Pêngava Vejînê

0Shares

Fehîma Deştan

Beriya vê pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê dagirkeriyê li Kurdistanê bêdengiyeke kujer bi darê zor û zilmeke mezin dabûn rûniştandin. Ew bêdengî û çewisandin bi înkar û îmhê li ser gelê Kurd dihate ferzkirin. Mêtingeriyê li Kurdistanê ev înkara çandî bêminet didan meşandin. Lewre ev rewşa awarte timî di Kurdistanê weke rewşeke xwezî dabûn rûniştandin. Bidarê zorê, îşkence, girtin û tinekirina Kurdan weke lîstikekî jêneger dihate meşandin. Ji vê bêdengiyê re mirov dikare bêje mirina ku bê minet dihate pêkanîn bû. Tenê ne wiha, di heman demê de ev rewş weke felsefeyeke jiyanê dabûn rûniştandin. Ev felsefeya mirinê ku hatibû rûniştandin, dixwestin gelê Kurd bi awayekî ebedî vê bijî û ti derfeteke din dervayî vê sîstemê ji gelê Kurd re nehiştibûn. Kurdistan bûbû xaneke bêdengiya kûjer û di bin zora mêtingeriyê de dinaliya. Ev di aliyê derûnî de jî li ser gelê Kurd tirs û metirsiyên ji wendakirinê di dilê gelê Kurd de dabûn çandin.

 

Lê dirastiyê de ev ne rol û sekna Kurdan bû. Lewre gelê Kurd her tim dixwest ku vê rewşê bi berxwedan û serhildanan bişkînin. Lê belê gelê Kurd ji ber êrîşên dijwar ku berjewendiyên desthilatdariyê li ku dibû yek, li wir êrîşên bê emsal li ser didin meşandin, nedihiştin ku ev rewşa tinekirinê bi dawî bibe.  Ji aliyeke din ve jî di pêşengîtiya van serhildanan de berxwedana gelê Kurd her tim bûbû weke qeleke êrişê û bê ku dijmin çavê xwe li ser Kurdistanê bigire timî dixwest van rewşan berdewam bike û gelê Kurd timî bi awayeki ebedî tine bike. Her ku gelê Kurd bi çi şêwazî dibû bila bûbûya timî ew tine dikirin û wan bi van rêkan ber bi koçberî, kuştin, girtin û ya li ser wan dihate ferz kirin ew siyaseta ku yan wê bibin Kurdê wan, yan jî wê qet mafê wan yê jiyanê tine be. Dema ku ev felsefeya mirinê di Kurdistanê de weke ewreke tarî ku ti caran ji ser çavên gelê krud nediçû, ya herî balkêş jî ew bû ku ev weke biryareke bingehîn li ser Kurdan dabûn rûniştandin. Kurd bi xwe jî gihabûn wê astê ku êdî ew rewşa xwe xwezayî didîtin û wiha mirov dikare bêje ji bo wan çewisandineke di asta hefîzeya dîrokî de bû. Dixwestin wê rola Kurdan ya dîrokî ji holê rabikin.

Xwesteka dijmin ya bingehîn ew bû ku dîroka gelê Kurd berovajî bike. Di aliyê dîrokî de dixwestin wan tine bikin û wan bêdîrok, ango bê bîr bihêlin. Pirseke wiha jî dikeve hişê mirov; gelo çima dest diavêtin wê dîroka ewqasî xwedî bingeh û demdirêj? Wer di serî de dîroka ku wan ji Kurdan re danîbûn, dîrokeke tenê tê de zêdekirin û di aliyê çandî de bêçand hiştin bû. Hinek gotinên ji qal û qîlan wêdetir ji wan re ji bo dîrokê nedihate gotin. Dîrokeke bêbingeh û ji erjengbûnê zêdetir ne tişteke din bû. Mînak weke gotina ka Kurd ji ku derê ne? Ji ku hatine û kengê hatine, ev jî delîlê wê înkara ku dikirin bû. Bi vê înkarê re asîmîlasyoneke dijwar jî didan ferzkirin. Ev ne besbû, pê re li hemû qadên welat îşkence û kuştinên bêminet didan kirin. Wer erzaniyek danîbûn ku teqez kiribûn ku wê Kurd heta mirinê vê bijîn û ji xwe armanc ji van hemûyan jî di aliyê çandî de tinekirin û wendakirin bû. Mêtingeriyê li Kurdistanê rewşeke awarte bi salan her tim hebû. Tevî ku gelê Kurd xwediyê wê tiwaniyê bûn ku timî di herêmê de xwedî wê rola ku kengê rewşa herêmê nerehet bibe, xwe bikin mertalên parastina aramî û biratiyê, di demên zor de Kurd muxateb dihatin girtin, lê dema ku rewşa harêmê aram dibû, careke din Kurdan tevî ku rola xwe jî lîstibûn, lê belê ev nedibû ku Kurd di vê qada xwe ya jiyanê de, ya ku navenda jiyanê ye, bibe xwedî nasnameya xwe.

Werin em careke din vegerin mijara dîrokî û lê temaşe bikin ka bê çiqasî tirajediye ku gelek bi hemû heyîna xwe navenda jiyanê û pêşvebirina mirovatiyê be, di heman demê de bêhebûn be. Dema em dibêjin Kurd di serê ewilî de xwedî rola xwe ya gerdûnî, ango di pêşvebirina mirovahiyê de xwedî wê rola ku temsîla derguşa mirovatiyê dikirin bûn. Di heman demê de Kurd xwediyê wê rola ku di çaxa navîn de temsîla pêşvebirina pêşketinên ku di hilala-zêrîn de pêşketine, Kurdan kariye bibin pêşeng. Ango em tenê dema xaçperestiyê jî bînin bîra xwe wê bê diyarkirin ka çiqasî Kurd di serkêşiya van pêşvebirinan hemûyan de hene.

Lê mixabin di van du-sed salên dawiyê de derveyî planên tinekirina Kurdan tişteke din nîne û timî di wê asta ku weke zêdehiyekî û sergirtinekî yan ji wan di asta bikaraninê de bikaranîn zêdetir li pêş e. Wê demê li Kurdistanê van du sed salên dawiyê de derveyî tinekirinê ti tiştê din nîne. Kurdan di van du sed salan de herî zêde tenê xwe parastine. Tevî her tiştî jî Kurd raserî hemû rengê çewisandin û tinekirinê hatine. Lewre siyaseta li ser Kurdan hem hatiye berfirehkirin û di heman demê de tenê berjewendiyên dewletên statuparêz tê de nîne, di heman demê de plangeriyên ji destwerdanên ji derve de jî hatine kirin hemû ji bo bikaranîn û tinekirina Kurdan bûye. Hem di asta herêmî de, hem jî di asta navnetewî de ev tinekirin li ser Kurdan hatiye ferzkirin. Di vê herêma ku Kurdan dilê xwe ji mirovahiyê re vekiribûn, di ser heman axê li cih û warên xwe raserî hemû rengên tinekirinê dihatin. Bêrawestan ev plangeriya ku hatiye meşandin, di qirkirinê de texsîr nekirine.

Ji ber van sedeman hemûyan pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de xwediyê wê wateya dîrokî û di heman demê de berdewamî û tolhildana ji mêtingeriyê ye. Ew pêngav tenê di warê leşkerî de na, lê di warê çanda berxwedanê de jî xwediyê wê bandora demdirêj e. Pêngava ku hatiye avêtin ti caran di wan salan de piştî wan rewşên awarte û çewisandinê dijmin qet bawer nedikirin ku wê careke din gelê Kurd bikaribe serî hildin, zincîra tinekirinê ya ku li Kurdistanê û pê re li ser hemû gelên cîhanê hatiye pêçandin, bê qetandin û banga azadiyê bilind bibe. Careke din tovê berxwedanê ku timî xwe berdewam kiriye wê serî hilde û bibe layîqî gelê Kurd û gelê herêmê jî. Lewre ev pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de şêwazê herî radîkal li hemberî felsefeya mirinê ye. Li şûna wê felsefeya mirinê ya jiyanê dana pêş e. Di Kurdistanê de ev rûxandin hemû û ber bi asoyeke nû ve çûn ji bo tevgera PKK’ê vejîneke nû bû ji bo dîroka gelan a berxwedanê. Şêwazeke temsîla berxwedana dîroka mirovahiyê bû. Li hemberî desthilatiyê di wan çaxan de ku tevgerên rizgariya gelan bi hemû şêwazan de didan tine kirin, PKK’ê bi vê pêngavê kariye bibe hêviyeke nû di çaxeke ku modernîteya kapîtal dixwaze xwe serwer bike. Lewre hêrsa desthilatdariyê li hemberî vê pêngavê yek bû û di hemû aliyan ve êrîş û metirsiyên xwe li hemberî PKK’ê dane rûniştandin. Ev felsefeya Rêbertiyê ya jiyanê çawa kete meriyetê, tavilê dijmin jî li hemberî vê pêngavê xwest hemû hêza xwe û nokeran bike nava liv û tevgerê de. Lewre di nava bêhêvitiyeke wiha de, ketina nava tevgereke wiha de ji bo gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn destpêkirineke vejînê ya nû bû. Ev eşqa azadiyê careke din gelê Kurd xwest zindî bike û di nava gelan de bide vejiyandin.

Di vê pêngavê de qerekter û rola kesayeta hevalê Egîd jî diyar e ku temsîla şervaneke azadiyê yê ku ti demê wê xeta azadiyê û jiyana azad wenda neke pir bi awayeke têkûz li wir diyar dibe. Ev kerekterê ku temsîla rêveberiya ku erkên xwe yên exlaqî û siyasî bi awayeke baş pêk tîne. Di serê pêngavê de bi hêvî û baweriya ji fikir û ramanên Rêber Apo girtî bêdudilî dikeve rê û ber bi çalakiyê ve diçe. Bi awayeke teqez baweriya xwe bi serkeftinê tîne û wiha jî bi ser dixe. Ev qerekterê ku erkên xwe yên demê ti demê îhmal nake û timî jiyana bedew layiqî gelê xwe dibîne. Lewre ferdê ku azadiya xwe bi destxistiye û xwe ji hemû fikirinê sistemê rizgar kiriye.

Di roja me ya îro de ev kesayeta hevalê Egîd di avakirina neteweya demokratîk de xwedî roleke gelekî li pêş e. Ji her demê zêdetir pêdiviya vê paradîgmayê ji van kesayetên ku baweriya xwe bi azadiyê anîye heye. Ji ber  ku şerê avakirina ferdê azad ê ku xwe ji feraset û bandorên modernîteya kapîtalîst rizgar kirî ji hemû deman zêdetir vê demê pêwîst e. Ev kesayet xwediyê wê baweriyê û hêzê ye ku bibe temsila kesayetên dîrokî û xwedî pêngavên bandorker. Lewre di roja me ya îro de ev nirxên heyî di van pêvajoyên inşayê de ew kesayet ji bo me şertên hebûna me ne. Ev kesayet dikare di hemû şertan de bibe temsîlgerê gelê xwe. Ji nirxên ku têkoşînê bi destxistine, bi kesayet û milîtanên weke rêhevalê Egîd dikarin werin parastin û li ser werin zêdekirin, ango avakirin. Pêngava 15’ê Tebaxê şoreşa gelê me ya vejînê gihande roja me ya îro, wê di pêşerojê re ber bi hemû cîhanê ve jî biherike. Ji ber ku pêngaveke dîrokî ye û tenê ji bo gelê Kurd na, ji bo hemû gelên bindest pêngava vejînê ye.