Navê Kod: Zîlan Pêpûle
Nav û Paşnav: Letîfe Selamet
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1983 Urmiye
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1999 Şehîdan
Cih û Dîroka Şahadetê: 30’ê Hezîranê 2006-Asos Merîwan
Zîlan Pepule, keçekî ciwan a Kurd a ku bi azweriyê azadiyê ve hatibû girêdan, xwedî li mîrateya azadiyê ku ji Xwedawend Zîlan girtibû bû. Gerîlayek evîndar û dilketiyê azadiyê bû. Ew a ku bûyîna Pepûleyê azadiyê biserxistiye bû.
Dîrok weke her tim bûyî, li cihê ku nakokiyên herî zêde dihat jiyîn ber bi pelişînê ve diçû. Li Îran’ê jin di nav tarîtiyê de dihat hiştin, tûne dihat hesibandin û heya dawiyê bi fikr û ruhê koledariyê ve dihat hiştin. Rejîma Îran’ê destur nedida ku di civakê de û bi taybet jî di jinan de fikra azadiyê xwe bi cih bike. Hewil didan ku herî zêde koledarî di jinê de were pêkanîn. Li cihên ku herî zêde nakokî tê jiyîn pêşketina pevçûnan weke rewşekî jênevîn wê xwe ferz bike. Wê di vê rejîmê û bingehê ku heya dawiyê koletî tê ferzkirin, zilm û dagirkerî gehiştiye lûtkeyê de, derketinên bi îrade yên daxwaza azadiyê wê pêş bikeve. Li cihê ku dagirkerî û zilm heye, wê bilindbûna şitlên azadiyê berdewam bike. Ji vê rastiyê mirov derkeve rê li Kurdistanê bi tel avêtina ruh û fikrê azadiya Apogerî, têkoşîna her ku diçe dibe birêxistinbûnek mezin wê berxwedaneke mezin biser bixe.
Weke ku tê zanîn li Îran’ê her sal bi hezaran jin bi agir berdana canê xwe bertekê xwe li hemberî vê pergalê tîne ser ziman. Jin di nav vê pergalê de tên dagirkirin û jiyan ji bo jina vedigere zindanek. Bi kûrtasî li Îran’ê bûyîna jin, bûye guneha herî mezin.
Belê Zilan di nav rastiyeke bi vê rengê yê pergal û civakê de li Bajarê Ûrmiye a Rojhilatê Kurdistan di sala 1983’an de, beyî ku agahiya wê ji tiştekî hebe çavê xwe bi ken li dinê vedike. Rêheval Zîlan her ku mezin dibe dikeve ferqa nakokiyên ku di nav de dijî, lê bêyî ku ji kenên xwe tiştek wenda bike. Rûxmê hemu pêkutiyên mezin û giran, ew weke zarokekî ku dayîka xwe hembêz bike bi wê eşq û coşê jiyanê hembêz dike.
Keça malbatekî welatparêz e. Gelek jîr û zîrek e. Bi ti awayê nayê zeftkirin, bi coşa xwe ya jiyanê, bi meraqa xwe ya fêrbûn û zanebûnê tam evîdarê azadiyê bû. Ti caran serê xwe li hemberî qalibên paşverû yên tê ferz kirin netewand, bi hersekî mezin li hemberî van têkoşîn meşand û hîn di emrê xwe yê ciwan de kesayeta wê ya asî li pêş çav e. Ew hewil dide ku vêya di lîstokên xwe û têkiliyên xwe yên hevaltî de pêşbixe. Lê azadiya li cihekî ewqas teng û sînordar, jê re wek dilopekî pehnavê dihat û diket nav lêgerînên bê sînor ên azadiyê.
Malbata ku tê de mezin bûye, rûxmê hemu polîtîqayên pêkutî, helandin û asîmilasyonê yê ji hêla dewletê ve tê pêkanîn, cewhera xwe ya welatparêziya kûr diparêze, hewil dide ku biqasî ji destê wan tê piştgirî bidin têkoşîna azadiyê. Her çiqas taybetmendiyê wan ê feodal, girtî û teng hebe jî, taybetmendiyên neolîtîk û kêm be jî şopên çanda Zerduştî wan cûdatir dike. Bavê wê ji eşîra Şîkag e, ji çanda axatiyê tê. Humanîst û hestiyar e. Rêheval Zîlan diyar dike ku ev kesayeta hestiyar carna di pêşketina malbatê de zehmetî ava dike. Dayîka wê jî ji eşîra Bradostê ye. Keça tenê ya malbatê ye. Ji bo malbata xwe Rêheval Zîlan wiha dibêje: ‘Dayîka min jinekî otorîter û jîr bû. Rûxmê ku neçuye mektebê di tehlîlkirin û çareserkirinê de pir bi hêz e. Dikaribû pirsgirêkên malbat û xizman çareser bike. Ji ber ku ji bavê xwe perwerde dîtibû, jinekî xwedî taybetmendiyên xortan bû. Ji ber vê him di nav malbatê de him jî di nav cîran û xizman de cihekî wê yê cûda hebû. Binemriya hemu nirxên madî û manewî yên malbatê xistibû bin bandora xwe.’
Di avakirina kesayeta rêheval Zîlan de yek ji kesên malbatê xwe xwedî rîstekî mezine, xwişka wê ye. Rêheval Zîlan ji bo xwişka xwe dibêje ‘xwişka min derketinê ku ti caran curet nedikir dikir. Rûxmê ku dibistana seretayî xwendibû ew xwe bi awayekî cûda têr kiribû. Hemşîretî kiribû, hûnera xwe ya dest pêşxistibû. Li ser jinên li Îran’ê lêkolînên wê jî hebû. Bi vê wesîleyê dikaribû jinan li derdora xwe kom bike û birêxistin bike’. Rêheval Zîlan cih dide wan mijaran ku li Îran’ê jin bi awayekî azad nikarin bijîn, her çiqas lêgerînekê wan hebe jî pir tiştekî pêknayê û ji bo jinekê ciwan a Îranê xwe gihandina zanebûnê herî kêm bi qasî çek girtinê girîng e. Bi awayekî zelal di wê zanistiyê de ye ku wek di pergala cîhanê ya heyî de wek jin tehemmulkirin çawa zehmet be, li Îran’ê wek jin û wek Kurd jiyankirin hîn bêhtir zehmet e. Rêheval Zîlan di nîqaşên xwe yên bi xwişka xwe re pêşdixe de hewil dide rastiya ku jin dijî bigihîne wateyê. Hestiyariya xwişka wê ya ji bo jinê, bi rêheval Zîlan re di astekî girîng de pêşketin ava dike. Nîqaşên ku bi xwişka xwe re pêşdixe, bi demê re li ser vê bingehê pêşdikeve. Weke her jinekî ku xwedî lêgerînên azadiyê ye, rêheval Zîlan jî êdî di ferqa vê de ye. Lê wek jinekî di nav rastiya wê de jiyan dike rêheval Zîlan vêya veduguhere zanebûnekî. Ji ber ku kêlî bi kêlî, her roj, her seat, her deqe bi tevahî zelalbûnê ve jiyan dike vê rastiyê. Ew rastiya fetisok ku heya dawiya jiyanê hatiye ferzkirin qebûl nake û her ku lêgerînên wê kûr dibe bêhtir lêhûrbûn dike. Zîlan li hemberî vê rastiyê serî radike û bi hemu xwebûna xwe li çiyayên azad têkoşîna vê hembêz dike.
Rêheval Zîlan pêvajoya çûyîna xwe ya dibistanê dinirxîne û wiha dibêje: ‘Ez dahûrandina pêvajoya çûyîna xwe ya dibistanê û ji ber çav derbaskirina vê girîng dibînim. Ji ber ku pergala dibistan li ser zarokatî û ciwantiya mirov bandorekî mezin dike. Di van pergalên perwerdekirinê de însanan bê îrade dikin û bi şerê taybet ku rajeriyê olê ava dike mirovan asîmîle dikin û ji cewherê wê/wî derdixin’. Pergal di ser mêjiyê ku difikre, dilê ku hîs dike û li ser zimanê ku biqîre wek prangayek rûberê reş balandiye. Di her ziraviya jiyanê de, sînorên jinan ên ku feraseta çarşefa reş diyar dike hene. Dê jin çawa jiyan bike, çawa bifikre, çawan bêhn bigre, çawa rûnê, çawa rabe, çawa bixwu û vexwu çawa cil û berg li xwe bike, di van mijaran de sînoran daye pêşiya jinê. Bi sedsalan, pirsa ‘ez çawa wisa jiyan dikim’ jê re qedexe kiriye. Jina ku li Îran’ê dijî di wê zanistiyê de ye ku, dema vê pirsê bipirse wê şûra tûj a şerîatê situya wê ya tenik qut bike. Di paşerojê de weke ku vê rewşê qebûl dike xûya dikir, lê di nav hindûrê xwe de bi serhildanên mezin dikeliya mêjî û dilê jinê. Di vê wateyê de rêheval Zîlan bûye pênaseya şênber a vê serhildanê. Rêheval Zîlan bi jiyankirina pêvajoya wêrekî û naskirina birdoziya azadiya jin û felsefeya Apogerî vê berxwedaniya xwe hîn bêhtir tacîdar kiriye.
Yê ku tê xwestin di vê pergalê de were avakirin, tîpa însanekî ku di civakekî hatiye tevizandin de bêyî bipirse bûye mehkûmê jiyankirinê. Ev pergal zanîn a gava yekemîn a azadiyê qedexe kiriye. Û Zîlan di ferqa vê de ye. Dibe rêhevalekê ku pêkanîna gotinê Rêbertî ya dibêje ‘Zanîn berpirsiyartiyê tîne’ dizane. Zanîna xwe veşartin û pêk ne anîn, xiyaneta herî mezin a însan a li hemberî xwe pêktîne ye. Zîlan her ku fêr dibe heqê rastiya ku fêr bûye dide û dibe xwedî hewildanê meşekî ku dixwaze jiyan bike.
Bi wêrektiya mezin a zanîna ‘azadî bê berdel nabe’ yek yek gav davêje jiyanê. Zîlan ji bo pêşengitya jinên xwedî wêrekiya azadiyê ne xwe amade dike. Ne bi tiştên ku pergal di dibistanan de dide, lê Zîlan dibe xwedî zanebûna bûyîna xwedî biryar a jiyanek azad.
BERÊ XWE DIDE ÇIYAYÊN AZAD
‘Min dibistana seretayî bi serkeftî bidawî kir. Ji bo ez bibim a yekemîn min pir hewil dida. Ez serkeftina min wek jinekî Kurd nêzîkatiyên mamosteyan a li hemberî min diyar dikir. Di dibistanê de dema hevalên min ji ber waneyê lêdan dixwarin ev yek pir zora min diçû. Ji bo ew serbikevin jî min pir hewil dida. Ti caran min xwe ji wan cûda nedît. Vêya ne di warê madî ne jî di warê manewî de min nedikir. Min hewil dida ez bi hemu zarokan re di nav têkiliyê de bim. Ji ber vê mamosteyên min, min mînak nîşan didan. Di vê pêvajoyê de hestên min ên welatparêzî û şoreşgeriyê pêşdiketin.’ Ev taybetmendiyên erenî yên di malbatê de heyî û têkiliyê wan a bi têkoşînê re, ji bo daxwazên azadiyê ya Rêheval Zîlan dihat wateya bandorên erenî. Di wê ferqê de bu ewê di bingeha heyî de defretê pêkanîna xeyal û bêrîkirinên xwe nebîne. Ji vê bêhtir jî ferq dike ku pirsgirêk ne pirsgirêka takekesî ye, pirsgirêkek pergalî û civakî ye. Hezkirin û girêdanbûna wê ya mezin a li hemberî gelê xwe hîs dike, azweriya wê ji azadiya jinê re berê wê dide çiyayên azad û ji bo cih girtina di nav refên azadiyê de biryar dide. Daxwaza xwe ji pergala koledar xilaskirinê her ku diçû bilind dibû û dixwest hewayê azadiyê bêhn bike.
Li Kurdistanê zarok zû mezin dibin. Hîn bêyî ku zarokatiya xwe bijîn êriş û hovîtiya pergalê re rû bi rû dimînin ji ber vê jî di emrê xwe yê biçûk de dixwazin li dijî vê pergalê gavên mezintir bavêjin. Yek ji wan zarokan jî bê guman rêheval Zîlan e. Hîn di temenê xwe yê ciwan de di ferqa gelek nakokiyan de ye û dixwaze berê xwe bide çiyayên azad. Ji ber vê yekê di sala 1997’an de dixwaze ji Xakûrkê tevlî partiyê bibe. Lê ji ber ku emrê wê hîn biçûk e, tê vegerandin. Ev vegerandin li hemberî eşqa wê ya azadiyê nabe asteng. Heskirina xwe ya azadiyê hîn bêhtir di dilê xwe de kom dike, mezin dike bi mezinbûna temenê xwe ve.
Di sala 1999’an piştî komploya navnetewî êdî bir lez û bez biryara tevlîbûna partiyê digre. Lewra li hemberî rewşên ku tên jiyîn nikare êdî xwe bigre û tehammul bike. Di rapora xwe de girêdayî vê mijarê vana dibêje rêheval Zîlan; ‘Di vê pêvajoyê de an ezê beşdar bûbam, an jî minê dawî li jiyana xwe anîba. Bi komployê re ji bo Kurd û pergalê dîrokek nû vebû. Kom bi kom ciwan tevlîbûn. Ev ji bo min jî bû derfetek û ez tevlî bûm. Êdî hêvi û daxwaza jiyankirina min nemabû. Ger ezê bijîm, ezê ji bo Rêbertî bijîm. Ger ezê bimrim jî ezê ji bo Rêbertî û azadiyê bimrim. Dema ez careke din tevlî partiyê bûm ez gehiştibûm azadiya xwe. Li vir û şûnde jî tenê rêya jiyankirina min jî dê Rêbertî bûya’.
Piştî tevlîbûna xwe ya partiyê her tim di warê lêgerînên xwe yên azadiyê û fêrbûna birdoziyê de xwe kûr dike. Her tim dixwîne, lêkolîn dike û bi lêgerînan ve dikeve nav hewildanê xwe xihandina sînorên zanatiyê. Lewra ew dizane ku azadî ji fikr û dil destpê dike. Di gerîlatiya xwe de li qadên Şehîdan,Zagros, Gare û Qendîlê dimîne. Piştî mayîna li van qadan dixwaze hîn bêhtir xwe di Birdoziya Azadiya Jinê de kûr bike û çareseriyê di kesayeta xwe de pêşbixe. Li ser vê bingehê tevlî dewreya perwerdê ya PAJK’ê dibe. Hewildan û lêgerînên xwe yên azadiyê her ku diçe kûrtir dike û ji bo veguherandina projeyên şênber hewildanek mezin nîşan dide. Dem bi dem tevlî xebatên ragihandin û rêxistinbûna gel dibe. Li kêleka van xebatan jî ji bo lêhûrbûnên xwe yên li ser jinê veguherîne projeyek şênber di nav hewildanekî mezin de ye. Dîroka jinên Rojhilatê Kurdistan lêkolîn dike û di vê derbarê de xebatê broşûrê dimeşîne. Dîsa li ser bingehê paradîgmaya nû ya Rêbertî de, bi eşqekî mezin tevlî xebatê projeyek bi navê ‘Pepûle’ dibe.
PAŞNAVÊ XWE DIKE ‘PEPÛLE’
Pepûle ji bo rêheval Zîlan pênaseya azadiyê ye. Bi eşqekî mezin xebatên Pepûle hembêz dike û paşnava xwe ya berê ku Che Guevara girtibû diguhere û dike Pepûle. Di derbarê Pepûlê de van gotinên Rêvehal Zîlan heman demê wateya Pepûle jî pênase dike: ‘Pepûle eşqa azadiyê ye. Agir xweşikbûna wê ye. Firîna wê qêrîna min e, şewata wê azadiya min e.’
Ango pepûle ne ya tû kesî ye, dixwaze azad bifire. Ew bê sînorbûn û îradeya azad hezkiribû. Bi hezkirinek wisa rêheval Zîlan dixwaze tevlî xebatên ji nû ve avakirina PAJK’ê bibe. Di rapora xwe de bal dikşîne ser van gotinan ‘Her ku em rastiya Rêbertî nasdikin em digehîjin zanebûna têkoşîna zayendî, çînî û kesayetî. Min dît ku rêya azadî û rizgariyê tenê ji yek rêyê û ji yek têkoşînê derbas nabe. Min fêm kir ku ev hemu di heman qadê de û bi rastenhevê de divê were meşandin. Ev jî têrbûnekî birdozî û di xeta azadiyê de bi israrbûnê dixwaze. Beriya her tiştî yê ku divê were pêkanîn şoreşa zihnî û wijdanî ye. Bi vê awayê ji bo xwe gihandina civakekî demokratîk û ekolojîk ji kesayeta xwe bigrin heyanî rê û rêbazên ku emê bişxulînin divê em xwe ji nû ve avabikin.’
WATEYA TEVLÎBÛNA XWE DEWLEMEND DIKE
Rêheval Zîlan di heman demê de di nav rêhevalên jin ên yekemîn ku ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî tevgerê bûne ye. Di vê wateyê de cûdabûnek wê yê wisa heye. Ew bi xwe jî di ferqa vê de ye, li ser vê bingehê nêzîkatiyên berpirsyar nîşan dide. Wateya tevlîbûna xwe dewlemend dike. Ji bo şoreşa jin a li Rojhilatê Kurdistan mîsyonekî bi hêz dide tevlîbûna xwe. Rêheval Zîlan, heya dawiyê di milîtantiya têkoşîna gel de bi îdia bû û hewil dida ku li gor vê tevbigere. Bi hewildana jiyankirina zehmetî û bedewiyên bûyîna xwedî felsefeya jiyanê û birdoziya azadiya jin, berê xwe dide pratîkê. Bi azweriya pêkanîna yekbûna jinan a li derdora azadiyê, ji bo yekkirina rastiya jin a pênç hezar sal e hatiye parçekirin û gavekî din wê nêzîkkirina heqîqetê pêşniyara çûyîna xebatên rêxistinkirina Îran’ê dike. Li qada Asos a Rojhilatê Kurdistanê tevlî xebatên propaganda ya bi çek dibe. Rizgariya jinên li Rojhilatê Kurdistan ji bo xwe wek karekê sereke digre dest.
Di 30’ê Hezîrana 2006’an de ji bo lidarxistina civîna ji bo bîranînê rêheval Zîlan-Zeynep Kınaci ku di heman roja 1996’an de li dijî faşîzmê çalakiya xwebexşene pêkanî, çûn gûnd. Şeva 29’ê Hezîranê ye. Ango roja ku xwedawend Zîlan di amadekariya pêkanîna çalakiyê de ye û kelecana wê jiyan dike ye. Di sihara 30’ê Hezîranê de ango 12 sal piştî çalakiya azadiyê ket nav kelecana ji jinan re vegotina rihê xwedanwend a Zîlan.
Yên ku pênç hezar sal e kemîn avêtibûn ber azadiya jinê, dîsa bi stemkariyek mezin kemîna xwe danîbûn. Beriya civînê kesên îxanetkar agahî dabûn dijmin û li derdora gûnd ji hêla xayînan ve kemîn hatibû dayîn. Piştî bidawîbûna civînê di navbera hêzên YJRK’ê û leşkerên Îranê de pevçûn derdikeve. Xebtaên bibîranîna çalakiya fedaî a rêheval Zîlan, bi êrişên hêzên dewleta Îran’ê veduguhere qada pevçûnê. Di vê pevçûnê de li gel heval Zîlan hîn hevalên din jî birîndar dibin. Hevalên birîndar li cihekî xwe diparêzin. Rêheval li vê derê digihîje şehadetê.
Ev kemîna ku li hemberî rêheval Zîlan hat danîn azweriya têkoşînê nesekinand. Hîn bêhtir hêrsa li hemberî dagirkeriyê û eşqa ji bo jiyanek azad a wek Zîlanan mezin kir. Di salvegera Zîlan de Zîlanek din bû şopdarê wê û navê xwe li ser pelên dîrokê nivîsand. Dîrok bi navê Zîlan vegotina rastiya jiyanê dikir.
Rêheval Zîlan bû Zîlana Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber ku ew rihê xwe azweriya xwe ya bi zanist a ji bo azadiyê, çalakbûna xwe, fedaîtî û berxwedêriya xwe ji rastiya Zîlan girtibû. Bi girtina navê Zîlan, bûyîna xwedî kesayeta Zîlan jî ji xwe re kiribû armanc. Pepûleya azadiyê Zîlan bi agirê ku li dilê wê pêdiket, bi çavên xwe yên wek stêrkan dê her tim li dilê me bê û bibe rênîşana me.
Arya Andok