PKK Hêvi Dide Mirovahiye

0Shares

Baweriya Rêberti hişt ku Kurd xwe ji nûve zindî bike. Baweriya Rêbertî hişt ku jin îro hêviyekî wan mezin bibe. Rêberti bu nasname, bu hebûn xweşikbûyina jiyanê bi Rêbertira watedar bû. Watedariya Rêberti îro tevgerek ava kir. Despekê grubekî piçûk  despêkir. Bi îdda û baweriyek mezin û bi rihe hevaltiyekî xurt  meşiya, ev grup derdora xwe kom dikir.

Hêvi dide mirovahi yê. Serhildan rakirin ji bo deshillatariya metinger. Jina Kurd ya ku hatibû bêdeng kirin û mafê jiyane jî lê hatibu qedexe kirin. Yekem bi îdeolojiya Rêber APO li hemberî zîhniyeta desthilatdar seri rakir.  Yek ji, van  jî rêheval Sara bû. Nava pêşengan da cih digirt. Heqî, Kemal, Xeyrî, Mazluman ra bû rêheval û rêya heqiqeteda meşiyan. Rêber Apo ji bona heval Heqî digot: “rihe min ê veşarti ye.” Dema bu pakrêwanê wê rêyê, Rêber Apo ji bona heval Heqî damezrandina partiya PKK, ê îlan kir. Rêhevaltiya Rêber Apo wisa bû. Her şahadetek dibû bi biryar û doza tolhildanê bilind dikir. Hemberê dijminan rêheval Mazlum û Kemal yek deqê ne disekînin, her kelî bi çalakwanî tevdigeriyan. Heya  şahadeta wan hevalan ji bondoraki mezin çekir.

Gelên hatibû fetisandin nûva carekê din radibûn berxwedaniye. Dijmin bi wî rastiya heyî ditirsiya. Berxwederên dirokê tû car çok nedanîn. Li hemberê wi îşkenceyeki bê mirovî dan meşandin. H. Mazlum û rêhevalên xwe ra rojiya mirine û şevên çaran berxwedani nivisandin. Sara’ya jina Kurd hemberê dagirkeriyê seri netewan, ev bû deng nava gelanda û gelê netewîda dirok nivisandin. Bu hêvî her deran belav bû. Çokê dijmin dilerizî li hemberê baweriya xurt. Seyit Riza çawa li hemberê dijmin “min hile we nedit ew bila ji mira bibe ders, min ji li hembere wê çok nedanî ew ji ji wê ra bibe dert.” Dijmin wi rasti dizane ji bo wê ji ditirsiyan. Her weki tirsek ma dilê neyaranda.

Gel edî bi felsefeya Rêber APO xwe nasdike. Jin û xortên welatparêz ref bi ref dihatin nava tevgerê. Civak edî hestên mezin jiyan dikir. Rêbertira dipirsin ji bo Kurdistanê “darêki ziha ye, hûn çawa zindi bikin?” Rêberti bi heskirin, hêvi û riheki wan wi darê hembez kir û nuda zindi kir. Çawa jin nuda avabu, gellê Kurd ji bi jinê ra bu îrade çavê wan da ken, bîr û baweriya wan hin bilindtir bû. Bi baweriyeki xurt xwedî  partiya karkerên Kurdistan derketin. Deşt, neval, zinar, çiya berxwedaniya gel û gerîla despekir. Rihê Kemal, Xeyri, Mazlum, Heqî, Zîlan, Sara, Berîtanan wiha meşiyanû dibûn heqiqetvanên Rêber Apo.

Rêberti bi bandora fikir û felsefê û ramana xwe bandorekî ne normal derdora xwe kir û li xwe kom kir.

Arjin Argeş

Attachment