mijarên henekan. Mînak, zilamên Tirkan li hemberî Ewrûpiyan qaşo bi zilambûna xwe pesnên xwe didin, ev hemû çîrok in. Ev di civaka Kurdan de hindekî din balkêştir e. Hîna zêdetir ji bo bandorên civakî û encamên xirabtir rê vedike. Li gor min mijara ku herî zêde em li hember şer bikin ev e. Hela ew kesên ku di temenekî biçûk de naskirina wan a têkîliya zayendî ya bi vî rengî ve gelo çi wenda nakin? Têkîliya zayendî li ser bingehê azadiyê an jî evînê wê çawa çêbibe? Ji bo nîqaşê vekiriye. Ger ev yek rast were nirxandin dê ji bo pêşkeftinan rê vebike. Ne ber bi xerîbiyê ve dê ber bi gihiştin û jiyaneke bi wate ve bibe. Ger di nava gulokeke kaosa civakî û têkîliyên civakî de ev tişt weke amurekê çareserkirinê ya herî bingehîn were hizirandin ev dê rê li ber karesatan vebike. Mirovên ku dema azweriyên wan ên zayendî negihêne serkeftinê û întîhar dikin ne kêm in. Di rastiyê de ev rewşeke nexweşiyê ye. Di rewşeke wisa de kesayet xwe weke tunebûyî dibîne. Kesên bi vî rengî qurbanê şaşîtiyên mezin in.
Dema hêza zilam a zayendî zêde bû xwe gelekî bi hêz dibîne. Ji vî tiştî jî ji bo xwe para pesindayînê derdixîne. Dema mirov balê lê bikşîne yê ku bêhêz e, gelekî xwe dixe nava zehmetiyê. Ev yek him ne pêwîst e û him xeter e. Civaka herî zêde ji vê rewşê êş kişandiye di heman demê de tenê ji bo têrkirina ajoyên zayendî na, di asta civakî de jî encamên xirab derdikevine holê. Yekî ku ji aliyê zayendî ve çavbirçî be, dê ne yek jinê diduyan heta sisiyan jî bîne. Di serî de jî dê biçe kerxaneyan, ew jî têrê neke dê di sukên vekirî de li jinan bigere. Rewşeke wiha tê dîtin ku ji aliyê exlaqî ve ji rûxandinan re çiqasî rê vedike? Dema mirov li pergala me ya civakî temaşe dike rewşên ew kesên ku xwe gelekî baş binamûs û malbatger dibînin tê dîtin ka çiqasî di asta nexweşiyeke civakî de ye? Nexweşiya ku ew belav dikin, ji nexweşiya dijmin belav dike kêmtir nîne.
Hun ji bo zarokê xwe yê xwedî nirx çi dikin?
Mijareke ku min destpêkê îsyan kiribû ev bû. Dema digotin “me tu aniye vê dinyayê” min bersiveke “we bi anîne min a dinyayê ve bêrûmetiyeke herî mezin kiriye, bi tevî ku tu derfetên we yên min weke zarokekî baş mezin bikin nebû jî we ez anîme dinyayê û vî tiştî jî li serê min dikin bar. Zarokekî ku hun nikaribin tiştekî bidinê we çi wêrekiyê anî vê dinyayê” dida wan. Min di temenekî gelekî biçûk de ev tişt dît. Ger zarok geleki binirx be pêwîste hun cîhana wan amade bikin. Ma li gel me malbat bi vî tiştî dihizirin? Ma zilam û jin vî tiştî dihizirin? Bi taybet gelo zilam vî tiştî dihizire? Di rastî de her du jî nahizirin, di vê mijarê de di nava bêexlaqiyeke mezin de ne. Hun ji bo zarokê xwe yê xwedî nirx çi dikin? Vê gavê ew hemû li her çar aliyên dinyayê û metrepolan belav dibin. Lê belê zilam û jin tawanê vî tiştî gelekî ji zû de pêk anîne. Di rastî de ew jî bêçareye, di panzdeh saliyê de hatiye wendakirin. Ma weke din dikare çi bike? Carekê têk çûye, jin çi fêm dike û zilam çi fêm dike. Ew vê rewşê bi sedan salin dijîn. Ji ber vê sedemê gavavêtina şoreşgerî ya mezin li hemberî van têkîliyan hemûyan e. Lê belê pêwîste mirov xerîbûn û ji rê derketina di mijarê de bibîne.
Weke ku min diyar kiriye, zilam serkeftina xwe ya di têkîliyên zayendî de weke çareseriya hemû nakokiyan dinirxîne. Berovajî çêbûna pirsgirêkên balkêş di vê kesayetê de ye. Heta ger ji aliyê bêhêziyê be, û ji ber ku di bin zexta zayendiyê de ye nikare xwe têr bike, dîn dibe yan jî dikeve nava helwestên êrîşkar, dikeve nava kompleksan, her cure tolaziyê û serberdayiyê dike. Dibe jêdera pirsgirêkên gelekî mezin. Bêyî ku çareseriyê di mercên xwezayî û rast de bigere dikeve nava rewşên hîn bêhtir xerîbkirinê, çewisandinê, jin revandinê, di bin zextê de pêkanîna xwe têrkirina zayendî, heta dawiyê dikeve riyên her cure derveyî exlaq. Ger hêza wî ji bo vê yekê nebe, vê carê dikeve nava helwestên keşetiyê (papaz). Ev yek jî bi xwe re ji rê derketineke weke din pêş dixe. Li gel me kesayet li ser vê bingehê him parçe bûye, him jî binexweşî ye. Tenê qelend, pereyê avakirina malbatekê jî ji bîst-sî mîlyonan jî kêmtir nîne. Qasî ku tê bîra min, berê xortekî deh salan kar dikir an malbatek ava dikir an jî nedikir. Vê gavê hîna zehmetir e. Zilam bi tenê ji bo bikaribe malbatekê ava bike, ji panzdeh salî hetanî bîstûpênc saliya xwe pêwîste xwe di sûka kar de bi erzanî bifiroşe. Di rastî de ev yek bi tenê ji bo ku malbatê biparêze û berdewam bike ye. Dema ku zarok û marok jî çêbûn, hîn zêdetir pêwîstî bi pereyan heye, mirovên me bi vî mantiqê mezin dibin.
Mirov li hemberî saziya malbatê matmayî dimîne. Dema ku min tişt weke mijulbûnên bingehîn ên jiyanî nirxandin, pirsên min ên destpêkê wiha pêşketin. Ma dema malbat zarok tîne dinyayê yê dayik û bav gelo ma her tiştekî rave dike? Min ji xwe pirsên bi vî rengî kirin, li hember wan helwest nîşan da û xwe li ser vê bingehê pêş xist. Dema ku saziya malbatê xeterî li ser me zext kir dîsa min li ser vî hîmî lêpirsîn pêş xist. Herî kêm bi qasî eniya dijmin min ev enî jî lêpirsîn kir û hetanî ez gihiştime helwestên rast, min şerekî rast meşand. Bi tevî ku di bin rêbertiya PKK de pêşket jî sedemê hebûna vî şerî dîsa PKK ye. Bi qasî ev şer bi zehmet e jî, ger şerekî wiha neyê dayîn em nikarin bi mîlîmekî jî rê bigrin. Di vir de mirov dikare vî tiştî diyar bike. Ger kesayeta we îro di bin bandora giran a malbatgerî û zayendîtiyê de ye, hêza gihiştina çareseriyê û tekoşîna wê di xwe de nabîne ew rewş dide diyarkirin ku ji bo çi hun kesekî wiha ne. Di demên wê de neçareserkirina van pirsgirêkan bi taybet tekoşîna vê nedayîn dibe sedema lewazbûn, biçûkbûn, ji gelek aliyan ve pêşneketin û nebûna we ya şervanekî mezin e. Hun xwe têrkirinê û girtîbûnê ji ber van kesayetên xwe yên lihevketî jî dijîn. Di rastî de bi destgirtina van mijaran dikeve ser milên wêjevanan. Li ser vê gelek sekinandina min ji bo rêxistineke şer gelo çiqasî rast e? Lê belê dîsa jî bi xetên stûr pêwîste mirov li ser vê mijarê raweste. Ji ber ku di dibistanên şer ên li Tirkiyê jî ev mijar tê bi dest girtin. Li ser rayedaran sazûmaniya malbatê ya saxlem tê ferzkirin. Ev ji rayedartiyê re şertekî gelekî grîng e. Pêwîste rayedarek di nava nêzîkbûneke malbatê ya saxlem de be. Ew vê saziyê weke bingehê mihafazakariyê dihizirin. Em jî weke bingehê şoreşê rexne dikin. Pêwîste herî kêm mirov van pirsan zelal bike. Ji aliyê zayendî ve ji her du aliyan jî, ji rê derketinek tê jiyankirin. Ev jî ji ber lêgerîna bêsînor a xwe tatmînkirina zayendî û azweriyên zayendî ku bi şêweyên ji rê derketî ve yan jî harbûyî ve vegotin e. Bi taybet li gel me ku mirovên temen mezin bi keçikên temen biçûk re dizewicin, mînakê herî zelal a vê yekê ye. Helwesteke berovajiya vê jî di bin veşariya olî de tê tevgerîn. Ji dinyayê her tiştê xwe dikişîne nêzikî jinê nabe û vê jî weke tawanekê dibîne. Ev jî cureyeke ji rê derketinê ye. Malbatekî ku li ser vê bingehê tê avakirin, di nava bêçariyê de ye. Malbat, bi qasî ku nikaribe xwesteka zayenditî ya bêsînor tatmîn bike, ji ber doxmatîzma olî jî dijî, zehmetiyan dikişîne. Bandora van helwestan di ketina malbatê rewşa qeyranan de û bibe bingehê vê mezin e.
Mirov dikarê vê mijarê ji aliyê têkîliya jin û zilam ve bigre dest. Encamên vê yên din jî hene. Ya herî girîng, dema ku bibêje “min malbat baş avakir, min jin kire pîrek, ez serdest im” gelekî kêfxweş dibe. Weke ku pêwîstiya cîhanê aniye cih, dema di nava malbatê de têkiliya jin û zilam, bi vî rengî were avakirin, çavkaniya girtîbûn, paşverûtî, faşîzm û dagirkeriyê ji xwe re hîmekî têkûz dibîne. Jinê dike polîs, jina ku polîse jî çeka xwe baş bi kar tîne. Heta nava refên me jî, jinê baş bi kar tîne. Ew çavbirçîtiya zayendîtiyê bi rengê xistinê dinirxîne. Ji bo qadên weke sînema, televîzyon, kerxane têne pêşkeşkirin, dîsa jin in. Firotina jinan gelekî belav bûye û ev rengekî gelekî bibandor tê bi karanîn. Em dev ji civakê berdin, dixwazin me jî bixin. Li hemberî yê ku zayenditî weke tawan dibînin jî olê weke çekê bi kar tînin. Jixwe ev bikaranîn jî. Mînak; Hizbûlah dibêje “PKK malbatê azad dike, ev li hember darezînên me yên nirxan êrîşeke mezin e” û êrîşeke dijber dest pê dike. Ev her du şêwazên ku di nava ji rêderketineke zayendî de ne, li hember rizgarîxwaziya netewî û şoreşgeriyê ristekî dilêyîzin. Ev jî jêdera xwe ji bingehê malbatê digre. Bi vî rengî nirxandina vê rastiyê de, ew ji wî alî ve rolekî dilêyîze. Di rastî de ev bingeh yekser bi dijmin re di nava têkîliyan de ne û ji bo bandorên dijmin hetanî dawiyê vekirîne.
Encamekî vê ya din jî, tenê ji bo xwarin û vexwarinê bidine zarokan pêwîste ku xwe di sukê de çil caran bifroşin. Xwendina dibistanê zehmet e, bêperwerdehî û cehalet heta çokê ye. Tenê ji bo perwerdeya zarokekî pêwîste dê û bavek xwe çil caran tune bikin. Gelo yê ku deh bîst zarokên xwe hene dê çawa ji bin vê derbikevin? Ev rewş li gel ku arîşeyeke xirab e, sedema koletiyeke rastiye jî. Tenê ji bo muçêyên (maaş) xwe xilas bike û ji bo ku karekî ji xwe re peyda bike, gelo malxweyê malê çi dike û çi nake? Ger van pirsgirêkan çareser neke, dê were şer bike, zarok û jina xwe bifroşe. Jixwe dema zarok di malê de ahengiyekê nebîne, dê xwe di kolanan de bibîne. Dê zaroka keç ji malê bireve, dê zarokê kur jî bibe tolaz. Malbat hetanî astekî ku balkêşe de sedema tolaziyê ye, qaşo dibêjin malbat tolaziyê naxwazin, berovajî malbat jêdera tolaziyê ye. Bav û dê naxwazin keçên wan ji malê birevin. Lê bêlê sedema vê dîsa malbat e. Feraseta malbatê ya kêm e. Bi tevî van tiştan jî malbat xwe weke temsîlkarê exlaqê dibîne.
Mirov dikare pirsgirêkên wisa bi dest bigre, em dixwazin yek du aliyên din ên malbatê zelal bikin. Bi taybet ber bi çûyîna çareseriya şoreşgerî de pêwîste em hindek tiştan bi bîrbînin. Hindek rexne hatin kirin, ew pirsgirêkên ku ji ferasetên kêm re rê vedikin, me yek bi yek danîn holê. Em dikarin hîn jî berfirehtir bikin. Pêdîvî bi nirxandinên ku li ser çareseriyê bandor bikin heye. Dibe ku ev yek xwe di dema pêş de bide hîskirin, em dikarin ne tenê di civakê de bi taybet li bin sîwana partiyê de jî çareseriya vê pirsgirêkê ya sotîner bikin. Hêmana ku pêwîste were fêmkirin û were zelalkirin ev e. Saziya malbatê ya di civakê de û têkîliya jin û zilam, çawa ku weke saziyeke ketinê, xwe ji her alî ve bazarkirinê û her cureyê harbûn û xerîbûnê tê nirxandin û ev nirxandin jî çiqasî girîng e, di nava partiyê de jî bi bandora wê ve tekoşîn dayîn jî ew qas gîring e. Pêwîste mirov van bandoran nexe nava partiyê. Di nava partiyê de ber bi çareseriyeke rast ve çûyîn û riyeke rast girtin girîng e. Di rastiyê de ev mijareke gelekî kûr e. Ev mijar ewqasî ji cewher hatiye derxistin ku, ji bo hemû bêrûmetiyan ew qasî bingeh avakiriye ku di serî de çareserkirina wê çawa ku gelek ji we bi wî rengî bawer dike, ew qasî hêsan nîne. Ev pirsgirêkên ne bi zewacên şoreşgerî yên erzan, ne bi înkarkirin, ne jî bi rêbazên pêşxistina zextê ve nayên çareserkirin. Pirsgirêk hîna berfirehtir e. Ev pirsgirêk bi qasî ku dîrokî ye, pirsgirêkê wisa ye ku pêwîste di riya wê de tekoşîn were dayîn.
Dema ku serdestiya partiyê bi pêş dikeve, milîtaniya partiyê hêzê bi dest dixe, tişta ku destpêkê tê bîra mirovan, serdestiya li mirovan e. Serdestiya li ser mirovan de şêwazeke zext û dagirkeriyê heye. Şêwazeke din jî wan azad bikî û bi kar bînî ye. Ger kadroyên me di nava têkîliyên malbatê yê kevneşop de ne û li ser hîmê serdestiya dewletê hatine mezinkirin, ev yek tê wê wateyê ku ew serdestiya partiyê, ya dewletê û ya malbatê tevlîhev dike. Ji ber wê jî dema ku dibêje ezê partiyan an jî gelan bixim bin serdestiya xwe, di rastiyê de hetanî dawiyê xeteriyê nîşan dide. Ji bo ferasetên serdestiyê yên derveyî xwe re rê vedike. Ger ev bi rengê koletiyê xwe nîşan bide hîn xetertir e. Bêhêz e, ji serdestî û erkgirtinê agahiya xwe tuneye. Ji bo koleyekî kî çi bibêje ewê bi wir ve biçe. Ber bi kû ve were xwestin dê biçe wî alî, ew jî gelekî xeter e. Dema ku ev rastî li ser jinê bi pîvanên zilam ên kevneşop were pêkanîn jî, ev tiştekî hîn xetertir e. Li hemberî azadiyê û wekheviyê bêhêz e. Tiştê xirab jî, dema ku derfet bibîne, yan aliyê xwe yê înkarkirinê yan jî ketibûnê dide axaftin. Ev her du rewş jî xeter in.
Dema ku di bin bandora nêzîkbûnên kevneşop an jî têkîliyên her du zayendan de bimîne, ya nikarê wê derbas bike yan jî dê înkar bike. (ku ev di her du kesayetan de jî gelekî bi bandor e) Ev rastî vê pirsgirêkê giran dike û ber bi çareseriyê ve nabe. Çanda wî lewaz e, asta wî ya perspektîfan lewaz e. Ya herî girîng jî hewldan û tekoşîna wî lewaz e. Pirsgirêk bi vê nêzîkatiyê ve nayê çareserkirin. Beriya her tiştî xwe di asta ferasetê de amade nekiriye. Ji bo têkîliya di navbera zayendan de gelo bi kîjan feraseta bingehîn ve nêzîkbûn çêdibin? Di vê mijarê de tişta ku destpêkê tê bîra mirovan “bavê min bi dayika min çi kiribe, dayika min bi bavê min çi kiribe, yan di kolanan de yan jî di televîzyonê de çawa tê pêşxistin ezê bi wî rengî bikim” ev nêzîkbûn e. Asta wî ya dîrokî nîne, asta azadiyê nîne, asta şer nîne hînî rêzefilmên tv yê yên sînemayê bûye, nêzîkbûnên ku ji vir girtiye, nêzîkbûnên ku malbatê ew hîn kiriye, yê ku ji malbatê dîtiye û dizane ye. Tê zanîn ku ev çiqas tiştên bi nexweşî ne. Heta ev nexweşî yê ku faşîzm tehrîk dike ye. Gelekî zelal e ku ev nêzîkbûn ji serdema despotîk maye.
Rêber Apo
Ji perspektîfên Rêber APO a “Şoreşa Civakî û Jiyana Nû”