Nasnav: Berçem
Nav û Paşnav: Nuriye Demîr
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: Muş/Kop/1972
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1992-Stenbol
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 7 Mijdar 1997-Xinêrê/Xakurkê
Rêber Apo: Belê Berçem, tû çi difikirî? Çi cûdahiya vê Newrozê bi Newrozên salên borî re heye?
Berçem (Nuriye Demîr): Serokê min. Rêbertî destpêkê bi berfirehî Newroza sala 1995’an vekir. Kûrt be jî min ji bo xwe gelek balkêş dît. Di hevokekê de “Bûyera mucîzeyan avakirinê” derbas bûbû. Ezê vê yekê ji xwe re bikim bingeh. Cardin, li gora min di wateya azadiya jin de Newroz, sala 1995’an digihêje xala werçerxekê (dönüm noktası). Bi taybetî pêkanîna kongreya jin di vê pêvajoyê de, di wateya bi hemû pêşketin û pêşdeçûyîn ya azadiya jinê re yê derketina xwe wek partî di wir de pêk bîne. Ez Newroz a sala 1995’an gelek balkêş dibînim.
Rêber Apo: Sersalekî mezin e di azadiya jiyana jinê de. Bi taybetî dahurandinên ku me di salên borî de pêşxistî re rastiya jiyana bi lanet eşkere kirin pêk hatiye, gelek aliyên jiyana azad jî derxistiye holê. Ev jî dibin nûbûnekî rasteqînî, vejînekî rasteqînî, rojekî nû, rojên nû, meh, sal û jiyanên nû… Ez hêvîdarim ku hûnê weke rojek tê û derbas dibe lê nenêrin. Hûnê rastiya ku bi pîvan, qeyd û kuralên xwe ve, bi sazîbûnên xwe ve bi temamî dikare weke pêkanîn bibînin, di jiyana netewî-civakî de jinê li cihê rast dayîna rûniştandinê re ya rastiya ku her wûnda dike, her lê didin wûnda kirin û di nava civakê de gelek hatiye xistin wek çavê tevahî jiyanê dibîne, wek gûhê ku dibihîse, ruhê ku hîs dike û zanebûna rastîn re hûnê bibînin, pêşwazî bikin û vegerînin salekî bi wate. Ji bo cardin neyê wûnda kirin saxlem ketina nava wê pêwîste bê pêkanîn. Li gora nêrîna min ev jî dikare weke encamê herî bi nirx yê di encama zor û zehmetiyên têkoşînê re hatiye bidestxistin were famkirin, wate bê dayîn. Ez behsa rastiya jinek pir lanetkirî jî dikim. Qasî rastiya lanet a gelê me, rastiya lanet a jinê jî heye. Em wê hildiweşînin, hûn wê hildiweşînin.
Bo Newroz’ê, tişta ku em ji girseya xwe ya jin re, ji rastiya azadiya jinê re dikarin bêjin ewe ku bi şerê eman û nemanê ku hun li hemberî paşeroja bi lanet didin re derfetê ku hûn xwe pir alî ji nûve zindî bikin, ava bikin û derbasî jiyanê bikin dide we. We çekê vê xistiye destên xwe. Bi vî çekî, ez bawerim ku jin yê heya dawî şer bikin, şerê xwe bidin. Ez vêna hema beriya her tiştî dibînim. Ango ji beriya xwarin xwarinê bigre, heya hewa ya hildikşî hinavan jî girîngtir dibînin. Ez wiha dinirxînim ku heger bi vê armancê re xwe kilît kirin hebe yê jiyanek bi wate pêşbikeve. Ev yêk wateya wê hêj mezintir jî dike.
Ji kûderê ve em binêrin bila binêrin, em li Kurdistanê dema li Newroz’ên salên borî dinêrin vejîna jinê re şahîdî dikin. Di wateya buyîna dergûşa mirovahiyê de heger di ji nûve vejînê de israr bê domandin yê hem li Rojhilata Navîn, hem li tevahî cemaeta mirovahiyê de yê encamên erênî bi xwe re bîne. Em hêvîdarin ku hêza me ya jinên şer dikin jî yê vê yekê wiha fambikin. Rojek wiha bidestxistin û xwe gihandina wê xwedî wateyekî gelekî girîng e. Yê weke pêşeng di nava partiyê de jî erkê xwe bînin cih. Yê bibe xwedî xebatekî ku pir baş di yêkîneyên şeran de cihê xwe bigre, wateya şer derxe zanebûnê, armancên wê yên di milê civakî, siyasî, aborî û çandî re jî bikare bibe bersiva herî baş. Di vê bingehê de pêşwazîkirinekî bi hêz e. Êşên hatine kişandin, kedên hatine dayîn yê bibe xwedî nirx. Lê belê ez carekî din dibêjim destpêkek biçûk e. Hêjan zêdetir giraniya xwe dayîna ser, carekî din firsend û derfetan ji dest nedayîn, wunda nekirin, bi Têkoşîna Azadiyê ya bi zanebûn, bi pilan û jina rêxistinkirî re dikare pêk were. Hûn jî di vê bingehê de pêşwazî dikin, wê birina serkeftinê tam jî erkê we yê herî dîrokî ye ku hûn pêkbînin.
…
Rêber Apo: Belê heval, me ji bo te ne çuyîna çiya, şandina metropolan fikirî bû. Ne kesîn e, pêşniyar e.
Berçem (Nuriye Demîr): Ez dixwazim biçim welat, Serokê min.
Rêber Apo: Koma Serhedê jî heye. Em gotina dawî bihêlin wî demî gelo? Çend alternatîf hene, ne wûsa?
Berçem (Nuriye Demîr): Partî dizane Serokê min, lê ez dixwazim derbasî welêt bibim.
Rêber Apo: Berê daxwaza te ya çûyîna Serhedê hebû, ne wûsa?
Berçem (Nuriye Demîr): Kîjan qad be ji bo min ferq nake Serokê min.
Rêber Apo: Em li ser Serhedê bifikirin, bawerim ewqas niha bes e.
Berçem (Nuriye Demîr): Dibe Serokê min.
…
Rêber Apo: Tê jî biçî?
Berçem (Nuriye Demîr): Raste Serokê min.
Rêber Apo: Gelo tû bi biryarî, tê bikarî bikî?
Berçem (Nuriye Demîr): Hemû hewildanên min yê ji bo wê yekê be, Serokê min.
Rêber Apo: Yanî tû bi hêvî yî?
Berçem (Nuriye Demîr): Ez difikirim ku min hin tişt girtin e Serokê min.
Rêber Apo: Na, na ne hin tişt, te gelek tişt girtin e. Te jina azad girt, te Kurdistana azad girt, te partîya rêxistinbûyî girt. Heger pêwistiyên wê pêkneynî nabe, ne wûsa?
Berçem (Nuriye Demîr): Raste, Serokê min.
Rêber Apo: Heger ya rast pêkbînî tê weke jinek bi şeref û bi onûr ji vê pêvajoyê derbas bibî, ev yek jî bi pere, mal milk nayê kirîn. Ez bawerim ya hate dayîn jî kêm nîn e.
Berçem (Nuriye Demîr): Bi rastî jî ne kêm e, Serokê min.
Rêber Apo: Ne wûsa? Ez bi bawerim tê bibî layiq. Tê sibê biçî ji xwe, tê bibî layiq, baş e? Ez dixwazim encamên keda xwe bibînim.
Berçem (Nuriye Demîr): Ezê bi rastî jî layiq derkevim, layiq bibim Serokê min.
Rêber Apo: Bila bibe serkeftina we. Serkeftin mirov bilind dike, dike al. Ji bilî wê her tişt tinê vala axaftin dibe.
ÇAVKANÎ: Diyalogên Bi Şehîdan Re.
Ev dîyaloga Rêber Apo bi Şehîd Berçem re 15’î Adara sala 1994’an pêk hatiye.