Ez di tebatiya şevê de rawestiyam
Hevaltiya bîranînên xwe dikim
Wêneyên ku bi dîwarên şevê ve daleqandî
Temaşe dikim
Min helbestên evîna xwe ya qîz
Ji te re şandin
Bi evîna azadiyê
Û evîna min ya ji kaniya jînê herikî
Û li ser girêka porê min pêçandî…
Û derya jî di navber me de har e
Min tu di lengergehên buharî de pejirand
Min ji jiyan û serkeftinê hezkir
Yên ku min ji dayîka xwe
Û ji bihuşta dapîra xwe
Û ji ezmûnên evîna hevalên xwe birine
Piştî ku min xwe
Ji toza serdema sarbûnê daweşand
Û kelên dîlkirinê perçiqandin
Û nameyên derewîn çirandin
Ji bo Di pistepistên giyanê xwe re
Ez her dem te bibînim
Ez jina ku ji te hezdike me
Ji her tiştî bêtir.
Şehîd Şîlan Baqî (Meysa Baqî)