Berjîn Têkoşer
Di nava civakê de yek ji nexweşiyên herî zêde derdikeve pêş depresyon e. Lê ev ji aliyê kes an jî derdor ve zû nayê fêmkirin û teşxîskirin. Ji bo ku em fêm bikin depresyon çi ye? Û di kes de çawa diyar dibe pêwîstî bi zanebûna vê nexweşiyê heye.
Depresyon çi ye? Depresyon, hilweşîna ku ji aliyê fizîkî, ruhî û bedenî rû dide ye. Her wiha rewşekezewqnegirtina ji jiyanê ye. Kesa/ê ku di depresyonê de ye, eleqe û pêywendiya wê/wî ya ji xwe û derdora xwe re pir lewaz dibe. Ji tu tiştî zewq nagire û xwe ji jiyanê dide aliyekî. Pir caran jî bê moral e, xwe ji derdor û dostên xwe dûr dixe û xwe di hundirê xwe de heps dike. Di rewşeke wisa de kes pir hesas û her tim di nav metirsiyekê de ye. Dema ev rewş didome, kes her tiştê neyênî û bêwate dibîne. kêsê/a ku di depresyonê de ye; li ser jiyan û dahatûya xwe nikare erênî bifikire. Ji bo vê, di mijara dahatûya xwe de pir bêhêvî û reşbîn e. Her tim xwe bêçare hîs dike û jiyanê bêwate dibîne. Bi nihêrandinek wiha ya jiyanê, têkîliyên kes ên civakî xera dibin û xwe bi giştî di cîhana xwe ya derûnî de heps dike.
Di sedsala ku em têde dijîn de, pergala modernîteya kapîtalîst her tişt û bi taybet jî jiyan bêwate kiriye û civakê her tim di nav krîzê de digire. Lêgerînên kes, bi taybet jî yên ciwanan ber bi jiyanek xeyalperest, xweperest û jiyanek teng a ku ji derveyî xwe re rê nade kes bikeve nav, dide avakirin. Pergala modernîteya kapîtalîst kes ji civakê qut dike û teşwîqî jiyanek ferdperest dike û ya herî girîng jî ji jiyana menewî qut dike û kes di nav cîhana wê/wî ya biçûk a madî de difetisîne. Ev yek jî sedemek herî bingehîn a buhrana civakî ye ku di kes de rê li ber nexweşiyên wek depresyonê vedike. Dema pergala modernîteya kapîtalîst ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan ji jiyana komunal a ku bi salan e di nav de dijîn û wan ber bi jiyanek madî ya ku kes ber bi hilweşîna ruhî ve dibe, dikişîne; ew nikarin zêde di nav vê rewşê de bijîn. Ne ji jiyana berê bi temamî qut dibin û ne jî dikarin xwe ji dorpêçkirina pergala kapîtalîst xelas bikin. Yek jî sedemên bingehîn a depresyonê, nedayîna bersiva rast a “Ez kî/kê me? Li ku dera vê civakê de cih digirim? Jiyaneke çawa dixwazim û ez ê çawa bijîm?” e.
Depresyon di zarok, kal û zilaman de jî derdikeve holê. Lê herî zêde jin bi vê nexweşiyê re rû bi rû dimînin. Mînak; pirsgirêkên xwe îfadekirinê, karê ku dike bêwate dîtin, xwe kêm dîtin û xwe xweşik nedîtin jî yek ji bingeha van pirsgirêkan e. Kesên ku di depresyonê de ne pir caran esebî û di her tiştî de xwe sûcdar dibînin. Pirî caran jî ev rewş xwe bi awayên cuda dide der. Mînak: nexweşiyên fizîkî yên wek êşa serî, mîde, pişt û hwd. Kesên ku di deprasyonê de ne pirî caran giliyên wan ên sereke ne. Yek ji mijara herî girîng û pêwîst e ku em ser rawestin jî psîkolojiya mirinê ye. Di rewşa depresyonê de kes xwekuştin û mirinê jî difikire.
Em çima dibêjin nexweşiya depresyonê? Çi tişt mirov ber bi rewşeke wiha ve dibe? Di pêvajoyên borî de dibe ku em rastî hin bûyerên nebaş hatibin. An jî me kesek nêzî xwe wenda kiribe, zarokatiyek baş derbas nekiribe, cudatî, di zewacê de pirsgirêk, bêkarî û zorahiya madî jî dibin sedemên rewşa depresyonê. Bi taybetî hin taybetmendiyên ku çavkaniya xwe ji kesayet digirin hene û ew mirov hîn zêdetir ber bi depresyonê ve dibin. Ev jî herî zêde di kesên ku ji xwe razî, zêde hestiyar, kesên ku êş û xemên xwe diavêjin hundirê xwe de derdikevin holê.
Weke me di serî de jî anî ziman; dema kes di depresyonê de ye derdor zû bi zû ji rewşa wê/wî agahdar nabin. Bi taybetî di civaka me ya Kurd de zarok û jin dema deprasyonê derbas dikin; ev zêde ji aliyê dayîk, an jî malbatê ve nayê fêmkirin. Ger di dema xwe de ew rewş bê tespîtkirin û ji bo alîkariya kes hewldan çêbibe, dibe ku kes bi alîkariya van hîn zûtir xwe ji vê rewşê rizgar bike. Lê belê dema ew rewş ji aliyê malbatan ve neyê fêmkirin, dibe ku rewşa depresyonê kes heya ber bi xwekuştina fizîkî ve jî bibe. Jixwe xwekuştina ruhî pêk tê û kes ji aliyê derûnî ve bi temamî têk diçe. Ger alîkariya derdor çênebe, ev rewş kes heya ber bi xwekuştina fizîkî ve jî dibe. Ji bo wê hewce nake em li sedemekê bigerin, ji ber ku yek ji van sedemên ku me rêz kirin jî dikare rê li ber vê yekê veke. Sedem çi dibe bila bibe, depresyon rewşeke pir cidî ye, ku divê em vê biçûk negirin dest û kesên ku di vê rewşê de ne îhmal nekin. Hewce ye malbat hîn zêdetir li ser rewşa zarokên xwe, bi taybetî jî zarokên keç bisekinin û ji nêz ve bi wan re eleqeder bibin. Ev nexweşiya depresyonê herî zêde di jin û bi taybetî jî jinên ciwan de derdikeve pêş. Ev nexweşiya depresyonê di kesên temenê wan di navbera 20 û 50 salî de xwe dide der.
Malbat dikarin hîn bi baldarî li ser rewşa zarokên xwe bisekinin. Ger malbat hişyar bin hîn zûtir ferq bikin ku zarok depresyonê dijîn. Ji bo vê beriya ku malbat dereng bimînê divê bi zarokên xwe re eleqeder bibe jiyan û dahatûya zarokên xwe xelas bike.