Beriya dest bi nivîsandina xwe bikim dixwazim salvegera damezirandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, gelê me yê azadîxwaz û hemû gelan pîroz bikim.
Têkoşîna azadiyê bi gotin û tespîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ ya Rêber Apo destpê kir. Bi saya Rêber Apo têkoşînek muazzam bi avabûna PKK’ê re pêşket û kete sala xwe ya 46’emîn. Di pêvajoya van salan de gelek destkeftiyên me Kurd û Kurdistaniyan çêbûn. Bi hezaran şehîd canê xwe di vê oxirê de feda kirin.
Beriya derketina Rêber Apo û avabûna PKK’ê gelê me di nava tinebûnê, di navbera mirin û jiyanê de mabû. Ji her tiştên xwe mehrûm mabû, di bin pençên qirkirinê yên gelekî giran de ji Kurdbûna xwe, hebûn û nasnameya xwe gelek dûr hatibû xistin. Pergala faşîst ya dewleta Tirk hewil dida peyvek Kurdî jî ji devê mirovan dernekeve. Hewildida hemû nirxên Kurdî û Kurdbûnê ji holê rabike, hewildida hertiştî bikin Tirk û Tirkî. Dema vêna dibêjim ne ku dest ji vê siyasetê berdane, lê wan salan rewşa me Kurdan gelekî xedar bûbû. Bêgûman îro jî heman siyaseta înkar û îmha yê li hemberî gelê me dimeşînin, lê hêza berxwedan û şoreşê nehişt encama dixwestin pêk bînin.
Û beriya her tiştî em Kurdin, em xwediyê van xakanin. Hebûna me weke gel ji çavkaniyên dîrokî yên dom û dirêj dihat û kok daye. Ew hatibûn li ser xaka me, me înkar dikirin û li hemberî me şer îlan kirîbûn. Ya rastî ne tinê dijî me Kurdan vî şerî jî îlan kirîbûn, qirkirina Ermeniyan, ya Asurî-Suryaniyan û gelek miletên din jî li ser van xakan tiliyên wan hebû û bi xwe jî di nav de bûn. Û dawiya dawî em wek civak di encama pergala wan ya qirker û înkarker de bê cîh û war, bê nav û bê hertişt hatibûn hiştin. Lê ev yek bi avabûna PKK’ê re guherî. Kurd li xwe zivirîn û rastiya pergala faşîzan ya dewleta Tirk naskirin. Gelê me siyaseta wan derxist zanebûnê û bi wê re pêl bi pêl berê xwe dan refên azadiyê. Di vê wateyê de PKK bu hêza gel bi xwe. PKK bû hêza serîrakirinê, bû hêza rakirina heyf û tola şehîdan, tola bi sedhezaran gelê me yê bêgûneh hatî qetilkirin. Di encamê de bi saya PKK’ê gelê me ji nûve zindî bû, xwe nas kir, bû xwedî hebûn, li çanda xwe vegerî. Ev vejînek muhteşem e. Vejînek şoreşî ye. Bi saya vê vejînê em îro bi zimanê xwe diaxivin, ewqas derfetên me yên xwe îfade kirin û temsîl kirinê ava bûye, bi saya wê em li tevahî cîhanê têne nasîn û siyaseta înkar û îmhayê hate vala derxistin.
Lê PKK’ê bi vê re jî ne ma. Ne tenê ji bo gelê me bû nefesa jiyanê, ji bo gelên din jî bû hêvî. Ji ber ku PKK ne tinê partiyeke Kurda ye, partiyekî mirovahiyê ye. Ji bo nirxên mirovahiyê bê parastin derketiye ser reya heqîqetê. Îro bi têkoşîna azadiyê di şexsê gelê Kurd de ev rastî ji bo giştî civakên bindest jî bûye hêvî û reya têkoşînê.
Wek gerîlayên azadiyê salvegera partiyê ji bo me jî rojekî herî girîng e. Lewra em bi moral û coşekî mezin vê rojê pêşwazî dikin. Em moral û coşa xwe ji heskirina xwe ya mezin a li hember Rêbertiya xwe digrin. Her wiha nirxa herî mezin şehîdên me ne. Em jî îro şopdarên wan in. Em îro li qadên çiya wek gerîlayên azadiyê di berxwedaniyek gelek mezin de ne û di nava şerekî pir dijwar de parastin doza azadiyê pêk tînin. Li Metîna, Zap, Gare û Xakurkê li tunelên şer em wek gerîla di nava şerekî dijwar de ne. Em bi ruhê rêheval Hakî Karer, Kemal Pîr û Mazlûman li hember dagirkeriyê şerê hebûn û azadiyê didin meşandin. Em nirxên mirovahiyê diparêzin. PKK ya ku bûye partiyeke gerdûnî ji bo tevahî mirovahiyê, ji bo hemû gelên bindest bûye hêviya azadiyê. PKK’yî bûn giring e û nirxekî gelekî mezin e.
Bi saya vê berxwedanî û têkoşîna di pêşengtiya PKK’ê û bi saya qed û xebatên Rêber Apo pergala wan ya modernîteya kapîtalîst wê hilweşe, azadî, wekhevî û biratiya gelan yê serbikeve.
Çiyajîn Vîyan