Pirsgirêkên Rojane yên Femînîzmê û Rêyên Çareseriyê
Ji Pirtûka Jina Azad
Pêvajoya herî zêde femînîzm xwe belav kir, pêvajoya sermayeya yekdestger a kapîtalîzmê bû. Ji bo belavbûnê hewcehî bi zêdebûna çendahiyê (nitelik) tê dîtin, lê her ku ji çavkaniya xwe ya derketinê dûr dibe di naveroka wê de qelsî derdikeve û femînîzm bi metirsiya ku bibe ekolek di nav îdeolojiya burjûva rûbirû maye. Di vê xalê de, ku femînîzm wek têgeheke rojavayî tê dîtin, hin sedemên wê yên mafdar hene. Ferdperestî û zihniyeta rojavayî li vê nêrînê mohra xwe xistiye. Pênaseya femînîstên Rojavayî ji bo azadiyê, rêbazên gihîştina azadiyê, tehlîlkirina desthilatdariya nêr û rê û rêbazê têkoşîna li beramberî desthilatiya nêr a heyî, ji jiyana rojhilat, danasîna rojhilat û raman û hîsên rojhilat cuda ye. Pêwîst dike cihêtiya çandî ya di navbera rojava û rojhilat de bi xweşbînî were pêşwazîkirin.
Li rojhilat jiyan li jêr bandora ol, eşîret, malbat û zextan berdewam dike, lê belê ev rewş wek ku tenê taybet bi rojhilat be qebûlkirin tê wateya fêmnekirina perspektîfa azadiya jinê. Di vê mijarê de hewce dike şaşitiyên heyî derbas bibin, ruxmî cihêtiyên çandî, perspektîfa hevbeş a birêxistinbûna jinê deynin holê.Her wiha şeklê têkoşîna vê jî li çandan lêbîbin. Bi şûna li mêtingeriya pergala desthilatdar a zilam li ser jinê bi xweşbînî mêze bikin, li beramberî asta ku jin dijî bi nepejirandinê, perspektîfa pêşeroja hevbeş ava bikin, ev girîng e. Her çend femînîst ji ber bi têkoşînên sosyalîst re di hin mijaran de hevbeş tevgeriyan, vê yekê meyldariyeke çep da femînîzmê, lê belê şerên dijî sosyalîzmê ew ji vê meyldariyê terişan. Polîtîkayên globalîzmê bi qasî ku bizavên çîna karker bandor kiriye, ewqas jî femînîzm paşvexistiye û êrîşên li ser femînîzmê zêde bûye. Piştî salên 1968’an nêrîna femînîst heya cihekê derfeta belavbûnê dît. Di vê demê de bizavên femînîst herî zêde avaniyên dewletger ên hiyerarşîk jêrpirskirin û hejandin, bi vê pozîsyona xwe jî civakîbûn jiyan. Lê belê li welatên rojhilatî ji ber bandora giran a ol, nêzîkatiya jinan a parastina kevneşopiyên heyî bû sedem li beramberî femînîzmê pozîsyoneke dijber bigrin. Civakîbûna ku di 68’an destpêkir, heya gihîşte 80’an lîberalîze bû û paşveket. Bizava femînîst ku elît û di avaniyeke akademîk de ma, nekarî marjînalbûnê derbas bike. Sedema nekarî bibe bizaveke civakî ew e ku; pir parçe ma, di cewhera xwe de azadiya jinê li gor rastiya serdemê li ciheke rast neda bicihkirin û di rûkala (yuzey) pergala zilam a tehekumkar de cih girt. Ji vê dîrokê pêve jî ber bi zemînê siyasetê ve şimitî û bi vê re jî ber bi navenda pergalê ve pêşve çu. Di vir de tê dîtin ku bizavên femînîst ji civakîbûnê xwe qut kirin. Bidestgirtina rastiya jinê ji dîrok û civakê cuda, ango jê qutkirin tê wateya ku vê têkoşînê ber bi zemînê dewletger ve dikişin ku ev tê wateya helandina potansiyela şoreşger û azadixwaz a jinê. Ev mijar bi tena serê xwe mijareke ku hewce dike li beramberî wê têkoşîn were meşandin.
Kapîtalîzm hewl dide bizavên dij-pergalê marjînal bike, li vir tişta bû para femînîzmê; yan li derveyî têkoşînê ma, an jî kete nav sînorên pergalê, pê re bû yek. Emperyalîzm civakê parçe dike û hîna rehetir birêve dibe, diyardeya hêza civakî hildiweşîne û ev jî egoya takekesî radike pêdarê. Di encama vê de takekes ji rastiya civakî dûr dikeve, di sînorê ezezîtiyê de dijî û tevnên ku civakê pêktînin, zeyîf dibin. Rêbertiya me di mijara pirsgirêkên rojane yên femînîzmê de wiha dibêje: “Di hewldanên femînîstan de pir hêman hebin jî nekariye asoya demokrasiya navend-rojava derbas bike. Nikare were gotin ku awayê jiyîna ku kapîtalîzmê pêk aniye derbas kirine, ji wê jî wêdetir nekariye tam fêm bike. Ev rewş feraseta sosyalîst a Lenîn bi bîrdixîne. Ruxmî ewqas hewldan û sengerên ku hatibûn qezenckirin jî, di encam de Lenînîzmê nekarî ji behredayîna herî binirx ji çep ji bo kapîtalîzmê rizgar bibe. Dikare heman encam werin serê femînîzmê jî. Ji ber ji bingeha xurt a rêxistinî bêparî, pêşnexistina felsefeya wê, zoriyên di derbarê milîtantiya jinê, îdeaya wê lewaz dike. Heta dibe nekaribin ‘Sosyalîzma Pêkhatî’ ya eniya jinê jî pêk bînin. Lê belê di warê ku bal bikişînin ser pirsgirêkê, divê wek pêngaveke cidî werin nirxandin.”
Bizava femînîst îro bi sawîna (îluzyon/yanilsama) berfirehbûnê parçe dibe. Îro hin ekolên femînîst hene ku bi yek du kesan îfadeya xwe dibînin. Ji ber ekola femînîst a gihîştiye tehlîlên xurt nekariye ji îfadebûna di ferdan rizgar bibe. Her jinek bi meqaleyekê ekoleke alternatîf îlan dike ev jî têkoşîna jinê parçe û texrîb dike. Ji ber vê nake zemînê rêxistinî ya xurt, nagihîne perspektîfa têkoşîna pratîk.Lewma parçe dibe. Lewma zilam û pergala zilam xurt dike. Di cewhera vê de pirsgirêka ku nekariye aliyê rexne û jêrpirskirinê ya ku bizavên civakî yên pêşverû pêşve dibe, ferq bike. Herwiha vê yekê bi şêwazeke rast û hevseng pêk nayîne. Çareserkirina vê pirsgirêkê ji bo pêşketina femînîzmê mijareke heyatî ye.
Ji aliyekê ve îfadeyên wek ‘cîhaneke bêyî zilam, hiyerarşiya jinê, raseriya biyolojîk an jî dewleta femînîst’ bilind dibe, bersiva ji vê re jî dîsa ji jinê bi gotina ‘jiyana li gor xwe û bi zilam re’ ji hêla beşeke din a femînîst tê. Ev şêwazê jiyanê ku ferdek ji bo xwe tercîh dike wek ekoleke femînîst tê lansekirin; ev jî parçebûnê kûr dike. Di vir de çawa ku zehmetiyên li ser milîtantiya jinê em bi bîr dixin, rewşa ekolên femînîst ku ji însafa ferdan re hatiye hiştin, bal dikişîne. Elbet ev rewş ji tercîha jiyaneke azad wêdetir, tercîha jiyaneke pir erzan û hêsan e. Fêmnekirina koka pirsgirêka azadiya jinê ye, jiyîna kûr a ferdperestiyê û ji vê re jî dirûtina qilifeke teorîk e. Herkesekê femînîsta xwe hebe, ev nayê wateya pir-dengî û pir-rengî. Di pir-rengiyê de hevtemamkirin, bitûnîbûn û hevsengî heye. Lê di vir de tişta dixuye hevredkirin, parçekirina bitûniyê û lihevnekirin e, di encam de jî nikare ji pergala zilamsalar re bibe alternatîfeke xurt. Îro mijara gumanê ye ku bizava femînîst xwedî pêşdîtina polîtîk ku van pirsgirêkan bibîne û rêderketinên wiha asteng bike, be. Bêguman ramana cihêrengiyan girîng e. Rêzgirtin ji cihêrengiyan, parastin û pêşxistina wan, yek ji lingê bingehajiyana di eksena jinê de ye û ji bo femînîzmê jî rêgezeke girîng e. Lê belê parastina cihêrengiyan jî dema di ferd de civak, di civakê de jî ferd îfadeya xwe bibîne ev asta were afirandin û armanckirina azadiya hemû beşên civakê û ber bi vê armancê pêşveçun dê watedar bibe. Cihêrengî dema ku xweseriya ku xîzmeta armancê bike biafirîne û nûbûnê derxîne holê watedar e. Wê demê dikare ji bitûnîbûnê re xîzmet bike, wiha pêşdîtina teorîk wê bikaribe ji xizmeta polîtîkayên parçeker ên pergalê rizgar bibe. Ji ber çavkaniya koka femînîzmê rojavayî ye û nekariye çîna navîn a bajêrî ya jinan, beşeke entelektuel derbas bike, ev jî nahêle ku bizavên femînîst ji hêla hemû jinan ve were pejirandin. Îro hîna jî li pêkenoka ku jineke burjûva ji jina gundî re behsa femînîzmê dike, lê dikenin.Ev jî nîşan dide ku bizavên femînîst tenê bi beşekê ve bisînor mane, nekarîne bigihîjin jinên ku tên perçiqandin, negihîştine jinên ku li jêr desthilatdariya karkerê zilam ku keda xwe azad kiriye wek koleyan dijîn, jinên li gundan, ên di mal de. Di vê wateyê de femînîzm rêxistineke civaka medenî ku li metropolan bicih bûye ye. Jixwe di van qadan de pir jin bi armanca ku bi tiştekê mijûl bibin wek ku bi weqfekê re kar dikin, bi bizavên femînîst re hevdîtin çêdikin, ev jî nîşan dide ku hevdîtina wan pir saxlem an jî bi armanc nîne. Di vê rewşê de elbet dê bendewariya milîtantiya bihêz nerast be. Di kêleka vê, femînîzm hîna bêtir jinên di temenê navîn û mezin bibîr dixîne, ev ne pêşdariziyek e, di vir de divê were pirsîn ku çima nifşê ciwan ji femînîzmê re elaqe nîşan nade û bi awayeke bêhêz bizavên femînîst hembêz nake?Ji ber ji nifşê ciwan re di mijara têkoşîna dîrokî ya jinê perspektîf nayê pêşkêşkirin, perwerde nayê dayîn û ew nayên zanyarkirin.Di vî nifşî de têkoşîna zayendî wek diyarde zêde bi xweşbînî nayê pêşwazîkirin û tezadekî dîrokî tê jiyîn. Jinên ciwan bi dewsa ku jiyanaxwe di temeneke ciwan de diyar bikin û li gor wê bijîn, her ku pîr dibin dikeve ferqa wê û têkoşîna wê didin meşandin, lewma dînamîka jina ciwan kanalîzeyê pergalê dibe û ev jî dînamîka têkoşîna jinê lewaz dike.
Hewce dike mesafeya di navbera xala ku femînîst derketiye û îro gihîştiyê tehlîl bibe. Hemû destekftiyên jinên cîhanê, analîzên hatine pêşxistin û asta teorîk ku gihîştiyê li kêlekekê, li beramberî zihniyeta dewletê ya hiyerarşîk, tehekumger û desthilatdariya zilam têkoşîneke bitûnî nehatiye pêşxistin. Bi meşa heyî berdewam bike, ev pirs derdikeve pêşiya me gelo xeteriya ku femînîzm werguhere ser olekê heye? Ev pirs di cewhera xwe de rexneyek e, di vê mijarê de hewcehî heye hin guhertin çêbin. Ew giraniya ku ol di însan de çê dikin, dijwariya kontrolkirina hundirîn di xêva zayenda jinê de bicihkirin, rewşa ku mirovan li derveyî vîn û xwesteka wan bidin meşandin di femînîzmê de tine ye. Gotina hin femînîstên radîkal dibêjin ‘cîhaneke bêyî zilam’ hin femînîst li pişt dantelên binefş dikenin û bersiv didin ku ‘bêyî zilam nayê jiyîn’, hin jinên ku ji xwe re dibêjin neo-femînîst jî derketine, ev jî nîşan dide ku femînîzm nikare bibe ol.Ji ber di nav xwe de tejî nakokî ye. Lê ol, bêyî ti nîqaşê ji hemû nakokiyan re bersiv dide, dipejirîne û nade jêrpirskirin. Ol bêyî nakokî ye. Em şêwazeke wiha ya bêyî nakokî napejirin, lê belê tişta di aliyên femînîzmê de rû dide ew e ku nakokî nabe sedema pêşketinê. Ya heyî parçebûn e, nebûna bitûniyê ye, faktorek e ku baweriyê lewaz dixîne.Ku femînîzmdi vê xalê de her ku tûj dibe wê ewçend paşve bikeve, nikaribe heta metirsiya olbûnê jî bijî. Lê di vir de xeteriyek din heye ew jî bibe mezhebekekapîtalîzmê.
Nêzîkatiyên ku ‘pêşxistina hiyerarşiya jinê’ pêş dibînin, didin diyarkirin heke îcadên pergala desthilatdar a zilam tam berovajî bikin wê rêya rast were dîtin û îbareya ‘dewleta femînîst’ tînin ziman, di çarçoveya bizavên femînîst de vê bilêv dikin. Ev nêzîkatî nîşan dide ku tehlîla desthilatdarî û hiyerarşiyê hîna di asta rast û têr nehatiye kirin. Tê dîtin ku derbasnekirina perspektîfên têkoşîna navend desthilatdarî û meylên vê yên pratîk, dê ber bi şaşitiyên dîrokî ve bibe. Pêwîste were fêmkirin heke pergala heyî biqulipînin, nayê wateya ku derdikevin derveyî wê. Ev tê wateya ku şaşitiyekê ne li ser lingên wê, berjêr dijîn. Ger cihêtî ji pergalê û cihêbûn rast neyê pêşxistin, di ekseneke komunal de neyê rûnişkandin, ger li gor xwezaya bidestxistina nasnameyê têkoşîn li ser feraseteke dijberê wê pêşnekeve, wê pêşketinek derkeve holê ku xwezaya civakîbûnê zede bike û dê bi pergala ku dijîtiya wê dike re bibe yek. Di vir de rewşa ku bişibe hêza ku dijberê wê ye derkeve holê. Ger pêşdîtina desthilatdarî û hiyerarşiyê neyê derbaskirin, çendî jî dijberiya wê were pêşxistin, tişta derkeve holê dê heya astekê desthilatiyê hilberîne, temenê wê dirêj bike. Gerek dike teoriya femînîzmê xwe di vê berekê (dogrultu) de di wateya cewherî de bike xwedî bingeh. Nexwe dê bişibe dijberê xwe, tabiyê desthilatdaran bibe. Şibîna pergala desthiladar a zilam a hiyerarşîk ku xwe xurt sazîkiriye, bûna yek ji saziyên wê, tê wateya ku bitûnîbûna pergalê saxlemtir dike, jinê jî tevlî pergalê dike. Di şênberiya bizavên femînîst de bi taybet di hin meylên radîkal de feraseta têkoşîn li beramberî pergala nêr hatiye derbaskirin, nêzîkatiyeke zayendperest derketiye pêş. Zayendperestî pênc hezar sal e ji hêla zilam ve tê meşandin û herî zêde jî jin ji vê pirsgirêkê bihêrs e, bi vê mebestê têkoşîn hatiye destpêkirin.Îro ev yek wek (zayendperestî) bi rengê jinê pêşxistin û li ser civakê ferz kirin, ti nirxa wê ya îdeolojîk tine ye. Ji ber ku yekemîn pêkhatina nasnameya îdeolojîk bi jiyana ku nêzîkatiya di eksena jinê de esas girtibû û xwe disparte hevpariya her du zayendan pêşket. Bi tevna xweliqkar a jinê civakîbûn pêşket. Û nêzîkatiya zayendperest şêwazek ku vê tevnê diqetîne derxistiye holê, ku ti girêdana vê bi azadiya jinê re tine ye. Divê bê zanîn zayendperestiyeke wiha nayê wateya azadiyê û heke li rotayeke rast neyê rûnişkandin wê feraseta desthilatdar bi xwe re bîne û civakîbûna ku şerê bingehîn a mirovbûnê ye, dê darbe bixwe. Elbet ev rewş heke di pozîsyona heyî de bi israr dewam bike dê bi xwe re metirsiyan bîne. Çawa ku Sosyalîzma Pêkhatî ruxmî hemû nirxên têkoşînê, destkeftî û berxwedanên pîroz, xwîn, ked û hewldana bi milyonan însanan nekarî xwe ji navend-desthilatdariyê rizgar bike, belavbûn jiya û tenê bi vê re jî bisînor nema bi hebûna xwe temenê pergala emperyalîst dirêj kir û mezhebûnek derxist holê,femînîzmjî dibe ku ji vir pêve bi heman encamê ve rûbirû bibe, an jî heta ji wê jî paşbikeve. Heke em îdea dikin ku dîrok rêze zarûret nîne, pêwîst dike nirxê şerê li ser bingeha rastiya serketin û têkoşînê careke din nû bikin. Ekola femînîst hîna nebûye têkoşîneke total a çalak. Rêbertiya me dide diyarkirin ku “Dibe nebe sosyalîzma pêkhatî ya eniya jinê jî.”Ekola femînîst di serî de pêwîst dike modernîteya kapîtalîst ku jê derketiye tehlîl bike, ji elimandinên jiyana ku di nav pergalê de derketiye holê rizgar bibe, ji pergala ku dijminê jinê ye xwe bi awayeke bitûnî biparêze û li rêya çareseriya watedar bigere.
Rêbertiya me girîngiya têkoşîna azadiya jinê di wateya civakî û lîteratora sosyolojîk ku di bin siya desthilatdariya zilam de hatiye têgehkirin, ji bo bi awayê azadî were bidestgirtin bi şûna têgeha femînîzmê têgeha jîneolojiyê pêşniyar dike.
Ji bo,femînîzm ku li beramberî pergala zilamsalar sekna herî radîkal pêşkêş dike, bikaribe pirsgirêkên rojane derbas bike, divê diyar bike ku feraseta wekheviyê ya peralê ji bo jinan azadiyê nayîne, hevşibîn û vekirîbûn ji mêtingeriya perala şaristaniyê ne pêşketin e. Heke femînîzm wekhevîtiyên di şekil de derbas neke û negihîje asoyeke nû, bername û perspektîfeke nû dernexîne holê, xwedî wê karakterê ye ku ji bo mêtingeriya jinê rola maskeyeke bikêr bileyîze. Ji bo rizgarî ji van maskeyan hewce dike azadiya kûr wer pêşxistin, ji bo demokrasiya jinan xebatên teorîk yên berfireh werin meşandin, têkoşîna bîrdozî were bilindkirin. Bi vê mebestê hewce dike vê jî werguherin xebata progmatîk û rêxistinî, di dawiyê de jî bi pêşxistina çalekiyên xurt vê bikin. Ji serhildêra herî dawî ya li dijî mêtingeriyê ango femînîzmê re di vê wateyê nêzîkatiyeke kûr nîşandayîn hewce dike.
Di wateya têgeh de femînîzm tê wateya ‘jinîtî’ yê, dijberê wê dibe ‘zilamtî’.Ji bo ku ji vê dualîteyê rizgar bibe hewce bi navlêkirinê heye. Rêbertiya me ji vê re jîneolojî dibêje. Girêdayî bergeha rastiya jinê pêwîst dike diyarde tenê bi zayendê ve bisînor neyê bidestgirtin.Jinîtî bi aliyên wê yên civakî, aborî û polîtîk jî were dîtin, ev jî dê hîna watedar û nêz heqîqetê bibe. Ji bo mijara jinê ji pênaseyên zirav û xasûk ên şaristaniyê rizgar bikin; ev bi zanista jinê dibe. Pêşxistina zanista jinê jî dê hemû maskeyên ku zanistgeriyê li ser însanan ferz kiriye parçe bike. Bêyî hebûna zansita jinê, pêşxistina zanista ku zarokan perwerde dike (pedagojî), cihanîkirina zanista aboriyê li ser mêtingeriya jinê ku yekemîn pêkanîngera aboriyê bû, an jî ji civaka polîtîk ku bi çanda dayîkê hatibû strandin qutkirin û li ser kursiyên zanîngehê firehkirina zanista siyasetê wê zêde rastbîn û watedar nebe. Heke em ji vî alî ve temaşe bikin bi navê azadiya jinê di serî de femînîst, hemû jin çalekiya bingehîn ku bikin ew e ku li beramberî ew zanistgeriya ku li ser kuştina jinê, mêtingerî û dizîna nirxên jinê pêşketiye, zanista jinê pêş bixînin û jîneolojiyê bikin dayîka hemû zanistên di cîhanê de.