Ji Pirsgirekan Re Çareseriya Netewa Demokratik

0Shares

Abdullah OCALAN

Bi qasî dewleta netewe di ti dema dîrokê de rejimeke din a dewletê ya çanda xwecihî û herêmî hilweşandiye nehatiye dîtin. Dewleta netewe bi tenê li beramberî dewleta bajêr, demokrasî û sîstema împaratoriyê û weke dijberê wan pêş neketiye. Belkî jî ji van herdu diyardeyan zêdetir bi tevahî xisletên nasnameyî yên xwecihî û herêmî bi qedexekirin, bi hilweşandin, bi dawerivandina hinavê xwe hewl daye wan ji civaka dîrokî rake. Tevî vê rewşê, împaratoriyên herî navendî jî timî guh dane huqûqê xwecihî û herêmî.

Bi zanîna ya xwecihî û herêmî dewlemendiye, bi îhtîmam û girîngî hewldan e ku civak ji van neyên mehrûmkirin. Jixwe rêveberiyên herî navendî jî xwecihî û herêmî heta otorîteyên wan red nekin li dijî wan nebûn bibin xwediyê rêveberiyên otonom ên bi erkên herî berfireh kemilandî. Dîroka şaristaniyê heta bi modernîteya kapîtalîst dîrokek e ku bi awayekî nasnameyên xwecihî û herêmî esas digire. Her împaratorî û şaristanî, bi hêza qadên xwecihî û herêmî yên dibe xwediyê wan diyar dibû.

Tevî ku dîrok ji tevahiya van nasnameya pêk tê, dewleta netewe radibe wan înkar dike, hewl dide xwe homojen û otorîteya bi tenê ava bike. Bêguman ev yek jî bi têkiliya wê ya sîstema mêtinkariyê ya jêre xizmetê dike girêdayî ye. Kara herî zêde û meyla komkirina dewamî ya sermayeyê têdigihêje ku nasnameya xwecihî û herêmî çiqasî tesfiye bike wê ewqasî jî xwe deman bike û bigihîje ewlekariyê. Dewleta netewe ya homojen bi tesfiyekirina çand û şikandina hêza xwecihî û herêmî îdea dike ku netewe bi hêz dike û yekîtiya çanda neteweyî pêk tîne. Ya pêk tê jî yekdestdariya mêtinkarî û hêza misteke olîgarkan e. Tevî ku yekîtiya çand û huqûqê weke amûrê rewakirina mêtinkarî û hêza vê yekdestdariyê bi kêr tê di nava xisletên bingehîn ên netewe û dewletê de tê hesibandin. Ji vê jî xeternaktir û wehîmtir, îdea tê kirin ku ji bo demokrasiyê jî homojeniyeke bi vî rengî şertekî îdeal e. Weke şertê giştî yê koletiyê mirov dikare maneyekê bide vê yekê. Eger demokrasî xwe rêvebirin û îfadekirina azad a xwecihî û herêmî nebe, wekî din mirov çawa dikare terîf bike? Eşkere ye ku weke bingeh qebûlkirina şertên neteweyê homojen demokrasî nayê avakirin. Ya ferdî, xwecihî û herêmî heta xwe îfade nekin û berjewendiyên xwe yên çandî neparêze, demokrasiyê pêk neyê. Neteweparêziya bi destê dewletê çiqasî demokratîkbûna ferd, xwecihî û herêmî be, neteweparêziya demokratîk jî berevajiyê wê ewqasî demokratîkbûna ferd, xwecihî û herêmî ye.

Di çanda Rojhilata Navîn de ya xwecihî û herêmî di her dema dîrokê de nasname û huqûqa xwe bi hêz parastiye, xwedî lê derketiye. Di tevahiya sîstemên şaristaniyan de rêz ji nasnameyên xwecihî û herêmî re hatiye nîşandan û cih ji huqûqê wan re hatiye naskirin. Tesfiyekirin û tine hesibandin di rêveberiyên herî despotîk de jî weke siyasetekê heta dawiyê nehatiye meşandin. Kirinên bi vî rengî ji nîzamê tesfiyê yê ferdî û malbatî zêde nebihuriye. Em dibînin ku bi awayekî sîstematîk tesfiyekirina ya xwecihî û herêmî careke din rengê faşîst ê dewleta netewe piştrast dike. Di dused salên dawî yên herêmê de dewleta netewe her ku bi hêz bû tesfiyekirina ya xwecihî û herêmî jî di zikhev de pêk hat û ev jî rastiya em behsa wê dikin nîşan dide. Bi tenê şerên ji bo pêkanîna dewleta netewe ya Iraqê û şerên li dijî wê ji bo bêrehmiya sîstemê û tinekeriya wê têra xwe delîl û ispat e. Herçî derfet û îmkan hatiba dayîn ji bo xwecihî û herêmî bi awayekî demokratîk xwe îfade bikin, belkî jî dewlemendiyeke çandî ya maddî û manewî ya ji Swêdê bihurî pêk bihata. Şerê Iraq hê jî di navê de ye, der barê çaresernekeriya modernîteya kapîtalîst, zirardayîn û tinekeriya wê de bi gelek dersan tijî ye.

Hêmanên modernîteya demokratîk sîstematîkek e ku têde herî zêde xwecihî û herêmî girîng dibe esas digirin. Hêmana civaka exlaqî û polîtîk diyardeyek e ku li xwecihê pêk tê. Hêmana civaka ekonomîk, bi giranî xwecihî û herêmî ye. Herçiqasî rewşa wê ya di nava netewetî û navnetewetiyê de hebe jî li ser bingehê xwebihêzkirinê radibe. Civaka ekolojîk hêmanek e ku jixwe her tim û li her deverê li qada xwecihî bi mane dibe û tê pêkanîn. Civaka demokratîk di serê wan hêmanan de tê ku li ser komikên xwecihî pêk tê. Hêmana ferdê ji xwecihî û herêmî qut, ji aliyê nasnameyê ve bi qasî ku qels e, ji heqîqetê jî mehrûm û bêpar e. Berevajiyê wê jî çiqasî çanda xwecihî û herêmî temsîl bike, nirxa wî-wê ya heqîqetê jî ewqasî bilind e. Neteweya demokratîk eger karibe derfet û îmkan bide nasnameya ferdî, xwecihî û herêmî bi awayekî azad xwe îfade bikin pêk tê.

Neteweyên xwediyê nasnameyên pirrçandî û cihêreng bi qasî ku demokratîk in, ewqasî jî li gorî dewlemendî û aştiyê ne. Di civaka Rojhilata Navîn de eger şensê demokratîkbûnê ji xwecihî û herêmî re bê naskirin, eşkere ye ku wê beşekî mezin ê pirsgirêkan bi hêsanî bêne çareserkirin û li dawiyê bêne hiştin. Tevî ku rêûresma dîrokî jî vê rastiyê timî destnîşan dike, dewleta netewe ya bûye bela li hemberî dîrokê xwe kerr dike. Bi berçavkên xwe yên homojenîk ên hespan her li dîrokê dinêre dewlemendiya mezin tek reng dibîne û dihêle ku bê dîtin û encama vê jî faşîzm û înkara rastiya civakî ye.

Di civaka Rojhilata Navîn de hêmanên çanda xwecihî û herêmî zêde û di zikhev de dijîn. Ji vê rastiya wê re modernîteya demokratîk weke kirin, bi cihanîn û teorî çareseriyên mayînde pêşkêş dike. Rastiyên xwe bi îfadeya azadiyan çiqasî veguherînin heqîqetê, weke civak û ferd wê di nava aştiyê de zêdetir şensê jiyaneke wekhev û azad bi dest bixin.