Dema ku xebatên jinê her dem dixebite ji bo asta jiyana azad bi pêş bixîne dixwaze pîvanên vê bi dest bixe, temsîlkirina vê xebatê ya bi biryarbûnê, hevsengiyê bi dadweriyê, ji diliyê û xweşikbûnê wateyeke mezin rave dike. Ger hun dixwazin kesekî ji hemû aliyan fêm bikin, di nêvenga giştî ya jinan de û bi taybetî komeke ku ji keçikên ciwan ên şoreşger hatiye avakirin ve venêrîna we ya wî kesî û têgihiştina we ya çawaniya wê dê gelekî balkêş be. Gelekî sedemên vî tiştî hene. Ew nêvenga ku ji keçên ciwan ava dibe, bi qasî ku ji bo pîrozî bangawaziyek e, dibe ku rê li ber nêzîkbûnên gelekî xeter jî vebike. Ji ber ku ew mijareke têkîliyan ku ji civaka çînî heta di hemû pêvajoyên girîng ên pêşketinên civakî destpêkê li ser disekine, dinirxîne, bi qasî ku ji civakbûnê re rê vedike, ewqasî ji çînayetiyê û ji çewisandina wê re rê vedike ye. Di wateyekê de tê xwestin weke malekî xwedî nirx were dîtin. Yekî ku serdest e û dikare hêzê serûber bike, ji bo ku jinê bixe nava pergala serdestiyê û bixe milkê xwe di asteke azweriyê de nêzîkî vî tiştî dibe. Rengên zewacê, rengên hest li gorî hêza wî teşe digre. Di vê navberê de tê xebitîn ku asta koletiya jinê û cihê wê yê di nava civakê de were diyarkirin. Kesayet herî zêde dixwaze di vê mijarê de xwe çareser bike. Ger em zayendîtiyê weke rastiya zayendên beramber ku dixwazin tenêbûnê herî zêde aş bikin an jî bisekinînin pênase bikin û di pêş çavan re derbas bikin wateya wê hîna balkêştir dibe.
Me gelek caran diyar kir di xebatên xwe de bi jinê dest bi karkirin, him bi îsabet bû, him jî ji bo rast pêşketinê girîngiyeke xwe ya mezin hebû. Pêşketineke ku ji wê rastiyê bêagahî ye û dahûrîneke civakî ku xwe naspêre çareseriya vê rastiyê her dem bi kêmasiyên mezin ve rûbirû ye. Derfetên pêşxistina tevgereke civakî ya tendurist nade. Di dîrokê de pêvajoyên şoreşê yên girîng de ji ber pêwîstiya xwezayî ya şoreşê kesayetên rêber ên şoreşan li ser van bingehan teqez dixwazin mohra xwe li pêşketinan bidin. Tîpên bijarte, girtî û şoreşger dibe ku xwe li rû bidin. Şoreş çiqasî kûr û xwedî ast be, teşegirtina kesayetan jî ewqasî balkêş dibe. Pêvajoyên şoreşê pêvajoyên zelaliyê ne. Pêvajoyê şoreşê bi qasî ku rûxandina têkîliyên kevin e, ewqasî pêvajoya gengazkirina têkîliyên nû ye.
Mirov dikare bibêje ku di rastiya me de tenê muhafazkarî rastiya pêvajoya berî şoreşê nîne. Tunebûn aliyekî herî pêşdetir a rastiya me ye. Ji her tiştî dûrbûn û tunebûn taybetmendiya bingehîn rave dike. Tiştekî ku were girtin, were parastin ne mijara gotinê ye. Di vir de damezrandina pêvajoya şoreşê hîn balkêştir e. Ger mirov li cewher xwedî derbikeve pêş xistin û rengdayîna têkîliyê wê di kesayet de derfetên bi destxistinê derbixe holê. Li gel bêhêvîbûnê dema ku bibîne qezenckirin ne gengaz e dê daxwaza qezenckirinê ya bilind û hewldanên wê hîn bihêz be. Ji ber ku cîhaneke wî ya demê derbasbûyî ku zêde were parastin jî nîne. Ne sermayeya wî, ne jî xeyalên di derbarê demên derbasbûyî de hene. Ger hun dixwazin bijîn hun pêwîstiya qezenckirinê û hewldanên wê yên mezin raber bikin. Ên ku li ser rastiya Rêbertiya PKK’ê serdest e hindekî jî ev e. Di demên derbasbûyî de rewşeke nedîtina tu tiştî yan jî tiştekî ku xwedî nirx e, mijara gotinê ye. Her tişt li ser bingehê jê dûrbûn, bêhêzbûn û tunebûnê ye. Lê belê ger dest ji jinê jî neyê berdan wê demê di her tiştî de hêrseke qezenckirinê û afirandinê jinûve rengdayînê hebe. Tê zanîn ku ew jî çawa balkêş tê jiyîn.
Keça ciwan di destpêka ciwaniyê de xwe zêde xwedî mal û milk nabîne
Di têkîliyên jinê de jî ne gengaze ku mirov şopên vê yên kûr nebîne di rastiyê de dema ku rastiya Rêbertiyê xwe dît an jî rave kir, weke ku ji bo bi rengê xwerûbûna keçeke ciwan de bimîne gelekî zirav nêzîk dibe. Dema tê gotin xwerûbûna keçika ciwan ev yek tê çi wateyê hun bi xwe baştir dizanin. Di giştî de jin bi taybetî keça ciwan ji ber ku di destpêka ciwaniyê de ye xwe zêde xwedî mal û milk nabîne. Lê belê ew rewşa bûyîna mal û milkbûyînê ku li benda wê ye heta serê wê di têgihiştina wê de zehmetiyê dikişîne. Xwerûtî hindekî di vir de ye. Di ciwaniya we de ev yek hîna balkêştir e. Pirsa “ezê çi bibim” her diçe derûniya wê ji bingeh ve dihêjîne. Dema ji rewşekê dikeve rewşeke din û metirsiyekê dijî ji bo hêviyên xwe ava bike jî baldar e. Pirsa ezê çi bibim her diçe rewşeke sotîner digre.
Sedemên vê yên gelekî girîng hene. Civakê yan jî bi taybetî malbatê ew keça ciwan aniye rewşeke wisa ku tiştê ku li benda wê ye tenê mêrekî bişens e. Rastiyeke zilam wisa ye ku yê herî baş jî xwedî kesayetekî ye bi helwestên xwe yên bêpîvan ve di carekê de hemû azweriyên xwe ji jinê derdixîne. Bi nêzîkbûnên xwe yên ku heta êrîşkariyê diçe weke wehşekî ye, her çiqasî bi zehmetî jî çend gotinên hest ji devê wî derdikevin jî di rastiyê de neyê hêvîkirin ku ji yê hemberî xwe fêm bike û hela xwedî feraset be. Nabe ku hêvî werin kirin. Têkîliya vê ya bi pergala milk, rastiya malbat û dijmin ve heye. Bixwaze jî hêza wî têra vî tiştî nake. Zilamê me yê herî navdar jî li hemberî jinê tune ye. Çend gotinên hêsan û helwestên wiha pêş xistina wî gelekî zehmet e. Rast nêzîkbûna wî ya ji bo pîvanên rêzdarî û hezkirinê ji bo wî hîn zehmetir e. Di hemû nêzîkbûnên xwe de dê bixwaze li ser jinê serdest be, dê bixe milkê xwe û heta ku tune bike bi xwe ve girêbide. Kesayeta wî şêwazeke hetanî dawiyê tunekirinê ferz dike. Di vê mijarê de kompleksên wî, hêrs û kîna wî pêşî lê nayê girtin. Nikare tehemûl bike ku mal ji destên wî derdikeve heta ji bo axaftina wê ya azad jî tehamûl nake. Ger ketibe qada bandorbûnê û bi têkîliyên taybet hindekî hatibe girêdan dibe ew bibe sedema doza xwînê. Dema ku em li rastiya me ya civakî temaşe bikin dê bibêje “ma tuyî yê ku li keça min dinêre?” hela ew jina wî be li gor xwe helwesteke xirab raberkirin dê bibe sedama mirinê. Tiştê ku di dahûrînan de hatiye diyarkirin ev feraseteke namûsê nîne. Tiştê ku di qebîleyên Efrîqî de azad in li gel me dibe sedema qetilkirinê û ev jî rengekî paşverûtî ye. Ev pîvaneke malbatê ya saxlem nîne. Pîvaneke malbata tunebûyî ye. Derdikeve holê ku pîvanên malbata tunebûyî jî li pêşiya welatparêziyê astengiyan ava dike. Me gelek caran eşkere kir ku dagirkeriyê hîn zêdetir li ser vê bingehê vê saziyê esas digre, bi ser de diçe û dixwaze encamê bigre.
Kesayeta şoreşger bi qasî ku di pîvanên alternatîf de pêş ket ewqasî dikare hêza nêzîkbûna saxlem ji vê têkîliyê re nîşan bide. Asta azadiyê ya kesekî xwe di têkîliyên xwe yên bi jinê re û di xebatên jinê de diyar dike. Ger kesayet bi tenduristî dixebite ew xwedî xebateke gelekî binirx e. Ger di demeke kurt de difetisîne, tevlîhev dike ev kesayet sosyalîstbûn û demokratîkbûna wî li aliyekî bimîne, kesekî ku di sînorên dijşoreşê de digere û pêwîste mirov jê bitirse. Min ev tişt bi gelek aliyan ve di ezmûna xwe de tespît kir. Nêzîkbûnê bi qasî ne baldar e, dema ku derfet dît pergala têkîliyên kevin jî li şûna xwe dihêle ji bo xebatan dibe xeteriyeke mezin.
Ew asta ku tê xwestin di rastiya Rêbertiyê de were girtin gelekî bi watê ye û pêwîste hun balê li vê bikişînin. Dahûrîna jinê bi taybetî jî zelalkirina taybetmendiyê kesayeta azad a şoreşger aliyekî herî girîng a polîtîkaya me ya şoreşgera ye. Ji ber wê jî di gelek qadên me de nêzîkbûnên xelet, kêm û tasvîyekar a ji vê pirsgirêkê re hate nîşandan. Mînakên vê gelekî dewlemendin. Me ev derxiste holê. Têkîliyeke hêsan û amade nabe. Hezkirin ji xwe bi pêş nakeve. Weke ku hun bawer dikin nikarin hestiyar bin. Dilê we gelekî bixwaze jî hun nikarin evîndar bin. Zagonên vê hene û em ji vê re dibêjin zagonên evînê.
Ez dixebitim ku rêbertiyeke netewî, demokratîk û sosyalîst bikim
Ez berhemên wêjeyî zêde naxwînim, heta ew berhemên bi rengê çîrok û destanên di nava civaka me de jî naxwînim. Lê belê bi zanyariyên xwe yên ji rêzê jî min karî derbixime holê ku Mem û Zîn di pêvajoyeke demokratîkbûna netewî de kilîtbûneke feodaliyê raber dike. Dema mirov kesayetên heyî lêkolîn bike pêşketineke netewî û hindekî din demokratîk tê xwestin. Ji ber ku ev di kevneşopa me de gelekî bi bandor e, hema di dîroka gelek netew û gelan de wiha ye, xwe weke çîrokeke evînê bi lêv dike. Di rastiyê de pêwîst dikir ku keçeke beg gelekî bi hêsanî bikare bi kurekî beg re têkîliyê bi pêş bixîne. Ji ber ku zewacên ew bi hev re bikin dê wan bihêz bike. Serdema navîn bi mînakên vê ve dagirtiye. Jixwe çîna feodal hindekî li ser vê bingehê ava bûye. Lê belê vê carê li ser vê bingehê ava nabe. Di Mem û Zînê de ev yek wiha bi pêş nakeve.
Ev berhem di dawiya sedsala 16’an de tê nivisîn. Em dawiya vê sedsalê bihizirin yekcar tê fêmkirin ku ev dem demeke ku hêviyên yekîtiya netewî di giraniyê de ne û astengiyên feodal li pêşiya vê yekîtiyê astengiya herî cidî ava dike. Muhafazakariya feodaliyê, parçekirin û dijmintiya feodalî ewqasî bêrehm tê birêvebirin ku mirov dikare jê re bibêje destan e. Neserxistina vê ez fêm dikim. Ev evîn ji bo çi bi neyînî encam bû? Min bi pratîka xwe ve jî danî holê. Gelek ji we feodalên çavtarî ne û bûrjûvaziya biçûk ên çavtarî ne. Ez kesek im ku min hindekî ev pîvan derbas kirin e. Ez dixebitim ku rêbertiyeke netewî, demokratîk û sosyalîst bikim. Li hemberî nirxên feodaliyê û dîsa nêzîkbûnên bûrjuvaziya biçûk jî heman tekoşêriyê berdewam dikim. Ji bo gihîştina taybetmendiyên sosyalîst hêzeke mezin didim. Welatparêziya sosyalîst û demokrasiya sosyalîst bi rengekî ku taybetmendiyên demê gelekî derbas dike tê jiyîn.
Ev bi yekîtiyeke weke yekîtiya PKK’ê dikeve rewşeke vînbûyînê. Heta dijmin jî dibêje “ev ne partiyek e, heta yekîtiyeke netewî jî nîne, binkeyeke hîn pêşdetir e.” Di nava xwe de xwedî maf e, di vir de çîroka jinûve afirandina netewekî heye. Bi qasî ku li ser bingehê demokratîk riya ku diçe sosyalîzmê de û bi destxistina mirovên nû de gelekî zirav e pêşketineke ku di her mijarê de bi mirovê kevin re pevçûnê esas digre jî heye. Ger mirov kûrtir bike di rastiyê de ev tenê şerê eniyê nîne ji wê wêdetir tenê şerekî çînî yê civakî jî nîne. Wê were dîtin ku şerekî çand, hest, derûn û şerekî vejînê yê gelekî radîkal e. Jixwe ji ber xwezaya vî karî neçare bi vî rengî jî be. Weke din dahûrîna Kurd û vejîna Kurd ne gengaz e.
Di asteke mezin de kesayetên mirî hene. Di hêmanên taktîkî yên herî bingehîn de jî ewqasî paşketî ne ku tenê dikarin bi kesayetên mirî ve bê rave kirin. Rastiyeke ku gelekî hêsan şaştiyan dike û li ber pozê xwe jî nabîne, gelo mirov dikare weke din çi navî lê bike? Ji bo vê rastiyê mirov nikare bibêje çepgirî yan rastgirî jî. Em ji bo vê dibêjin rastiya nîvbelavbûyî û xirabûyî. Hêmanên jiyanê ku hun têde tengav dibin hene. Hun dibêjin “ez hezkirinê nizanim, ji bo hezkirinê nikarim vekirîbim yekcar xeletiyan dikim, xwe tune dikim û bi lez dibime kole.” Ev datîne holê ku hun gelekî wêdetirî jiyanê ne. Rengekî tevlî jiyanê nakin û dewlemendiya we ya jiyanê ava nabe. Jixwe hun wisane jî. Ger em bi gotinan bînin ser ziman hunê bibînin ku bi taybetmendiyên gelekî paşketî yê şerê we yê netewî, demokratîk heta bi pîvanên dijmin ve hun dijîn. Ji ber wê jî di taktîk de, di jiyanê de, di raveya wê ya rêxistinî û çalakiyê de hun ne serkeftî ne. Wê demê di rewşekê de ne ku dijmin dixwaze we bixe qurbanê pêvajoyên ew dixwaze tune bike. Di vê wateyê de pêwîste hemû çîrok bibe vî tiştî di kesayeta we de berovajî bikin. An jî dema ku hun dibin mijara gotinê hest û têkîliyên hêsan dikevine bîra mirovan. Her kurekî ciwan û keçeke ciwan hatine gel hev bi lez têkîliyên van bi pêş dikevin. Gelo ma ev rast dibe? Hun di vê mijarê de bi pêşketineke balkêş a Rêbertiyê re rûbirûyê hev in.
Hun ji pergala têkîliyên gelekî hêsan hatin. Em çi bikin jî nikarin we ji wan têkîliyan qut bikin. Dibe di wir de mirin heye. Bêguman di vê mijarê de dahûrîna hest, dahurîna evîn û hezkirinê nirxeke mezin rave dike.
Paşverûtiyên 12 Rezberê ku ji bo malbat û jiyanê anîne mirov nikare biçûk bibîne. Li holê ye ku bi hevkariya çandî ya emperyalîzmê re ev hîn jî tune kiriye. Li gel pûçbûna serdema feodal cudaxwazî û heta bi dijmintiya wê ve xistina emperyalîzmê di zayendîtiyê de şoreşeke dijber a misoger e. Hun ji wê jî bandor bûne. Encam kesayeteke dijşoreşê ya mezin e û ev kesayet dibe bela. Rastiya Rêbertiyê van hemû tiştan dibîne. Ger em ji aliyê hest û wêjeyî ve li vî karî temaşe bikin, ger em dahûrîna şoreşê di vî alî de pêş nexin, ew xetimandin, qeyran û çewisandinên ku em gelek caran diyar dikin ve dê şoreş xwe bi xwe û bêyî ku careke din biçe serkeftinên mezin tune bibe.
Li ser vê bingehê gelo ma derûniya keçeke ciwan çi wateyê diderbirîne? Vê keça ciwan zexta feodalîzmê dîsa xeteriyên xistina pergalê ya gelekî xirab dîtiye. Ev rewş di wê de zexteke derûnî diafirîne. Ji ber vê sedemê gavavetina jinê ji bo azadiyê watedar e. Ew berteka ji nêvenga ku me behskirî ve her tişt dayîna ber çavên xwe û tevlîbûna têkoşînê jî pêşketinek e. Lê belê ger bêçek bimîne, zimanê xwe nikaribe bikarbîne, dilê xwe nede axaftin, hela di rêxistina siyasî de lewaz be ev tevlîbûn dişibe tu gava destpêkê di daristaneke gelekî tarî de biavêjî û her dem rûbirûyê xwarin û daqurtînê werî. Sotîneriya têkoşînê her dem wisa ye. Ger nayê xwestin şoreş di vir de were wendakirin û di çîtikên feodaliyê de were parçekirin, nayê xwestin di dijşoreşbûna bûrjûvaziya biçûk de û ji rê derketina wê de were wendakirin pêwîste bi ziraviyeke mezin şoreşgeriya keça ciwan were pêşxistin.
Rêber Apo