Nameya Newroz’ê
“Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi tifaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…!
Silav ji gelên bira re, ku bi coşeke mezin, bi ruhê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!
Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekhevîyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!
Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî kevnar ê ji qûntarên Zagros û yên Torosê, heta geliyên rûbarên Dîcle û Firatê; ji xakên pîroz ên Mezopotamya û Anatolyayê, heta şaristaniya gund û bajarvaniyê dayiktî kiriyê, silav ji bo we…!
Ji bo gelê Kurd ê ev şaristaniya herî kevnar a hezar salan, bi nîjad, ol û mezheban re bi biratî û dostanî pêkve jiyane, pêkve ava kirine, rûbarê Dîcle û Firatê birayê Sakarya û Merîçê ne. Çiyayê Agirî û Cûdî dostê çiyayê Kaçkar û Erciyesê ye. Govend û delîlo, xizmê Horon û Zeybekê ye.
Ev medeniyeta mezin û civakên bira, bi zextên siyasî, bi mudaxeleyên derve, berjewendiyên komikan xwestine berdin hev, hatiye xwestin ku nîzamên ku huqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin werin avakirin.
Emperyalîzma Rojavayî, di vî dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxeleyên xwe yên derve, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya dewleta netewe pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bikin qirika hevdu.
‘Serdema ferasetên mijoker û redkar bi dawî bûye’
Serdema ferasetên, mijokdar, redkar û çewsîner bi dawî bû ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên bera hevdu didin re dibêjin, bes e.
Bi sed hezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin.
Ev têkoşîn ku bi serhildana min a şexsî, di destpêkê de li hemberî bêçaretiyê, nezanî û koletiyê em din av de hatin dunyayê dest pê kir, xwedî vê armancê bû ku li hemberî her cure ferzkirinan hişmendî, feraset û ruhekî ava bike. Ez îro dibînim ku, ev qîrîna min gihiştiye astekê.
Şerê me, ne li hember tu etnîsîte, ol, mezheb an jî grûbekê pêk nehatiye,pêk nayê. Şerê me, li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cure zextan bû.
Em îro edî, bi Tirkiyeke nû, Rojhilata Navîneke nû û bi dahatûyeke ve şiyar dibin. Ciwanên ku bangawaziya min hembêz dikin, jinên pîroz ên peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, dostên ku dibêjin gotinên te li ser, ser û çavan qebûl diki, mirovên min guhdarî dikin;
Îro serdemeke nû dest pê dike.
Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.
Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku, mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve.
Me ji bo vê gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Yek ji van fedakarî û têkoşînan vala neçû. Kurdan rastiya xwe, eslê xwe û nasnameya xwe ji nû ve bi dest xistin. Em hatin xala “Êdî bila çek bêdeng bibin, fikir û siyaset biaxife”. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarûmar bû. Xwîna ku diherîke bê ku Tirk, Kurd, Laz û Çerkezan binihêre ji însan, ji dilê vê erdnîgariyê diherike.
Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin de dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû dest pê dike. ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.
Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.
Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek netewe, ji armancên modernîteya kapitalîst ên derveyî mirovahiyê ne ku eslê me û cewhera me înkar dike.
Ji bo bi awayekî ku layiqî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, welatekî wekhev, azad û demokratîk ê gel û çandan ava bibe berpirsiyarî dikeve ser milê her kesê/î. Bi munasebeta vê Newrozê, ez banga dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Ermenî, Tirkmen, Asûrî, Ereb û civakên din jî, ronahiyên azadî û wekheviyê yên çavkaniya xwe ji agirê hatiye pêxistin digirin, weke roniyên wekhevî û azadiya xwe bibînin.
Gelê Tirkiyeyê yê Rêzdar;
Bila gelê Tirk ê îro di Anatolyaya qedîm de wek Tirkiyeyê dijî zanibe ku ev hezar sal e jiyana wan a hevpar a bi Kurdan di bin ala Îslamê de xwe dispêre huqûqa biratî û piştevaniyê.
Di rastiyê de di vê huqûqa biratiyê de fetih, înkar, red, pişaftina bi darê zorê û tunekirin nîn e, divê nîn be.
Polîtîkayên sedsalên dawî yên zext, tunekirin û asîmîlasyonê yên xwe dispêrin modernîteya kapîtalîst; hewldanên elîteke desthilatdar a bijarker a teng ku tevayî dîrok û huqûqa biratiyê înkar dike îfade dike. ji bo em ji vê cendereya zilmê ku di roja me de pirr baş derketiye holê ku berejavî dîrok û huqûqa biratiyê ye derketina hevpar bikin wek du hêzên stratejik ên bingehîn ên Rojhilata Navîn ez bang dikim ku em li gorî çand û şaristaniyên xwe modernîteya xwe ya demokratik ava bikin.
Dem ne dema îxtîlaf, şer û pevçûnan e, dem dema tifaq, hevkarî û hevûdu hembêzkirin û li hevdu helalkirinê ye.
Kurd û Tirk ên li Çanakaleyê ligel hevdu şehîd ketin; Şerê Azadiyê pêkve pêş xistine. Meclîsa 1920’an pêkve vekirine.
Rastiya ku dîroka me ya hevpar a rabirdûyê daniye pêşiya me ev e ku pêwîst e, dahatûya xwe ya hevpar bi hevdu re ava bikin. Ruhê di avakirina Meclîsa Milletê Mezin Tirkiyeyê îro jî pêvajoya nû ronî dike.
Ez bang dikim ku pêwîst e, tevayî gelên bindest, nûnerên çîn û çandan; jinên ku mêtingeriya herî kevin û çîne bindest in, mezheb û tarîkatên bindest, mirovên xwedî çandên cuda, nûnerên çîna karkeran, û her kesa/ê ji sîstemê tên dûrxistin cih di Sîstema Modernîteya Demokratîk a alternatîfa nû ya gavavêtinê de cih bigire, zîhniyet û formê xwe qezenc bike.
Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn li modernîteyeke modern û nîzameke demokratîk a li gorî dîroka xwe. Lêgerîna modeleke nû ya ku wê her kes bi awayekî azad û bi biratî di navm hev de bijî bi qasî nan û avê bûye pêwîstiyek e nesnel. Ji vê modelê re careke din ku erdnîgariya Anatolya û Mezoptamyayê, dem û çanda wê pêşengiyê bike û ava bike tiştekî bivênevê ye.
Em mîna di dema nêz de di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de di pêşengiya Tirk û Kurdan Şerê Rizgariya Mîllî pêk hat, hîn rojanetir, tevlihev û kûrbûyî pêvajoyekê dijîn.
Ligel tevayî kêmasî û şaşiyên 90 salên dawî, careke din gelên bindest û yên hatine mexdûrkirin, bi felaketên mezin re rûbirû hatine hiştin, çîn û çandan jî digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû ava bikin.
Bangawaziya min me ew e ku, Kurd, Tirkmen, Asûrî Û Ereb ên bi awayekî dijberî Misak-Mîllî hatin parçe kirin û di roja me de di Komara Ereb a Iraq û Sûriyeyê de di pirsgirêkên giran û şeran de mehkûmî jiyanê hatine kirin, li ser esasen “Konferansa Piştevaniya Mîllî û Aştiyê” de rastiyên xwe nîqaş bikin, bigihîjîn zanebûnê û biryardariyê.
Li hemberî kesên me parçe bikin û dixwazin me bi hevdu bidin şerkirin em ê bibin yek. Li hemberî yên dixwazin me ji hevdu qut bikin em ê bibin yek.
Ên ku nikarin ruhê demê bixwînin diçin sergoya dîrokê. Yên li hember herîkina avê li ber xwe didin, ber bi kendalê ve diçin.
Gelên herêmê şahidiyê ji berbangên nû re dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ku ji şer, pevçûn, parçebûyînan westiyane, dixwazin edî li ser kok û rehên xwe, ji nû ve şîn bibin, û mil bi mil rabin ser piyan.
Ev Newroz ji bo me hemûyan mizgîniyek e.
Heqîqetên di peyamên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de, îro bi mizgîniyên nû derbasî jiyanê dibin. Mirovatî hewl dide ku tiştên wenda kirine ji nû ve bi dest bixe.
Em nirxên şaristaniya modern a Rojava bi temamî red nakin.
Em nirxên wê yên rewşenger, wekhev, azad û demokratîk werdigirin, bi nirxên xwe re, bi formen xwe yên jiyana gerdûnî re sentez dikin û jiyanî dikin.
Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratik e, pêngaveke mezin a demokratîk dide destpêkirin.
Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgiriyê didin çareseriya demokratîk û aştiyê!
Silav ji wan re, yên ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û azadiya wan demokratik berpirsiyartî girtine ser milên xwe,
Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan
Zîndana Îmrali. 21 ADAR 2013.
Abdullah OCALAN