Li Başur em di nav şerekê de ne. Yanî şerê Barzanî û Talabanî li hemberî PKK’ê ye. Niha min dîsa Talabanî dît, min çar caran dît, me çar civînên mezin çêkirin. Bi kêfxweşiyê jî me çêkirin. Tabîî hinek dibêjin mirova wiha dixapînin, hinek dibêjin wiha dibe… Lê di nêrîna min de divê mirov ji dîtinan û ji têkiliyan nereve, mirov ji şer jî nereve, ji lihevdûhatinê jî nereve. Dema xwest yê şer bike, dema xwest yê lihevdûhatinê bike. Tiştek heye, ne heta dawiyê dostanî, ne heta dawiyê şer.
Li hemberî dijminê esasî bi salan şer bike, lê bi yekî dibêje ez Kurdim re, heta yekî dibêje ez dostim re tê lihevdûhatine çêbikî. Hûn jî baş dizanin ku çardeh salan beriya vê em bi Talabanî û Barzani’re rûniştin, me hinek tîfaqî çêkirin. Vana hatine nivîsandin jî. Girîng e ku mirov li dijî emperyalîzmê, li dijî koledariyê, li dijî dijayetiya milletê Kurd û li ser demokrasiyetê, li ser biratiyê karê xwe bigihîne hevdû.
Mirov divê karê Kurda, meseleya Kurda bi şoreşê hilîne. Mirov divê mafê miletê Kurd tayîn bike. Em pê re bûn, lê vana xwe jê dûr xistin. Kîjan dewletê bang lê dikir û çi didane ber wana, ew li ser wê dimeşiyan. Lê em dîsa bi duristî li ser xeta şoreşgerî bûn, li ser xeta yekîtiyê, biratiyê bûn. Ew bi xwe jê dûr ketin. A dawiyê çûne gel dewleta Tirk. Dijminê me yê esasî dewleta Tirk bû, koka Kurda kolebû, qet jî dostayî qebûl nedikirin. Dema ku bang li wana dikirin, ne ji bo dostani bû…
Ji bo Kurda, ji bo Kurdê Başûr li hember Kurdê Bakur derxînin bû, ji bo cepheya Kurdistanî li dijî PKK’ê rabikin bûn ev bangên wan. Yanî cardin siyaseteke dijminatî bû. Ev jî ketin vê siyaseta dijminatî û bi ser me de hatin. Em li dijî vê rabûn. Dawiyê jî dijmin emîr da, got, bi ser de herin. Wexta bi talîmata dijmin bi ser me de hatin, me li ber xwe da. Me berxwedaneke mezin pêkanî, me şerekî mezin meşand.
Di netîceya şer de, ew ketin, lê dewleta Tirk top, tanq û teyareyên xwe xistin nava Başûr û hûn dizanin ku di wir de em tengav bûn, hinek hevalên me tengav bûn -ne tenê tengavbûn- me nêrî ku leyîstoka dijmin mezin dibe, dijmin dixwaze heta dawiyê Kurda li hember hev bide şerkirin, li hev bixe, di vir de gavekê tifaqiyê me avêt û pêşî lê girt. Me xwest em bi xisusiyetên Kurdê li hêla Başûr, yên hebekê welatparêz re li hev werin. Vana jî di destpêka şer de qebûl kirin û baş jî bû.
Me leyîstoka dijmin zû qedand. Hinek bi dijmin re bûn, ew jî zû keşîf bûn, derketin holê. Mirovên durist, pêşmerge jî nedixwestin şer bikin, ew jî ji bo ku pir xwîn nerije em ser wan de neçûn, ew jî pir bi ser me de nehatin û niha li Başûr em ji berê xûrttirin. Gel jî raziye, vî tiştî dixwaze. Û li ser vê yekê Talabanî hat. Me dîsa jêre got tu bi xêr hatî, em pê kêfxweşin û ser çi? Li ser şoreşê. Wexta ku name ji min re nivîsandibû, digot “Dev ji soreşê berde”, “dest ji şerê çekdarî berde.” Min digot, mirov vê bike, dibe xayînê mezin, yekî vê bixwaze jî xayîntî dike û ne mumkûne em dev ji çek berdin, dev ji şoreşê berdin. Mirov divê demê de wiha bike, Kurd û Kurdistan ji holê radibe. Û min got ne menfeata te de ye jî.
Min pir hişk bersiv dabû. Di netîce ya du salan de em pir li dijî hev derketîbûn. Çibû? Piştre dewleta Tirk dîsa bi Îraqê re têkîlî çêkir û sê wezîrên derve hatin civîn lidarxistin. Hûn dizanin ku dewleta wan ya federalî li ser me re çêbû û kete tehlûkeyê. Nêrîn ku wê wekî berê bibe. Tirsiyan, cardin dîtin ku nikarin me ji holê hilînin, dîtin ku em quweteke (hêzekî) esasî ne. Beyî me ne mumkune li Kurdistanê mirov bikaribe xwe bike tiştek û zirar jî nehatiye dayîn û nikarin me ji holê jî rakin. Wê çaxê siyaseta dostayî jêre baş e. Ev tişt dîtin.
Li ser vê esasê hatin û me jî dixwest em li Başûr karê siyasî bikin, serbest bikin, alîkariyê bikin, ya gel bikin, tê de şoreşê û şer xurt bikin, biparêzin. Vana tev tiştên bi xêrin. Di hundurê Îraqê de federasyon bin, bingeheke şoreşê bin û nekevin bin tesîra dijminê mezin, ji wan bi dûrbixin. Li ser van mijaran civîn çebûn. Yanî ji sedî sed li ser tiştên bi xêr civîn çêdibûn. Dîsa em bi şerê çekdarî rene, dîsa em bi gelê Başûr re ne, dîsa em li Başûr karê xwe yê leşkerî-siyasi dikin. Û dîsa ez bawerim wê ev tifaqî bi serkeve, ji carên berê bêhtir yê yekîtiyê, biratiyê xurt bike û yê tesîra evên dileyîzin, evên dixwazin birakujiyê bikin, ew aliyên ajantiyê dikin jî pir kêm bibe. Yanî nikarin wekî berê li ser Kurda, li ser parçeyên Kurdistan’ê bileyîzin. Me ev firsend jî niha bêhtir rakir. Û ne tinê serokê Yekitiya Niştimanê Kurdistan Talabanî, serokê Partiya Demokrat jî me bihîst ku dibêje em dostaniyê dixwazin. Me got ku heger hûn li ser van rastiyan dixwazin, em jî dixwazin.
Tişta em ji we dixwazin; Xwe ji dijmin dûrbixin
Li ser bingeha şoreşê biratî esas e. Dijminê esas jî dijminê me yê mezin dewleta Tirk e. Ji Kurdistana Başûr re federasyon û ji ya me re jî serxwebûn û azadî ye. Mirov divê teyîd bike. Li ser vê dayîn û sitandin, alîkarî dayîn baş e. Berê jî me ev tişt digotin, niha jî em dibêjin. Xwe ji dijmin dûrbixin bes e, em wekî din pir tiştan ji kesî naxwazin.
Niha li ser van tiştan civîn çedibin. Tabîî wexta civîn çedibin, ne ku her tişt hal dibe, dîsa heqîqetên wana tiştekin, ên me tiştekin. Bingeha wana tişteke, a me tişteke. Siyaseta wana tişteke, ya me tişteke; têde ferqî heye. Mirov nikare bi tevayî bêje em bune yek, li ser her tiştî em li hev hatine. Na, pir xal hene ku ne mumkune mirov li hev were jî, lê hinek xal hene ku mirov dikare li ser lihev were. Li ser vê lihev hatin, li ser tiştên ne lihev hatin jî bila bimînin paşiyê. Di karê cephewî de jî ev tişt muhîmin. Tiştên mirov zirarê nede hev, feydeyê bide hev muhîmin. Niha ev dimeşe. Ev jî şer e. Dema em wiha dikin, şer ji holê ranabe. Şer di aliyê siyasî de, di aliyê bîrdozîk de, di aliyê jiyanê de dimeşe. Le di aliyê leşkerî de şer sekinî di navbera me û wana de. Em dixwazin bi van gavan re dijmin teng bikin.
Wekî din jî kîjan alî û hêz bixwaze di tîfaqê de cîh bigre emê pêkbînin. Li ser serxwebûn û azadiye û ne li dijî şoreşe mirov dikare tifaqiyan, karê diplomasî bimeşîne. Me berê jî ev tişt dixwest, niha jî em dixwazin. Ji berê de jî em li ser van rastiyabûn, niha jî em li ser van rastiyanin. Ên hatiye guhertin, ne siyaseta me ye, a yên li dora me ne. Li Başûr ji bo vê niha cîh vebû da ku em niha karê siyasî bêhtir radikin. Karê leşkerî jî dibe. Karek ji yê siyasî jî karê meclîsa netewî bû. Meclîsa netewî îradeya gel e, ray û biryara gel e. A ji bo milletekî dike xwediyê siyaseta esasî ye. Siyaseta kûr û dirêj çiye, vê tespît dike. Ji bo milletê Kurd çi esas e, beriya her tiştî çi tê xwestin, vana tespît bike, yanî qirara milletê Kurd derdixe. Ev bê partî, bê şer nedibû.
Mirov divê ne dost, dijminê dijminê xwe bibe
Ji bo xizmeta şoreşê, şoreş bilind bibe me ev tîfaqî çêkirin. Belkî bi ser jî nekeve, belkî dîsa şer jî çêbibe, lê mirov herdem amadebe, bi siyasî jî pir meseleyan hal bike.
Welatên Ewrûpa li ser menfeata xwe ne. Lê bi mere wekî dewleta Tirk dijminatiyê nake. Dijminê mezin dewleta Tirk e. Lê Ewrûpa jî pêre ye. Amerika jî pêre ye. Lê naxwaze wekî dewleta Tirka bi mere jî dijmin be. Dixwaze di rêka hinekare xwe bigihîne û PKK’ê zeyif bixe. Xwe wiha dihesibîne, dibêje ji min mezintir kes tune ye. PKK jî dibêje, “ez jî mezinim”. Ji ber vê karê PKK’ê qebûl nake. Dibêje tê xwe li hember min daxînî, tê bêjî ez xulamê te me, wê çaxê te qebûl dike. Ev Kurdên me yên çûne wir, jê re peyatiyê dikin, Ewrûpa qebûl dike. Lê em nikarin peyatiyê bikin, ji bo vê bi ser me de hişk tên. Lakîn hedî bi hedî dixwaze xwe nezîkî me jî bikin. Em dixwazin pêre tîfaqiyan çebikin. Yanî ne bi devletan, bi hukûmetan re, bi gelên Ewrûpa re jî em dixwazin tîfaqiyan çêbikin. Bi kesên Ewrûpa re em tîfaqiyan çêdikin. Wê ji berê nermtir bibe, Amerîka jî wê ji berê nermtir bibe. Ew dizanin ku karê PKK’ê nakeve, li paş nakeve. Wexta wiha jî dibe, wê bixwazin ku têkili çebibin.
Di demeke kin de -yanî ji dîtina Talabanî şûnde jî me famkir ku vana mesele kilît kiriye, têkîliya Ewrûpa bi destê xwe xistine û girtine. Wexta tîfaqî çedibin, dostanî çedibin kilîta Ewrûpa jî vedibe. Ez bawerim ji vê şûnde jî hedî bi hêdî Ewrûpa jî wê xwe nêzîkî karê me bike. Wekê ku Tirk dixwazin, dijminatiyê êdî yê nekin. Ev xalên muhîmin.
Ya rastî, hukûmeta federalî û meclîsa netewî yekin, tu ferq tune ye. Wê bibin dost. Niha bi wana re pir civîn çêbûne. Talabanî û Barzanî ne, meclîs jî ewin, hukûmet jî ewin. Ku wana me kirin dost şûnde meseleya din diqede, Talabanî jî bi rastî tiştê em dibêjin, ew jî qebûl dike. Ez bawer nakim li ser me bi qurnaziyê karê xwe bike û ne menfeata wana de jî be. Dibêjin Mesût jî gotiye ku PKK gavekê biavêje ez deh gavan diavêjim. Nizanim, ew biavêje, neavêje ew karê wî ye. Emê ji bo Kurdistanê gavên baş biavêjin. Ku durîst be bila xwe ispat bikin.
Em ji karê dijmin ne razîne, em qebûl nakin. Em heta niha li dijî dijminê Kurda rabûne, bila ew jî li dijî dijminê Kurda rabin, emê li hev werin.
Em ne dijminatiya bê sebep dikin, em dijminatiya kesên bi dijminên mene re dikin. Mirov dijminê dijminê xwe dibe. Kî ji dijminê me dûr be, em xwe nêzîkî wî/wa dikin. Dijmin jî bi dijminê wana re ye, jê ditirsin, ji bo vê wê nêzîkî me bibin. Dîsa jî mirov divê bawerî bide xwe, baweriyê pir nede ser ewên din. Esas eve.
Dijmin tenê kuştina me difikire
Dijmin li hember me -em tim dibêjin- ji kuştina me, ji tunekirina me bêhtir tiştekî din nafikire. Nahêle em wek mirovan bijîn. Nahêle em bêjin ev welatê me ye, dîrokekî me heye, jiyaneke me heye, çanda me heye. Ew dibêje ‘na, tu tinînî, hemû tunebûn e’. Di vê xalê de mirov divê çi bike? Di te de heta ku qasî serê derziyê namûs hebe, dîn û îman hebe, şeref û haysiyet hebe, tê bêjî wiha nayê qebulkirin. Li ser vê em rabûn. Min bi xwe evqas salin nefes bi nefesê kar kir. Niha ez dinêrim ku bi milyonan mirovên me têde ne, hemû alem bûne dostên me, bi mere ne. Dibêjin doza we doza heqiyê ye. Ji bo serkeftinê baweriya wana çêbûye.
Ji vê û şûnde belkî bêhtir xwîn were rijandin, em ji xwîn rijandinê natirsin. Tirsa me xwîna xirab di me de bimîne ye. Ji bo em xwe heft caran bişon, çiqasî xwîn lazimbe emê bidin. Gemara li ser me wê bi vê xwînê here. Emê xwe bigihînin insaniyetê. Şerê heta niha me kiriye, destpêke ji vê şûnde jî wê hîn mezintir bibe. Bi rastî niha ji bo me dewra rojên nu ne, rojên serhildanê ne, rojen serxwebûn û azadiyê ne. Ev sal mezin tên. Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan wê bi hêjmar û bi Serokatiya xwe pir mezin bibe, hemû çiyayên Kurdistanê wê werin girtin. Kurdistan bi xwe wê nîvî bi nîvî rizgar bibe. Demokratiyet yanî hikmê gel wê nîvî bi nîvî serkeve û ji vê behtir jî ji bo Kurda tiştek baştir û bi feydetir nabe. Em van rojan bi rastî ji Kurdan re wek cejin dihesibînin.
Rêber Apo
(Ji nirxandinên Rêber Apo ya sala 1993’an)