Rêber APO
Mirov der barê demokratîkbûnê de hin çarçoveyên teorîk zelal bike wê bi kêra çareseriyê bê. Yek ji mijarên bingehîn ew e, divê mirov bi awayekî pir eşkere û zelal teoriya netewa demokratîk û teoriya dewleta netewe ji hev derxe. Dewleta netewe homojentiya welatî ya yek zimanî û yek etnîsîteyê esas digire.
Herweha welatiyê behsa wî tê kirin bi bîrûbaweriya fermî ve girê dide û li ser ferz dike heman rîtuelan pêk bîne. Bîrûbaweriya qala wê tê kirin welatparêzî nîne, milliyetgirî û dîndarîtiya şoven e. Dewleta netewe di nava têkilî û nakokiyên xwe de cudatiyên civakî qebûl nake. Li cem xwe her komê weke hev ango wekhevbûyî qebûl dike. Gelekî eşkere ye ku ev teoriyeke netewe ya li gorî îdeolojiya faşîzmê ye. Teoriya netewa demokratîk gelekî ji vê cuda ye. Teoriya netewa demokratîk di nava xwe de pirzimanî, pirdînî, piretnîsîteyî, pirneteweyî, pirçandî, pirkomên xwedî berjewendiyên cuda û ferdan dihewîne. Wekhevbûna kom û welatiyan wekhev esas nagire. Terîfa ‘dewlet = netewe’ qebûl nake. Bawer dike ku herdu pêkhatinên cuda ne.
Dewlet û demokrasî, du qadên cuda ne, divê mirov bi nazikî li ser wan raweste. Ya girîng ew e, ev herdu qad rewabûna hevdu qebûl bikin û di nava weznekê de bi gewde bibin. Herweha mirov vê pîvanê bike yek ji hukmê herî esasî yê destûra bingehîn. Teoriya netewa demokratîk bi qasî welatî, kom, cemaet û civakên sivîl jî girîng qebûl dike û hebûna wan bi destûra bingehîn misoger dike. Têgîna welatî ya neberbiçav weke lafazaniyeke lîberal dibîne û bi endambûna welatî ya kom, cemaet an jî civaka sivîl maneyeke berbiçav didiyê.
Pirsgirêkeke din a girîng jî der barê destûra bingehîn de ye. “Gelo divê dewlet esas be, yan jî ferd?” ev pirs di bingehê teoriya destûrî de heye û mijarek e ku gelekî hatiye guftûgokirin. Teoriya destûra bingehîn a ji tevahiya rêzik û pîvanên dewletê dimeşîne pêk tê û teoriya destûra bingehîn a maf û azadiyên ferd li hemberî dewletê bi rêkûpêk dike, gelekî ji hev cuda ne. Heman tişt ji bo maf û azadiyên kolektîf jî bi heman rengî ye. Di teoriya demokratîkbûnê de eşkere ye ku teoriya destûra bingehîn a divê esas were girtin wê xwe bisipêre têgihiştina maf û azadiyên ferdî û kolektîf li beramberî dewletê diparêze. Dewlet weke desthilatdariya herî zêde rêxistinkirî pêdiviya wê bi parastinê tineye. Jixwe hebûna wê parastinê îfade dike. Mirov rêveçûn û meşa wê bi rêzik û pîvanên bingehîn ve girê bide bi teoriya destûra bingehîn a demokratîk re çep nakeve.
Ji aliyê teoriya demokratîkbûnê ve mijareke din heye ku divê mirov baş lê serwext bibe ew e, di navbera çareserkirina dewletê ya pirsgirêkên civakî û çareseriyên teoriya demokratîk de ji hev cudabûneke mezin heye. Teoriya dewletdar çareseriya pirsgirêkên civakî bi dewletdarkirina her tiştî dibînin. Mînak mijareke metafizîk a weke dîn ku bîrûbawerî û felsefeyê eleqedar dike jî tê dewletdarkirin û bi vî awayî ji çareseriyê zêdetir vediguherînin pirsgirêkê. Gelek pirsgirêkên din ên aborî, civakî, çandî û neteweyî têne dewletdarkirin an jî bi dewletê ve girê didin û mîna ku hatibin çareserkirin his dikin. Eşkere ye ku ev teorî pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan zêdetir û girantir dike. Teoriya çareseriya demokratîk dibêje; xwediyê pirsgirêkan ne dewlet civak e, lewma divê pirsgirêk jî ji aliyê civaka pêwendîdar ve were çareserkirin. Yekeya civaka pêwendîdar xwe çiqasî bigihîne rêxistinî û îfadeya azad, ewqasî jî dikare îdea bike ku ev yek rê li çareseriyê vedike. Teoriya dewletdar timî rêzik û pîvanan li ser civaka pêwendîdar ferz dike, teoriya demokratîk jî dibêje; civaka pêwendîdar mafê xwe heye û girîng e ku însiyatîfa xwe bi xwe diyar û ava bike. Di têkiliya bi dewletê re hevdu redkirin an jî berevajiyê wê tineye. Herçiqasî di nava têkilî û nakokiyan de bin jî bihevrebûna di nava lihevkirin û aştiyê de divê. Di vê çarçoveyê de çareseriya demokratîk bi aştiyê ve girêdayî ye. Her aştî dibe ku di çarçoveya çareseriya demokratîk de nebe, lê her çareseriya demokratîk a em jêre ‘aştiya bi rûmet’ dibêjin heqîqeta pêşketinê ya her hebûnê têkûz dike. Kengî hêzên li hev tên huqûqa hevdu ya pêşketin û hebûnê qebûl kirin wê wextê aştiyeke bi rûmet pêk tê.
Fikareke din a mirov der barê teoriyên dewletdar de dike ew e, hêzên li hemberî xwe yên dikevin bin bandora pirsgirêkê berê wan dide dewletdariyê, ango weke rêya bi tenê ya çareseriyê dewleta xwe ya netewe ferz dike, rê li ber rîskeke welê vedike. Bi awayekî din mirov dikare bibêje, mirov digihîne zêhniyeta li dijî dewletê dewlet. Şensê teoriya demokratîk gelekî zêde heye ku pirsgirêkan ji hev derxe, lewma ne li veqetîna ji sînorên dewletê difikire, ne jî hewce û mecbûrî dibîne berê xwe bide dewleta netewe. Pêşbîniyeke çareseriyê ya nerm şensekî mezin ê teoriya demokratîk e ku dewletê naxwaze, hedefa xwe dewlet nîne, red û înkar nake.
Pirsgirêkeke din a bingehîn a teorîk jî der barê teoriya mafên ferdî û kolektîf de ye. Di vê mijarê de spekulasyoneke mezin heye yan jî hatiye afirandin. Ev mijarek e ku têgihiştina ferdperest a lîberal ew ji rê derxistiye. Serwextbûneke herî kêm a li civaknasiyê jî dikare bi mirov bide fêhmkirin ku ya ferdî civakî ye, ya civakî jî ferdî ye, û yek a din di nava xwe de dihewîne. Civakîbûn nebe ferd jî ti carî nabe. Eger mirov kesekî bi tena serê wî hefteyekê deyne deverekê mirov ê vê rastiyê yekser fêhm bike. Herweha ji bo mirov fêhm bike ku civak ji hewldan û têkiliyên ferdî pêk tê, hewce nake mirov bibe hozan û zanyar. Bi têgihiştineke berpirsiyar ev yek bi hêsanî tê fêhmkirin. Ji ber ku bi armanca afirandina welatî û netewa homojen, lîberalîzm huqûqa kom, cemaet û civaka sivîl red dike pirsgirêk giran dibin. Maf û azadiyên van kolektîvîteyan çiqasî bêne pejinandin û kesixandin, şensê desthilatdarî û mêtinkariya herî zêde yê yekdestdariyên dewleta netewe û sermayeyê ewqasî zêde dibin. Eger behsa mafên ferdî bê kirin û behsa mafê kolektîf neyê kirin û heta ji vê jî wêdetir redkirina mafên kolektîf nêzîkatiyeke faşîst e. Heta azadî û mafên kolektîvîteya ferd endamê wê ye, neyên qebûlkirin, pejirandina azadî û mafên ferdî ti qîmeta xwe nîne. Herweha ji aliyê teorîk ve jî ev pêkan nîne. Li vir bi temamî ‘Lîstika Elî Cengiz’tê lîstin. Eger were gotin “Tu dikarî weke ferd Îslamê bijî, lê weke civakî nikarî bijî” ev hem demagojiyeke faşîst e, hem jî ev xasûkî ye ku bi destekî dide bi destê din jî distîne. Maf û azadiyên ferdî û kolektîf mîna goşt û hestî ne, hevdu temam dikin. Bêguman di vê mijarê de her cure cemaetperestî û kolektîvîstperestiyên ferd înkar dikin û her cure ferdperestiyên civakê înkar dikin di teoriya azadî û mafên kolektîf û ferdî de cih nagirin. Divê mirov teoriyên bi vî rengî red bike û nas neke.
Di dema çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûyînê de wexta mirov çarçoveya teorîk fireh bike, divê baş fêhm bike ku yek ji pirsgirêkan a herî girîng çavkaniya xwe ji civaknasiya navenda xwe Ewrûpa, nexasim jî ji Franseyê digire. Tevî ku tecrûbeya wê ya komara pêncemîn heye jî hem hê xwedî pirsgirêkên laîktî, welatîbûn û cemaetparêziyê ye, hem li hemberî Împaratoriya Brîtanyayê û ji derve li hemberî tevahiya Ewrûpa û dinyayê îdeaya xwe ya hegemonîk ji dest da û di vê de para civaknasiya pozîtîvîst diyarker e. Komara Tirkiyê û beriya wê jî Tenzîmat û herdu ezmûnên Meşrûtiyetê bi awayekî bingehîn ezmûna Komara Sêyemîn a Fransî kiribûn hîmê xwe, herweha weke îdeolojiya modernîteyê jî pozîtîvîzma Fransî qebûl kiribûn, lewma gelekî girîng e ku mirov di pirsgirêkên demokratîkbûnê yên roja me ya îro de li para van bikole û encamên wê zelal bike. Em divê eşkere bibêjin, Komar nod sal in ku di warê demokratîkbûnê de bi leza kîso jî nikarîbûye biçe, lewma mirov heta di vê de bandora pratîk a ezmûnên komargerî û teorîk a pozîtîvîzma Fransî dernexe holê, dîsa jî wê zehmet be ku mirov karibe xwe bigihîne çareseriyên serketî û wê pirsgirêkên berê yên kor û hilboqî dewam bikin. Ez behsa bi tevahî redkirina ezmûneyên komargerî û pozîtîvîzma Fransî nakim. Lê em ji pêşketinên mezin ên di teoriya demokrasî û şoreşa zanistê ya piştî salên 1950’î de sûdê wernegirin û ji bandorên wê yên neyênî nebihurin, em ê nikaribin şensekî mezin ê azadiya fikir û demokratîkbûnê bi kar bînin.
Bandora Fransî ya di çarçoveya teorîk û pratîk de roja me ya îro jî girîngiyeke xwe ya mezin heye û li benda çareserkirinê ye. Çawa ku tê zanîn, bi awayekî giştî civaknasiya navenda xwe Ewrûpa di roja me ya îro de jî gelekî tê rexnekirin. Maskeya oryantalîzmê ya der barê Rojhilata Navîn de her diçe ji ber rûyê wê tê kirin. Bi kurtî divê ez vê bibêjim: Ew nirxên çandî yên Rojhilanavîn ku ji 15.000 salan û vir ve hatine îspatkirin, nexasim nirxên çandî yên ku ji bo şaristaniyên navendî yên 5000 salên dawiyê sereke ne, ew derfetên çareseriyê yên di nava wê de em înkar bikin û ji nedîtî ve bên ku gelek ji wan jî ji çanda Rojhilata Navîn hatine dizîn, em bawer nekin ku bi çanda Ewrûpa ya bi nêzîkbûna pozîtîvîst a maddeparêziya çor a 500 salên dawiyê, em ê karibin pirsgirêkên xwe, pirsgirêkên civakî yên bingehîn manedar û çareser bikin. Eger ev çand weke esas bê dîtin û gavên çareseriyê bêne avêtin dibe ku rê li ber avahiyên hê nexweşokî bê vekirin. Ya rast ew e, divê mirov xwe ji hegemonya îdeolojîk a navenda wê Ewrûpa rizgar bike, nêzîkatiyên çareseriyê yên pirsgirêkên civakî û nirxên din ên mezin ên insanî yên rêûresma Rojhilat û Rojhilata Navîn bixin rojevê. Eger em ê behsa modeleke Tirkiyê yan jî Rojhilata Navîn bikin, eşkere ye ku divê ev model çavkaniya xwe rastiyên mezin ên civakî û dîrokî be.
Yek ji encamên girîng ê felsefeya pozîtîvîst ew e, berevajî îdeayên wê, ew xisleta wê ye ku rê li ber şêweyê herî hişk ê dogmatîzmê vedike. Di bin navê zanistperestiyê de dogmatîzma modernîteyê rewa kirî, ji bîrûbaweriya dîn hişktir rê li ber fanatîzmekê vekiriye. Mînak maneyên li têgînên netewe, welat, dewlet, çîn, civak û hwd. hatiye barkirin ji maneya li têgîna Ellah hatiye barkirin zêdetir vebirrî ne. Ev têgîn ji xwedê mezintir bi xwedatiyan hatine mezinkirin. Ji lewra hem ev têgîn naveroka xwe ya rastî namînin, hem jî têne giştîkirin û bi vî awayî çarçoveya wan a heqîqetê tê tinekirin. Objekirin dikare ji sûbjekirinê zêdetir rê li ber dogmatîzmeke bi tehlûke veke. Li dinyayê rastiya şer a pêncsed salên dawiyê û dinya me ya îro ya gihiştiye wî sînorî ku hew karibe dewam bike, ji nêz ve têkiliya xwe bi vê materyalîzma pozîtîvîst re heye.
Em dema dibêjin em ê ji dogmatîzma objektîvîzmê rizgar bibin, em dogmatîzma sûbjektîf tercîh nakin. Divê beriya her tiştî em hewl bidin xwe ji hegemonya îdeolojîk a Rojava rizgar bikin. Wê wextê em dikarin pirsgirêkên civakî û ji van jî girîngtir em ê karibin demokratîkbûnê li gorî xwezaya wê ya civakî bixin rojevê. Demokratîkbûna mayînde, kengî di nava azadiyeke tam a fikrî de li gorî xwezaya wê ya civakî were guftûgokirin, belkî bikeve rêya çareseriyê. Bi teorî û têgînên civaknasî yên navenda wan Ewrûpa di serî de çanda Îslamê mîrateya çandî ya gelekî zêde ketiye serhev, nabe were rojanekirin û ji hev nayê derxistin. Kirinên oryantalîst ên dused salên dawiyê ev rastî têra xwe piştrast kirine. Lihevnekirina ‘Îsraîl-Ereb’ bi serê xwe jî nîşan dide ku çaresernebûneke çawa pêk hatiye û nîşan dide ku têgînên Îsraîl û Ereb (têgînên netewe yên pozîtîvîst) bi serê xwe mekanîzmayên pirsgirêk afirandinê ne, û mirov dikare wan weke mînakên piştrastkirinê pêşkêş bike. Tu çiqasî rastiyê li Îsraîl û Erebtiyê bar bikî, tu yê ewqasî bikî ku mirov nikaribe ji nav pirsgirêkê derkeve. Ji ber ku hem têgîna Ereb hem jî têgîna Îsraîlê rastiya tê îdeakirin hilnagirin û heqîqetê îfade nakin.
Mirov heman rêbazê dikare ji bo têgînên Tirk û Kurd jî pêşniyar bike. Mirov çiqasî rastiyê li Tirk û Kurd bar bike, wê ev rewş pirsgirêkên li dora van têgînan pêkhatî ewqasî girantir bike. Têgînên Kurd û Tirk di sedsala dawî de rastiyên qels ên bûbûn diyarde, lê ev diyardeyên diviyabûn qels bibin berevajî derxistin asta heqîqetên zêde mezinkirî û ev jî bûye sedema pirsgirêkên mirov nikare xwe bide ber barê wan. Milliyetgirî weke dînê pozîtîvîst pirsgirêkên civakî ji dînên rêûresmê zêdetir giran dike. Bi kurtî, teoriyên demokratîkbûnê ji dogmatîzma objektvîzm û sûbjektîvîzmê çiqasî bêne rizgarkirin ewqasî jî wê bi kêra çareseriyên rastî bên.
Mijareke din a divê mirov di çarçoveya teorîk de bigire dest têkiliya di navbera dîrokîtî û niha, rojanetiyê de ye. Dogmatîzma objektîv a ji pozitivîzmê îlham girtî herî zêde bandora xwe li ser maneya dîrokê û nihayê nîşan dide. Yan niha weke çendahiyeke ketîserhev a hişk determenîst a dîrokê qebûl dike, yan jî dîrokê weke çendahiyên niha yên ketîserhev û dirêjî rabihuriyê dibe dipejirîne. Ya rastî, di navbera dîrok û niha de cudahiyekê nabîne. Ji lewra bi vî awayî dîrok tê redkirin. Eger mirov bibêje “Niha çi be, dîrok jî ew e” ev rê li ber gulokeke bi tehlûke ya şaşî û çewtiyan vedike. Jixwe avakirina niha ya pozitivîst ji sedî nod li ser înkarkirina heqîqetê ye. Ji aliyê dîrokî ve jî di warê naverokê de yan gelekî înkar dike yan jî berevajî zêde mezin dike, dinepixîne.
Ya rast ew e, mirov bi lêkolîneke hûrûkûr û nazik diyar bike, bê ka dîrok şertên niha çawa ava dike. Ti pirsgirêka civakî nabe ku ji dîroka wê qut an jî berevajî were çareserkirin. Mirov nikare behsa nihayekê bike ku dîroka xwe nîşan nede. Mirov di dîrokê de li niha bigere çiqasî rêbazeke rast be, mirov di niha de jî hinekî li dîrokê bigere rêbazeke lêkolînê ya ewqasî rast e. Lê ji vê encameke weke dîrok = niha dernakeve. Di navbera wan de avakirina şertan vebirrî ye. Ya bi tehlûke ew e ku bêyî şertavakirin rast bêne pîvan mirov wan weke hev bibîne. Hingê mirov li ber çarenûsa xwe stû xwar dike, hewcedarî bi fêhmkirina ti pirsgirêkê namîne û şensê pirsgirêkan ê çareseriyê jî namîne. Divê mirov niha weke azadiyekê weke firsenda çareseriyê bibîne, lê bi şertê ku mirov di nava heqîqetên dîrokî de li şertên wê bigere. Herçiqasî avabûna şertên şidandî di navbera wan de dîtin girîng û hewce be, dîtina cudahiya di navbera wan de jî ewqasî rast e, û wê bi kêra çareseriyê bê.
Der barê çarçoveya teorîk de mirov dikare alîkariyeke dawî li ser pratîk û fikrên di çarçoveya dîn û exlaq de bike. Eger mirov demokratîkbûnê bi tenê di çarçoveya teoriya siyasî de çareser bike, ev ne adil e, ne jî wijdanî ye. Civak bi tenê rastiyeke siyasî nîne, rastiyeke dînî û exlaqî ye. Dîn û exlaq ji wan saziyan e ku hezar salan herî zêde li ser pirsgirêkên civakên xwe rawestiyane û ji wan re li çareseriyê geriyane. Ji lewra mirov van saziyên dîrokî û dest ji wan nabe, rabe paşguh bike û bi tenê bi rastiyên ekonomîk û siyasî analîz bike, ji wan re li çareseriyan bigere, wê ev yek bivênevê kêm bimîne û eşkere ye ku wê rê li şaşiyan veke. Bi vî awayî, wê hewl bidin ji aliyekî ve pirsgirêkan çareser bikin, ji aliyê din ve jî wê rê li ber girantirkirina wan veke.
Yek ji bandorên xirabker ên pozitivîzmê li ser civakê ew e ku rola heqîqetên dînî û exlaqî di çareserkirina pirsgirêkan de daxistiye asta herî kêm. Hukmên dîn û exlaq, nexasim jî di çandên Rojhilat û Rojhilata Navîn de ji tecrûbeyên civakî yên hezarê salan tên, di çareserkirin û jihevderxistina pirsgirêkan de encamên pîvanên dad û wijdanê ne. Şert e ku mirov serî li wan bide. Oryantalîzmê ev rêyên ji rêûresmê yên çareseriyê bê tesîrkirine û bi vî awayî zordestiya despotîk li ser civakê zêde kiriye, pirsgirêkên demokratîk girantir kirine. Dad û wijdan nebin, jiyana civakî nikare dewam bike. Bi tenê bi nêzîkatiyên hişk ên desthilatparêz, ekonomîst û determînîst mîna hesabên sar ên sermayeyê ya ku mirov wê rê lê veke wê rewşeke kaotîk a ji rê derketî be, jixwe bi piranî rewşa pêk tê jî ev e.
Ji bo pirsgirêkên civakî yên bi qasî çiyayan mezinbûne bi awayekî demokratîk bêne çareserkirin vegera li dad û wijdan hukmekî bivênevê ye. Mînak, ne hêza wan a ekonomîk û ne jî ya eskerî têrê dike ku gelên fena Ermenî û Asûriyan ji serhatiyên xwe yên trajîk bibihurin. Di çanda Rojhilata Navîn de tevahiya dîroka modernîteya kapîtalîst pêk nehat, lê gelên herêmê ketin xefika wê û di encama vê de ya bi serê gelên navbihurî de hat trajedî bû. Ji bo ku mirov alîkariya van gelan bike da ku ji vê trajediyê bibihurin dîsa bi serîlêdana li hukmên exlaq ên wijdanî û dadî pêkan e, ku her tim di çanda herêmê de hebûn.