Çawa ku serxwebûna welatekî û azadiya gelekî em pêk tînin, emê azadiya keçeke ciwan jî zindî bihêlin. Di nêzîkbûna Rêbertiyê de ev alî gelekî balkêş e. Lê belê ev yek baş nayê famkirin. Em demeke dirêje di refên me de dixebitin ku zindîbûna keçeke ciwan li ser piyan bihêlin. Min hetanî niha nedît ku yekê serê wê dixebite ji vê yekê encamê derbixe. Di rastiyê de ev gelekî girîng e. Ger hun baş temaşe bikin ez dixwazim we di zindîbûna keçeke ciwan de her dem xwerû û paq bigrim. Ev yek tê çi wateyê? Ger ev rewş di têkoşînê de were têgihiştin û derbasî welat bibe, di rastiyê de ev dê ji bo welatekî serbixwe û gelekî azad bibe pîvanek û modelek. Ev di cihekî de yekîtiya netewî ye, demokrasî ye, têkîliya azad e û hezkirin e. Di xwe birêvebirina rastiya Rêbertiyê de ev alî gelekî balkêş e û li holê ye ku rexmî we vî tiştî bi hostatiyeke mezin çawa dimeşîne.
Di rastiyê de evqas bal kişandina bihevrebûna azad û wekhev a bi hezaran keçên ciwan û xortên ciwan û dayîna pîvanên ku pêwîste li pergala têkîliyan serdest be şerekî mezin a netewî demokratîk e. Ger gengaz be ev di heman demê de li ser vî bingehî pêşxistina hestan e. Ew jî şerekî mezin e. Ew asta evînê ku di mînaka Mem û Zîn de nehatiye pêşxistin di rastiya Kurd de hatina bidestxistin e. Ez nabêjim min ev yek berê plan kir û pêş xist, lê belê ji ber ku ez bi zanistî nêzîkî rastiya netewî dibim û demokratîzmeke gelekî radîkal esas digrim, min ev hewildan raber kirin. Ez yek carê bi hestên xwe nikarim bidim daqurtandin ku keçeke ciwan bikeve rewşekê ku bibe mal û milk. Di “çîroka vejînê” de çîrokeke ku dişibe vê yekê heye. Tevî ku ji ser zewaca keçeke ciwan di gundê me de heftiyek derbas nebû, min asta wê ya bûkbûnê cidî nedît. Wê demê gotina min a ez dixwazim bi wê re lêyîstokê berdewam bikim, gelo di rastiyê de tê çi wateyê? Ew zewaceke feodalî bû, kesayet ji jiyana azad û ji lêyîstokên dema zarokatiyê dûr dixist. Hîn wê demê jî min didît ku gelek tişt tên wendakirin û bertekên xwe danî holê.
Tiştên ku malbatê di mijara jinê de ferz dikirin, di min de guman û metirsiyeke mezin diafirand. Lê belê ji aliyekî din ve jî pêwendiyeke min a ji jinê re hebû. Misoger pêwendiya ji jinê re tenê weke ku di civakê de tê fêmkirin yekcar zilamtiya xwe ispat bikim, xwetêrkirina zayendî pêk bînim, wiha bi dest nagrim. Ez weke divê qey xaçepirsek e nêzîk dibim. Gelo di nav de çi xeterî hene, gelo dê bi ku ve bibe? Bi qasî di vê mijarê de ez gelekî şiyar im, di serê xwe de jî bi pirsnîşanan nêzîk dibim. Ez dixebitim ku xwe ji xeteriya vê saziyê xelas bikim.
Di têkîliya jinê de nêzîkbûna gumanbar û rexnekar pêwîstiya xwe bi nêzîkbûneke ku li pîvanên azad baldare heye. Ji bo di têkîliyên hatine avakirin de neyê wendakirin rê li ber şerekî mezin vedike. Ger bihata wendakirin an bi koletî yan jî bi şêweyekî gelekî bi bertek bihata çareserkirin PKK dernedikete holê. Wateya derneketina holê ya PKK’ê jî ji hemû aliyan ve wendakirina netewekî û -mercên 12 Rezberê jî were hizirandin- tunebûna ji hemû aliyan ve bû. Ev dê bi tenê ya partiyekê na wendabûna netewekî û wendabûna wê ya ji dika dîrokê hemûyî bû. Di vê mijarê min xwe bi baldariyeke mezin ve dideynî holê. Ez li hemberî hevkariya dewletê ya vê têkîliyê taybetmendiyên wê yên nêzîkî pîvanên arîstokrat û asta wê ya ku ber bi bûrjûvabûnê ve diçe şiyar bûm. Dîsa nirxên şoreşgerî yên çêbibin jî min li ber çavan re derbas dikir. Min dixwest ku ez vê têkîliyê bi rengekî bingehê xwe yê siyasî girantir e têbigihêm. Lê belê di heman demê de bi xwe wendakirinê ve min nedigot têkîliya jinê û min pîvan wenda nedikirin. Rûxmê ku hest hebûn, ez radestî vê nedibûm. Min bi xwe re şerekî mezin dijî û weke ez ji vê direviyam. Dîsa jî min nedixwest dest ji vê têkîliyê berdim. Ji ber ku di nava vî karî de dewlet, civaka kevin a paşverû û bûrjûvaziya noker li gel vê jî nêzîkbûneke ku tunekirina Kurdistan’ê ji xwe re kiriye armanc hebû.
Ji aliyekî din ve jî ger ji sedî yek aliyekî vê têkîliyê ku were rizgarkirin hebe, ji bo wê pêwendiyek jî hebû. Di cihekî de pêwendiya vê bi welatparêziyê re heye. Ger aliyekî vê yê were rizgarkirin hebe ev dê baş be. Nexwe dê şer bi pêş bikeve. Nêzîkbûneke me ya wiha heye û ev nêzîkbûn jî rast e. Ji ber têkîliyeke ku Kurdistan’ê tune dike mijara gotinê ye. Ger aliyê wê yê nokeriyê nehatiba dîtin, piştî ku hate dîtin bi wê re şer çêneba, misoger ne PKK ne jî şerê PKK’ê derdikete holê. Bi qasî ku şêwazê me zanistî ye ew qasî jî vînî ye. Bi qasî ku ji bo tiştên erênî nirxeke mezin tê dayîn, li hemberî taybetmendiyên dijmin jî ew qasî şiyar e. Di encam de ev şer rê li ber encamekî bêhempa ji serkeftina PKK’ê re, ji jiyîna pêvajoyeke gelekî girîng a rizgariya netewî re, ji gihiştina pêşketineke asta herî jor de ya rizgariya jin û demokrasiya gel re vedike. Ger em vê dahûrînê bi pêş bixin, di nava wê de hesabxwestina ji sedan salî heye. Bi qasî şerekî ji bo hêviyên we hemûyan e, şerekî li hemberî paşverûtiyan jî heye. Ev şerekî netewî ye. Jixwe afirandêriya me ya mezin hindekî di vir de veşartiye. Em vê bûyerê weke têkîliyên du kesan bi dest nagrin. Têkîliya di asta netewî de bi dest digrin. Encamên wê yên siyasî pêş çavan re derbaskirin girêdaniya wê bi rêxistin û şer ve dîtin û li ser vî bingehî nêzîkbûna kesayet girîng e. Yê we jî berovajî bi pêş dikeve û ji ber vê jî hun wenda dikin. Hun têkîliyên xwe dualî ji siyasîbûnê, rêxistinbûnê û dîrokîbûnê gelekî qut dikin. Hun têkîliya gelekî şexsî dikin û dikine milk. Di encam de hun bi vê ve xwe tune dikin. Sedemeke herî girîng a wendakirinê bi vî rengî derdikeve pêşberî we.
Ji aliyekî din ve hun dikarin têkîliyan înkar bikin û hun dikarin bi hêsanî ber bi jirêderxistina têkîliyan ve biçin. Hun nikarin xwe bi xwe hestên xwe rave bikin, pîroz bikin û veguherînin. Di vê mijarê de yekcar durûtî tê pêşxistin. We têkîliyek xistiye dilê xwe û hun çil salan bi wê re dijîn. Dahûrîna we ya têkîliyan nîne. Ger ev têkîlî ne li gor berjewendiyên we be, wê demê jî hun wê înkar dikin û dixwazin jê xilas bibin. Îhtîmaleke mezin hun wiha dijîn. Ew çîroka ku tê gotin, “dema derfet dît, an diçe gewendeyan(dawulcî) an jî diçe zirneciyan” pêk tê. Lihevhatineke bêpîvan bi taybetmendiyên dijmin her cureyê taybetmendiyên bûrjûva ve hetanî di bin fermana wê de şerkirin tê jiyîn. Dema ku keçeke ciwan derfet dît xwe yekcar xistina nava têkîliyeke din tê vê wateyê. Pîvan nîne, hizirandin nîne, gelekî seranser e, yan jî gelekî ji jiyanê qut e û weke miriyan e. Ev jî bi kêmanî bi qasî yê din xeter e.
Keçeke ciwan nabe ku weke miriyan be, dê berovajî bibe temsîlkarê vejîne, bibe çavkaniya hezkirinê, dê balkêş û sotînêr be. Lê belê gelek ji wan di vê mijarê de weke miriyan in. Bi kesayetên ku bêhn bi wan ketiye ve gelo kîjan jiyan, kîjan şoreş bi azadî tê avakirin? Wateyeke din a bûyîna keça ciwan jî ji bo şoreşgeriyê gelekî vekiriye. Ji ber ku bi pergala mal û milk ve zêde têkîliyê xwe nîne. Tê xwestin ku ew her dem bibe mal û milkê hindekên din û berteka wê ji bo vî tiştî heye. Dîsa bi pergala kevin ve zêde têkîliya xwe ya berjewendiyê nîne. Ji ber vê sedemê dikare bi hêsanî li hemberî pergalê bibe xwedî bertek. Dikare bi hêsanî li hemberî têkîliyên ku ne li gor berjewendiyên xwe ne bisekine.
Jin di nêvenga azadiyê de weke şoreşgereke objektîf e. Li ser bingehê ku nebe mal û bi koletiyê ve neyê girêdan, jin şoreşgereke mezin e. Hele keçeke ciwan şoreşgertir e. Bi israr pêşxistina wê ya vê asta xwe û bi israr domandin dibe ku qasî jê tê bawerkirin zêdetir rê li ber bûyîna xwedî ristekî şoreşger vebike. Ev yek jî bi hêza we ve nirxê ku hun didin rizgariya netewî, demokrasiyê, pîvanên wekhevî û azadiyê ve girêdayî ye. Û rizgariya jinê dê bi nirxên demokratîk ên wekhevî û azadiyê ve pêşbikeve.
Rêber Apo