RÊBERAPO
Ger civak hebûnên dîrokî ne, wê demê wateya wan jî dîrokî ye. Wate jî cewhera jiyana civakî ye. Dikare weke armanc, ruh û zihnê jiyana civakî jî bê nirxandin. Heqîqet jî, ya ku weke wateya hebûna civaka dîrokî a mîtolojîk, olî, hunerî, zanyarî û zanistî digihîne ziman, rave û şêweyê ye.
Divê neyê jibîrkirin ku ev îtopya nebin pratîkên jiyana mezin jî pêk nayên. Çanda Rojhilata Navîn ji mirovatiyê re xelata îtopya bihişt û dojehê daye. Ya ku destana nivîskî a destpêkê ye bi destana Gilgamiş re ji beriya niha hezara salan ve çandeke ku her tim li giyayê bê miriniyê geriya ye. Fêm dikim ku jiyana ku bi jina azad re pêk werê, Gilgamêşê ku ev bi nexweşiya dest hilatdariyê winda kiriye. Neslê wî ew jiyana her tim li pey ne ji bo şêweyeke bê miriniye, wê di nava pêvajoya jiyana rastî de jî nebîne. Tiştek encax cihên ku lê windabûye bê dîtin. Di cureyên mirovan de volqana jiyana mezin di quntarên Toros û Zagros, geliyên Dîcle û Firat de teqiya ye. Jiyana ku mirovan mest dike li vir çêbûye. Di Kurdistanê de jî weke jin û jiyan pêk hatiye. Di nava hezaran salan de jiyan vê carê di hiyerarşî û desthilatdariya dewletê de bi şênbera jin û jiyan di heman waran de hatiye winda kirin.
Diyarbûye ku hemû destan ji ber destana Gilgamiş derketine. Bihişt û dojeh jî her tim bi jiyanên hatine jiyîn û windakirinê têkildar e. Bi rastî jî nexweşiya desthilatdariyê jiyanê dikûje. Lê, bi zanîna vê re projeya hemdema rojhilata navîn a demokratîk di heman demê de cihê ku jiyanê bi nexweşiya deshilatdariyê ve lê winda kiriye, ya ku desthilatdar nîn e. Jiyana jina azad weke ekolojî û aboriya bi civakî hatiye keşifkirin, projeya dîtina rastiyê ye. Her proje di heman demê de îtopya pêşerojê ye. Civaka demokratîk û modernîteya demokratîk îtopya pêşerojê ya pêk hatiye. Ji bo yên ku îtopya wan a jiyana azad a mezin heye dema ku bê gerîn di herêmê de ya ku mînakê wê pir in şertê rêbaza jiyanekî heye. Ew jî ev e. Tu yê ji bo heqîqeta ku civakbûn gengaz dike bijî. Her ku tu heqîqetê bibînî tu yê bijî. Her ku tu heqîqetê berfireh bikî, tu yê civaka exlaq û polîtîk ava bikî. Di rojhilata navîn de akademiya zanistî her tim wisa dibêje. Bi vê gotinê re îrada jiyana azadbûyî her tim wisa dike!
Weke ku jiyanek bê jin nabe, rastiyeke ew qas jî vekiriye, bi jina ketîre jî wê jiyaneke bi şeref û watedar neyê parvekirin. Jiyana heyî ya bi jin re heya qirika her kesî û giştî fetisandina koletiyeke herî jêr de bi rêbazeke bi zanîn û hîskirinê ve dahûrînker û çalakvan bûyî. Riya rast ya rizgariya jiyanê divê neyê ji bîrkirin ku bi jinê re jiyaneke watedar û bi şeref, zanyarî û bilindbûnek mezin dixwaze. Yên ku îdeaya wan a evînê hene divê her tim bibîrbînin ku riya pêkanîna wê bi zanistî û bilindbûnê re derbas dibe. Ji bilî vê ji evînê re xiyanet û xizmeteke ji koletiyê re ye. Gihiştina heqîqeta civakî pêk neyê, gihaştina evînê jî çênabe.
Bê guman parvekirina wekhev û bi azad a jiyana bi jinê re, bi teqez ji ciheke rast beramberî hev zanyariya heqîqeta civakî dixwaze. Evîna rast encex beramberî hev di nava hevsengiya hêza heqîqeta civakî de dikare bê jiyîn. Bi kesayetên ku di nava koletî, destavêtin û desthilatdariyê de xeniqîne re evîn qet pêk nayê. Gelek ceribandinên zêde û her tim têk çûyî jiyane û îflasên malbatan vê rastiyê radixin ber çavan. Di rewşa herî kêm de bi qasî zilam, jin jî dema ku bû xwediyê zanyarî û hêza civakî, wê hingê hezkirin û xweşikbûna, bê desthilatdarî, di nava aştiyê de bi hilberîna wekhev û bi azad û parvekirinê ve jiyana wê bê avakirin. Roja me ya sed sala 21’an di pêşengiya şoreşê, dana jinê de weke şert datîne holê. Diruşmeya ‘‘an jiyan an barbartî’’ vê şoreşê ferz dike.
Civaka Rojhilata Navîn weke ji şoreşeke duyemîn ya gund-çandiniyê re pêdivî dibîne, pêdiviya vê civakê jî bi duyemîn şoreşa jin heye. Şoreşa jin a neolotîka dayîksalarî ye. Ya herî rast şoreşa neolotîk ya balkêş, şoreşa jinê bû. Şoreşa neolotîk, şoreşeke ku heta niha ji mirovatî li ser mîrasa wê xwe dide jiyîn e. Li ser bingeha şoreşa dijber a şaristaniya baviksalarî û modernîteyê, ya ku civaka xwezayî pêş ve dixe, koletiya jinê ya herî kûr û mêtînkariya wê ava kiriye û di tevayî civakê de berfireh kiriye ev şoreşa dijber, di roja me de bi qeyrana xwe ya bipergal û rewşa xwe ya bi alozî di hemû qadên civakê de dijî û dirûxe. Tê fêmkirin ku tişta ku ji jinê re tê ferzkirin, ji jiyanê re xiyanet e. Ger dixwazin bê jiyîn, divê di serî de ji bo vê bi jinê re ji nû ve beramberî hev bi zanyarî di nava hêzeke hevsengî de hestên xweşikbûn û bilindbûnê bêne hilberandin û parvekirina wê bê serxistin. Divê avakirina vê rastiyê û gihandina heqîqetê bê pêk anîn. Divê bi şêwazeke bingehîn de hev û du weke milk û xwedîbûnê de berdin. Divê li şûna namûsa kevneşop, rakêşweriya kesayetên xweşik û bi eslî derbasdar be.
Ger şoreşa jin bi bingehîn û nexasim guhertina hişmendî û jiyana zilam neyê jiyîn rizgariya jiyanê jî bê derfet e. Ji ber ku ya xeleka jiyanê ya sereke ye jin rizgar nebe, wê jiyan her tim weke leylanekî (serap) bijî. Ger aştiya zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jin re pêk neyê, şadbûn jî tenê xiyaleke vala ye. Ji bo jin û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civak û jina Rojhilata Navîn bi modernîteyê re şaristanî û fethên ku jiyan e, qasî bê xistin ketine. Ji xwebûnê derketiye. Ketiye rewşeke nesne de. Li ser jinê ve dahûrîna pirsgirêkên civakî û ji bo çareseriya wê re bi heman diyardeyan re dest girtin rêbazeke rast e. Ji dayîka pirsgirêkan re encex ya ku çaseriya dayîkane bi ferzkirina şoreşa jinê ve bi gavên rast ve ber bi heqîqetê ve gihandinek çêbibe.
Çareseriya modernîteya demokratîk di mijara pirsgirêka jin û şoreşê de bi îdeale û biçalak e. Netewên modernîteya demokratîk ne ew proje ne ku bi projeyeke bê jin ve xwe pêk bîne. Berevajî vê di her gava xwe de bi parve kirina zanyarî û çalakbûna jinê re şoreşa ku pêk bê ye. Avakirina civaka aborî weke ku wê di pêşengiya jinê de pêk were, ji nû ve avakirina wê jî hêza komînal a jinê dixwaze. Aborî meslek û çalakiya jinê ya civaka cewheriye. Ekolojî zanisteke ku encex dikare bi baldariya jinê ve hevdîtina bi civakê re were pêk anîne. Jin bi awayeke nasnameyî bi hawirdoriye. Civaka demokratîk civaka ku zihin û vîna azad a jinê pêwîst dikê ye. Pir vekirî modernîteya demokratîk hemdema şoreş û şaristaniya jinê ye.
Çawa Bijî, Çi Bikî Û Ji Kur Destpê Bike
Ji pirsa çawa bijî, çi bikî û ji ku derê destpê bikî re wê bersiva hevbeş bê dayîn. Divê li ser bingeha hundirê sîstemê de bi dijberiya sîstemê destpê bike. Lê, di nava pergalê de dijberiya sîstemê di asta zanyarên kevîn de her kêlî pêwîstiya şervanê heqîqetê yê ku bikare di berdêla wê de bimire jî derdixe holê. Çawa bijîn û ji ku derê dest pê bike, weke gurzeke ku modernîteyê lê kiriye wî gomlekê dîna ji ber xwe dike, tu yê nefret bikî û dev ji vê jiyanê berdî. Dema pêwîst bike her kêlî bi vereşandinê re tu yê mîde, mejî, bedena xwe ji vê jiyana ku tu navdayî paqij bikî. Yek weke xweşika cîhanê jî xwe ji tere bide dê tu ji hundirê xwe vereşînî bersivê bidî. Ji pirsa çawa bikin re jî bi her du pirsên dîtir re nav hevûdu de, her tim bi şêweya çalakiyan de dijberiya xwe ya pergalê diyar dike. Bersiva pirsa çi bikin, pratîka bi zanist û bi rêxistiniye.
Ji bo pergala mordernîteya demokratîk bersiva her sê pirsa hevdîtina bi hêmanên pergalê yên bîrdozî û çalakgerî rave dike. Dema berê de mîsyona ku bi têgîna partiya pêşeng dihat gotin, îroj weke pêşengê modernîteya demokratîk a quramî û çalakî xurt bûye. Ya ku sê lingên pergalê yên bingehîn in, pêwîstiya civaka aborî, ekolojîk û demokratîk (bajar, herêm, rêveberên konfederalîst a demokratîk, a ku ji netew û neteweyî wêdetir) ya zîhnî û îradî pêşwazî kirin mîsyona bingehîne. Ji bo vê di hêjmar û nîtelîkên têr de divê akademî bêne avakirin. Cîhana akademiya modernîteyê tenê bi rexne kirinê têr nabe, alternatîfa wê pêş dixe, bîrîmên akademiyên nû li gorî naveroka xwe yên pir cure ve tê ava kirin. Di derbarê her qada civakî de di serî de aborî-teknîk, ekolojî-çandinî, siyaseta demokratîk, ewlekarî-parastin, jin-azadî, çand-nasname, dîrok-ziman, zanyarî-felsefe, ol-huner li gorî girîngî û pêdiviyan ava kirin erke. Ger kadroyek akademîk ên bi hêz nebe hêmanên modernîteya demokratîk nayê sazkirin. Qadroyên akademîk çi qasî bêyî hêmanên modernîteya demokratîk tiştekî îfade nakin, hêmanên modernîteya demokratîk jî bêy qadroyên akademîk çi wateya xwe nîne û ser nakeve. Yekbûna di nav hev de, ji bo wate û serkeftinê şert e. Divê ya ku weke kirasê bi lenet ya modernîteya kapîtalîst li ser piştê daniye fereseta fikir, zikir û çalakî a ji hev cuda bê derbas kirin û berdan. Fikir, zikir çalakî tu car ji hev qut nabin. Heqîqet tim li ser piştê girtin di nava yekbûnekê de pêş xistin nîşaneya bilindbûna divê bê jiyîne. Her sê li gel hev di çawa bijî de, çibikin de û ji ku derê dest pê bike de temsîl neke bila dernekeve şerê heqîqetê. Şerê heqîqetê berovajiya modernîteya kapîtalîst napejirîne û bi wêre najî. Bi kinasî qadroyên akademîk mejiyê rêxistinê ne û di beden de (civakê de) rehên zirav in. Yekbûna rastiyê ye. Heqîqet rastiya yekbûna tê îfade kirine. Qadro heqîqeta bi rêxistinî û çalak bûyî ye.
Şerê heqîqetê di her kêliyên civakê de di hemu qadê civakê de birîmên komînalîst, ên aborî û ekolojîk de di warên bajarên demokratîk, herem û ji bilî netew neteweyan bêne bi rêve birin, wê wate û serkeftinê dest bixe. Ger weke qasid û hawariyên ola, jiyan neyê zanîn, bazdana li pey heqîqetê pêk nayê, şerê heqîqetê jî nayê dayîn. Ger bê dayîn jî ser nakeve. Pêdiviya rojhilata navîn bi zanyarên xwedawendên jin ên nû bûne, Musa, Îsa û Mihemedan re Saîd paulan, Maniyan, Weysel Qaraniyan, Helecî Mansuran, Suhrewerdiyan, Yunus Emreyan û Birunoyan heye. Şoreşa heqîqetê ger bi xwedî derketina mîrasê wan ên kevin û kevnar nebûne, neyê derketin sernakeve. Şoreş û şoreşger namirin bi xwedî derketina mîrasa wan re têne jiyîn.
Ez li vê derê bang li jina dikim û dibêjim, qasî ku qet nebûye em ew qasî nêzî azadiyê ne. Dizanim azadî bi hêsanî ava nabe, dibe ku di vê mijarê de bedel were xwestin, hun zehmetiyan bikşînin, lê ez jî li vir zehmetiyan dijîm. Tevî vê hewl didim bibim bersiv. Îrada azadiya gelê Kurd min bi hêvî dike. Ez di wê baweriyê deme ku em ê bi vê biharê re azadiya xwe ava bikin. Em ê bi biharê re azadiya jinê ava bikin. Azadî ji nan û avê bi rumettir e.
Ez şervanekî azadiya jinê me. Di vê mijarê de pir radîkalim. Ez di wê baweriyê de me ku wê jin di Rojhilata Navîn de li ser bingeha jîrbûn, parastin û xweşikbûnê ve wê weke rojê, azadiya xwe ava bike. Wê teqez rojekî bigihêje wê jina bi hêz, ya ku zilamê paşverû û zordar bîne rê. Bi vê baweriyê re hêvî dikim ku wê tekoşîna xwe li gorî rihê pêvajoyê bilind bikin. Ji tevahî jinan re silav hezkirin û rêzgirtinên xwe raber dikim.