Ger ji dîrokê ders derxistin bingehê serkefina jiyanê ku dest jê nayê berdan be,ji bo serkeftinê Pîrûs ti carî şer neyê kirin û komplogeriyê ku rê ji van şera re rê vedike firsend neyê dayîn. Nêzîkatiyên vekirî ku rê didin van komployan lazime em cardin nekevinê û firsend nedinê.
Efendî û giregirên hemû parzemînan destên xwe dan hevdu û bi gotina wan, ez bi komployekê zevt kirim û dema radestî girava Îmraliyê kirim, efsaneyek ku xwe nû dikir hat bîra min. Ew jî ev bû; xwedayê Yewnan Zeûs ji nîvxwedayan Prometeûs bi zinarên çiyayê Kafkasan ve girêda û cegera wî bi qertelan da xwarin. Çawa Prometeûs ji bo azadiya mirovatiyê agir ji xwedayan dizî û cegera wî ya bi qertelan dan xwarin xwe nû dikir ev efsane weke ku di şexsê min de bi cih were xwe nû dikir û dibû rastî.
Di sîstema xwe ya têkoşînê de, ne ku min dewleta netew a Tirk nas nedikir. Ez bi serê xwe û bi halê xwe yê herî lawaz bi wêrekî li ber rabûm. Her kesê şahid e jî dizane ku min baş li ber xwe da û têkoşiyam. Di vê de tiştekî mirov jê loman bike tine. Ya li naverastê, fermaneke mirinê ji bo Kurdîtiyê bû. Ez ê yan ji mirovatî û onûra xwe negeriyama û li ber xwe bidama, yan jî di nava koletiyeke reng û cinsê wê nediyar de wenda bibûma. Ez vê rastiyê guftûgo nakim. Ez ji vê jî hêrs nabim.
Ti sedsal, weke sedsala 20. bêrehim û xwînrij derbas nebûye. Ez zarokê vê sedsalê bûm û divê ez vê sedsalê ji hev derbixînim.
Lê belê, bi giraniya îdeolojîk a şaristaniya rojava, mij û morana pêk hatî, analîzkirina rastiyê bi awayekî were fêmkirin zehmet dike. Xilasbûna ji tor û tevna sihirbaz ew çend hêsan nîne. Vê dekûdolaba dawî wê bi hebûna navê wê Tirk e jî bide wendakirin. Belkî jî mirovatiyeke çor û gemarî ya hîç neyê jiyîn li dawiyê were hiştin.
Wexta pîvanên huqûqa pozîtîf li ber çav werin girtin, ez pir îhtimalê nadim ku bi awayekî ji dil li ser mafên min were rawestîn. Jixwe zemînê aborî-polîtîk ê binê dozê û rastiya mezin a komployê, pir zêde di ser hêza huqûqê re ye. Her wiha huqûq bi xwe jî ji bo demeke dirêj siyaseta bi ser sazî û rêzikan e, zêdetir tiştekî din jî nîne. Ev nuqte ji bo DMME jî wisa ye. Lê belê dîsa jî bi karanîna mafê xweparastinê wezîfeyeke huqûqî, siyasî û exlaqî ye. Ev şerê min ê xweparastinê ku ewqas sal e dewam dike, yeqîn dikim ku di warê wate û avakirinê de ji xweparastinên min ên berê yên îdeolojîk-polîtîk pir pêşdetir e. Kesên dikarin hinekî din li ser navê mirinê mehkeme bikin divê zanibin xwe jî mehkeme bikin. Kesên hinekî din biparêzin divê zanibin xwe jî biparêzin. Kesên azadiya hinekî din dixwazin divê zanibin xwe jî azad bikin. Bi vî awayî belkî zarokên me yên hîç mafê wan ê azad ji dayikbûnê nebû êdî karibin bigihîjin vî mafê xwe.
Di bin van şertan de mehkemekirina min, em komployê jî bidin aliyekî, dibe sedema cezayekî giran, ji ber ku min civakeke îdeaya xwe wendakirî kiriye xwedî xwestek û li dijî sîstema bi pey hêrsa hêza qezenc û karê ketiye kiriye xwedî çalakî û tevger. Ev tê ferzkirin û kengî were gotin ka civaka min, ka çanda min, ka zimanê min, ka azadiya min, ev hemû dibin cihêkarî û îxaneta bi welêt re.
Pêvajoyeke nû ne tenê ji bo Rojhilata Navîn destpêkir, sîstem bi dînamîkên nû yê wê çarenûsa wê biguherîne re rûbirû hîşt. Di dergûşa derketina şaristaniyê de kevin û nû rûbirû dibin, ya rastîn, ev rûbirûbûn bi surprîzên şêweyê nû yê şaristaniyê diyar bike, tijî ye.
Divê ez li xwe mikur bêm ku demekê ez jî bi nexweşiya modernîteyê ketim, dê û bav jî di navê de min xwest ez ji her tiştê van erdan birevim. Ez gelek caran li xwe mikur têm ku di jiyanê de yek ji mijara ez zêde pê xapiyam ev bû. Lê ez dizanim, ez ti carî bi tevahî ji çavdêriya Bradway qut nebûm; ez zarokê qûntara wan çiyan, min serê çiyan jî weke textê xweda û xwedawendan, qûntara çiyan jî weke hin goşeyên cenneta wan afirandî dît û timî xwest lê bigerim. Ez hîn zarok bûm navê ‘dînê çiyê’ li min kiribûn. Ez paşê hînbûm ku ev jiyan hînê zêde ya xweda Dionysos e. Li pêş û paşiya wê koma keçikên hunerkar û azad a bi navê Bakha, Dionysos geriyaye. Bi hev re xwarine, vexwarine û kêf kirine. Min ji vê jiyana xwedayî hez kiribû. Fîlozof Nietzsche jî ev xweda tercîhî Zeus kiribû. Ji vê jî wêdetir li bin gelek gotinên xwe ‘şagirtê Dionysos’ nivîsandiye. Wexta ez li gund bûm, herçiqas bi ol re li hev nedikir jî ji lîstikên keçikan ên nîşanê û wekî din wêdetir, min hez dikir ez bi wan re bilîzim. Li gorî min a bi awayekî xwezayî diviyabû bibûya jî wisa bû. Ez ti carî razî nebûm ku çanda serdest jinê bigire û piştperde bike. Min qanûna bi navê namûsê ti carî nas nekir. Ez hînê jî ji guftûgokirin, lîstik û parvekirina pîroziyên din hemûyan a azad û bê sînor bi jinê re dibêjim ‘erê’, lê li ser navê çi dibe bila bibe, sedema wan çi dibe bila bibe, ez ji her girêdan û koletiya bêhna milkiyetê jê bê û li ser hîmê hêzê re, heta dawiyê dibêjim ‘na’.
Li van çiyan, min tim hewl da komên jinan ên azad bi îlhameke xwedayî silav bikim û wisa bi wan re ‘manedar’ bibim. Di nûçeyan de gelek caran tê gotin ‘Komeke jinên ji Başûr-Rojhilat ên li romorka traktorê yan jî pişta komyonê barkirî wexta ji bo rêncbertiyê diçûn filan herêmê di qezayê de mirin’; ez wexta van hevokan dibihîsim, hêrsa min a li hemberî mêrê qaşo xwediyê jinê, malbat, hiyarerşî û dewletê bi qasî li hemberî ti bûyerê nîne, radibe. Ez hêrsa xwe ya ji vê rewşê gelek caran tînim ziman. Ma çawa dibe, ji nifşên xwedawendan evqasî piçûk ketin? Ruh û hişê min ev piçûkketin ti carî qebûl nekir û zêhnê min jî ev yek ti carî ranekir. Ji bo min jin wê yan di asta pîrozbûna xwedawendan de be yan jî wê hîç nebe. Tê gotin: ‘Di civakekê de asta jiyana jinan gihiştiyê, pîvana asta jiyana wê civakê ye.’ Ez timî li ser rastiya vê gotinê difikirim. Min ji bo diya xwe hevoka ‘ji çanda xwedawendên dayik maye’ bi kar anîbû. Weke wan şîşman û qelew bû. Ji ber ku mîna jinên modernîteyê li hev nehatibû çêkirin, min nikarîbû pîrozbûna di wê de bidîta. Tevî ku min di jiyana xwe de êşên gelek mezin kişandine jî ez ti carî bi awayekî ciddî negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê hilweşandin di serî de diya min û di şexsê wê de dayikên herêmê (Rojhilata Naverast) hemûyan bi dilekî şikestî û çavên şil bi bîr tînim, dinêrim. Diya min ji bîrê bi zehmetî ava derdixist bi satilê dibir û wexta diwestiya û di nîvê rê de datanî min baz dida qurûs dibûm bi hemdê xwe vedixwar. Ez niha li wê maneya qurtên avê, weke yek ji bîranînên xwe yên herî bijartî û xemxwar dinêrim, dibînim. Ez ji her kesî re jî pêşniyaz dikim ku piştî qalibên zêhnê yên modernîteyê hemû hilweşandin dikarin ji nû ve li têkiliyên xwe yên dê-bavê binêrin. Ez dixwazim dîsa bi heman awayî li tevahiya ‘têkiliyên gund’ yên ji neolîtîkê mayî temaşe bikin. Bêguman serketina herî mezin a modernîteyê ew e ku karîbû nêrîna me ya çandî a panzdeh hezar sal e hatiye avakirin, hilweşîne û tine bihesibîne. Mirov fêhm dike ku ti kes ji kes û komên mirovan ên evçend hatin hilweşandin û tine hatine hesibandin, nêrîneke azad, serbilind, dildariya jiyanê û berxwedanê hêvî neke.
Vexwendina Min, Vexwendina Jiyankirina Jiyana Pîroz E.
Ji sedî sed koledarî bi temamî sîstemeke çanda maddî ye. Piçûkxistina mirov yek ji xisletên bingehîn ê vê sîstemê ye. Evqas piçûkxistineke mezin di dinya ti zindiyan de nayê dîtin. Ji ber balkêşî û heybeta çanda maddî, wijdan jî têk diçe. Hînê jî mirov li hemberî abîdeyên dêw ên vê çandê û avahiyên wê, hem xwe nagire vediciniqe û hem jî ji aliyekî din ve jî mirov heyranî wan dibe. Wer xuyaye mirov êdî evqasî dikare bibe xwedê, lê kengî xwedatiya mirov, mirovan bixe hedefa xwe dibe felaket. Ji ber ku ji bilî xwedê yên din evd in. Di qelşa civakî de, ango di têkoşînê de ti têkoşîn û nakokî evqasî mezin nebûbû. Di çanda klasîk a berê ya Yewnan de bûyera ‘kurikên qûnek an jî qûnde’ rast were analîzkirin, mirovê karibe piçûkxistinê baş fêhm bike û jê gelek tiştan hîn bibe. Tayê di navbera vê bûyerê û koledariya jinê de ne tenê pêşkêşkirina wan a ji aliyê cinsî ve ye. Ji ber ku heman diyardeya civakî parve dikin tayê di navbera wan de gelekî balkêş e.
Em wexta ji nêz ve li koletiya jinê binêrin, wê zêdetir aliyê wê yê ji mirovatiyê dûr dixîne balê bikişîne. Girtina jinê li malê ne tenê girtineke mekanî ye, û heta girtîgeh jî nîne. Rewşa wê rewşeke destavêtinê ya dijwar e. Herçiqas bixwazin bi nîşan, bi merasîmên bûkaniyê ser rastiya vê meseleyê bigirin jî rojeke wê bi tenê jî ji bo kesa xwe dizane têkçûna rûmet û onûra mirov e. Jin ji qîmeta xwe ya hezar salan a hilberandin, perwerde, rêveberî û azadiyê welê bi rêkûpêk û rêbazên şîddetê jê hatiye kirin, ji vê jî wêdetir bi îdeolojî û vegotinên eşqê wer hatiye hincirandin, encam ji teslîmiyetê jî wêdetir e. Nasnameya xwe ya ‘jintiyê’ ji dest dide, dikeve rewşeke din ku jêre ‘pîrektî’ tê gotin. Li cem mêrekî ji rêzê, li cem şivanekî serê çiyê ‘jin’ bi tenê dikare bibe ‘pîrek’. Pîrektî jî heq dide ku li ser wê her cure tesaruf bibe. Di nava vê tesarufê de kuştin jî heye, kengî bixwaze dikare bike. Ew ne tenê milk e. Ew milkeke gelekî taybet e. Rê dide ku xwediyê wê li ser wê bibe împaratorekî piçûk, hema xwedî tenê zanibe bi kar bîne.
Yek ji şaxên bingehîn ê şaristanî amade kir ev rastî bû. Yek ji sedemên bingehîn, hişt ku çanda maddî sînor nas neke, têkiliya xwe bi vê rastiyê re hebû. Ezmûna li ser jinê bi awayekî serketî hat ceribandin xwestin li ser tevahiya civakê biceribînin. Bandora xeternak a duyemîn jî ev bû. Civak diviyabû ji bo efendiyên xwe weke pîrekan bi kêr hatibûna. Em ê hewl bidin rave bikin ku pîrektiya civakê bi sîstema kapîtalîst temam bûye. Lê hîmê vê çalakiyê di qonaxa pêşî ya şaristaniyê de hatiye danîn û bi çanda Greko-Romen xwestin weke mînakekî serketî yê civakê nîşan bidin. Lê kengî mêr bibûya pîrek mirov dikarîbû behsa pîrekbûna civakê bikira. Greko-Romen civakeke welê bûn, ev yek his kiribûn û tedbîrên xwe girtibûn. Yek ji wan xusûsan e ku baş tê zanîn, rewşa koleyan gelekî ji pîrektiyê xirabtir e. Lê pirsgirêk ew bû ku mêrê nebûbû pîrek bibûya kole. Em behsa têkiliyên ensest an jî têkiliyên ji rê derketî nakin. Em behsa nêrmêtiyê jî nakin. Hin aliyên mijarê yên derûnî û heta hin diyardeyên biyolojîk divê ji mijara behsa wê dikim cihê bêne nirxandin. Di civaka klasîk a Yewnan de mode ew bû ku her kurekî ciwan ê azad, divê ji sedî sed xwediyekî wî, partnerekî wî yê mêr hebe. Ciwanê kurik heta bibe xwedî tecrûbe û ezmûn divê partnerekî wî yê evîndariyê hebe. Weke min berê jî behskiribû ku Sokrates jî gotiye; di vê bûyerê de ya girîng ew nîne ku kurik pir were bikaranîn a girîng ew e ku kurik wî ruhî bijî. Zêhniyet eşkere ye: civaka kole têkiliya xwe bi prensîba onûr û azadiyê re nîne, lewma diviyabû ev xislet ji civakê bihatana kirin. Ji ber ku gef li civakê dixwarin. Rast bû jî. Li deverekê onûr û azadiya mirov hebe, koletî nikare li wir bijî. Sîstem li vê serwext bûbû û diviyabû çi hewce ye bikirana.
Dîroka şaristaniyê, dîroka wendakirina jinê û wendakirina wê ye di heman demê de.Ev dîrok dîroka ku kesayeta zilam di aliyê xweda û evd de, hikumdar û tebayî wî, aborî, ilim, huner bi hunera zilam hatiye pijandinê ye. Her wiha wenda kirin û ketina jin, bi navê civakê ketin û wendakirina mezine. Civaka zayendparêz, encama vê ketin û wendakirinê ye. Zilamê zayendparêz, li ser jinê dema desthilatiya xwe dide avakirin ewqasî bi dil dibije ku hemû dîmenên desthilatiyê dide temaşekirin. Li ser têkiliya zayendî ku gelek têkiliyek biyolojîk û diyardeyek xwezayî ye hem pêwendiyên desthilatiyê li ser hatiye bar kirin. Li ser jinê bi hewaya serkeftinê têkiliyan pêk tîne û vê ti carî ji bîr nake. Di vî alîde fêrbûnek bi hêz pêşketiye. Gelek biwêj (deyîm) hatine îcad kirin. Wek “ min kir, min karê wê xelas kir, dêl (kancik), li pişta wê dar, li zikê wê ker kêm neke, fahîşe, orosipî, ger ti keça xwe serberdayî bihêlî an ê bireve daholvanekî an jî zirnevanekî, lazime serê wê hema were girêdan” ev mînak û çîrok û darbimeselên bê hejmar tên vegotin. Pêwendiya zayendîtî û îktîdarê di nav civakê de bi hevdûre çiqas bibandore gelek eşkereye. Di roja me bixwede zilamek li ser jinê mafê mirinê jî têde, xwedî mafên bê dawî ye û ev rastiyeke civaknasiye. Ev maf her roj tên pêkanîn. Têkilî bi giranahî di qerektera tacîz û tecawuzê de ye.
We Çima Ev Zilam Li Serê Xwe Kirine Bela?
Halbikî hevkariya jiyana bi felsefeya azadî, wekhevî û demokrasiyê barkirî jiyana bi jinê re were sererastkirinê ye. Ev jî; xweşikiyê, başiyê û rastiyê di asta mikemelde bı derfeta pêkanînê dıbe. Şexsên di nav statuyên heyî de jiyana bi jinê re, bi qasî gelek bi pirsgirêke, gelek kirêt, şaş û xerab dibînim. Di bin statuya heyî de bi jiyana bi jinê re ji biçûktiya xwe de ev mijara aliyê wêrekiya min ya herî lewaz e. Wek ajoyên zayendî ku ajoyên gelek bi hêzin, lêpirsîna wane ya mijara gotinê. Ajoyên zayendî ji bo xatirê domana jiyanê ne. Yek ji nuwazeyên (harîka) xwezayê ku lazime pîroziya wê hebe. Lê belê sermaye û têkela zilam jin ewqasî qirêj kiriye ku, ev hêza jiyanê ya nuwaze wek “dola fabrîqe” bûye meta, berhemê herî ketî û hatiye veguhartin. Bi van metaya civak, ser û binê civakê tevlûhev dibin, derdor jî di binê giraniya hejmara însana de (niha şeş milyare, ger bi vê lezê here em deh, pêncî milyar hejmarê însana û derdorê bifikirin) dembidem têkçûnê dijî. Bêgûman bi jinekê bi zarokekê bûyîn di cewherde bûyerek pîroze; nîşaneya netinebûna jiyanê ye. Bêdawîbûnê dide hîskirin. Hestekî ji vê bi nirxtir ma dibe? Her nifş di bin vê rastiyê de di nav kelecana xwe tevkirina vê bêdawîkirinê de ye. Vê dijî. Bi taybet di însanê roja me de ev rewş, wek ozanek dide ravekirin (dola me ya bela serê me dola me) di wê astê de tê jiyan kirin. Carekî din dijî xwezaya yekemîn û duyemîn ew sermaye û têkela zilam bi bêexlaqî, nexweşikî û şaşiyek mezin re em rûbirûne, ev nayê înkarê
Pêwendiya Bi Terzê Seranser Hatiye Avakirin, Terzê Têkiliya Bi Tayê Pembû Hatiye Avakirinê Ye.
Ê bi destê însan ava dibe, dikare bi destê însan têkbiçe. Divirde ne zagonek xwezayî ne jî çarenûsek mijara gotinê ye. Ev sazûmaniya wê têkela lazime were hilweşandin ya zilamê dest bi hormon, kansêr ê fênek û bihêz e. Ev cotê gerdûnê herî nuwaze (bi qasî tê zanîn) kurbûna wan ya biwatebûnê min hertim hîskiriye. Di serîde bi jinê re fikirandin, li ku, kengî, çiqas aliyê xerabe hebe nîqaşkirin û derbaskirin di hemû têkilî û pêwendiyên xwe yê girîngde min wêrekiya derxistina pêşî destnîşan kir. Tenê ya biryara bihêz, difikire, baş, xweşik û rastî biryar dikare bide, wisajî bi derbaskirina min, min heyranî xwe dihêle û jina dibe mixetabê min bê gûman kevirê goşê ya lêgera min a felsefiye. Di gerdûnê de sînorê herikîna jiyanê bi vê jinê re bi aliyê xweşik, baş û rast re ê wate bidîta, min her tim bi vê bawer kir. Lê bi qasî ku ti zilam nikare bike, bi zilamê pêşberî min “zilam û sermayê” vî malî, bi Hurmuza bi not mêrî re terzê minî hebû ti carî ne dihat parvekirin, ez ji vî exlaqê xwe jî bawer bûm. Wê demê ji Femînîzmê jî wêdetir têgiha “JÎNEOLOJΔ dikare vê ermancê pêşwazî bike.
Vegera Însanbûna Me, Vegera Welatê Rojê Ye.
Ji bo vê, di van demên dîrokê de gelek kar dikeve ser milê ilmê civakî û exlaqê. Sosyolojiyeke biwêre zanista xwe bi xwe biafirîne û ji bin destê zanîna îqtîdarê derketibe, di derketina ji kaosê û pêşkêşkirina çareseriyan de cihê wê girîng e. Ji bo civakeke hînê demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsan dixwaze, beriya her tiştî hewceyî bi avakirineke nû ya sosyolojiyê heye. Ya em dikin jî ji bo vî karê bi heyecan û bi şeref, pêşnûmeyek e.
Di nav vê tevgerê de dibe ku ehmeq, rezîl, komploker, xayîn û provakator hebin. Çawa ku di navê de yên egîd, zana, bi şeref, durust û yên ji dil girêdayî hene.
Li Hemberî Komploya Navnetewî, Ji Bo Biranîna Yên Xwe Kirin Topê Agir Û Şehîd Ketin re.
Rêber’tî berî her tiştî nûnerê şehîda ye. Mezinbûn bi wate dayîna şehîdan re birêje ye (orantili). Mezinbûn ne tenê têkildariyek bi şehîdan re ye, bijiyankirina wan re gengaz e. Ev danasîn di destpêka vê têkoşînêde yên ku xwe di lûtkeyan de dan rûnişkandin, adeta hebûna xwe fedayî vê heqîqetê kirin û gotin “heqîqet eve” bi van gotinan çav teyîsandin, pêşketinên hîn mezintir fetih kirin û li gor vê xwe kirin sazî û dezgehên vî karîne. Eşkereye ku derveyî wan ti sazûmanên vî şerî ên din nabin. Her wiha şehîdên vê dozê yekemîn pîvanên serkeftin û encam girtina vî karî jî didin diyar kirin.
Ev pêşketina hêza hemleya şehîdan ya herî mezine. Îro dema dozê dîrokî tên lêhûrîn, di destpêka van doza de hertim kesên ku xwe nezir kirine ango xwe feda kirine tên bi bîranîn û piştre dîrokçeya doza tên berdewam kirin ev yek tê dîyîn.
Îro di xebata demokratîk kirina hemû civakê de, tê xwestin ku were diyar kirin mirovahî ne mecbûre faşîzma dewleta bijî, dıkare bi vîna xwe bikaribe jiyana xwe bi domîne. Dikare bi dengê xwe heta dawiyê biqîre ku ew bixwe hebûnek pîroz e. Ev di PKK ê de hatiye ispatkirin. Hem jî di dîroka nêz de, di şert û mercên herî giran de ev hatiye temsîl kirin. Ev dibe heqîqeta mirovahiyê mezin bi navê mirovahiyê tê kirin, berbi çav dibe. Ev tenê faşîzma ku îro li ser gela tê meşandin ji bo vala derkeve nayê nirxandin. Ev nirxên bi sedsala bikaribin xwe bibandor bikin. Vaye nirxê şehîdên me di nav rêxistina me de wisaye.
Bi qasî nirxên dîrokî kevn, nirxên mirovahiyê û nirxên hemû asoya mirovahiyê didin ronahî kirin di PKK ê de îfada xwe ya berbiçav digrin. Ev bi terzê şêweyê jiyanê, rêgez û pratîkê wata xwe dibînin. Li ser vî hîmî em carekî din girêdana xwe bi bîranên şehîdên xwe re didin diyar kirin û heta dawiyê di şerê rizgariya netewî ya gelê xwe de, di rizgariya gelê herêmê de, di azadî û her ku pêşde here di rizgariya mirovahiyê de bi serkeftinên bê dawî, bi yekbûna serkeftinê re em ê bersiva vê sozê xwe bidin.
Di vê watê de em dibêjin ku, bîranînên şehîdên me meşaleya azadiyê ku her tim pêketiye û ew fermandarên çalekiyên mey jiyanê ne.
Rêber APO