Newroz Pênaseya Bihara Azad A Gelan E

0Shares

Meha Adarê bi despêkirina biharê re nûbûn û bişkivandinê, di çemê jiyanê de herikandinê pênase dike. Dema ku beriya zayînê di sala 612’an de fikrên girîng ku di çemê dîrokê ber bi xaka Mezopotamya’yê ve diherikîn, xwe ber dida nav dilê mirovahiyê re. Lê çemek ji wan çeman jî hebû ku yê wekî Dehaq û Nemrûdan berhem û hebûna mirovatiyê, biratiya gelan bi rengekî hovane, bi hişemendiyekî faşîst dixistin meriyetê de û mirov dikare bibêje ku tovên faşîzmê di dema Dehaqan de hatiye çandin. Lê dema mirov xwe berde nav ra û rîşên dîrokê de, mirov dikare rastî gelek rewşên cûr bi cûr were. Dema mirov dîroka gelê Kurd hemû serpêhatiyên wê bide berçavan em ê bibînin ku; Dehaqên wê demê hebûn ya ku vîna mirovatiyê, pêşeroja wî, ciwanên wî heta çîrokên wî bi rengekî mîtolojîk tê gotin an jî tê behs kirin. Lê di heqîqeta xwe de Dehaq, faşîzma wê serdemê ye. Yê ku bi serê mirovan bircan çêdikirin, yê ku di nava gelan de tovên nîfaqê didan çandin, yê ku dixwestin ji bo xwe mirovan bikin qûrbanî ku di bingeh de vîna morvahiyê tê çikandinê pênase dike. Li ser wê derketina Kawayê Hesinkar navnîşana çemê dîrokê yê ku biratiya dike yek, jiyana bi hev û din re pênase dike û li ser erdnîgeriya Mezopotamya jiyanekî hevbeş dide avakirin koka vê yekê jî di bêrîkirina dîrokê de veşartiye.

Li ser vê dema ku Dehaq dixwaze bi despêka biharê ve -ku nûjenbûna biharê bi taybet jî li ser erdnîgariya ku meydika mirovatiyê ye pênase dike- carekî din mirovan ji bo xwe bike qûrban. Ev yek xwînmêjbûna Dehaq dide nîşandan. Ew tovên wekî Dehaqan ku xwe serdest dibîne di heman demê de, vîna hemû netewên ku hene tûne dike. Ji ber vê yekê ye ku mêjiyê zarokan û ciwanan dixwe. Ev mêjî xwarin ne kirinekî ji rêzê ye ev yek; di milek de tûnekirina zarok û ciwanan pênase dike di milek de jî rêbazên gel tirsandinê dide nîşandan. Mêjiyên wan xwarin di bingeh de vîna wan xwarine û hafiza wan tûnekirin e. Ji ber mêjî perçekî laş ya di mirovan de ya herî zindî û kêr hatiye. An go di laşê mirovan de ya herî ku dikare şixûl bike ye.

Çîrok di kûrahiya xwe de, di heman demê de di ra û rîşên di dîrokê de gelek wateyê xwe yê girîng heye. Bi taybet li ser têgeha “çima mêjiyê mirovan” tê xwarin sekinandin wê mijarê hemû ronahî bike. Mêjî tê xwarin; ji ber ku di laşê mirovan de tiştê herî kêr hatî mêjî yê. Di heman demê de di civakekî de mêjî yê ciwanan tûnekirin tê wateya pêşeroja wî civakî tûnekirinê. Ji ber yê ku jiyanê dihûne, di jiyanê de nûjentiyê dide avakirin; dîsa yê ku heqîqetê di afirîne ciwan in. Dibe ku çîrok de bi vê rengê tê gotin lê ya girîng ewe ku her tim di dîrokê de, yên desthilatdar, xwestine ku di şexsê ciwanan de hewza wê ciwakî ji holê rabikin.

Dema mirov sala beriya zayînê 612’an mêyze bike; di Rojhilata Navîn de pêvajoya ku bazirganî pêş dikeve, dîsa pêvajoyên ku di nav gelan de şer gelek diqewimin, sermeyedarî pêş dikeve dîsa hemû kes dixwazin ji serê mirovan bircan çêbikin bi kûrtasî wek pêvajoya Nemrûdan e. Ji xwe dema mirov li çîroka Nemrûd û Dehaq temaşe bike; mirov bibîne ku çîrokên wan gelek ji hev û din ne cûda ne. Di salê de hinek demsal hene navnîşana nûjentiyê dikin. Bi taybet jî di Mezopotamya de cîhê ku li ber çemê Dîcle û Firatê cîhê ku mirovatî, civakbûn pêkanîye, hemû tiştên ku bi biharê ve dişkive, xwe nû de ava dike û çêdike. Dîsa bi despêkirina biharê ve xweza xwe nû dike, zindî dibe. Ji ber vê yekê jî di berxwedanên dîrokê de li beramberî zilma ku ji milê hişmendiya desthilatdar de tê kirin; serdem û demsala serî rakirina ku derdikeve jî gelek girîng e. Di berxwedaniya Kawayê Hesinkar de jî ev rastî xwe dide nîşandan.

Di dîroka mirovatiyê de dû çem diherikin; yek jê çemê heqîqetê ye û ya din jî çemê faşîzmê ye. Kawayê Heesinkar jî mîna çemê heqîqetê ku di dîrokê de ji bo biratiya gelan, netewa xwe parastin û li ser esasê jiyana nû avakirinê nîşan (temsîl) dike. Ger mirov rewşa Rojhilata Navîn û serdema ku hatiye jiyankirin bi lêv bikin, bikevin kûrahiya dîrokê de mirov wê rastî hişmendiya faşîzane tê. Ji ber wê Newroz wateyê jiyanekî nû ye, “xwebûn e” û nûbûn e. Ger em wek fîkrên Rêber APO, Tevgera Azadiyê û Rojhilata Navîn ji bo serdema xwe Newrozê binirxînin; em karin bibêjin ku dema mirov serdema kevin û ya nû digihîjîne hev û din; em digîhîjin lotika herî bilind ya pêvajoyê. Di vê sala ku em tê de ne em, salvegera Newrozê ya 2633’mîn pîroz dikin. Lê heya niha di serdema ku em tê de jiyan dikin jî Newroz ” bihara gelan ya azad û nû” pênase dike.

Di dîroka me ya Tevgera Azadiyê de hesinê Kawa bi cûreyekî hemdemîn ku li beramberî Dehaqên serdemê radike Heval Mazlûm Doğan’e. Heval Mazlûm jî dibe ku şêweyê wî cûda be lê armanc yek e. Ji ber ku dîsa Dehaqên vê demê mêjiyên ciwanan dixwin, ji heqîqeta wan dûrdixin, ji ra û rîşên wan yê dîrokê, ji netewa wan û ji zanista wan dûr dixin. Heval Mazlûm Doğan ê Kawayê hemdemî yê li beramberî vê derdikeve û ev berxwedan piştî wî jî hîn bilintir dibe. Ne tenê berxwedaniyên Kawayên Hesinkar li beramberî Dehaqên hemdem li Bakûr, Başur, Rojhilat, Rojava heye; di heman demê de li Rojavayê Kurdîstanê qetlîamên ku Rejîma Baas jî li ser gelê Kurd kiriye dîsa gelê Kurd li berxwe daye. Gelê Kurd di dîrokê de tû caran radestbûnê qebûl nekiriye. Di heman demê de qetlîamên ku Seddam çêkiriye, dîsa Enfal heye, Qetlîama Helepçê heye û hwd. Ev hişmendiya ku van qetlîama kirî dixwestin ku di zindana Amedê de jiyanê bê wate bikin, mêjiyên ciwanên Kurd bi rêbazên nû dixwestin bîra wan ya dîrokê bixitmînin. Bi vê yekê mirov dikare bibêje qûrbaniyên nû çêdikirin ku Kurdê xwe nas nekin bidin avakirin. Lê di şexsê Heval Mazlûm de berxwedana zindana Amedê ya dîwaran nasnake û ya ku lehengiyê di lotika herî bilind de dide diyarkirin, tarîbûnê bi Zekiye Alkan agirê bedena xwe ronî dike. Di şexsê Heval Mazlûm de bi sedan Kawayên Hemdem bi fikir û ramanê tevna mêjiyên xwe jiyanê hûnandin û li hemberî dagirkeriyê berxwedaniya asta herî jor de pêşxistin. Ev berxwedanî di asta zindanan de nema, dibe ku roj ne di heman demê de be, lê derbeya sala 1984’an ku li dagirkeran ket; berdewamî û bersiva berxwedaniya zindanan bû. Ango keç û xortên Kurd li hemberî Dehqên serdemê berê xwe didin çiyayên Kurdîstanê. Ji bo ku Dehaqan tûne bikin ne bi yekî tenê ne; bi hezaran Kawa diafirin. Ev yek jî heqîqeta Têkoşîna Azadiyê ye. Rê û resmên ku bi ramanên Rêber APO de hatî avakirin; wateya berxwedaniyê hîn mezintir dibe. Têgeha berxwedanê jî bê gûman ne tenê êş kişandin e, “berxwedan” afirandin e! Nûjenkirin e, ferqa xwe de bûn e, xwebûn e.

Her pêvajoyek li gorî serdema xwe tê bi watekirin û xemilandin. Di Tevgera Azadiya gelê Kurd de, hem di milê fikrî de hem di milê jiyanî de hem jî bi taybet di milê wekheviya navbera cinsan de, yê ku jiyan afirandiye, jiyanê bi xemil û coş kiriye, yê ku kevirê koşeyên jiyanê li ser hev û din rêz kiriye, yê ku xweşikbûna jiyanê hûnandiye û bi wate kiriye jina Kurd e. Jina Kurd li hemberî vê di nava vî ramanê berxwedanê de hîn zêdetir bi wate dibe. Hemdemî bûn li gorî cîh û demê çerxa qirkirinê şikandin e. Dehaqên serdemê dixwestin ku bi rê û resmên cûdatir vîna gelê Kurd tûne bikin û bi taybet jî di nava vê de vîna jin a pîroz tûne bikin. Têgeha pîroz bixwe jî avakirin e û hevpêymana jiyana hevbeş e. Ji ber wê watebûna Newrozê di Têkoşîna Azadiyê de bi xwe hisandina Kurdperwerî ye, welatperwerî ye, nirxdana jiyanê ye û hêvî dayîna afirandin e. Em dikarin bibêjin ku êdî girîngiya Newrozê di Kurdisatanê de gihîşte asta herî bilind. Ji ber wê jî pîrozkirina Newrozê ya vê demê bi berxwedaniya keç û xortên Kurd cûdatir bûye.

Heval Rewşen jî bi agirê bedena xwe ya ku di qeleyên dijmin ji gel re kiriye wekî dojehê, hişmendiya Dehaqê serdemê hilweşand. Ji bo vê Newroz ji bo me hêviya jiyanekî nû ye. Li hemberî tarîtiyê hûnandina jiyanekî nû ye. Bê gûman di Kurdan de ji Zerdeşt bigre heta despêka têkoşîna me de, em her li beramberî tarîtiyê ronahiyê dipejirînin û li hemberî bêbextî û qirqirinê berxwedaniyê hildibijêrin. Di Kurdîstanê de hem erdnîgariya em li ser jiyan dikin hem jî bi taybet Mezopotamya ji bo pirtûkên pîroz bûne xwedî war, xeml û bedewiya wî li vê derê havêynê xwe girtiye û herî zêde pirtûkên pîroz li ser vê erdnîgariyê hatine nivîsandin, dîsa herî zêde bawerî û hêvî li ser vê erdnîgariyê hatine afirandin, fîlozofên hêja yên wekî pêxemberê gelê Kurd Zerdûşt jî li ser vê erdnîgariyê bûye. Ji bo vê agir ji bo me wekî navnîşana ronahiyê ye, paqijbûnê ye. Em dikarin bibêjin ku ev erdnîgariya ku bihişta mirovan e ku Dehaq jî dixwazin bikin dojehên mirovan; di rûhê wî de berxwedanî heye. Dema mirov li çîroka Îbrahîm jî temaşe dike heman tişt heye. Dîsa dixwazin Îbrahîm bi agir bişewitînin lê ava ku derdikeve paqij dike wateya wî pir cûda ye. Milê xwe yê felsefîk heye, milê xwe yê bawermendî heye dîsa baweriyên xwe yê di milê rûhî de heye. Dehaqên wê serdemê jî Nemrûd bûn.

Herikbariya dîrokê ya ku heta roja me ya îro hatiye, bi berxwedaniya ku îro li çar perçê Kurdîstanê dimeşe û ji bo mirovahiyê bûye hêviyekî nû, bûye hêviya jiyanê ku gel bikaribin xwe lê bigrin, bi taybet gelê bindest li ber ronahiya vê têkoşînê, li ber berxwedaniya wî, li ber jiyana bi ramanên azadiyê hatiye hûnandin ku bikaribin xwe rêxistin bikin pêla berxwedaniyê her diçe bilind dibe. Wekî ku me gotibû Dehaqê di dîrokê de û yê niha qet ferqa xwe nîne. Me vê yekê carekî din di şexsê êrişa ku li ser Garê hatî kirin de dît. Ji bo bikaribin Newrozê li gelê Kurd tarî bikin, ji bo agirê Newrozê ku li serê çiyayên Kurdîstanê geş dibe bitemirînin û sersala Kurdan ya ku bi Newrozê re dikevin yekî ya nû dixestin bi operasyona Garê vala derbixin, tûne bikin. Lê çawa ku her demê Dehaq hebin lê kêleka wê herdemê Kawayên hemdemî jî hene. Kawayên me yên hemdemî jî ya di operasyona Garê de keç û xortên Kurdîstanê ne. Çerxa faşîzma ku niha li serê hemû cîhanê bûye bela ya AKP- MHP xirab bû. Perçeyekî mezin ya Dehaqên vî demê jî Kurdên xwe firoş ku ji çanda xwe dûr ketiye, bûye xwînmijê gelê xwe. Heviyên AKP- MHP jî bi vana ve girêdayî bû.

Mirov dikare bibêje berxwedaniya Heval Şoreş û hemû hevalên wê derê berxwedaniya Kawayê Hemdemî ye. Em jî deyndarên berxwedaniya wan in. Dixwestin faşîzma ku di asta herî jor de pêş ketibû di hemû qanan de nîşan bidin û Kawayê Hemdemî tûne bikin. Lê bersiva ku li Garê hat dayîn ji ruhê dîrokê ne qût e. Ango ji pêvajoya ku em tê de jiyan dikin ne qût e. Bi taybet jî wekî Têkoşîna Azadiyê ya ku niha bi cîhanî bûye, gerdûnî bûye bi hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” re, bersiv dan Dehaqan. Fîkrê Rêber APO gerdûnî bûye. Berxwedaniya Rêber APO ya ku di zindana Îmraliyê de li dijî dijmin di her kêliyê de dimeşîne; wekî derba Kawayê Hesinkar yê ku li Deheqan daye ye. Tû ferqa xwe nîn e. Dehaqên serdemê faşîzma AKP- MHP ‘ye û Kawayê serdemê jî Rêber APO ye. Niha cîhan hemû xwe li ber fikrê Rêber APO ronî dikin. Ji ber vê tecrîda li ser Serokatî qebûl nakin, ji bo vê jî bi operasyona Garê re armanca wan ew bû ku bibêjin “êdî ev tevger nikare xwe komî ser hev û din bike”. Lê bi saya gerîlayên APOYî yê Kawayê Hemdem ev xwestek û daxwaza faşîzmê têk çû û gotin di cih de be bû sedema hilweşandina desthilatdariya wan.

Bê gûman berxwedanî ne ev tenê ye. Berxwedaniya jinên Kurd, niha ji bo jinên cîhanê cîhê îlhamê ne. Dîsa bi vê re girêdayî berxwedaniya Rêber APO ya li zindana Îmraliyê, zindanên dewleta Tirk de ku niha bi hezaran hevalên me astekî herî jor de li berxwe didin, berxwedaniya Rojavayê Kurdîstanê ev yek hemû wate, raman û jiyanekî nû de ne. Berxwedaniya Garê herikandina berxwedaniya Heftenîn û her çar perçê Kurdîstanê de ye. Hem di warê civakî de hem jî di warê jiyanî de. Dehaqên serdemê di Rojhilata Navîn de jiyanê ji gel re kirine wekî dojehê. Yê ku herî zêde dikevin ber qirkirina vê çerxa qirkirinê jin in, zarok in, ciwan in. Yê ku li hemberî vê derdikeve, laşê xwe dike çeper, jiyana xwe ya takekesî nafikre, ji bo gelê xwe difikre, ji bo bikaribe jiyanekî hevbeş were avakirin têkoşîn dike. Bi Newroza îsal ango Newroza 2633’mîn de em dikevin serdemekî nû de. Li hemberî qirkirin û faşîzmê, jiyanekî nû wê biafire. Ji ber wê em dikarin bibêjin ku Newroza îsal, ne tenê em li serê çiyayekî agirekî pêbixin, êdî di rûh û mêjiyê mirovan de agirê ronahiyê pê bixin. Ji bo ku ev tarîtiya heyî xelas bibe. Li ser erdnîgariya wekî bihiştê ya Rojhilatanavîn de pêwîstî ronekbûnekî bivî rengî heye. Ronesansa sedsala 21’emîn ramanê Rêber APO ya ku mirovatiyê ronî kiriye û navnîşaneya Kawayê Hemdemî dike, Newrozekî nû bi serkeftina Garê berxwedaniya bi rûmet ku hatiye meşandin tacîdar bikin. Rê û resantiya dîroka xwe derxistina ser rûçikê erdê û geşbûna Newrozê pîrozkirin di milê Têkoşîna Azadiyê, jî bi taybet wekî jin, gelek girînge. Ji ber ku herî zêde berxwedaniyê di hemû kolanan de; di deşt û zozanan de, kolanên cîhanê hemûyan de bilind dike yek jê jî jina Kurd e. Li ser vê esasê Newroza 2633’mîn li hemû azadixwazan û mîmarê azadiyê Rêber APO, li hemû dîlên azadiyê, dilê her kesekî ku ji bo azadiyê lê dide û têdikoşin em pîroz dikin.

Melsa Botan

Attachment