Naskirina Te, Naskirina Gerdûna Azad e

0Shares

 Evîn Nejdet

Ji ber mirov hebûnekî pir-alî û xwedî taybetiyên cuda ye, jibo naskirina wî/wê jî pêdivî bi hin faktorên esasî dibîne. Lewma jî analîz û tehlîlkirina vê hebûnê ne hêsan e û metodên ku werin bikaranîn jî ji hev cuda dibin. Carna ji bo fêmkirina kesayet hewce bi zemaneke dirêj heye. Divê herî kêm erdîngarî, sosyolojî û kurte-dîroka civaka tê de jiyaye jî agahî li ser hebe. Elbet pêdivî heye ev rastî jî bê destnîşankirin ku têgihîştina mirov bi tevahî nemumkin e.

Ev jî tê wateya guherbarî û xwe nûkirina însan çawa ku gerdûn û xweza di nav guherîneke dayîmî de ne, pê re pêwendîdar însan jî tim dirûv û rengê xwe nû dike, diguhere. Jixwe heke li cihekê guhertin di însan de sekinîbe, ew kes miriyê zindî tê hesab.

Di diyalektîka PKK’ ê de kadro ji roja ku tevlî têkoşînê dib, dikeve nav maratoneke berfireh a guherîn û guhertinê de. Însan ji pergala ku jê hatiye xwe dişo û ber bi ew pergala ku dê civaka azad û demokratîk înşa bike ve xwe diqulipîne. Ev qulibîn nabe ku sexte û ferazî bibe. Lazime jidil, bi kok û bingehîn pêk bê ku bibe hêvana pergala nû. Lewma di têkoşîna PKK’ ê de herî zêde jî ji avakirina însan re giranî tê dayîn. Kadroyên PKK’ ê çiqas xwe bi rastiya wê re kiribin yek, ewqas di têkoşîna li hemberî kesayeta kevin jî biserdikevin.

Hevala Sara jî yek ji wan hevalên bijarte ye ku birastî jî bi tevahiya sekn û taybetiyên xwe temsîla xet û felsefeya Apoyî kir. Temsîlkirina xetê; ango kadro ji pora serê xwe heya nînikên lingê xwe herdayîm di nav şerê dijwar ê avabûn û biserxistina armancê de bibe. Hevala Sara di nav vî şerê yaman de ji roja ku tevlî bû, heya 9′ ê çileya bêbext ku bi du hevalên xwe re şehîd bû, her ku navê wê hate ser ziman rêxistin, têkoşîn û berxwedanî xiste bîra herkesê/î. Ango navê hevala Sara tê wateya van diyardeyên jiyanî û ev jî nîşan dide ku wê xwe wiha afirand û da nasandin. Lewma jî hema bêje naskirina wê ji bo her hevalekî/ê pêkan e.

Hevalên ciwan ku nû tevlî rêxistinê bûne, yên ku qet ew nedîtin, yên ku şensê wê bidestxistin ku di demên dirêj û cihên cuda bi hevala Sara re bimînin, ji hevala Sara pir tişt fêrbûne û wê dinasin. Ji ber her kadroyek bi qasî rastiya partiyê dinase, di heman astê de bi kesayeta hevala Sara re rûbirû tê.

Kesayeta hevala Sara ewçend zelal, şefaf, xwe birêxistinkirî û xwedî dîsîplîn bû ku mirov di têgihîştin û naskirina wê de nedikete nav zehmetiyan.

Hevala Sara bi paşaroja xwe di destpêka têkoşîna azadiyê de wek şoreşgereke jin a berxwedêr mohra xwe li dîroka gelê Kurd xist û her ku behsa berxwedaniya jina Kurd hate kirin, navê wê hate gotin. Jinên Kurd dersa rûmet û îsrara di têkoşînê ji wê fêr bûn. Hevala Sara di wan salên giran ên 80′ an de li dijî zilm û zordariya kujer a pergala darbeya 12′ ê Êlûnê, berxwedaniyeke bêmînak pêşxist û bû nasnameya nû a jina Kurd.

Berteka hevala Sara li beremberî îşkence û polîtîkayên teslîmgirtinê, bû ziman û gotina jina Kurd. Hîna di wan deman de ne tenê li Kurdistan û Tirkiyê, li pir welatên cîhanê û kesayetên curbecur bi bihîstina navê wê, ji berxwedaniya wê bandor dibin, jê re nameyan dişînin. Wiha jî dilê xwe, hest û piştgiriya xwe ji vê şoreşgera jina Kurd re diyar dikin.

Hevala Sara ji axeke berxwedêr hatibû cîhanê. Li Dêrsimê, warê serhildan û asîbûnê ku hîna jî jana darbeyên xedar li ser bedena xwe hîs dikir. Hîna jî ax û hewara 38′ an, şopa komkujî û qirkirinan, hestiyên di şkeft û çalan de, keçên wendakirî û zarokên sêwî dinaliyan û dengê wan wek rondikan dibarî ser axê.

Her kulmek axa Dêrsimê, her qurteke ava Mûnzûrê ew roj dianîn bîra însanên xwe. Kîn û hîsa tolhildanê hevala Sara jî di derguşa xwe de mezin kir. Ew keça vê rastiyê bû. Jixwe wîjdan û exlaqa wê a bilind destûr nedida ku biçe asayî û normal bijî û ji xwe re jiyaneke ferdî û cîhaneke teng hilbijêre, guhê xwe ker bik e û çavên xwe bigire. Na! Hewara bi hezaran Kurdên Elewî wek lorînên dilşewat Ew mezin kirin. Ew di nava xwezaya bihuştîn a Dêrsîmê bi felsefeya humanîst û hestyar a Elewîtiyê perwerde bû. Jixwe naskirina Rêber APO û hevalên pê re jî jê re bûn navenda civakîbûneke nû ku bikaribe hemû hest, hezkirin, raman, îsyan, tolhildan û şerên xwe jinûve birêxistin bike, doza xwe ji sînorê teng ê herêm û mezhep derxîne û bi doza netewî û azadiyê re tacîdar bike.

Hevala Sara berovajiyê piraniya kesayetên ku di nav pergalê de heliyan û di kêşweriya wê de xwe wenda kirin, her ku nêzîkî navenda pergalê bû, bêtir bi rastiya wê hesiya û ber bi ramaneke tam dijberê wê ve, ango sosyalîzim û azadiyê ve hat. Wiha jî ku di nav grûba yekem a îdeolojîk de çalak cihgirt çawaniya sekna jina Kurd nîşan da. Piştî ku di zîndana amedê de bû tîmsala berxwedanê, li çiyayê Kurdistanê vegerî û li van mekanan jî xweseriya xwe bi her alî ve raber kir.

Bêguman hevala Sara xwedî taybetmendiyên pir xweser û bilind bû ku dema navê wê dihate gotin dîsîplîn, sekna xwebawer, bêtewîz û di kêleka vê de jî hezkirin û dilnizmiya rêhevaltiyê şênber (somut) dibû. Hevala Sara li hemberî kêmasî û nebesiyan bi tundî disekinî û başî û xweşikî jî bi dilgermî pêşwazî dikir. Lewma yên ku xwedî feraset û seknên lewaz bûn li cem wê ji xwe re cihê jiyanê nedidîtin. Her wiha yên ku xwe di eksena gihîştina kesayeta Apoyî avadikin jî hevala Sara mînak digirin.

Di destpêka nivîsê de jî behsa naskirina însan hate kirin. heskirina însan karekî bi zahmetiyan barkirî ye. Di însan de pir tiştên diyar-nediyar, nepenî- eşkere, xweş- nexweş di zik hev de ne. Ger însan xulasebûna gerdûnê be, wê demê tê de gerdûn bi hemû dualîteyên xwe ve dijî. Heke em bixwazin vê rastiyê ji hêla hevala Sara jî berçav bigrin, dikare were gotin ku hevala Sara gerdûneke pir xweser û dewlemend bû ku di şerê başî û xirabiyê de, wê başî serwer kiribû û lewma jî bibû navgîneke zehf xurt û kêşwer ji bo feraseta rastiyê. Ev jî bû sedem mirov her kêlî û hercar ji hevala Sara tiştên nû û pir xweşik bielime.

Hevala Sara li pêşberî jiyanê û mirov gelek baldar û hesas bû û destûr nedida ku nirxên têkoşînê, ew esasên manewî zirar bibînin. Rêhevala Sara jiyan bi aliyên wê yên zirav ve dinirxand. Tişt û bûyerên rojane ku em piranî piştçav dikin û zêde guhê xwe nadinê, girîng didît, pê re elaqedar dibû.

Qama wê ya dîk û rast, rûyê wê yê geş û xweşik, xîtaba wê ya bi bandor û herikbar, tev encama vê feraseta wê bû. Hevala Sara di kêleka xweşikî û kûrbûna raman û îdeolojiyê, xweşikî û dîsîplîna beden jî ji bo kesayeta şoreşgerî giring didît. Kadro, bi taybet şoreşgera jin bi lêhûrbûn, spor, ked û tevlîbûna jiyanê hem ruh û ramana xwe, hem jî fîzîka xwe, pê re jî kesayeta xwe perwerde dike. Asta vê rastiyê jî di hevala Sara de pir şênber bû.

Hevala Sara di jiyanê de hesasiyeta xwe ji însan re, di danûstendinên bi gel re jî eşkere dikir. Ji zarokên biçûk heya kal û pîrên pir mezin, silav dida hemûyan, bi wan re elaqedar dibû. Ji hevalên li cem xwe jî dixwest bi vê baldariyê nêzîk gel bibin. Pir hêrs dibû ku hevalan wextê xwe vala derbas dikirin, ji wan dixwest hertim di nav keda zihnî, lêhûrbûn de bibin. Vê jî bi pratîkê re bikin yek.

Hevala Sara yek ji yekemîn rêhevala jin e ku tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Em elfabeya azadî û berxwedaniya jinê ji wê elimîn. Ew ji bo me hemûyan bû sembol û mînak.

Rêhevala Sara wek gerdûneke pir- alî û dewlemend, bû navendeke pir xurt ji bo ku gel, jin û ciwanan ber bi têkoşînê ve bikişîne. Hevala Sara karî ku kesayeta jina Kurd a ku di tevgera azadiyê de bê eman têdikoşe, bi cîhanê re jî parve bike û bibe dergeha jinên cîhanê.

Ji bo me lêgera azadiyê û gihîştina wê bi navê hevala Sara re bûye yek û naskirina hevala Sara, mînakgirtina kesayeta wê jî esasê lêgera me dê pêk bîne.