Pirsgirêka Azadiyê

0Shares

Rêber APO

Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were he¬si¬ban¬din; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi ger-dûnê re elaqedar heye.

Eger mirov li du¬a¬lî¬teya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn êger-dûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez en¬erjiyê weke azadî destnîşan dikim. Ez ba¬wer dikim ku perçika madî jî pakêtoka e¬ner¬ji¬yê ya di rewşa mehkûm de ye. Ronî rew¬şe¬ke enerjiyê ye. Ma gelo kes dikare înkar bike ku ronî xwedî herikîneke pir azad e? Kû¬a¬n¬ta¬yên weke rewşa perçikê herî piçûk ê enerjiyê tê¬ne terîfkirin, di roja me ya îro de hema he¬ma di ravekirina tevahiya pircuretiyê de we¬ke hêmanekî bi mane têne dîtin û em jî tevlî vê yekê dibin. Belê, tevgera kûantûmî hêza a¬firîner a tevahiya pircuretiyê ye. Ez xwe na¬gi¬rim û dibêjim, gelo Xwedayê timî mirov lê di¬gere ev e. Dema ku tê gotin jor-gerdûn di ka¬rekterê kûantûmê de ye, ez dîsa bi he¬ye¬can dibim û dibêjim, dibe ku welê be. Dîsa ez xwe nagirim û dibêjim; gelo ji derve a¬fi¬rê¬neriya Xweda ji vê re tê gotin.

Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara a¬¬zadiyê de egoyîst û xweperest nebe û ne¬ke¬ve reduksiyonîstiya mirov. Ma kes dikare hil¬perîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bil¬bil, senfoniya herî şaheser jî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîj¬an têgînê rave bikin? Em hinekî din zê¬de¬tir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên ger¬dûnê azadiyê nayînin bîra mirov? Ko¬le¬ti¬ya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li a¬za¬diyê, em dikarin bi kîjan têgînê rave bi¬kin? Fîlozofên hûrûkûr ponijîne, weke mî¬nak Spînoza, azadî weke derketina ji ce¬ha¬le¬tê û hêza maneyê şîrove kiriye, ma ev heman ma¬bestê rave nake?

Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêserûbinî de bifetisînim, bêhnçikandî bi-kim. Herwiha ez naxwazim pirsgirêkê we¬ke rewşa xwe ya ‘mehkûmiyeta’ bi ji¬da¬yik¬bû¬nê, bînim ziman. Ispata wê ev e: bi a¬wa¬ye¬kî helbest nivîsandin gera li azadiyê ye, dî¬sa jî ji bilî çend hevokên ji bo bîranîna Pro¬metheus, min hîç nivîsîna helbestê ne¬ce¬ri¬¬band. Ew jî tê zanîn ji bilî îmaj û pêjnekê wê¬detir maneyek xwe nîne. Lê belê ma kes di¬kare ji nedîtî ve bê ku ez bi awayekî dijwar li maneya azadiyê geriyame û daye ser şopa wê?

Dema ku em azadiya civakî dikin pirsgirêk, me ev destpêka kurt pêşkêş kir da ku em der ba¬rê kûrahiya mijarê de hişyar bikin. Me ci¬vak weke xwezaya zêdebûna mejiyê wê herî pêş¬ketî terîf kiribû û ev yek wê der barê a¬na¬lîz¬kirina azadiyê de ronîker be. Qadên mêjî yên zêde pêşketî, qadên ji azadiyê re nazik in. Çi civakê xwe weke hêza mêjî, çand û a¬qil zêde xurt kiribe, wê ewqasî xwe ji a¬za¬di¬yê re amade kiriye. Gotineke bi vî rengî di cih de ye. Dîsa civakekê xwe ji mêjî, aqil û nir¬xên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî meh¬rûm hatibe hiştin, ewqasî di nava ko¬le¬ti¬yê de ye. Ev jî vegotineke rast û di cih de ye.

Em wexta sîstema şaristaniya navendî li ser bin¬gehê azadiyê bigirin dest û binirxin, em ê bi-bînin ku her diçe bi koletiyeke qatbiqatî tê bar¬kirin. Koletî li ser sê qatan bi hêz û qehîm tê avakirin: Pêşî koletiya îdeolojîk tê ava¬ki¬rin. Di mîtolojiyan de xwedayên hukimran û xe-ternak têne avakirin, nexasim jî di civaka Sûmer de ev yek balkêş e, û tê fêhmkirin. Qa¬¬ta jor ê Zîgûratê weke mekanê xwedayên hu¬¬kim li zêhnan dikin tê tesewirkirin. Qata na¬vîn biryargeha rêveberiya polîtîk a rahiban e. Qata herî jêr jî weke qatê xebatkarên cot¬ka¬rî û zenaetkariyê yên dibezînin her sux¬re¬yê, amade kirine. Ev model heta roja me ya îro jî bi xwe neguheriye, bi tenê bi awayeke ber¬¬fireh şax berdaye û belav bûye. Bi vî awa¬¬yî hûnandina çîroka pênc hezar salî ya sîs¬¬tema şaristaniya navendî, hûnandina dî¬ro¬kê ya herî nêzî rastiyê ye. Ya rastî, ev ras¬ti¬yek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Ji¬hevderxistina zîgûratê, jihevderxistina sîs¬te¬ma şaristaniya navendî ye; ango bi vî awa¬yî sîstema dinyayê ya kapîtalîst a roja me ya îro li ser bingeha wê ya rastî tê danîn û ji hev tê derxistin. Bi awayeke kumulatîf misêwa pêş¬ketina sermaye û desthilatdariyê rûyekî madalyonê ye, li rûyê din jî koletî, kerîbûn, birçîtî û feqîriyeke xeternak heye.

Em hê baştir fêhm dikin ka pirsgirêka aza¬di¬yê çawa kûr dibe. Sîstematîka şaristaniya na¬ven-dî, heta civakê gav bi gav ji azadiyê meh¬rûm neke û negihîne asta civaka bûye kerî, ni¬kare xwe dewam bike, nikare hebûna xwe bi¬parêze. Di mentiqê sîstemê de çareserî, zê¬de¬tir pêkanîna amûrên sermaye û dest¬hi¬lat¬da¬riyê ye. Ev jî zêdetir feqîrî û kerîbûn e. Ji ber dualîteya di xwezaya sîstemê de pirs¬gi¬rê¬ka azadiyê evçend mezin bûye û bûye pirs¬gi¬rê¬ka bingehîn a her serdemê. Me bê sedem qe¬bîleya Cihûyan weke mînak nîşan neda. Mi¬rov gelek dikare jê hîn bibe. Guftûgoyeke ji rêûresmê heye; gelo zêdetir pere yan jî ser¬wext¬bûn azadiyê pêk tîne. Di çarçoveya vê ve¬gotina me de mirov dikare baştir li vê guf¬tû¬goyê serwext bibe. Pere heta weke a¬mû¬re¬kî daneheva sermayeyê ango bi rola des¬te¬ser¬kerê berhem û nirxê zêde rabe, wê timî a¬mû¬rekî koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwe¬di¬yê xwe jî bang li tevkujiyan dike di warê aza¬diyê de amûreke bawerî pê nabe û kes ni¬ka¬re pişta xwe pê girê bide. Pere bi rola per¬çi¬kê madeyê yê dijberê enerjiyê ye, radibe. Mi¬rov dikare bibêje, serwextbûn her tim zê¬de¬tir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li rastiyê, her tim pêşiyê li azadiyê vedike. Ji ber vê ye¬kê ye ku serwextbûn her weke herikîna ener¬jiyê tê terîfkirin.

Ger mirov azadiyê weke pirbûn, cihêwazbûn û pircurebûna di gerdûnê de bide naskirin, wê di diyarkirina exlaqê civakî de jî ra¬ve¬ki¬ri¬nê hêsan bike. Hebûneke di hinavê xwe de zim¬nî be jî pirbûn, cudabûn û pircuretiyê hil¬gi¬re, jêhatbûna hebûneke bi aqil a dikare hil¬bi¬jêre tîne bîra mirov. Lêkolînên zanistî piş¬t¬rast dikin ku aqilekî nebatan ber bi pircuretî û cihêrengiyê ve dibe, heye. Pêkhatinên di şa¬¬neyeke zindî de, heta niha ti fabrîqeyeke bi des¬tê mirovî çêbûyî nikarîbû pêk bîne. Belkî bi qasî Hegel em nikarin behsa mêjiyê ger¬dû¬nê (Geist) bikin. Lê dîsa jî mirov behsa tiş¬tekî mîna mêjiyê di gerdûnê de bike divê bi temamî weke tiştekî tewş neyê dîtin. Ji bi¬lî mêjiyê hebûnê, em cihêwazbûnê nikarin bi ve¬gotineke din bînin ziman. Pirbûn û pir¬cu¬re¬tî timî azadiyê bi bîra mirov dixin û dibe ku ev jî ji çipîskên ji mejiyê hebûnê diçin e. Bi qasî ku tê zanîn, mirov dikare insên weke he¬bûna herî bi aqil a gerdûnê bide nasîn. Baş e, mirov ev mêjî û aqilê xwe çawa girtiye? Ji a¬liyê zanistî ve jî (fizîkî, biyolojîk, psî¬ko¬lo¬jîk û sosyolojîk) min mirov weke xulaseyeke ger¬dûnê dabû naskirin. Di vê danasînê de mi¬rov weke kombûneke aqilê gerdûnî tê te¬rîf¬¬kirin. Lewra di gelek ekolên felsefîk de jî mi¬rov weke makêteke gerdûnê hatiye pêş¬kêş¬¬kirin.Asta mêjî û nermbûna wê, di ci¬va¬ka mirov de bingehê rastî yê avakirina civakî pêk tîne. Di vê çarçoveyê de mirov azadiyê we¬ke hêza avakirina civakî bide nasîn, di cih de ye. Em dizanin ku ji komên mirov ên pêşî û vir ve ji vê re helwesta exlaqî hatiye gotin. Hin¬gê exlaqê civakî bi tenê bi azadiyê pêkan e. Ya rastî, azadî çavkaniya exlaqê ye. Em di¬karin exlaq weke rewşa azadiyê ya hişk, rê¬ûersma wê yan jî rêzika wê binav bikin. Ger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe azadî be, û mirov têkîliya azadiyê bi mêjî, ser¬wext¬bûn û aqil re li ber çav bigire, mirov di¬ka¬re exlaqê weke serwextbûna kolektîf a ci¬va¬kê (wijdan) destnîşan bike û ev jî tê fêm¬ki¬rin. Di vê çarçoveyê de ji exlaqê teorîk re go¬tina etîk, bi vî awayî dikare maneyeke xwe hebe. Ji bilî bingehê exlaqî yê civakê, em nikarin behsa etîkekê bikin. Bêguman ji ez¬mûnên exlaqî mirov dikare felsefeyeke hê bi tesîrtir a exlaqî ango etîkê derxîne. Lê e¬tî¬ka lihevçêkirî nabe. 

Tê¬kîliya azadiyê bi polîtîkaya civakî re, rew¬şe¬ke xuya ye. Qada polîtîk ew qad e ku herî zê¬de aqilên pêşbîn li ser wê pevdiçin û hewl di¬din encamê bigrin. Bi awayekî din, mirov di¬kare wê weke qada ku tê de kirdarên beş¬dar xwe bi rêya hunera polîtîk azad bikin, bi¬de naskirin. Her civaka nikare polîtîka civakî pêş¬de bibe, divê baş zanibe ku berdêla vê ye¬kê bêpar mayîna ji azadiyê ye û fatûra vê wê li wê were birîn. Mezinahiya hunerê po¬lî¬tî¬ka¬yê bi vî awayî derdikeve pêşiya me. Her ci¬vaka (klan, qebîle, qewm, newet, çîn û heta a¬mûrên dewlet û desthilatdariyê) nikaribe po¬lîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye. Jixwe pêşdenebirina polîtîkayê tê ma¬ne¬ya nasnekirina wijdanê xwe, berjewendiyên xwe yên heyatî û nasnameya xwe. Ji bo ci¬va¬ke¬kê ji vê têkçûn û ketinê xedartir têkçûn û ke¬tin nîne. Ji bo civakên bi vî rengî, bi tenê de¬ma ji bo wîjdanê xwe yê kolektîf, nas¬na¬me û berjwendiyên xwe rabûn ser piyan, bi go¬tineke din wexta ketin nava têkoşîna po¬lî¬tî¬kayê, xwesteka azadiyê mewzûbehs e. Xwes¬tekên azadiyê yên bêyî polîtîka, xwe¬xa¬pandineke bi tehlûke ye.

Ji bo têkîliya azadî û polîtîkayê neyê be¬re¬va¬jî¬kirin, cudahiya wê ya bi polîtîkayên (mirov bi-bêje bêpolîtîkatî rastir e) desthilatdarî û dew¬letê re bi nazenînî û bi baldarî were xêz¬ki¬rin. Amûrên desthilatdarî û dewletê, ji bo ka¬rê xwe dikarin xwedî taktîk û stratejî bin, lê bi maneyeke rastî polîtîkayên wan çê¬na¬bin. Jixwe desthilatdarî û dewlet bi xwe ken¬gî înkara polîtîkayên civakî pêkanîn, di wê qo¬naxê de bi gewde dibin. Li nuqteya po¬lî¬tî¬ka diqede, avahiyên desthilatdarî û dewletê di¬kevin dewreyê. Desthilatdarî û dewlet têne ma¬neya cihê gotina polîtîk diqede ango a¬za¬dî bi dawî dibe. Li wê nuqteyê bi tenê î¬da¬re¬ki¬rin, guhdarîkirin, ferman dayîn û ferman gir¬tin heye; qanûn û rêzikname hene. Her dest¬hilatdarî û dewlet aqlekî hişkbûyî, qe¬şa¬gi¬rtî ye. Hêza xwe jî bêhêziya xwe jî ji vê xis¬leta xwe digirin. Naxwe qadên dest¬hi¬lat¬da¬rî û dewletê nabin qadên mirov lê li aza¬di¬yê bigire, azadiyê bi dest bixe. 

Çawa ku qedandina exlaqî weke qadeke aza¬di¬yê fenomeke roja me ya îro ye, ji wê ge¬le¬kî zêdetir qedandina qada polîtîk di rojevê de ye. Ji lewra eger em azadiyê dixwazin, divê pê¬şî em weke wijdanê kolektîf ê civakê ex¬laq û weke aqlê hevpar polîtîkayê, ji hemû ali¬yan ve û bi hêza xwe hemûyî ji nû ve ra¬kin ser piyan û kêrhatî bikin, wer xuya dike ku ji bilî vê jî ti çareya me nîne.

Têkîliyên di navbera azadî û demokrasiyê de hê zêdetir tevlîhev in. Kîjan çavkaniya kî¬ja¬nê ye, ev nuqte her cihê guftûgoyê ye. Lê bi hê¬sanî em dikarin bibêjin, têkîliya zêde ya her-duyan hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em bi azadiyê ve girêdayî li polîtîkaya civakî di¬fi¬kirin, em dikarin ewqasî jî bi demokrasiyê ve girê bidin. Rewşa herî berbiçav a po¬lî¬tî¬ka¬ya civakî, siyaseta demokratîk e. Ji lewra mi¬rov dikare siyaseta demokratîk weke hunerê ras¬¬tî yê azadbûnê terîf bike. Heta mirov si¬ya¬se¬ta demokratîk nemeşîne, bi giştî civak, bi tay¬betî jî her gel û kom ne dikare polîtîk bi¬be, ne jî mirov dikare bi rêya polîtîk wan a¬zad bike. Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna a¬zadiyê û bi cihanîna wê, dibistana rastî ye. Ka¬rûbarên polîtîk çiqasî kirdarên demokratîk bi¬afirînin, siyaseta demokratîk jî civaqê ew¬qa¬sî polîtîk dike ango azad dike. Eger em po¬lîtîkbûnê weke şêweyê sereke yê azad¬bû¬nê qebûl bikin, divê em baş zanibin ku em her civakê çiqasî polîtîk bikin, em ê ewqasî jî karibin azad bikin, berevajiyê wê jî em ci¬va¬kê çiqasî azad bikin, em ê zêdetir jî wê po¬lî¬tîk bikin. Bêguman di serî de çavkaniyên îd¬eolojîk, gelek qadên civakî hene ku azadî û po¬lîtîkayê xwedî dikin. Lê bi awayekî bin¬ge¬hîn ên hevdu xwedî dikin û derdixin holê we¬ke du çavkaniyên bingehîn azadî û po¬lî¬tî¬ka civakî ye.

Bi piranî têkîliya wekhevî û azadiyê tê tev¬li¬hev¬kirin. Lê ya rastî, bi qasî têkîliyên wê yên bi demokrasiyê re têkîliyên di navbera her¬du¬yan de tevlîhev û bi pirsgirêk in. Em ca¬ri¬nan dibînin ku dema azadî berdêlê dide wek¬he¬viyeke tam pêk tê. Gelek caran tê dest¬nan¬kirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîzê bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl, divê carnan ji wekheviyê tawîzê bide.

Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û ko¬man, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cu¬dahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bin¬gehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wekhevî kengî cudahiyan esas bigire, di¬ka¬re manedar bibe. Yek ji sedemên herî gi¬rîng ên serneketina têgihiştina wekheviyê ya sos¬yalîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît. Ev jî yek ji sedemên girîng bû ku dawiya wê anî. Dadeke rastî, kengî bi tê¬gi¬hiş¬¬tineke wekheviyê ya cudatiyan bike bin¬geh, rabe dikare pêk bê.

Em wexta tespît dikin ku azadî bi têgîna cu¬da¬bûnê ve gelekî girêdayî ye, kengî wekhevî bi cudabûnê ve were girêdan, dikare gi¬rê¬da¬ne¬ke manedar bi azadiyê re pêk bê. Pev¬gi¬rê¬dana azadî û wekheviyê, yek ji hedefên bin¬ge¬hîn ê polîtîkaya civakî ye.

Nabe ku li vir em behsa guftûgoya di nav¬be¬ra têgîna azadiya ferdî û kolektîf de nekin. Hewl tê dayîn ku van herdu kategoriyan we¬ke azadiya negatîf û ya pozîtîv jî bidin nas¬ki¬rin. Ji lewra danasîna têkîliya di navbera van her¬du kategoriyan de hê jî girîng e. Mo¬der¬nî¬te¬ya kapîtalîst a azadiya ferdî (azadiya ne¬ga¬tîf) rakir pêdarê, bêguman ev yek di berdêla zi¬rardaneke mezin a kolektîvîzma civakê de pêk anî. Gelekî girîng e ku mirov tespît bike, aza¬diya ferdî ya roja me ya îro polîtîkaya ci¬va¬kî herî kêm bi qasî diyardeya dest¬hi¬lat¬da¬ri¬yê diqedîne. Ronîkirina rola ferdparêziyê di hilweşandina civakê de, nexasim di în¬kar¬ki¬rina exlaq û polîtîkayê de ji bo guftûgoyên aza¬diyê, pirsgirêka herî girîng e.

Em divê bi girîngî diyar bikin ku ji bo pêk¬ha¬tina azadiya bi rastî bi qasî ferdîtiyê, pê¬wîst e ku her cure kom (qebîle, qewm, ne¬te¬we, çîn, pîşe û hwd.) nasnameya xwe diyar bi¬ke, berjewendiyên xwe tedarik bike û xwe¬dî li ewlekariya xwe derkeve. Hingê li ser van hîman em dikarin behsa azadiyên ferdî û ko¬lektîf ên di nava ahengekê de xwe gi¬han¬di¬bin nîzama civakeke azad a omptîmal bi¬kin. Piştî sedsala 20. zirar û ziyana mezin a fer¬¬dgirî (lîberalîzma hov) û modelên kolek¬tî¬vîz¬mê (sosyalîzma firewnî) yên hatin ce¬ri¬ban¬din derketin holê, pirr baş eşkere bûye ku civaka demokratîk ji bo lihevanîna azadiyên ferdî û yên kolektîf zemînê herî çê pêşkêş di¬ke. Em dikarin diyar bikin ku civaka de¬mok¬ra¬tîk bi qasî ku balansa azadiyên ferdî û ko¬lek¬tîf pêk tîne, bi têgihiştineke wekheviyê ya cu¬dahiyan esas digire radibe û mirov dikare bi¬bêje ku di pêkanîna vê têgihiştinê de jî re¬jî¬ma polîtîk civakî ya herî di cih de ye.

Fik¬rên nijadperest û dîndar ên ji rêûresmê jî he¬rî kêm bi qasî hegemonyadariya pozîtîvîst a îdeolojiya modernîteya kapîtalîst he¬ge¬mo¬nîk in. Di nava kategoriyên sereke de ku beh¬¬sa wan hat kirin, hewldanên îdeolojîk ên xwe disipêrin azadîxwaziyê, mirov dikare wan weke îdeolojiyên azadiyê binirxîne. Bi te¬nê mirov dikare bi van îdeolojiyên azadiyê pirs¬girêkên demokratîkbûnê û rêyên çares¬e¬ri¬yê bide fêhmkirin û bi cih bîne. Azadiya îde¬olojîk nebe gavên demokratîkbûnê di¬ka¬rin bihilkumin û bikevin kontrola îdeolojiyên he¬gemonîk. Azadiya îdeolojîk bi heqîqeta xwe¬zaya civakî re têkîldar e, û bi pêkanîna ci¬vaka demokratîk û bi cihanîna wê misêwa xwe îfade dike. Heqîqeta civakî bi awayekî a¬zad îfadekirina rastiyên civaka demokratîk e.

Di Netewa Demokratîk de Ferd-Welatiyê Azad û Jiyana Komîn a Demokratîk

Ger em civakan, nexasim netewên de¬mok¬ra¬tîk ên serdema me bişibînin organîzmayeke zin-dî û ruhber, bi tevahî alî û şax weke or¬ga¬nîz¬mayeke zindî ya yekpare û bi ser hev ve dijîn. Ango herçiqasî her alî û şax yek bi yek bê¬ne rêzkirin jî divê timî hemû parçe weke beş û şaxên yek lem û yekpareyê li ber çavan bêne girtin.

Ferd û welatiyê netewa demokratîk bi qasî a¬zad e, ewqasî jî divê komînal be. Ferdê azad ê sexte yê ferdperestiya kapîtalîst ku li dijî ci¬vakê hatiye sorkirin, bi xwe di nava ko¬le¬ti¬ye¬ke pêşketî de ye. Lê îdeolojiya lîberal îma¬je¬ke welê çêdike, mîna ku ferd di civakê de xwe¬dî azadiyên bêserûbinî ye. Rastî bi xwe tiş¬tekî din e, ferdê koleyê kedê yê mûçegir mey¬la kara herî zêde pêk tîne, wê ve¬di¬gu¬he¬rî¬ne sîstema hegemonîk û ev ferd şêweyê ko¬le¬tiya herî bipêşxistî temsîl dike. Ferdê em beh¬sa wî dikin di nava perwerde û jiyana pr¬a¬tîk a dewleta netewe de tê afirandin. Ji ber ku bi serweriya pereyan ve hatiye girêdan, sîs¬tema heqdestiyê mîna toqa kûçikekî xis¬ti¬bin stûyê wî çawa dixwazin wî wisa di¬me¬şî¬nin û bi ku deverê ve bixwazin berê wî didin wir. Ji ber ku ji bo bijî wekî din ti çareya wî tineye. Ger jê bireve ango bêkariyê tercîh bi¬ke, ev jî bi awayekî perpitîna şipiya îfade di¬ke. Jixwe ferdperestiya kapîtalîst li ser bin¬ge¬hê înkara civakê bi gewde bûye. Bawer di¬ke ku çiqasî rêûresm û çanda civaka dîrokî în¬kar bike wê karibe xwe pêk bîne, bi gewde bi¬ke. Berevajîkirina herî mezin a îdeolojiya lî¬beral jî ev e. Slogana wê ya sereke jî bi vî ren¬gî ye, “Ferd heye, civak tineye.” Ka¬pî¬ta¬lîzm sîstemek e ku bi nexweşî û şewbê ye, û li ser bingehê qedandin û nehiştina civakê he¬ye.

Li hemberî vê, ferdê netewa demokratîk aza¬di¬ya xwe di kominalîteya civakê de dibîne an¬go di civakên piçûk ên bêhtir kêrhatî de di¬bîne. Kom an komina demokratîk û azad di¬bistana bingehîn e ku ferdê netewa de¬mok¬ra¬tîk lê çêdibe. Yê nebe komin, yê bi kominî ne¬jî, ferdîtiya wî jî pêk nayê. Gelek cureyên ko¬minan hene û di her qada jiyanê de dibin. Li gorî cudahiyan, ferd ji kominekê zêdetir di¬kare di nava koman de cih bigire. Ya gi¬rîng ew e, ferd li gorî qabîliyetên xwe, li gorî ked û cudahiyên xwe zanibe di nava koman de cih bigire. Ferd berpirsiyariya xwe ya be¬ram¬berî komin an jî koma girêdayî wê ye, we¬ke pîvana sereke ya exlaqîbûnê di¬he¬si¬bî¬ne.. Exlaq girêdan û hurmeta ji bo jiyana ko¬min îfade dike. Komin yan kom jî heta da¬wi¬yê xwedî li ferdên xwe derdikeve, bi vê jî wan diparêze û jiyana wan misoger dike. Ji¬xwe prensîba bingehîn a avabûna civak û ko¬mi¬na mirov ev prensîba berpirsiyariya exlaqî ye. Karektera demokratîk a kom û kominan aza¬diya kolektîf pêk tîne, bi gotineke din kom û kominên polîtîk pêk tînin. Kom û ko¬mi¬nên ne demokratîk nikarin polîtîk bibin. Kom û komina ne polîtîk jî nikare azad bibe. Di navbera demokratî, polîtîkî û azadiya ko¬mi¬nê de wekheviyeke şidandî û hişk heye.

Hin¬gê em dikarin şax û aliyê sereke û pêşî yê netewa demokratîk di çarçoveya komin û fer¬dê wê de bi vî awayî bidin nasîn. Şertê pê¬şî yê netewa demokratîk ew e, divê ferd a¬zad be û vê azadiya xwe bi kom û komina pê¬ve girêdayî ye, li ser bingehê polîtîkaya de¬mokratîk pêk bîne. Ferd û welatiyê netewa de¬¬mokratîk bi sedema ku di bin banê dewleta netewe de dijî terîfa wî berfireh di¬be. Di vê rewşê de, di çarçoveya ‘welatiyê des¬tûrî’ de welatî û ferdê netewa demokratîk e, di heman demê de yê dewleta netewe ye. Li vir xusûsa girîng ew e, statuya netewa de¬mok¬ratîk tê naskirin ango xweseriya de¬mok¬ra¬tîk di destûra neteweyî de bi statuyeke hu¬qû¬qî tê diyarkirin. Statuya neteweyî ya de¬mok¬ratîk du aliyê xwe hene: Ya yekê, di na¬va xwe de pêkhatina statu, qanûn an destûra xwe¬seriya demokratîk îfade dike. Ya di¬du¬yan, statuya xweseriyê weke beşekî jêr ê des¬tûra neteweyî tê tenzîmkirin. Li gelek we-latên Yekîtiya Ewrûpayê, heta li welatên din¬yayê di destûrên bingehîn de tenzîmkirina statuyên bi vî rengî heye.

Tevî ku avakirina netewa demokratîk a xwe dis¬pêre bihevrebûna komîn û ferd-welatiyê a-zad a KCK yekalî pêk tîne esas e, bi dew¬le¬tên netewe yên serdest re ku statuya xwe¬se¬ri¬ya demokratîk qebûl bikin, di çarçoveya des¬tû¬ra demokratîk a neteweyî de gavavêtina ça-reseriyê mumkîn e. Şêweyê avabûna KCK’ê li herdu statuyan vekiriye, ango li ji¬ya¬na ferd-welatî û komên azad û heman ji¬ya¬na bi qanûn û destûra bingehîn hatiye mi¬so¬ger-kirin.Endametiya KCK’ê mirov dikare we¬ke ferd û welatiyê azad ê netewa de¬mok¬ra¬tîk jî bide nas¬kirin. Lê divê mirov vê en¬dam¬¬tiyê bi we¬latîbûna dewleta netewe re tev¬lîhev neke. We-latîbûna dewleta netew s¬ta¬tuya koletiya mo¬dern diyar dike. Fer¬d¬pe¬res¬tiya kap¬î¬ta¬lîz¬mê evdîtiya mutleq a ji xwe¬da¬yê dewleta ne¬te¬we re, welatîbûna netewa de¬mokratîk jî bi awa-yekî rastî bûyîna ferdê a¬zad îfade dike. Kurd dikarin welatîbûna xwe ya netewa de¬mok¬ratîk di bin statuya KCK’ê de pêk bînin. Lew¬ma mirov en¬dam¬ti¬ya KCK’ê weke nas¬na¬meya welatiyê netewa de¬mokratîk îfade bi¬ke wê ev danasîneke di cih de be. Kurd di¬vê bibin welatiyê netewa de¬mokratîk, ev hem mafekî wan ê dest jê na¬be, hem jî er¬ke¬ke wan e. Eger mirov nebe we¬latiyê netewa xwe, mirov ê gelekî xerîb bi¬keve, ji xwe dûr bi¬keve û kes nikare bi ti se¬demê xwedî li vê der¬keve, vê yekê bi¬pa¬rê¬ze. Bi giştî welatî û fer¬dê netewa de¬mok¬ra¬tîk, bi taybetî û bi şê¬we¬yê bêhtir berbiçav we¬latî û ferdê KCK’ê hew¬cedariyeke jiyana bi berpirsiyarî, exlaqî û polîtîk e. Kengî dew¬le¬tên ne¬tewe van maf û erkên me yên bin¬ge¬hîn qe-bûl kirin, Kurd jî dikarin erk û mafên bin¬gehîn ên welatîbûna van welatan qebûl bi¬kin.