Civaka me yên xwedî baweriya Êzdiyatî yêk ji miletên herî resenin ku bi awayek xwezayî, bi piranî di xaniyên ji axê û keviran avakirî de, di nav rez, bax û baxçeyên xwe, bi ajalvaniyê debara xwe dikirin bû. Civaka me ya ku her sibê û her êvar mezinên wan berê xwe didan rojê, destpêkê başiya hemû miletên cîhanê dixwazin û bi dilnizmî dua dikin ku ew jî neyên jibîr kirin, pêşerojekî paq, dostane û aram ji wan re jî bê dayîn. Ewqasî mazlum û dilnizmin ew civaka me.
Lê mixabin weke her cihê Kurd lê ne li Şengalê jî ferman li ser ferman pêk anîn. Ew der jî di bin şurên zalimkaran de ruxmê 73 ferman jiyan kirin û di her fermanê de qirkirinên pir giran re rû bi rû hatin li wir jî cardin karîbû li ser piyan bimîne û li berxwe bide. Di bin şert û mercên gelek giran de, di bin dorpêçan de karîbûn heya 2014 jî kêm zêde jiyana xwe bidomîne, baweriya xwe û îbadetên xwe pêkbîne. Hinek di bin tirsan de, hinek di bin gefan de lê ji bo wek nasname, wek bawerî û çand ji dest neçe gelek berxwedan didan. Kêm bi kêm, nerêxistinî û ji hev cûda bê dayîn jî ev berxwedan heya astekê bandor kirîbû û civakê parastîbû.
Wan rojan carekî din ewrên reş û tarî li ser Şengalê kombûbûn. Sala 2014 bû. Gelek hevalên jin û mêr yên şoreşger li bejin û bala xwe rext girêdabûn, çek hildabûn û berê xwe dabûn wê herêma di nav tufana reş û tarî de mabû. Vêcarê jî fermanek pêkdianîn. Çeteyên DAIŞ li ser daxwaza dewleta Tirk, PDK û hinek welatên din bi hêz, çek û pereyên wan zik têr bûyî berê xwe dabûn civaka me ya Êzidî. Bi seyareyan pêl bi pêl diketin gûndan, kî didîtin yan serê wan jê dikirin, yan didan ber gûleyan, yan ji çeplên wan digirtin dikin esîr û direvandin. Di vê navberê de jî di xaniyên milet de çi hebe dest dideynin ser, talan û wêran dikirin. Cihên îbadeta xwe pêk dianîn jî wek mînak qubeyên civakê yên pîroz diteqandin. Armanca wan pir eşkere bû ku tinekirin û ji Êzidiyan vala kirina Şengalê bû.
Gelek heval çûbûn û li wir şahîdî wan kêliyan kiribûn, tirs, panîk, dil giranî û bêhêvîtiya ketibû dil û hinavên civakê dîtibûn. Ew kêliyên ewqasî giran bûn ku di nav cenaze, herikîna xwîn û birînên giran de dil neradikir lê binêrî, wahşetek bê tarîf, hovîtiyek bê sînor dihate pêkanîn. Lê armanca wan ji wan dîmenan ji xwe tirsandin, revandin û teslîm girtin bû bê gûman lê hêvî nedikirin ku şervanên azadiyê yên bi fikir û ramanên Rêber Apo têgihêştine encama wê şewata kur diket dilê mirov û dikizirand de wê hêrsekî muazzam ya heyfrakirin û întîqama fermanê ji çete û piştgirên wan hilanînê geş bike. Ruhê fedaî, ruhê bê rawestan, bê teredût yê canê xwe her kêlî amade ye li gelê xwe û bindestan re bide bexşandin ne xistibûn hesabê. Ji xwe bi piştgiriya PDK ewqasî bawer bûn ku Şengal yê bikeve û vêcarê teqez encam bigrin. Ji xwe hêzên Iraq’ê jî revîbûn çûbûn. Çekên destê xelkê de ji milê peşmergeyên Roj yên PDK ve hatîbûn komkirin û ji zûde destê milet girêdabû. Ji civaka Şengalê re ya hiştibûn kuştin, qezp û talan. Ya jê dima enkaza giran ya Şengalê bû kî yê li gora dilê xwe ji xwere li ser avakiribana. Belê di van xeyalan de xwe wundakirîbûn lê lê çi dîtibûn?
Bi rastî jî kêliyên pir bi wate bûne ku hevalên bûbû şahîd û yêkser mûdaxaleyan de cîh girtibûn behs dikirin. Tinê qulpek av, pariyek nan, tebesûmek ji dil, silavek dostane bûbû hêzekî bêhempa ku di nav wê toz û dumana ewrên reş û tarî de rêya tavê vedikir, dil û hinavên mirovan germ dikir, hêvî û bawerî avadikir, ruhê tekoşîn û berxwedanê germ dikir.
Di wan kêliyan de gelek rêhevalên jin û mêr yên şoreşger wek gerîlayên azadiyê di nav milet de bûn û bi berxwedaniyek bê hempa re gav bi gav, mal bi mal, gund bi gund darbeyên mirinê li çeteyên dagirkeran didan û li wana gav paşde didan avêtin. Ew tirs, xof û panîka xistibûn dilê civaka Şengalê vêcarê ketîbû dil û hinavê dijminan, ketibû dil û hinavên DAIŞ’iyan.
Zor û zehmetiyên hatibûn jiyîn bi saya berxwedaniya dîrokî ya şoreşger û tekoşerên qehreman, bi beşdariya dayîk û xortên Şengalê re vegeriyabû hêz û moralekî bê sînor. Rizgar kirina Şengalê, ruxmê îxaneta PDK, ruxmê pişta xwe zivirandin û reva artêşa Iraq pêk hatîbû. Van zarokên cengawer yên gelê xwe cardin ispat kiribûn ku canê wan ji gelê wan re feda ye, li kîjan bajar, gund, nahiya pêkbê zilm û zordarî ewê xwe bigihînin wir û şer bikin, yê tekoşîna vê bidin, heya serkeftina gelê xwe, heya binketina dijminên xwe.
Birînek kûr ku xistin dilê gelê me yê li Şengalê jiyan dike bê gûman xayîntiya PDK bû. Amadekariyên PDK ya Şengal ji çeteyên DAIŞ re amade kirin û wek lepek nan xistina devê wan gûran nayê jibîr kirin. ji xwe wi bîranînên wan de kêliyên ku peşmergeyên Roj çekên wan, çifteyên nêçîrê jî di nav de her tiştî ji wan digrin û dibirin e. Di bîranînên wan de kêliyên ku ciwanên Êzidî xwe avêtine bextê wan û çek ji wan xwestine da kû bikarin xwe biparêzin û nedayîna wan e. Di bîranînên wan de qetilkirina ciwanên taleba çek kirine ye. Di bîranîna wan de kêliyên konvoyên peşmergeyên PDK yên ji Şengal direvin û terqeyek bîle nateqînin e. Di bîranînên wan de li hin cihan pêşiya xelkê direve girtin û bi destê xwe wana dayîna destê çeteyên DAIŞ’ê ye. Bîranîn zindî dimînin û heya zindî bimînin jî yê civaka Şengal xayîntiya PDK ti demî ji bîr neke. Ya rastî ne tinê wî demî xayîntî jî kirîbû, di gelek fermanên berê de jî rolê neyênî cardin girtîbû ser xwe. Lê ew jî mijarekî din yê dom û dirêje.
Lê em dibînin ku xayîntiya PDK îro jî li Başur di asta herî bêehlaq û gemar de berdewam dike. Artêşa Tirk heya hundirê Iraqê anîn, rê nîşandan, heya rê jêre avakirin, kalekol înşa kirin û xwarin û vexwarina wan leşkerên xwediyê zihniyeta Kurda înkar dike, qirkirinê armanc dike û Kurdistanê jî dixwaze bi koçberî, girtin, çewisandin û qirkirina fizikî ji Kurdan vala bike re bûye dost û hevalbend. Ya rastî, bêehlaqiya tê jiyîn sînorên jêre peyv peydakirinê ji zûde derbas kiriye. Peyvên îro di ferhengên me de jî jêre heq derkeve nizanim, lê ezê tinê bêjim; ewqasî jî nabe… Ya rastî ev mijarek din ya gelek kur û dûre, ji ber wê jî dixwazim cardin vegerim mijara Şengalê.
Berxwedaniya li Şengalê hatî nîşandan bi rastî jî bê hempa bû. Rizgar kirina milet ji qirkirinan, ji bo wê canê xwe kirina sîper û mertal bersiva herî mezin li dijî wê wahşetê bû. Berdel giran bû, ji ber ku gelek şoreşger û militanên Apo’yî li Şengalê şehîd hate dayîn, lê civak hate parastin, Şengal ji çeteyên DAIŞ hate paqijkirin. Piştre jî li ser rê û rêbazên xwe rêxistinkirin, parastin û xwe bi xwe rêvebirinê perwerde hatin dayîn, zemînê vê hatin avakirin. Û di vê navberê de beriya hertiştî li civaka Şengalê fikir û ramanên Rêber Apo hate nasandin. Di şexsê Rêber Apo de hêz û enerjiya civakê girt yê pêşeroja wê civakê, pêşeroja jin û ciwanên Êzidî gelek ji kûr de biguheriya. Ji xwe wiha jî bû.
Piştî hêzên gerîla ji Şengalê derketin vêcar li ser bingeha fikir û ramanên Rêber APO, li ser encamên perwerdeyên li ser rêk û rêbazên xwe birêxistinkirin, parastin û rêvebirinê civaka Şengalê zend û bendan bada û gavên dîrokî avêtin. Îro li Şengalê jina Êzidî di asta dîplomatîk de kar û xebatên gelek mezin pêktînin, ciwan di parastina ax, çand û baweriya gelê xwe de pêşengtiyek dîrokî pêk tînin.
Civaka Şengalê di dîroka xwe de cara yekê xwe anî asta ku çav ne li deriyê ti kesî be, berê xwe dabe hevdû û bi hevre xurtbuna xwe re şahîdî bikin. Hemû sazîbûn û rêxistinbûnên Şengalê îro xarantiyek girîng di parastina civaka Êzidî ya li hemberî her cûre gef û êrîşên ji derve ye. Bê gûman ev yêk jî bi saya bi sedan qehreman, lehengan pêkhat û her diçe xurtir jî dibe.
Heger em behsa herêmên ku di bin qirçe qirça şewatekî giran de vegeriya xweliyê û cardin xwe ji wê xweliyê avakiriye bikin Şengal tê bîra min. Weke teyrê simurg bi coş û enerjiyek bê hempa tekoşîna xwe ji xweliyên giran rizgar kirinê daye. Ji rêxistinbûnên Şengalê de em bigrin, heya dîplomasiya tê meşandin, heya birêxistinkirina parastina cewherî û heya xwerêveberiya civakê her gava tê avêtin yê ji civaka Şengalê re bibe xarantiya pêşerojek parastî û ewletir…
Dîlan Botan