Ji bo çandinî bê kirin û ji axê berhem were girtin, hin faktorên esasî hene ku divê pêk bên û pêwîst dike dem, cih û amûrên hewce jî hemû werin dîqetkirin. Wek mînak di hin axên ku ji alîvyonê bêpar in û wek axên bêkêr têne nasîn, çendî çandinî bêkirin jî diyar e dê encam nede. Di axên ji bo berhemdayînê musayîd jî heke tov an jî bizrê tiştekê bê çandin, ger pêdiviyên din ji bo şînbûna bizir tine bin, dîsa wê encam heman bibe. Li ser vê esasê di serî de axa bikêr, ya din av ango asta rûtûbeta hewce û tav girîngin ji bo şînhatinê. Elbet rola zibil jî nayê piştçavkirin. Lê ger ev hemû li cem hev kom bibin û çandinî jî bi usûla xwe hatibe kirin, di dem de çandin çê bibe û têr pêdiviyên wê bizrê bicih bên, mirov divê li benda şînhatina tovê ku çandiye û behredayîna wê bimîne. Ger ku karesatek bi ser bostan an jî zevî neyê, bi îhtîmaleke mezin dê encama keda ku hatiye dayîn, derkeve holê.
Pêşketin di civaka mirovahiyê jî bi vî rêbazî dibe. Ango zemînê musayîd, faktorên esasî û amûrên hewce ku hatin ba hev, guman nîne ku dê encam neyînî nebe. Lê ku mirov li ser dîroka mirovahiyê ya hezar salên dawî çav digerîne, ji xwe vê pirsê dipirse çima ji zevî an jî bostanê mirovahiyê meyve û berhemek wiha xirab derkete holê? Ma ji bilî pergala heyî ku ti faydeya wê ji bo civakê tine ye, nedibû tiştek din şîn hatibûya? Ji bo bersivdayîna vê pirsê divê mirov ber bi dîroka dema borî ya mirovahiyê ve biçe. Di encam de diyar dibe bizrê ku hate çandin, her çend ku şîn bû û xwestin civakê bi wê mezin bikin, lê belê ji pir aliyan ve sedema nexweşî û xirabiyan e. Ji ber tov û bizrê ku hate çanin desthilatdarî bû. Di axa miroahiyê ku fêrî hevparî, hezkirin, hevkarî, parvekirin û xweşbîniyê bibû, bi yekcar hertişt qulipî û vêcarê bi şuna wan tiştên bikêr û neçê, giyayên nexweş û heta jehrîn şîn hatin. Vê jî bêguman bunyeya civakê tehrîş kir. Wek ku Rêber APO jî diyar dike, hewcehî heye civak wan feraset û zihniyeta şaristaniya desthilatdar vereşîne û ji bedena xwe derxîne holê.
Civakên ku kêm tevlî pergalê bûne û ji ava wê kêm vexwarine, dê herî zû û hêsantir bikaribin xwe ji bandorên wê yên neyînî rizgar bikin û modeleke nû ya jiyana civakî pêş bixin. Ji ber nebûne dîl û girtiyê zihniyet û nirxên wê pergalê. Ev rewş herî balkêş di civaka Kurd de tê dîtin. Ango ruxmî hemû lîstok û polîtîkayên qirêj ên taybet ku bi ser gelê Kurd de hate meşandin, bi tevahî civak qirêj nebûye, heya radeyekê xwe parastiye. Di vir de diyar dibe ku dê civaka Kurd ku yek ji cotkarê esasî yê baxçeya mirovahiyê ye bikaribe di çandina pergala nû ya civakî de roleke berçav bileyîze.
Sîstema ku em jê re dibêjin Netewa Demokratîk modelek nû ya jiyanê ji bo civakê pêşkêş dike. Lê belê ev xal jî jibîr neçe ku civak jinûve nayê sazkirin, bi vê modelê şêwe û rêbazên cuda bi armanca pêşxistin û azadiya civakê têne bikaranîn. Ji bo bicihhatina vê pergalê, di serî de pêdivî heye ku mantalîte û çawaniya wê baş were fêmkirin. Nexwe dê rê û rêbaz jî neyê dîtin. Di vê mijarê de bi qasî ku tecrûbeyên şênber ên dîroka mirovahiyê hene, dikare jê sûd were girtin, lê di heman demê de xweseriyên xwe jî heye ku divê were dîtin. Wek mînak Netewa Demokratîk ji hêla wê civakê ve ku dirûvê xwe yê exlaqî û polîtîk pir çalek parastiye dikare bikeve meriyetê. Lemwa di civakên ku bi modernîteya kapîtalîst nehatibin gemarkirin û hîna bi awayeke xwezayî dijîn, şensê wan ê şînkirina vê pergalê zêdetir e. Dikare gelê Kurd wek mînak were nîşandayîn. Ji ber ku nirxên menewî, nixên komînal û parvekirin hîna pir geş in. Civak bi tevahî di nav çanda bajêrvaniyê de neheliya ye. Li pêşberî nirx û rûmetên xwe hestyar e. Lê ev bi tena serê xwe ji bo avabûna Netewa Demokratîk têr nakin. Ji ber ji navê wê jî diyar e di vê modelê de netewekî demokratîk tê esas girtin. Em netew tenê yek etnîsîte bidest nagirin elbet. Rêber APO pênaseya netew wiha datîne holê; “Netew weke têgîn, ew şêweyê civakê yê klan, qebîle û eşîrên xizm e ku piştî awayê qewm, gel an jî miliyetê tê û xwe herî zêde li ser wekhevbûna ziman û çandê karekterîze dike. Lewra civakên netewî, li gorî civakên qebîle û qewman bêhtir xwedî hecmekî berfireh in û bêhtir cûrbicûriyan digrin nava xwe, lewma ji komên mirovan ên bi têkîliyên sist bi hev ve girêdayî pêk tên. Civaka netewî zêdetir diyardeyeke serdema me ye. Mirov dikare bibêje ew koma kesên xwedî zêhniyeteke hevpar in. Lewma hebûneke mucered û xeyalî ye. Tevî cudahiya çîn, cins, reng, etnîsîte û heta koka cuda ya netewî jî kengî bi awayekî giştî cîhana çand û zêhniyeteke hevpar pêk hat, ev yek ji bo netewebûnê qîm dike.”
Bi vê pênaseya berfireh em têdigihîjin ku netew tenê ji yek etnîsîte an jî ji yek ziman pêk nayê. Dikare di nav netew de pir cihêrengî hebin. Ger em vê hîna şênber bikin; Netewa Kurdistanê ji Ermenî, Kurd, Azerî, Tirk, Asûrî, Elewî, Êzidî, Yarisan, Şîe, Sûnî û hwd. etnîk û olên curbecur ku li ser vê erdîngaiyê dijîn, xwedî zihniyet, çand, paşeroj û pêşerojeke hevbeş in, pêk tê. Jixwe erdnîgariya Kurdistanê di warê berhemdayînê de pir dewlemend e û li ser vê axê pir çand şîn hatine.
Gele Kurd bi nexweşiya netewperestiyê û netew-dewletê neketiye, lewma hîna hêsantir dikare bibe nimûneya qenc a netewbûna demokratîk. Lê divê naveroka demokrasiye jî li vir baş fêm bibe. Ji ber pênaseyên ku li ser vê diyardeyê heya niha pêşketine, pir in. Demokrasî ku di bingeh de xwebirêvebirina gel îfade dike, di pêkanînê de awayên cuda girtiye xwe. Îro hema bêje hemû rêxistin, tevger û pergal xwe wek demokratîk binav dikin. Rejîma ku herî zêde di warê pirsgirêka mafê mirovan û binpêkirina huqûqê binavûdeng e rejîma Îranê jî xwe demokratîk îlan dike. Partiya faşîst a MHP’ê jî li Tirkiyê xwe demokratîk lanse dike. Di vê rewşê de gerek dike were pirsîn demokrasî çiye? Rêber APO ji bo demokrasiyê wiha dibêje “Mirov dikare demokrsiyê bi awayê teng û fireh bide naskirin. Bi awayê fireh; xwerêvebirina civakên dewlet û desthilatdarî nas nekirine. Xwerêvebirina klan, qebîle û eşîran di nava vê kategoriyê de cih digre.”
Di aliyê raya giştî ya cîhanê ve demokrasî wek zihniyeta ku rê dide nêrînên cihê û maf dide ramanên cuda xwe bi azadî îfade bikin, di heman demê de mafên bingehîn ên jiyanê dixîne ewlehiyê jî pênase dibe. Lê belê wek ku Rêber APO pênaseya wê datîne ger demokrasî xwebirêvebirina civakan be, di vê rewşê de pêwîstî heye demokrasiya hemû pergalên heyî yên ku xwe dispêrin rêveberiya dewlet û desthilatdariyê jêrpirs bibe. Ango demokrasî ne dengdayîn û hilbijartina desthilatdariyê, di esas de xwebirêvebirin e. Ev jî guhertina zihniyet û ramana heyî ferz dike. Ji ber ku heya niha rêvebirina civakê ji hêla saziyek jor-civakê ve dihate meşandin ku di esas de civak dihate xapandin, helandin û enerjiya wê dihate mêtandin. Lewma feraseta ku qeder û çarenûsa civakê dispêre wîjdana (bêwîjdan) desthilatdaran divê bikev bin lêpirsînê. Ev yek jî bi yekcar û jiberxwe ve pêk nayê. Bi demekî dirêj e ku civak ji pozîsyona ku xwe birêve bibe dûr ketiye, ango înîsiyatîfa jiyana wê jê hatiye girtin. Pir pêdiviyên wê yên jiyanî bi saziyên desthilatdar ve hatine girêdan. Wek mînak aborî, ewlekarî, têkîliyên navxweyî û derve, tesbîtkirina pirsgirêkên xwe, tendurûstî, perwerde û hwd. Piranî biryarên ku di derbarê civakê têne stendin bêyî agahî û xwesteka civakê ne, qet nêrîna civakê nayê pirsîn. Wiha jî civak kontrola jiyana xwe ji dest dide. Dikare hîna şênbertir were kirin, em zarokê malbatekê bidin berçav. Di welatekî wek Tirkiyê ku netew-dewlet bi hemû dijwariya xwe hîna serdest e, navê zarokan jî li jêr kontrola saziyeke dewletê derbas dibe û ger nav li sînorê siyasî û hesasiyetên netewperestî biqulipe dê neyê pejirandin. Ev ji bo zarokên Kurdan bi caran dubare bûye. Bi gelemperî zarok piştî 6 saliya xwe li dibistanên pergalê ku hemû wane û rêzikên wê ji hêla desthilatdaran ve diyar bûye, perwerde dibîne. Di saziya perwerdeyê de di çarçovaya ku hatiye diyarkirin şagird dixwîne. Wiha jî ew feraseta ku pergal dixwaze, li xwendekar enjekte dike. Jixwe ji ber vê ye ku piranî mirovên ku ji zanîngehê mezûn dibin, wek kadroyên esasî yên pergalê amadene ku bikevin xizmetê. Ji ber bi salan di dezgehên taybet de perwerde dibînin, dîrok, felsefe, zanist, matematîk û hwd. hemû waneyên li wir taybet têne amadekirin ji bo zihnê xwendekar îşgal bikin. Jixwe di pergala ku netew-dewlet hakim be îdeolojiyên netewperest, zayendperest, desthilatdar, olperest û tekperst li kesayetan tê barkirin. Di encam de kesayetên di dibistanên pergalê de werin meyandin, ger xwe di warê ruh, raman û bawerî de cidî neparastibin, wê bibin qurbaniyê pergalê. Me bi vê mînakê kêm be jî xwest bal bikişînin ser rola ku dezgehên pergalê girtine ser xwe û bandora wan. Di qadên din de jî rewş ne cuda ye, wek mînak bi dehan gund û cihên dîrokî di bin navê avakirina bendavan li jêr avê dimînin. Kargehên mezin li kêlek an jî di nav bajêran saz dikin û ev zirareke mezin dide niştecihên wir, wek din xweza jî darbeyên jêneveger digre. Meden û berhemên welat bêyî ku li civakê bê pirsîn dişînin welatên derve û di hundir de feqîrî û hejarî pêşî lê nayê girtin. Piraniya zad bi hormon in, ev jî bi serê xwe pirsgirêkekî mezin a mirovahiyê pêk tîne. Di qada tendurûstî de rewş hîna kambaxtir e. Bi kinasî desthilatdar bi biryara xwe welat ava dikin û xiradikin. Ne hesab didin, ne jî pêdiviyên civakê pêk tînin.Lê ruxmî vê jî wek barekê li ser pişta civakê ne.Di vir de jî qet negirîng e ku ev desthilatdar hatibin hilbijartin an jî dîktatorek bi tena serê xwe biryara her tiştekê dide. Ji ber di encam de civak ji mekanîzmeya biryar û pratîkê hatiye dûrxistin.
Di Netewa Demokratîk destûr nayê dayîn ku hêzek jorîn li gor daxwaza xwe û bêyî ku telebên civakê hebe, di derbarê ti mijarekê de biryar bistîne. Jixwe her cih, her beş pêdiviyên xwe bixwe tesbît dike. wek mînak di gundekê de pêwîstî bi av, rê, elektrîk, malên perwerde, ocaxên tendurûstiyê û hwd. hebe bi rêya sazî û dezgehên xwe yên komînal van tesbît dikin û bi qasî ku îmkanên wan bixwe hebe pêdviyên xwe bicih tînin, lê heke hêz û îmkan kêm be, an jî bajêr û navçe pê bikaribe, dîsa bi rêya berdevk û nûnerên xwe vê mijarê di meclîsa pêwendîdar de dixin nîqaşê û wiha pirsgirêk an jî tişta hewce çareser dibe. Lê belê ticar mijar hewaleyê însafa hinekan nayê kirin. Di her rewşê de civak rêveber an jî nûnerên xwe dişopîne û bi awayekî kolektîf û komûnal pêdiviyên xwe bicih tîne.
Bêguman di demokrasiyê de hin rêgezên esasî hene ku divê her zindî were hiştin. Piranî ji wê/wî kesayetê re ‘demokrat’tê gotin ku; xwedî asoyeke berfireh be, têgihîştî û zane be, ji nêrîn û rexneyên cuda re vekirî be, di warê darizandin de adil be û ji pêşdariziyan xwe dûr xistibe. Bikaribe empatiyeke xurt ava bike, lê belê di derbarê pirsgirêkan berpirsyar û xwedî erk nêzîk bibe. Ji bo civakê jî heman prensîp derbasdar in.
Di Netewa Demokratîk de civak bi pîvanên exlaqî-polîtîk û demokratîk jiyana xwe îdare dike. Hemû qadên civakê jî li ser rêgezên esasî yên demokrasiyê birêxistin dibin. Siyaset ji wê forma ku ketiye bin hakimiyeta klîkekî kedxwar derdikeve, dibe qada ku civak pir çalak tevlî dibe. Jiyan bi awayekî komînal e. Ferd di zik civakê de bêyî ku reng û hebûna wî/wê înkar bibe, dijî. Ev xal bi taybet ji bo Rojhilata Navîn ku vîn û nasnameya ferd pir lewaz maye, girîngiya xwe bêtir derdixîne pêş.
Netewa Demokratîk ekolojîk e. Yanî civakê parçeyeke bingehîn a xwezayê dibîne û ji ber vê yekê jî îmze navêje binya ti kiryarên ku encama wê texrîbata xwezayê be. Wiha jî hem civakê, hem jî xwezayê diparêze. Pêşîniyê dide feraset û zihniyeta ekolojîk. Xwezayê hebûneke zindî û xwedî hiş, hîs û giyan pênase dike, lewma jî ji bilî pêdiviyên sereke yên jiyanê bi awayekî jirêderketî xwezayê bikar nayîne. Di vê çarçoveyê de di serî de girîngî dide xwezaya civakê. Civakê ji bandora hilweşîner a endûstîriya sermayedariyê diparêze. Aboriya xwe jî bi vî prensîbê sererast dike. Jixwe di modernîteya kapîtalîst de aborî bûye avzêm (bataklık) ku keda civakê daqurtîne. Li dijî vê yekê jî birêxistinkirina aboriya ekolojîk a ku li ser esasê pêşwazîkirina pêdiviyên civakê xwe dabe rûnişkandin, pêwîst dike. Bi taybet jî jin ku aborî berhema wê bû, di vê qadê de dê mîsyona xwe çalak bileyîze. Jixwe di Netewa Demokratîk de nêzîkatiyên zayendperest û zilamsalar mehkum dibin û jin ew enerjî û potansiyela xwe ya ku bi şaristaniyê re hate perçiqandin, bi xurtî derxîne holê. Ji bo azadî, wekhevî û ewlehiya civakê tevlî her qada civakî bibe. Jin çawa ku di parastina nirx û çanda civaka xwezayî de ruxmî hemû şîdet û zoriyên ku pê re rûbirû ma qet teslîm nebû, dê bikaribe di serdema nû de li dijî çanda globalîmê ku yekçandî, yekrengî heta bêrengiyê di bin navê postmodernîzmê de ferz dike, rengarengiya çandan baldartir bike. Di Netewa Demokratîk de hemû çand wek dewlemendî û xezîneya dîrokî tê bidestgirtin, lewma pêşxistin û parastina her çandekê jî wek rêgez tê dîtin. Netewa Demokratîk çawa ku qadên xwe yên jiyanê; siyaset, aborî, çand, tendurûstî, perwerde û hwd. ji nav lepên pergala desthilatdar derdixîne, di warê ewlekariyê de jî xwe birêxistin dike. Ev yek di qada dîplomasiyê de jî bi heman awayî pêk tê.
Bi xulase civak her ku pêdiviyên xwe bixwe pêk bîne, dewletê ango desthilatdaran lewaz dixîne, wan piçûk dike da ku nema ji vê pergala kedxwar û mêtinkar re cih bimîne. Di rewşeke wiha de civak bêyî ku hertim di nav qeyran, alozî, kaos, xizanî, felaket û bindestiyê bênefes bimîne, ji xwe bawer û li ser lingên xwe dimeşe. Roja îro û pêşeroja xwe jî çawa ku bibe hewce dibîne, diresimîne.
Bi vî awayî mirov dikare bêje di Netewa Demokratîk de zeviyê ku were çandin wê berhema wê azadî, wekhevî, demokrasî, xweşbînî, hevaltî, parvekirin, kolektîvîzm, vîn û rûmeteke bilind bibe. Elebt ji bo ev pergal were rûnişkandin, li ser esasê prensîp û rêgezên wê, divê civak xwe şareza û birêxistin bike. Ji wan elimandin û taybetmendiyên ku encama dogma û zihniyeta paşverû ya pergala zilamsalar û desthilatdar e xwe paqij bike. Bi tîrej û ava azadiyê jinûve xwe li ser axa pîroz a mirovahiyê biafirîne.
Ji Pênûsa Gêrîla