Zinarîn Amûdê
Kêliyên bi Te re, her ku di mejiyên me de zindî dibin, êşeke giran ku dilê me diguvişîne, xwe di rû û çavên me de dide der. Ev êş, êşa neqebûlkirinê ye. Jixwe em hîn jî bawer nakin ku emê careke din Te nebînin. Bendawariya dîtina Te, di her kêliyekê jiyana me de ye. Çav hîna jî li rêyan diqerimin, ev bendewarî hêviyeke xapînok be jî dilên me ji bo hevdîtineke din bi aram dike.
Pêjna Te, her ku nêzîk dibe, sêwa tarîtiyên derewîn li ser mirov radibe, û mirov dibîne ku ronahî çiqase nêzîke, mîna tarîtiyê ew jî di dil û mejiyên me yê ku xwe li pişt qalibên kevneşop de bi cihkirine de veşartiye. Lê ji bo dîtina ronahiyê û çirandina tarîtiyên ku xwe di hizir û tevgera mirovan de serwer kiriye, yan jî dike, gelo mirov mîna Te dikare bi wêrekî li hemberî wan şer bike?… Mîna Te, gelo mirov dikare xwe ji hemû peygirên (tabiyet) tirsnak rizgar bike, bê ku têkeve bendewariya pejirandinê?… Mîna Te serbixwe, bi eql û dileke yekkirî, bi têgihiştineke azad ya ku ji hemû cureyên serweriyan rizgar bûye, bi veqetandina rastî û şaşîtî ji hev heval…
Dîtina Te, mirovan ji nû ve bi xwe re rûbirû tîne û beyî ku mirov li hember xweşikbuyîna Te ji xwe şerm neke, mirov nikare ji vê hestê re bive asteng. Belkî jî ev hesteke ku di dîtina Te de pêdiviya mirovbûyîna mirov tîne bîra mirov, û dest bi lêpirsa xwebûyînê ye. Dîtina Te mirov bi xwe re dixe nava şerekî, dixe nava pirsên ku bersivên wan di rastiya şoreşgeriya azad, ya ku di kesayeta Te de têne bersiv dayîn de.
Hestên Te yên ku bi rûbarên welatê me re xwe herikan de himêza axê, tovên hezkirin û girêdana bi axê re di dilên me de şîn kir. Gotinên Te mîna melodiyên gerdûnî ku ji guhê mirovan re xweş tê, di mejiyên me de her dem xwe bi dengvedan dike. Jixwe germahiya hemêzkirina Te heval, ew hemêzkirina ji dil ve ku mînaka wê li gel tu kesî nehatiye dîtin, tîna wê di canê me de li hemberî sermahiyê fêrî jiyanê dike. Bi qasî ku mirov li gel Te, di bîranîna Te de jî mirov dike xwedî lêger, mirov dike ayidê xwe, mirov bi xweşikbûyînan re dixe nava ahengiyekê de, ma gelo azadî û kesayetên azad ne ewin yê ku dihêlin mirovên kêleka wan bibin xwedî hestên bi vî rengî? Ji lewma di kesayetiya Te de heval Sara, em di pênasekirina azadiyê de hîn zelal dibin, ji ber ku em di rastiya Te ya xwerû de xwerû dibin.
Dibêjin ku her mirovek dişibe welatê xwe, di kesayetiya Te de mirov bi vê gotinê serwext dibe. Ev welatê ku pirr şer li ser hatiye meşandin, pirr caran hatiye talan kirin, ev welatê ku heya roja me ya îro jî bi gelek êrîşan re rû bi rû dimîne, ligel wê jî hîn ji xweşikbûyîna xwe tiştek wenda nekiriye. Mîna ku li hember îsrara tunekirinê, qirkirinê, di nava israra hebûyînê de be. Bi çiyayên xwe yên asî, bi şînkahiya xwe, bi herikîna avên xwe, bi lehengiya zarokên xwe li ber xwe dide. Her ku em taybetmendiyên welatê xwe nas dikin, sekna Te ya berxwedêner li hember paşverotiyên ku xwe ferz dikirin, û îsrara Te ya xweşikbûyînê, ya mezinbûyînê, ya pêşve çûyînê bi helwestên Te yên çalak tîne ber çavên mirov. Di kesayeta Te de welat tê teyisandin, di rastiya welat de Tu tê naskirin.
Mirovên ku mîna Te giyana xwe, di nava êş û kêfxweşiyên welatê xwe de strandibin, ew qas dikarin bişibin welatê xwe, jixwe Tu ne tenê dişibiya, Tu bibûyî periya welatê xwe. Te rastiya welatê me yê perçekirî, di kesayetiya xwe ya têkoşer de kir yek û Te ev bi serxist. Ji lewma xebera şehadeta Te, ne tenê di her çar parçeyên Kurdistanê de, ji tevayî aliyên cîhanê de Te mirov li derdora xwe komkir, jiber Tu êdî rastiya welatê me ya ku vedigeriya cewhera xwe ku ji bo mirovatiyê dergûşî kiribû, Tu jî rastiya wê ya ku ji cîhana jinan re bi rola dergûşiyê radibûyî.
Wextê ku aqilê zilam di cîhana me de xwe li her derê dixwaze bide serwer kirin, ji bo ku mirovan bide teslîm girtin, yek ji rêbazên wî yê teslîm girtinê bi mirovan êş dana kişandinê ye. Mirovan di nava êşan de ponijandin, fetisandin, bi vî awayî jî ew perçiqandin û ji hal xistin. Jixwe dema ku mirov tenê di êşên xwe de biponije jî, û tenê li hember êşên xwe hestyar bimîne, bi awayeke xwezayî nikare têkoşînê bike. Ma jixwe di gelên bindest de bêhêvîtî û bêçaretî jiber vê yekê pêş nakeve!.. careke din ev eqil bû yê ku ev êş bi me da jiyan kirin.
Bi rastî êşa ku me bi xebera şehadeta Te jiyan kiriye, bi taybet rengê şehadeta Te heval sara, xwedî hêzeke ku me bixista hebû, lê hêza ku em ji kesayetiya Te ya berxwedêner fêrbûne hîn zêdetir bû. Bi mînakên ku me ji sekna Te ya têkoşer girtiye, me soz da ku emê jibo vê êşê tenê li ser tolgirtinê bihizirin û me ev êş jî zîvirand hêza têkoşînê.
Em ji Te û hevalên xwe yên şehîd û Rêber APO fêrbûne ku li hemberî hemû ferzkirinên êşa bi rûkeniyên xwe meydan bixwînin. Ew rûkenî encamê fêrbûyîna ji êşan û nêzîkatiya bi zanebûn ya li hember wan e. Me ev di sekna Te ya cengewer de jî dît, ji lewma ji bo Te emê her bi hêviya jiyana azad bikenin. Her ku em Te bibîr bînin, li hemberî wê êşê emê bi rûkeniyên xwe ji wê teslîmiyeta ku bi vê êşê û yên weke wê li ser me têne ferz kirin, îsyan bikin. Me ev helwest di kesayetiya Te de weke rêgezeke jiyanê dît. Bi vê sekna xwe mîna ku Tu ji me re bibêjî, ‘ ma kê gotiye şoreşgertî hesan e’. Belê, em ji Te û sekna Te ya tekoşer hîn baştir fêr dibin ku şoreşgertî nehesan e, bi qasî ku ne hesane pirr bi rûmet e, û ji bo yên ku bizanibin bi rûmet jiyan bikin, û jiyana bi rûmet hilbijêrin bi qasî ku zore lê pirr xweş e; ji xwe ji bo yên ku li pey jiyankirinên erzanin dibe êşkence.
Em ji Te fêr dibin ku şoreşgertî, karê şerê dil û mejiye. Ji bo bi hêzkirina wan pêwîst dike ku bi tîna rojê werin şuştin, da ku ji zefta xefikên desthilatdaran werin rizgar kirin, û bi taybet jî ji fêlbaziyên modernîteya kapîtalîzmê werin dawerivandin. Ji bo ku em tola Te ji vê pergalê rabikin, pêwîst e ku em destpêkê di hindurê xwe de tune bikin, lê ji xwe gotinên vê yekê jî pirr şermoke têne gotin, jiber çawa dibe ku hîn jî bi serbestî di nav me de milên xwe li ba dike!..
Şehadeta Te rêheval Sara, rengê şehadeta Te rêheval Sara, bi qasî pirrengîbûna kesayetiya Te di mirovan de bandor dide çêkirin. Yanî çi di aliyê hest de be çi jî di aliyê hizir de be, me dide ponijandin. Di aliyê hest de mirov dixe nava xemgîniyeke kûr û dilêşiyeke giran yê ku dihêle em hîn zêdetir li hemberî durûtiya modernîteya kapîtalîzmê biqîrin. Di aliyê hizir de jî me di nava rastiyan de hîn zêdetir dide lêhûrandin. Rastiya êrîşkeriya aqlê zilam li hemberî xwezaya jina a têkoşer, berxwedêner, azad.
Di cîhana me de her ku aqlê zilam xwe li ser esasê tehekkûmê bi pergal kir, em dibin şahid ji gelek êrîşên wî yên li hemberî jinan. Jixwe ev dîroka desthilatdar, bi êrîşan û bi komkujiya jinan heya roja me ya îro hatiye. Ma ji xwe gelek jinên şoreşger yê ku em ji wan agahdarin, û kî dizane em ji çiqesan jî ne agahdarin, di vê rêka zor de lê bi rûmet e, ji holê ne hatine rakirin!…
Ger ku di serdema me de hîn jî mirov jiber hizrên xwe, lêgerên xwe, armancên xwe yên jiyanê tên qetil kirin, ev cehaleta pergala modernîteya qapîtalîzmê dide nîşan dan. Cehaleta ku li pişt maskeyên demokrasî, azadî û di dil xwe de mafên mirovan nas dike dide eşkere kirin.
Li Ewrûpa yê, her dem rûyekê wê yê veşartî, yê xuya û ne xuya, yê durûtiya pergalê hatiye jiyan kirin. Di çaxê navîn de li Ewrûpa yê, mirov jiber hizrên xwe, di bin navê exlaq, kevneşopiyên olî û yên mezhebî de di engîzasyonan de dihatin kuştin, lê qe nebe bi awayeke eşkere dihate kirin, em dibînin ku hîn jî di Ewrûpa de engîzasyon hene, lê bi rêbazeke cuda, bi rêbazeke hîn veşartî, bi rêbazeke komplowarî. Ji ber ku veşartî ye hinceta xwe jî eşkere nake.
Di vê wate yê de heval Sara, Te bi şehadeta xwe jî bi qasî jiyana xwe û sekna xwe di me de hêzek e da avakirin. Zekayê hîsî û yê analetîk, Te di me de kire yek. Weke ku em ji jiyana Te hevala Sara fêrdibûn, em bi şehadeta Te jî hevala sara fêrdibin ku, li hemberî neheqiyên ku ji hêla êşkişên zaliman, derewkeran, komplogeran ve tê kirin, bi ser bilindî, bi rûhê têkoşer di lêgera rastiyê de bi israr bin. Emê li hemberî vê êşê jî bi heyecan û hêviya serkeftinê li hemberî cîhana zilam di medyan xwendinê de berdewam bikin.
Bi germahiya dilê Te jiyan hemêzkirin, mîna Te xwerû şer kirin hevala Sara çi qas zorbe jî, têgeha rûmetbuyînê di hişên me de zelal dike, bi vê zelalîyê emê hewlbidin ku bibin hevalên Te yê şopdar. Her ku mirov nêzîkî Te dibe, jiyana ku gereke were hilbijartin, ya ku gereke were jiyankirin di meyzandinên Te yê bi sîtemkar li hemberî tevayî şêweyên jiyanên xapînok de baştir tê digihêje. Heta ku Tu di bîra me de be ku bîrkirina Te nemimkune, ewê her di rêya jiyana azad de li hemberî tevayî paşverotiyan têkoşînkirin hêja be Rêheval Sara.